Seyîd Mihemedê kurê Abdulqadirê Şemzînî

Muhasibê Cemîyeta Tealîya Kurdistanê: Seyîd Mihemedê kurê Abdulqadirê Şemzînî

Seîd Veroj

Seyîd Mihemed; kurê Seyîd Abdulqadirê Şemzînî ye û sala 1879an li gundê Nehrîya Şemzînanê ji dayik bûye. Ji ber tevgera sala 1880ê ya Şêx Ûbeydulayê Şemzînî, malbat giştî ji layê desthilatdarîya Osmanî ve hatine nefîkirin ji bo bajarê Hîcazê. Salên ciwanî û xortanîya wî li cî û warên bîyanî yên nefîkirinê derbas bûne. Perwerdeyîya xwe ya sereke di medreseyên terîqeta Nexşebendîyê de temam kirîye. Piştî ragehandina Meşrutîyeta Duyem (1908), bi malbatî vedigerin Îstenbulê. Di dawîya sala 1908an de bi navê Cemîyeta Teawûn û Teraqîya Kurdan (CTTK), rêxistinek ji layê kesayetên rewşenbîr û ulemayên kurd ve li Îstenbulê hatîye damezrandin û Seyîd Ebdulqadirê Şemzînî ji bo serokatîya vê cemîyetê hatîye hilbijartin. Piştî salekê xebata CTTK, ji layê hikûmeta Osmanî ve hatîye rawestandin. Dema ku şerê Giştî yê Cîhanê jî dest pê kir, ji alîyê desthilatdarîya sîyasî ya wê demê ve hemû xebatên rewşenbîrî yên kurdan li Îstenbulê hatin rawestandin.

Di çar salên pêvajoya Şerê Giştî de, hîç xebateke rewşenbîrî û sîyasî nehate kirin. Piştî bidawîhatina Şerê Giştî yê Cîyanê û têkçûna Împeretorîya Osmanî, xebatên rewşenbîrî û sîyasî yên kurdan ji nû ve dest pê kirin. Di vê pêvajoyê de bi serokatîya Seyîd Evdilqadir, di roja 17ê Kanûna 1918an de Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTK) hate avakirin. Di raporteke îstixbarata leşkerî ya îngiliz a ku roja 17ê Hezîrana 1919an bi hejmar FO 371/4191 hatîye amadekirin de behsa nîzamname, endam, rêvebir û şubeyên cemîyetê dike û di nav lîsteya rêvebirên CTKê de navê her du lawên Seyîd Evdilqadir; Seyîd Mihemed û Seyîd Abdullah jî derbas dibin.[1] Seyîd Mihemed heman demê mihasibê CTKê bû. Di vê demê de gelek rêxistinên din jî di bin sîwana CTKê de kar dikir, bi girêdayî  CTKê sê rojname û kovarên bi navê Jîn, Kurdistan û Serbestî  hatine çapkirin. Di nîvê sala 1920an de xebata CTKê, bi tevî 19 şubeyên wê yên li bajar û bajarokên Kurdistanê, ji alîyê desthilatdarên sîyasî yên wê demê ve hate rawestandin û betalkirin.

Ji wê şûn ve şertên xebata legal (aşkere) nema û rêxistinên veşartî yên kurdan hatin avakirin. Ji van rêxistinan yek jî Cemîyeta Îstiqlala Kurdistanê yan jî bi navê xwe yê din Komîteya Îstiqlala Kurdistanê bû. Tevgera neteweyî ya sala 1925an, bi xebata vê rêxistinê hate amadekirin. Serokê sîyasî yê vê rêxistinê Xalid Begê Cibran bû. Piştî girtina Xalid Beg û Yusif Zîya Beg, Şêx Seîdê Pîran bû serokê tevgera sala 1925an. Tevgera 1925an, berîya dema destnîşankirî di roja 13ê Sibata sala 1925an de, li Pîranê dest pê kir. Di nav demekê kurt de serkevtinên pirr girîng bi dest xistin, gelek bajar û bajarokên Kurdistana Bakur ketin bin kontrola wan lêbelê ji ber gelek sedemên navxweyî û derveyî,  Tevgera 1925an bi ser neket.

Dema hereketê dest pê kir, Seyîd Evdilqadirê serokê CTKê li Îstenbulê di mala xwe de bû. “Roja 12ê Nîsana 1925an, li Îstenbulê bi tevî kurê xwe Seyîd Mihemed, Nafîzê serokê eşîreta Xoşnav û Sadîyê Paloyî ji layê hêzên hikumetê ve hatin berdestkirin û hemû bi hev re anîn Dîyarbekirê ji bo mehkemekirinê (darizandinê).”[2] Li gor nivîsîna Uğur Mumcu, “Di roja 14ê Nîsanê de Xalid Begê Cibrî li hepisxaneya Bedlîsê hatîye gulebarankirin û roja 15ê Nîsanê jî Seyîd Evdilqadirê serokê CTKê li Îstenbulê hatîye derdestkirin.[3] Li gor nivîsandina ewraqên mehkemê, “Seyîd Evdilqadirê kevnereîsê Şûrayî Dewlet û serokê berê yê Cemîyeta Tealîya Kurdistanê û kurê wî yê Seyîd Mihemedê ku li heman xanîyê niştecî ye, ji ber têkilîya bi şoreşa Kurd re û bi îddîa teşwîqkarî û rêvebirîya şoreşê, li Îstenbulê di taxa Suadîyeyê de, li xanîyê jimara 338an hatine derdestkirin. Seyîd Evdilqadir Efendî 75 salî ye û Seyîd Mihemedê kurê wî jî 46 salî ye.”[4]

Rêber û girtîyên Tevgera 1925an, kom bi kom dihatin mehkemekirin. Mehkemekirina Seyîd Evdilqadir û hevalên wî, di 14yê Gulana 1925ê de dest pê kirîye û di 24ê Gulana 1925an de bi dawî hatîye. Di nav vê koma girtîyan de; Seyîd Evdilqadir, Seyîd Mihemed, Kemal Fewzîyê Bedlîsî, Nafîzê Hewlêrî yê Serokê Eşîra Xoşnav, Abdulah Sadîyê Paloyî, Hacî Ahtî Mihemed Tewfîqê Dîyarbekirî ku bi nasnavê Bavê Tûjo tête zanîn, Xoce Eskerî, Cemîl Paşazade Ahmed, Ahmed Cemîlê Dîyarbekirî, Îlyasê Dêrikî, Abdulqadir Sîto, Rifat û Husên hebûn. Ji van kesan Ahmed Cemîlê Dîyarbekirî, Nafîz, Abdulqadir Sîto, Rifat û Husên têne bertkirin. Li gor îddîaya  mehkemê, “Di dema  derdestkirina Seyîd Evdilqadir de, li nav mala wan gelek sîleh û teqemenî û ewraq hatin dîtin. Bi taybetî ji ewraqên dema azatîya wî ya Meclîsa Ayan dîyar dibe ku derbarê muqederata Kurdistanê gelek hewldanên wî çêbûne. Seyîd Evdilqadir û Seyîd Mihemed…, bi tesewur û teşebûsatên xwe, bi hev re û muştereken xebitîne û xwestine ku beşê wîlayetê şerqîye ji welatê tirkan veqetînin û li wê derê Kurdistanek musteqîl teşkîl bikin.”[5] “Li ser wan û li mala wan, du çewal ewraqên cûr bi cûr  hatine dîtin; pirranîya van ewraqan li ser daxwaz û teşebûsên wan ên di derbarê kurd û Kurdistanê de ye.”[a6]

Di roja 23yê Gulana 1925an de, ji layê heyeta sîyasî ya bi navê Mahkemeya Îstiqlal a Şerqê ve, bi biryara jimara 32an, ji bo Seyîd Evdilqadir û kurê wî Seyîd Mihemed, Kemal Fewzî, Hacî Ahtî (Bavê Tûjo), Abdulah Sadîyê Paloyî ceza îdamê (darvekirinê) hatîye birrîn. “Înfaza wan, ji girtina biryara darvekirinê sê roj şûn ve”[7], di roja çarşema 27ê Gulana 1925an de, li hemberê Xana Hesen Paşa û li ber Mizgefta Gewre ya Dîyarbekirê hatîye pêkanîn.

Li gor neqilkirina rojnamevan Uğur Mumcu, pêşîyê Kemal Fewzî û paşê Hacî Ahtî (Bavê Tûjo) hatine darvekirin. Kemal Fewzî di dema darvekirinê de dibêje:

“Kurdistan wek bihuşt e û ya me ye, xwedîyê malê em in, kî çi dibêje bila bibêje, em ê dîsa têkevin hundir, tu hêzek nikare li hember vê yekê bibe asteng, lewre ew ya me ye!”[8]

Hacî Ahtî (Bavê Tûjo) dibêje: “Bijî mefkûreya Kurd û bijî Kurdistan![9]

Di dema mehkemekirinê de, bi taybetî pirsa kesên îstiqlalxwaz û muxtarîyetxwazên nava CTKê û wêneyê ala li ser huwîyeta cemîyetê ji Seyîd Mihemedê lawê Seyîd Abdulqadir tête pirsîn. Seyîd Mihemed di bersiva xwe de dibêje: “Di cemîyetê de Mihemed Emîn Bedirxan, Xelîl Rehmî, Kamiran, Mewlanzade Rifat û Kemal Fewzî terefdarê “îstiklalê” bûn, bavê min û Seyîd Şefîq jî “muxtarîyet”ê dixwestin… Wê demê katibê Umûmî yê CTKê Zeynelabidîn bû, ala kesk a li ser wereqeyên huwîyeta CTKê, ji alîyê Katibê Umûmî Zeynelabidînê Fanî ve hatîye amadekirin/çêkirin.[10] Li ser pirsa dadger, Seyîd Mihemed dibêje: “Ala osmanî vemirî, me ala kurdan çêkir ku digel wê wekî roj biçirûse. Ev hêvîyek e.”[11]

Seyîd Mihemed, 46 salîya jîyana xwe de, saet 5ê sibeya roja çarşema 27ê Gulana 1925an li ber Mizgefta Gewre ya Dîyarbekirê bi tevî bavê xwe û komek endamên CTKê hatîne darvekirin. Di jîyana takekesî ya mirovan de ya herî giran ew e ku kurekî li ber çavê bavê xwe bête darvekirin. Seyîd Mihemedê Evdilqadir Efendî bavê sê zarokan bû; dido ji wan lawîn (Xidir û Mûsa) û yek jî keç bû. Ew, di dema darvekirinê de weha deng li serdest û neyarên xwe dike:

Ew tiştê ku hun dikin ne rewayê ewladê Resûl e. Dê ji hikûmeta we re pirr bela û serêşî çêbe.[12]

Seyîd Abdulqadirê bavê wî jî di dema darvekirinê de dibêje:

“Hun bi darvekirina min xîreta kurdîtîyê hişyar dikin, hun dibin sebebê yekîtîya kurd û ereban.”[13]

 

[1] Ahmet Mesut, İngiliz Belgelerinde Kürdistan 1918-1958, Doz Yayınları, 1992, r. 41

[2] Şevket Beysanoğlu, Anıtlar ve Kitabeleri ile Diyarbakır Tarihi (Cumhuriyet Dönemi), Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi Kültür ve Sanat Yayınları, 2001, 3. Cilt, r. 947

[3] Uğur Mumcu, Kürt- İslam Ayaklanması 1919-1925, Teki Yayınevi, 1991, r. 102

[4] Mehmet Akyürekli, Şark İstiklal Mahkemesi 1925-1927, Kitap Yayınevi, 2013, r. 51

[5] Mehmet Akyürekli, Şark İstiklal Mahkemesi 1925-1927, Kitap Yayınevi, 2013, r. 53

[6] Şark İstiklal Mahkemesi Tutanakları, Cilt-1, s. 47

[7] Ahmet Süreyya Örgeevren, Şeyh Sait İsyanı ve Şark İstiklal Mahkemesi, Temel Yayınları, İstanbul, 2002, r. 167

[8] Hesen Hişyar Serdî, 63 Yıl Sonra Şeyh Said Hareketî, Kovara War, j.: 8, Bihar-Havîn 1999, Îstenbul, R. 37

[9] Uğur Mumcu, Kürt- İslam Ayaklanması 1919-1925, Teki Yayınevi, 1991, r. 122

[10] Şevket Beysanoğlu, Anıtlar ve Kitabeleri ile Diyarbakır Tarihi (Cumhuriyet Dönemi), Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi Kültür ve Sanat Yayınları, 2001, 3. Cilt, r. 951

[11] Seyîd Mihemed, Kürd Cemiyetinde Kimler İstiklal (Bağımsızlık), Kimler Muhtariyet (Otonomi) Taraftarıymış? Vakit Gazetesi, 19 Mayıs 1925, r. 1-2

[12] Ahmet Süreyya Örgeevren, Şeyh Sait İsyanı ve Şark İstiklal Mahkemesi, Temel Yayınları, İstanbul, 2002, r. 167

[13] Uğur Mumcu, Kürt- İslam Ayaklanması 1919-1925, Teki Yayınevi, 1991, r. 122

Riataza.

Bernamegeh /  bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Welatê Amerîkayê

Niştecihên Amerîkayê bi piranî Ewropî, Rojhelatên Dûr, Afrîkî û ji Rojhilata Navîn pêk tê. Ev komên etnîkî di 500 salên …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !