Huseynê Farê

Dengbêj Huseynê Farê

İkram Oguz

Ji bo war û kanîya dengbêjan, her çiqas herêma Serhedê were binavkirin jî, dengbêj kurd, ware dengbêjîyê jî welatê kurdan, Kurdistan e. Kurdên ku ji axa xwe dûrketine û berê xwe dane xerîbîyê, deng û dengbêjîya xwe jî bi xwe ra birine.

Dengbêjîya li ser axa welat jî, gor rewş û jîyana her herêmê bi tewna xwe ya taybet di civakê da cîheke girîng girtîye û pêşda çûye. Lê di nav hemû heêman da dengbêjîya Serhede xwedî taybetmendîyek cuda ye. Jiber ku di dengbêjîya Serhedê da enstrûman cîh nagre û ev yek jî wê ji yên din vediqetîne.

Loma dengbêjî gor tewn û awaza xwe bi ekola çend herêman va tê bi nav kirin. Wek ekola Serhed, Xerzan, Amed û hwd…

Çawa ku dengbêjîya Serhedê îro bi dengbêjên mîna Reso, Şakiro, Huseyno û peyrevên wan va were bi nav kirin, ekola Amedê jî bi dengbêjên mîna Huseynê Farê, Seyîtxanê Boyaxçî, Mehmûd Qizil, Salihê Beynatî û peyrevên wan va tê bi nav kirin. Di nava ekola Amedê da jî Huseynê Farê bi tewn û dengê xwe cîhekî sereke digre. Taybetmendîya wî, yek tewn û dengê wî be, yek jî helbestvanîya wî ye. Kilamên ku Huseynê Farê straye, pirranîya wan ji ber xwe derxistîye û di dawîya kilaman da jî, wek mora xwe lêxistibe, nave xwe bi cîh kirîye.

Taybetmndîyek wî ya din jî ew e, ku Huseynê Farê her çiqas bi reng û rûyê ekola Amedê gihîştibe û di nav wê ekolê da xwedî cîheke girîng be jî, xwe bi herêma xwe va sînordar nekirîye. Berê xwe daye herêm û dengbêjên din û bi taybetî jî kilam û stranên Sehedê jî stra ye. Loma ew qasî ku li herêma Amedê bi nav û deng e, li herêmên din jî ewqas bi nav û dengê xwe va tê naskirin û guhdarîkirin.

Huseynê Farê kî ye?

Di sala 1937an da li gundê Farê, ku îro jê ra Guzelkoy tê gotin, ji dayîk bûye û çavê xwe li dinyayê vekirîye. Weke navê gundê ku lê bûye, paşnavê wî yê fermî jî cûda ye. Navê wî di qeyd û quydên dewletê da wek Huseyin Tutal cîh digre û kasêtên wî yên di salên 70’yî da hatine qeydkirin, ew jî bi vî navî hatine weşandin.

Di nivîsên xwe yê li ser dengbêjan da, jibo ku bala xwendevanan bikişînim, hinek hevparîyên dengbêjan derdixim pêş û wan dubare dikim. Ji wan hevparîyan yek, sêwîtîya dengbêjan, yek jî xizanî û koçberîya wan e.

Huseynê Farê jî di neh salîya xwe da dîya xwe wenda dike û ji alî dê va sêwî dimîne. Di jîyana xwe ya ku bi sêwîtî û bi xizanîyê derbasbûye da, rû bi rû eş û keleman dibe. Bi derbasbûna demê ra kul û keserên wî zêde, barê wî jî giran dibe.

Lê gundê Farê di warê çand û hunerê da gundeke dewlemend e û rewşa gund bextê wî yê reş diguherîne. Huseyn li ber deste dengbêjên gund mezin dibe, bi guhdarîkirin û strana kilamên wan va dile xwe yê birîndar disotîne.

Gundê Farê di dema zarokatîya Huseyn da jî bi hunermendên xwe va gundeke navdar e. Nisoyê Fileyê bilûrçêker, bilûrvan Şêxmûs, dengbêj Hecî Sebrî û Hesenê Zorîn jî ji gundê Farê ne. Huseyn jî hê di dema zarokatîya xwe da nav guhdarvanê Hecî Sebrî da cîhê xwe digre, dibe şagirtê Hesenê Zorîn û li cem wî dest bi karê dengbêjîyê dike.

Dengbêj Hecî Sebrî, Hesenê Zorîn û Huseyn ji malbatek û pismamê hev in. Huseyn di 7-8 salîya xwe da guhdarvanek ji guhdarvanên Hecî Sebrîye. Bi saya dengê Hecî Sebrî ji dengbêjîyê hez dike û mêla wî ya li ser dengbêjîyê her diçe zêde dibe. Ew jî dixwaze mîna Hecî Sebrî bibe dengbêj û klaman bibêje. Jibo ku daxwaza xwe bîne cîh, klamên ku ji Hecî Sebrî û Hesenê Zorîn dibihîze, jiber dike. Dibe şagirtê Hesenê Zorîn û bi wî ra digere, di civatên gundan da cîh digre û distirê.

Loma tê gotinê, ku Huseynê Farê her çiqas şagirtê Hesenê Zorîn be jî, ew ji wî bêtir di bin tesîra Hecî Sebrî da ma ye û bi tewna wî stra ye.

Di sala 1970yî da Huseynê Farê jî ji gundê xwe koçber dibe û berê xwe dide bajarê Amedê. Li bajêr jî dest ji dengbîyê bernade, beşadarî şahîyên civakê dibe û di dawetan distirê.

Di wan salan da dengbêjekî bi navê Hesenê Şêx Xalid jî li Amedê dijî. Dengbêj Hesenê Şêx Xalid ji bajarokê Darahênê û dengbêjekî hezkirî yê ji wê demê ye. Huseynê Farê bi wî ra dikeve têkilîyê û ji nêzîk va wî nas dike. Di şahî û dawetan da gelek caran bi wî ra distirê û di bin tesîra tewn û dengbêjîya wî da jî dimîne.

Di heman salan da Mihemedê Salîhê Beynatî, ku ji hêla Ferqînê û hevdemê Huseynê Farê ye, Hozan Şîyarê Farqînî, Eyşe Şanê û Mamûd Qizil jî li Amedê ne. Huseyn bi wan ra jî têkilîya xwe xurt dike û bi wan ra jî distirê.

Ji bilî van dengbêjan, Huseyn li Amedê dengbêj Zulfîqarê Gulo, ku ji navçeya Erxeniyê ye, nas dike û di navbera herduyan da hevaltîyek baş çê dibe. Ew bi salan hevaltîya xwe didomînin, hev ra rêwîtîyê dikin, digerîn û distirên. Loma Zulfîqarê Gulo ji nêzîk va Huseynê Farê nas dike û di derbarê dengbêjîya wî da wiha dibêje:

“Em bi hev ra pirr gerîyan û me ji hev pirr hez dikir. Dema em bi hev ra diçûn Stenbolê û me dengê xwe qeyd dikir, Huseyn bi kelecan ji min ra digot; ‘yahû Zulfîqar, tu rehet î. Kilamên ku tu di bandê da distrê, hemû yên te ne. Lêbelê ez kilamên dengbêjên din jî distirêm û loma band têr nakin ku ez kilamê bi temamî bixwinîm. Ji ber vê yekê jî guhdarên me gilî û gazincên xwe ji min dikin…”

Huseynê Farê jî mîna hemû dengbêjên kurd di jîyana xwe da rû bi rû gelek astengîyan dibe. Jiber ku dengbêjê zimanê qedexe ye. Bi dengbêjîya zimanê xwe yê qedexe debara xwe nake, derdê ser derdan sedem karê xwe yê dengbêjîyê bare wî giran, astengîyên wî jî zede dibin. Loma di salên dawîya emrê xwe da, ji qidûm da dikeve, êş û nexweşîyên wî zêde dibin û êdî ew nikare li ser lingên xwe jî bisekine. Di wan salan da dema ku heval û hogirên xwe dibîne, ji wan ra gilî û gazinên xwe yên ji jîyanê dike û daxwazên xwe yên dawîyê dike. Ji wan daxwazan yek jî w e, ku dibêje; “ez dixwazim li hemû kûçe û kolanên Amedê gav bi gav bigerim, lê çi heyf e ku çok û jinûyên min nagirin, ez nikarim gavek bavêjim…”

Sal 1998, Huseynê Farê li Amedê, li taxa Şehîdligê di mala xwe da ye. Rojekê bi danê êvarê ra êşa dilê wî careke din dest pê dike û her diçe zêde dibe. Zarokên wî hewl didin xwe û bi lez û bez wî dibin nexweşxaneyê, mixabin doxtor jî ji êşa wî ra çareyek nabînin. Li nexweşxaneyê êşa wî bêtir zêde dibe û xwîn vedirişe. Piştî çend saetan şûnda jî cara dawîyê çavê xwe digrê û dinya xwe diguhrîne.

Heval û hogirên wî, dost û hezkirîyên wî lê xwedî derdikevin, termê wî ji nexweşxanê digrin û dibin li goristana gundê Farê defin dikin.

Berhem û taybetmendîya Huseynê Farê

Husêynê Farê ne tenê dengbêj, di heman demê da helbestvan e. Helbestên wî bi pirranî li ser kuştina hin kesayetîyên kurd hatine gotin. Ew di helbest û kilamên xwe da mêranî û mêrxasî, şer û koçberî, fîrarî û kuştina lehengên kurdan tine ziman. Ji helbest û kilamên wî yên herî zêde tên zanîn û naskirin, ew jî yên li ser Şêx Nûredîn û Silhedînê Mala Ûsivê Seydo, Emînê Ehmed, Salihê Dengbêj, Ferzende Beg û Yado ne.

Huseynê Farê li ser şerê gelek eşîrên navdar ên wek Reşkotan, Etman, Reman, Xîyan û Şêxdodîyan jî kilam derxistîye û straye.

Hinek dengbêj hene, ku kilamên li ser mêranî û mêrxasîyê, kilamên li ser dilan ya jî kilamên govendê distirên. Lê Huseynê Farê di her xalê dengbêjîyê da dêngbêjek xwedî berhem e. Qasî kilam û stranên li ser mêranî û mêrxasîyê, ewqas jî kilamên li ser dilan û yên govendê jî stra ye.

Bi denge xwe yê nerm û sewta xwe ya zîz xwedî taybtmendîyek cuda ye. Di nermahîya deng û awazên wî da xem û xeyalên kûr, êş û keserên bêderman cîh digrin. Jiber ku ew kurdek dengbêj û dilbirîn, bi rewşa welatê xwe ra birîndar û xemgîn e. Ew xemgînî û dilzîzî ya xwe jî bi huner, di kilam û stranên xwe da diteyîsîne.

Bi taybetî jî kilam û stranên wê yên li ser şînê, dema ku mirov li wan kilamên wî guhdarî dike, bi hestên wî ra xwe jî di nav wê şînê da dibîne…

Di kilama xwe ya li ser Yado da wiha dibêje:

“Nemînim nemînim nemînim ji te ra
Wele tu yê derê dîwanê belê komê xulam û xizmetkara
Cotê xanima qesr û qonaxê Gumguma kamil bêxwedî bihêlî ji kê ra
Weyla waxa wo şereka li me çê dibû li Gonîka Jêrîn û Jorîn
Li serta Somerê hafa Qizilçubuxê ma bi kele ye
Na na wele min ê bal û dêhna xwe berdayê
Min dî ji êvara Xwedê da li ser serê peyayê mala Xelîl dîsa şer e qal û qewxe ye
Na na wele li min porkurê min go giran e dengê mîratê bêşatêşan û gawursustema
Ji êvar da ketiye Gonîka şewitî helfê çiyê ji pê re bûye law xelxele ye
Bira kula Xwedê bi sê kul be têkeve berê Reşîtê lawê Serhed sebeba şeytanê dinyayê
Derbekê bera bedena Bavê Silhedîn gula xorta dabû na na wele Xwedayê min pê zane
Li erefa meydanê sekinî Yadoyê Dimilî Siwarê Nîgarê kilê çavê Têliyê…”

Qasî gotinên vê kilamê ew bi deng û awaza xwe jî dilê merîya dihelîne.

Kilam û stranên wî yên li ser dilan jî bi kul û keser in. Pirranîya wan li ser dilên bê miraz in û bi awayek trajîk diqedin.

Di kilam û sêwirandinên wî da gelek motîvên herêmî cîh digrin. Di kilamek xwe da, pesnê evîndara dilê xwe dide, bedewîya wê bi tewneke xazeyî û bi huner tarîf dike. Singê wê dişibîne helawa Entebê, dev û lêvên wê dişibîne tirîyên çîyayê Şengalê, tahma wan jî wek hingivê Sêrtê û dimsê Pisyanê şirîn tarîf dike û dibêje:

“Min ê devê birî taximê singan û bera
Dev û lêvê cotilmîya hinarî rûya
Singa vê teresbavê hişk bû
Mîna helawa Entabê bi çakûç û tevşoyê
Destê necar û merengoza nedişkîya
Mîna hingivê Sêrtê dimsê Pisyanê
Wî tiriyê çîyayê Şengalê
Bi ser dev û lêvê min lawikê xelkê da dihelîya
Ji kerba ramûsanê vê teresbavê
Sî û sê dranê min bi hev da diweşîya…”

Taybetmendîya dengbêjîya Huseynê Farê yek jî ev e, ku ew di dawîya hemû kilamên xwe da weke mohra xwe li kilamê bixe, navê xwe bi kar tîne û dibêje:

“Li xêmê binê beriyê bi çît e bi perde ye
Bi misîn e bi gumgum e bi qawe ye
Sedema çavê qîza tim û daîm
Şêwr û mişêwrê hezar hev dengbêjê mîna Huseynê Farê lê heye…”

Huseynê Farê di kilam û stranên xwe da navê gelek cîh û warên Amedê bi kar tîne û bi devoka herêmê jî wan di vê kilamê da wiha dixemilîne:
“Berê xwe da sûra Dîyarbekira şewitî
Min ê digo ciyê şêxan û ewlîya

Serê Mêrgahmedê, Çarşîya şewitî

Nava elbikçiyê van Elîparîya
Serê ewilî qasekî ji xwe ra di nav da digerîyam
Bejn û temtêla qîzan û bûkan yadê van zerîya
Na na wele min ê xwe pê da pê da berdaye pişta
Mala Elîşêr û bala xwe dayê govenda qîzan û bûkan
Bi sêpîya bi sê qefla digerîya
Dilê Huseynê Farê lawikê dengbêj
Dilkî qure bû di nav temamê qîz û bûka da ji xwe ra ketibû ya sisîya…”

Dengbêj Huseynê Farê, ji kilam û stranên ku ji ber xwe derxistine zêdetir, bi kilamên mîna Were Têlî, Nusredîno, Emînê Ehmed û Xalê Cemîl va tê naskirin. Ji bilî wî gelek dengbêjan jî kilama Xalê Cemîl straye, lêbelê tu kesî mîna wî hestên xwe di wê kilamê da bi cîh nekirîye.

Bi deng û awaza Huseynê Farê, link û gotinên kilama Xalê Cemîl:

„Xalê Cemîl, Xalê Cemîl Xalê Cemîl wez gûne me
Lo lo xalê Cemîl min bi heyrano wele tu extîyar î dîno w’ez gede me
Lo lo Xalê Cemîl emrê teyê çûye çil û pênc a w’ez çarde me
Lo lo Xalê Cemîl mal şewityo tuyê ji min qera be w’ez ê wistûxwar im bê çare me
Xalê Cemîl mal şewityo w’ezê ne pariyê devê mirdarê fena te me
Xalê Cemîl w’ez gûne me

Xalê Cemîl digo lê lê Werdem xanimê sibe ye min û diyarê qerdîlekê
Lê lê Werdem xanimê min bi heyranê qam kinikê lê meşwerdekê
Wele tuyê gohê xwe mede qise û galegal û gotinê şeytan û fesada lo fesadiya xelkê
Bila xwedê û Teala biqedîne miradê min û Werdem xanimê
Şeveke ji şevê payîzê heta şefeqa sibê bila wê çaxê
Li ser sîngê min peya be qasidê mîrata qolfelekê
De gidî lê lê gidî lê lê gidî lê lê, lê Werdemê dê gawirê bav ecemê
Ezê qasekî runiştama li kêlekê li balê dîsa wa li cemê gidî lê lê lê Werdemê yo yo yo

Lo lo Xalê Cemîl mal xirabo wele tuyê ji min gera be tu mezin î li şûna xalê min î
Lo lo Xalê Cemîl tu mezin î li şûna bavê min î
Lo lo Xalê Cemîl ez gede me mal xirabo wele tu mezin î
Lo lo Xalê Cemîl tuyê nebe sebeba lo lo qedera min î
Xalê Cemîl w’ez gûne me yo yo yo
Xalê Cemîl, Xalê Cemîl lo w’ez birîndar im w’ezê birîndarê destê kesê kal im…“

25.12.2021

ikramoguz@navkurd.net

Çavkanî:

  • Ayhan Meretowar, Huseynê Farê: Jîyan û Kilam, Weşanên Wardoz, İstanbul, 2017.
  • Ahmet Gemi: Di Nav Ekolên Dengbêjîyê da Cîyê Huseynê Farê
  • https://ku.wikipedia.org/wiki/Huseyn%C3%AA_Far%C3%AE
  • https://www.youtube.com/watch?v=q5RMd54At-s&t=6s

Lê Binêre

Sofîtî

Di Îslamê De Sofîtî

Sofîtî an tesewwuf an ′′′sofîgerî′′′ rêbazek ji rêbazên Îslamî ye. Li goreyê sofîtiyê benî anko ebidê Xwedê dibê bi rêya îbadet anko …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !