Bûyera Şemzînanê

Di 9ê çiriya paşîn 2005a de sê endamên Artêşa Tirk bi navê Alî Kaya (Astsubay), Veysel Ateş (îtîrafkarê PKKê) û Ozcan Îldenîz bombê avêtin pirtûkxaneya “Umut kitapevi” ya Seferî Yilmaz li bajarê Şemzînanê ku ser bi Colemêrgê ye. Di encamê vê teqînê de kesekî bi navê M. Zahîr Korkmaz jiyana xwe ji dest da û yekî din bi navê Metin Korkmaz jî birîndar bû. Li ser vê yekê gelê Şemzînanê serî hilda û bi ser êrişkaran de çûn û berpirsyarê bûyerê di otomobila wan de girtin û radestî hêzên ewlekariyê kirin.

Di seyareya (otomobîl) van kesên de, çek, krokî, nexşe, lîsteya navên kesên ku dê bêne kuştin û ajanda hatin dîtin. Astsubay Kaya, li ser navê fermandarê demê yê Kolorduya 7emîn Yaşar Büyükanit, belgeyên sexte çêkiribûn û di lêpirsîna nêzî 100 karsazî de cih digirt. Dewlet mecbûr ma ku berbaz (astsubay) Alî Kaya, Ozcan Îldenîz û îtirafkar Veysel Ateş bigire, bavêje girtîgehê. Dewlet bi dest û lêpên xwe ketibû nav vê bûyerê. Her tişt aşkera bûbû. Plakaya seyareya wan jî 30 AK 933 bû û ev seyare di bin fermandariya JITEMê bi berpirsiyariya zabitê biqidêm çawiş Ali Kaya de bû. Plakaya seyarê ji bi zanetî kiribûn AK yanî ji herfên nav û paşnavê Alî Kaya pêk hatibû.

Di pê vê bûyerê re tevlîhevî li Şemzînanê çêbû û gelê bajêr nerazîbûna xwe nîşan dan û ev bûyer bi rojan protesto kirin. Li wê serhildanê de Çawişê Tirk Tanju Çavuş gulê barandin ser gel. Di vê gulebarandinê de kesekî bi navê Ali Yılmaz hat kuştin û pênc kesên din jî birîndar bûn. Tanju Çavuş paşê di encama dadgehê de serbest hatiye berdan.

Bernamegeh /  bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Riha

Dîrok û Çanda Rihayê

Riha parêzgeh, bajarekî bakurê Kurdistanê (digel Tirkiye) ye. Riha yek ji bajarên herî qedîm û kevnare yên cîhanê ye. …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !