temure xelîl

Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”

TÊMÛRÊ XELÎL

Bêkontrolîya facebookê wisa kirîye ko kî ji mala xwe derkeve dibe rojnamevan, nivîskar û zanyar. Baş e ko dewsa qelemê niştirê doxtorî hilnadin destê xwe, nabin bizîşk, an na delîl li halê me, tu kes wê ji destê wan nefilite.

Di facebookê da jî ne redaktor heye, ne korrektor, ne xwedî. Hema erdê xopan e, bajo ha bajo. Wek meseleya me dibêje: – Berde, binê te erd e.

Ev hela alîyekî. Dema şaşîyekê dibînî û xwedîyê nivîsê ra dibêjî, ew qebûl nake. Ji ber ko hinek kesan jê ra gotine “mamosta”, wî jî ji wê nerastîyê bawer kirîye û di ser da xwe wek te jî nabîne, hela xwe ser te ra jî dibîne.

Nimûneyek wisa min van rojan di belavkirina birêz Mrazê Cemal da dît. Wî di facebookê da wêneyê Erebê Şemo bi keça wî Zînê ra wek wêneyê Erebê Şemo bi xanima wî Marîayê ra weşandibû. Min jê ra nivîsî, got:

— Di wêne da Erebê Şemo bi keça xwe Zînê ra ye. Orjînala vî wêneyî cem min e, Erebê Şemo bi xwe ber keça xwe daye min û gotîye ez û keça xwe ne.

Mrazê Cemal jî di bersîva xwe da behsa her tiştî dike, xên ji îzbata ko di wêneyê da kî hene. Behsa gundê xwe, çend şêxan, gundên din, navnîşana mala Erebê Şemo, xwarzîyê wî, mêvanê ji Kurdistana Îranê Hesen Sucaî, havîngeha gund û hwd dike. Ango, platformek dîtîye bona bêje va ev ez im, ez ewqas kesan nas dikim. Bersîva wî wek meseleyeke rûsan bû, ko dibêje:

“Du lingên qulingê hene, xwesma yê çepê”.

Ji vê meseleyê bûyarek kete bîra min. Rojekê di têlêvîzyoneke kurdî da strana Şebabê Egît a ”Çiya bilind e, te nabînim”, wek a Şeroyê Biro raber kiribûn. Min ji têlêvîzyonê ra têlêfon kir, bi daxwaza ko ew şaşîya xwe rast bikin, ji wan ra got ko ew strana Şebabê Egît e, ne a Şeroyê Biro ye. Bersîva serokatîya têlêvîzyonê ha bû:

— Heval, cem me dêmokrasî ye, ew fikra me ye. Em qedrê fikira te digirin, tu jî qedrê fikra me bigire.

Wek dibêjin: No comment!

Piştî wê gotinê ne Şebabê Egît bû Şeroyê Biro, ne jî ez bûm hevalê hevalan.

Demeke dirêj strana “Mêrê Mêrxas” a ser Barzanîyê Mezin ko di radyoya Rewanê da tê belavkirin û gelek deng daye, li Internetê, li Youtube wek strana Aramê Tîrgan dihate raberkirin. Lê dengbêjê wê stranê Têmûrê Xelîl e. Stranên Davîtê Xilo jî wek yên Karapêtê Xaço raberî me dikin, wek nimûne strana “Xelîlê Qazî”.

Ya herî ecêb û xirab jî ew e ko stranên radyoya Rewanê hildidin, xirab dikin (him gotinên wan, him jî mûzîka wan) û wek yên xwe distirên.

Di meseleya gotinên pêşîyan da jî şaşîyên wiha pir dibin. Ser vê meseleyê li benda gotareke min a din bin.

Her tişt ji wê tê ko xwedî tune. Li welatê me berê du xwedîyên me hebûn. Yek Sovyet bû, yek jî ronakbîrên me bûn. Niha Sovyet nemaye, ji ronakbîran jî gelek kêm kes mane. Û ew cîyên vala, ango kêmbûna ronakbîran, bi nezanan va tê dagirtin. Mesele, di demên herî xweş da, dema karê ronakbîrîya me li tevaya cihanê deng dida, her kesî nikaribû bibe nivîskar, rojnamevan, zanyar. Qanûnên anegor hebûn.

Lê dêmokratîya welatê me bû bela serê me. Kesên ko di rûyê nezanîya wan a di van karan da rê li ber wan hatibû girtin, îro ketine meydanê û tevaya çanda me, edebîyeta me, ulmê me, folklora me dilewitînin û diherimînin. Kî ne ew kes? Piranî ew in ko bi dehan salan li çiyê koçer bûn, xwedî pez û dewarên pir bûn, dêmek xwedî pereyên pir bûn û dema ji wan ra hat gotin êdî nabe hûn belaş warên çiyê bikine obeyên xwe û axurên pez-dewarên xwe, warê çêreyê heywanên xwe, gerekê bo wê pereyekî mezin bidin, wê demê ew ji çiya daketin, pez û dewarên xwe firotin û kumê xwe danîn, li ser fikirîn:

— Heyran, pereyên min hene, bejna min bilind e, erebeya min ya here modern e, milet min nas dike, ez çûme dewatên her kesî, min gelek pere wek topayî daye. Ez ji kurê kê kêmtir im ko nebim ronakbîr, kursîyekê peyda nekim, li ser rûnenim? Hinekan jî temî danê, gotin: — Tu berçevkên reş û kravetekê jî bikirî (ferq nake çi rengî dibe, bila bibe), îş temam e. Û mirazê wan hate sêrî…

Eynî tişt li Kurdistana Bakur jî heye. Miletê me yê paqij, zane, mêrxas û welatparêz piranî daye dû wan kesên nezan ko berê wan didine şerî, belasebab didine kuştin, welatê me jî didine xirabkirin.

Nefel.

Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Welatê Amerîkayê

Niştecihên Amerîkayê bi piranî Ewropî, Rojhelatên Dûr, Afrîkî û ji Rojhilata Navîn pêk tê. Ev komên etnîkî di 500 salên …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !