Komkujiya Mareşê

Komkujiya Gurgumêterteleya Mareşêqirkirina Mareşê ji komkujiya di 19’ê berfanbarê 1978 heya 26’ê berfanbarê 1978’ê li perêzgeha bakurê Kurdistanê, Gurgumê li dijî kurdên elewî pêk hatiye. Qetlîam ji aliyê hêzên rast-radîkal, Gurên Boz, tirk-îslamîst û hin komên polîs û leşkeran ve tê kirin.

Di terteleyê de 289 dikanên kurdan tên rûxandin û talankirin, agir berdidin 552 malên kurdan. Gorî daxuyaniyên fermî di nava 7 rojan de tenê 150 kes hatine kujtin lê tê texmînkirin ku zêdetirî 2500 kes jiyana xwe jidest dane yan windabûne. Elewî ji bajêr direvin, malên xwe bardikin û tirk dest didin ser xaniyên wan.

Pirraniya elewiyan êdî venagerin. Tê zanîn siyaseta dewletê ew bû ku parêzgehên di sînorê Kurdistan û Tirkiyeyê de ji kurdan bide valakirin, qet nebe li van parêzgehan nifûsa kurdan bide kêmkirin. Bi vê komkujiyê xeyalekê Inönü jî bicih dihat.

Wekî gelek caran di vê bûyerê de herwiha dewleta tirk nahêle dadmendî pêk were. Darizan 23 salan didomin, hin kes tên cezakirin (paşê jî efûkirin), lê 68 berpirsiyar û kujer rêça xwe winda dikin, hêj jî nehatine girtin û darizandin.

Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Sofîtî

Di Îslamê De Sofîtî

Sofîtî an tesewwuf an ′′′sofîgerî′′′ rêbazek ji rêbazên Îslamî ye. Li goreyê sofîtiyê benî anko ebidê Xwedê dibê bi rêya îbadet anko …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !