Fatma Îsa

İkram Oguz

Îro roja salvegera koça dawîyê ya Fatma Îsa ye.

Fatma Îsa ya ku ji vir 60 sal berê tenê carek tere Radyoya Rewanê û tevî „Lolo Miho“ çend kilaman distirê û dengê wê tê qeydkirin. Bi weşana radyoyê va ew di nav kurdan da bi kilama Lolo Miho tê naskirin û di dilê wan da cîheke mayînde digre. Ew dengê wê yê nemir îro jî ji alî kurdan va tê hezkirin û tê guhdarîkirin, bi taybetî jî kilama Lolo Miho…

Kilama Lolo Miho û navê Fatma Îsa yê ewqas bi hev ra girêdayî ne, ku kingê qala Fatma Îsa were kirin kilama Lolo Miho, kîngê melodîya Lolo Miho were bihîstin jî  Fatma Îsa tê bîrîya merîya.

Fatma Îsa xwedî dengeke taybetî ye û ew tayebetî jî ji deng û sewta wê ya xwezayî tê.

Dema ku mijar deng û dengbêjî be, bêguman qasî dengbêj, herêma Serhedê jî di wê mijarê da cîhê xwe digre. Jiber ku herêm weke çavkanîyên ava xwe ya sar, war û kanîya dengbêjan e.

Serhed, qasî deşt û zozanên xwe yên fireh û rengîn, qasî çem û kanîyên xwe yên sar, bi berf û bagera xwe, bi ba û bahoza xwe va jî navdar e. Loma heta 30-40 sal berê jî herêm di salê da 7-8 mehan di bin berfê da dima. Rê û dirb dihatin girtin, şênîyên herêmê di gund û malên xwe da asê diman. Xwarin û vexwarn kêm, xizanî û belengazî jî zêde dibû.

Dema ku mirov li civaka kurd ya sedsala 20an dinêre, di navbera xizanîya malbatê û xwedî zêdebûna zarokan da jî hevrastîyek berevajî dibîne.

Malbatên ku çiqas mal û milkên wan kêm ba, zarokên wan jî ewqas zêde dibûn. Bi zêdebûna zarokan ra jî xizanî bêtir zêde dibû û dem dihat hesabê çopek nan û tasek av dihat dikirin.

Zarokên lawîn di 7-8 salîya xwe da dibûn golikvan û berxivan, yên qîzîn jî di 14-15 salîya xwe da dihatin zewicandin û diçûn mêr, malbatê wan jî ji debara serîyek xilas dibûn.

Zarokê ku di heft salîya xwe da bibe berxivan û golikvan, ya jî zaroka ku di 14-15 salîya xwe da bibe dayîka ku bixwe hê zarok be, di jîyana wan da kul û keser, êş û kelem kêm nabe û bi awayek xwe dide der. Ew jî bi şîn û girî ya jî bi lorîna kilam û stranan va dibe.

Kî dizane, dibê ku sedema gotina ku dibêjin, “hemû kurd dengbêjên xwezayî ne” jî ji feqirî û belengazîya kurdan be.

Ji dengbêjên jin ên kurd Eyşe Şan di 15 salîya xwe da, Fatma Îsa jî di 14 salîya xwe da hatîye zewicandin. Gelo di dengbêjîya wan da jî tesîra zewaca ku wan di 14-15 salîya xwe da kirine, he ye?

Ya jî ew zwac neba, Eyşe Şan strana Mihemedo, Fatma Îsa jî strana Lolo Miho ewqas ji kûrahîya dil va distira?

Min demek berê bi nivîsek kin, çîroka Eyşe Şanê parvekiribû, niha jî werin em li jîyana Fatma Îsa binêrin, ku ew kî ye û dengbêjîya wê çawa dest pê kirîye, bibînin…

Fatma Îsa di sala 1934an da, li Ermenistanê, li gundê Erezdeyanê ji dayîk dibe û çavê xwe li dinyayê vedike.

Zarokatîya wê di nav dem û demsalên dijwar da derbas dibe. Fatma hê 5 salî ye, şerê cîhanê ya duyemîn dest pê dike. Di 6 salîya xwe da bavê xwe Îsayê Ûsivê Elo, piştî mirina bavê xwe 2 sal şûnda jî dîya xwe Başa Lelo wenda dike û sêwî dimîne. Bi xwîşka xwe Gûrçik ra, li ber destê apê xwe Mehmedê Ûsivê Elo mezin dibe. Di sala 1943an da Fatma hê 8 salî ye, Apê wê ji Erezdeyanê mala xwe bar dike û tere li gundê Hemzelûyê bi cîh dibe. Fatma jî li Hemzelûyê dest bi xwendina dibistanê dike, lêbelê xwendina xwe naqedîne, jiber ku di 14 salîya wê da bi kesê ku navê wî Hemzê Sinco ye ra dizewice. Zewaca wê jî mîna zewaca pirranîya keçên kurd, ne gor dilê wê, gor daxwaza malbata wê ye.

Di sala 1959an da Hemzê Sinco mala xwe ji Hemzelûyê bar dike û tere ji gundên herême, li Nêcûrlîya Jêrîn bi cîh dibe, ku gund 15 km nêzikî bajarê Rewanê ye.

Fatma Îsa bi Hemzê Sinco ra dizêwice, lê zarokên wê çê nabin. Jibo ku ûrtê wî kor nebe,  eqrebayên Hemzê Sinco ji wî dixwazin ku ew careke din bizewice. Hemzê Sinco di destpêkê da gotina eqrebayên xwe nake, jiber ku bi yeka mîna Fatma Îsa ya bedew, zana û xwedî marîfet ra zewicîye. Ji jina xwe hezdike û naxwaze di ser wê ra dilekî din bihebîne. Lê piştî çend salan, bi riza Fatmayê Hemzê Sinco careke din dizewice û hêwîyê tîne ser wê. Ji hêwîya wê şeş zarokên Hemzê Sinco dibin. Fatma wan wek zarokên xwe dibîne û bi hezkirin wan mezin dike.

Dengbêjîya Fatma Îsa

Çawa ku dibêjin hemû jinên kurd dengbêjên xwezayî ne, Fatma Îsa jî dengbêjek xwezayî ye. Hê di piçûktîya xwe da, xwedî dengekî baş û cesaret bûye. Di lîstikên bi hevalên xwe ra, di dawet û şahîyên gund da, bi qîz û bûkan ra ketîye govendê straye. Heta tê gotinê, ku ji wan salan da mêla wê li ser dengbêjîyê hebû ye. Lêbelê ew ji malbateke kurdên misilman û di wê demê da jî di nav kurdên misilman da dengbêjîya jinan karekî ne ji rêzê ye. Loma Fatma Îsa jî tenê di nav civata jinan da û di davetên gund da kilam û stranan dibêje.

Piştî derbasbûna dem û demsalan di jîyana Fatma Îsa da rûpelek nû vedibe. Sal 1964, Fatma Îsa jî jineke 30 salî û zewicî ye. Di wê salê da rojek rêya berpirsîyarê Radyoya Rewanê, Xelîl Çacan, dikeve gundê ku Fatma lê dijî û ew li mala Mehemedê Silo dibe mêvan. Mehemedê Silo jî hem hevalê Xelîlê Çacan hem jî serokê rêxistina Yekbûnê bûye.

Di derbarê wê çûyînê da Nivîskar Temûrê Xelîl, ku kurê Xelîlê Çacan e, wiha dibêje:

  • Mehemedê Silo hevalê bavê min bû, serokê rêxistina Yekbûnê bû, ku daw û doza Kurdistana Sor dikirin. Mehmedê Silo taybet Fatma Îsa anîye mala xwe, ji bo ku bavê min li dengê wê guhdarî bike. Mehemedê Silo ji bavê min ra gotîye ezê bi xwe destûrê ji malbata wê bixwezim û ezê bi erebeya xwe bînim Rewanê û bila di radyoyê da bistirê. Mehmedê Silo 3 rojan li dû hev Fatma Îsa yê tine Rewanê û dibe gundê wan, ku gund li rex Êrîvanê bû. 

Rojnamevan û nivîskarê kurd Prîskê Mihoyî jî di nivîsa xwe ya li ser jîyana Fatma Îsa nivîsîye da, bi berfirehî qala wê demê dike û dibêje, ku rojekê berpirsyarê radyoya kurdî ya Yêrêvanê Xelîlê Çaçan Mûradov bûye mêvanê Mehemedê Silo. Demsal bihar, sal jî 1964 bû ye. Mehemedê Silo gazî Fatma Îsayê dike, Xelîlê Çaçan jî cara pêşin di mala Mehemedê Silo da ji Fatma yê û dengê wê hayîdar dibe. Xelîlê Çaçan hema wê gavê ji Fatma yê ra pêşnîyar dike, ku ew di radyoyê da bistirê.

Di derbarê qeydkirina dengê wê ya di radyoyê da jî Pirîskê Mohoyî di nivîsa xwe da wiha dibêje:

  • Gava Fatma Îsa tê radyoyê û distrê, dengê wê li teva xweş tê, xazma xebatkarên Radyoyê bi strana wê ya „Lolo Miho“ va heyr û hijmekar dimînin. Û şêwra radyoyê ya sazbendîyê biryar dide dengê Fatima Îsa qeyd bikin. Wê demê 5 stranên Fatima Îsa têne qeydkirin. Ew jî ev in: „Lolo Miho“, „Êrê Dînê“,„Şêro Dîno Lewendo“ (ev stran bi navê „Li ser rîya bajêr“ jî tê naskirinê), „Lo lo, Gede“ û «Her Deme“. (…) Wekî gava van kilaman li ser qeytanê dinvîsin, sazbendê xweyşûret û xweyê merîfeta mezin Xelîlê Evdile bi hostatî bilûrê dixe û dem-miqamê strana digre.

Dengê wê yê ku di nav civata jinan da hatibû sînordarkirin, bi qeydkirin û weşana radyoya Rewanê va li çarnikalê Kurdistanê olan dide. Fatma Îsa bi dengê xwe yê zîz û zelal, xasima bi strana “Lolo Miho” va di dilê hemû kudan da cîhekî girîng digre û bi wê stranê tê nasikirin.

Kilama “Lolo Miho” çavkaniya xwe ji evîna Têlî ya keça mîrekî kurdan û Miho yê ku ji malbatek xizan e, digrê. Di kilamê da Telî bang li Miho yê evîndarê ber dilê xwe dike û evîna xwe ya ji bo wî tîne ziman. Tê gotinê ku Fatma Îsa ev kilam û çîroka kilamê ji xesûya xwe bihîstîye û berhevkirîye.

Fatma Îsa piştî qeydkirina wan pênc stranên xwe, careke din naçe Rewanê û di radyoyê da nastirê. Herçiqas sedema neçûyîna wê bi zelalî neyê zanîn jî, gor rîwayetek di derbarê vê yekê da wiha gotîye:

  • Ez carek çûm radyoyê û min ev kilamên xwe gotin. Pişt ra Xlîlê Çaçan, Hecîyê Cindî û Mehemedê Silo ji min xwestin, ku ez dîsa biçim û bistirêm. Lêbelê ez neçûm. Jiber ku li gel redaksîyona radyoyê min şerm dikir û eciz dibûm. Lê di nav civata jinan da û di dawetan da li kêleka bûkan rûdiniştim û distiram. Ev bêtir li min xweş dihat…“

Ji bilî ew pênc stranên ku di arşîva radyoyê da cîh digrin, hebûna hinek stranên wê yên din jî rastîya vê rîwayetê dide îspatkirin.

Nivîskar Tosinê Reşît jî di nivîsek xwe da qala çûyîna xwe ya gundê Nêcûrlîya Jêrîn dike, ku ew û Nûra Cewarî di payîza sala 1968an da çûne, di mala Mehemedê Silo da bûne mêvan. Fatma Îsa ji bo xatirê Mehemdê Silo ji wan ra jî straye. Fatma bi bejn û bala xwe, bi xeml û rewşa kurdî, jineke bedew û bê qusûr, di axaftin û tevgera xwe da qasî ku maqûl, ewqas jî şermok bû ye… Lê wê û xwîşka xwe ji wan ra gelek kilamên govendê strane. Fatma yê gotîye û xwîşka wê jî lê vegerandîye…

 

Piştî belavbûna Sovyetê Fatma Îsa jî mîna bi hezaran kurdên ku ji Ermenistanê koçber dibin, ew jî mal û jîyana xwe ya li Ermenîstanê li paş va dihêle û bi malbata xwe ra berê xwe dide Rûsyayê. Li herêma Krasnodarê, di nav kurdên ku berî wê koçber bûne da bi cîh dibe û salên xwe yên dawîyê jî li xerîbîyê derbas dike.

Roja 15ê Berfanbar a 2010an da, li welatek xerîb û sar, ji vê dinê xatir dixwaze û koça xwe ya dawîyê dike.

Fatma Îsa ya ku ji axa bav û kalên xwe dûr, çavê xwe li dinê vedike û jîyana wê ya bi hesreta welat derbas dibe, dîsa li welatek xerîb û li koçberîyê diqede.

Fatma Îsa, 11 sal berê, îro koça xwe ya dawîyê kir û çû, lêbelê deng û sewta wê li vê dinê ma û heta ku kurdek li rû dinê hebe, dê bimîne.

Jiber ku ew dengbêjek xwezayî bû û ji dema piçûktîya xwe va distira…

Deng û sewta wê, ji sînorê ku gor kevneşopîya civakê jê ra hatibû dayîn, derbas nedibû.

Xêncî şênîyên gundê ku ew tê da dijîya, tu kesî deng û awaza wê nedibihîst.

Lê di jîyana xwe da carek tenê çû Radyoya Rewanê, Xelîlê Evdile li bilûrê xist û wê jî bi dengê xwe yê zîz û zelal got; „Lolo Miho…“

Ew deng ji wê rojê va li çarnikalê Kurdistanê belav bû. Bi strana Lolo Miho va hat naskirin û di dilê hemû kurdan da cîh girt.

Hêjayî gotinê ye, ku mirov bibêje, derhênerên kurd Yilmaz Guney bi dengê fatma Îsa yê kilama ev stran di fîlma xwe ya „Kerî-Sürü 1978“ da bi kar anî bû.

Pirîskê Mihoyî jî di nivîsek xwe da dibêje, derhênerê bi nav û deng Sêrgêy Parancanov di filma xwe ya „Rengê Hinarê-1968“, Frûnzê Dovlatyan jî di fîlma xwe ya „Hesret-1990“ da ev stran bi kar anîye.

Îro gelek radyo, televîzyon û kanalên muzîkê jî dîsa bi jenerîka strana Lo lo Miho û bi dengê Fatma Îsa va vedibin û dest bi weşana xwe dikin.

Loma mirov dikare bi hêsanî bibêje, Fatma Îsa ji vê dinê xatir xwest û çû, lêbelê deng û sewta wê rih û can da kilama Lolo Miho û payîdar ma.

15.12.2021

ikramoguz@navkurd.net

Gotin û lînka strana wê ya bi navê “Lolo Miho”:

Lolo Miho

Hare Miho li min daye stêrka xul e, stêrkê li min daye stêrka xul e,
Hê Miho şewqê daye guhera Şêx Resûl e, şewqê daye guhera Şêx Resûle,
Hê Miho were heftê xwînê mala bavê minê li ser mala bavê te ne,
Hê kuro gede were ramûsanekê mi kerem ke, pêş va mi qebûl e, Miho wî wî wî,

Hê Miho vê bilûrê guveguv e, Mihmedo vê bilûrê guveguv e,
Ber simbêla Mihongê mine zer e, zer dilive,
Hergê hûn ê Mihongê min nas dikin wê nas bikin,
Hûn nas nakin gustîla destê Mihongê mine algyeşîl e, Miho wî wî wî,

Hê Miho, dilê mi, sêleke di hesinî, dengizeke ha bêbinî,
Dilê mi, sêleke di hesînî, dengizeke ha bêbinî,
Hê de minê, dasekê dabû destê xweda, hespê Mihongê xwe ra giha jê diçinî,
Hare kuro gede, were hîvya sosedînê wa nemîne tu wî bejnî Miho wî wî wî.

Hara Miho, wezê çûme goma jorîn goma miyan e, wezê zivirîme goma jêrîn goma miyan e,
Hê Miho morî mincixê zenda zer qetiyane, morî mincixê zenda zer qetiyane
Hê Şevekê di êvar da wez qîzmetê lê geriyane,
Li guhera, jor diketa bi salixa bi solixa, cêva Mihemedê mi da salix dane,
Miho hey wî wî wî Miho wî wî wî.

Çavkanî:
1-      Pirîskê Mhoyî: Dengbêja Gelerî, Fatma Îsa, RiaTaza 23.02.2021
2-      Wikipedîa: https://ku.wikipedia.org/wiki/Fatma_%C3%8Esa
3-      Safiye Alaggaş: Sesiyle büyüleyen dengbêj:Fatma İsa, Özgür Politika 15.01.2021
4-      Aysel Tabak: Fatma Îsa ve Têlîyê Rihan’ın hikâyesi, Yeni Yaşam, 15.08.2021
5-      Ayhan Erkmen: Lo lo Miho, Igdir Dogguş, 18.05.2020
6-      Youtube: https://www.youtube.com/watch?v=tu1tXevsM94

Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Sofîtî

Di Îslamê De Sofîtî

Sofîtî an tesewwuf an ′′′sofîgerî′′′ rêbazek ji rêbazên Îslamî ye. Li goreyê sofîtiyê benî anko ebidê Xwedê dibê bi rêya îbadet anko …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !