SOREMOR

CÎHAN ROJ    

 Ber bi cîyekê ve çû. Li wî cîyê dişibîya askorekê,  li ser kursî  rûnişt.  Çantê xwe ji mile xwe kir, ew danî ser kursîyê li kêlek. Hesabê wî kiribû ew bû ê kes nehata li ser kursîyê li kêlek rûnenişta!

Çavên wî li istasyona ‘trêna reş’ bû; hewl dida çîrok, roman û helbestên  li wan îstasyonan qewimîbûn ên xwendibûn bîne bîra xwe!

Ji nişka ve kesek, weke xwe bavêje, li ser kursîyê çante lê, qasî cî bide xwe,  rûnişt. Zilam,  bi kelecan,  ji  keçikê  re got:

-Bibore, min texmîn nekir kesek were û rûnê.  lewma min çante danî ser kursî û pê re  destê xwe avêt çante bigire, bişîrînek wisa li keçika bejnzirav, rengşîrîn belav bû zilam nizanibû çi  bigota! Piştî kêlîkekê,  mîna keçik xemgîn bûbe bê çima zilam ji meselê fehm nekirîye, milê  xwe danî ser kursî, serê xwe danî ser mile xwe, bêhnên kûr dan xwe, çavên xwe girtin!

Zilam,  halê xwe yê bi west ji bîr kiribû, li keçikê nihêrî,  fikirî ku çantê xwe bigire, rabe û biçe da keçik qasî şeş deqîqeyan, bi wî halî, bimîne. Hêdîka çante kişand. Hê gav neavêtibû, keçik bi hêrs ji cîyê xwe rabû û meşîya! Hêrsa wê qasî kenê wê balkêş bû!

Piştî şeş deqîqeyan “metro” hat.  Zilam li hemberî yekî rûnişt ku alavên masîgiran di deste wî  kesî de bûn.

Piştî trên bi rê ket  masîgir pirsî:

-Di çantê te de qehwe heye?

-Belê!

-Bêhneke tûj û xweşik ji çantê te tê!

Kenê ji zorê hate zilam! Reng lê soremor bû. Bêdeng bû.

Xwe bi xwe got, seva çi bû, seva bêhna qehwê bû, ez ê evsene û gêj!

Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Sofîtî

Di Îslamê De Sofîtî

Sofîtî an tesewwuf an ′′′sofîgerî′′′ rêbazek ji rêbazên Îslamî ye. Li goreyê sofîtiyê benî anko ebidê Xwedê dibê bi rêya îbadet anko …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !