ŞAMPAZ

ŞAMPAZ: ROMANEKE REALÎST Û CIVAKÎ

Receb Dildar

Niha di salekê de, li derdora 500-600 kitêbên Kurdî çap dibin û dikevin piyasa xwendina Kurdî. Ji ber wê, ez bi xwe nikarim hemû kitêbên Kurdî bistînim û bixwînim. Ez di hefteyekê de, kitêbekê bixwînim jî, encax dikarim ji dehan yekê kitêbên Kurdî bixwînim. Ji ber wê, ez ji bêgavî encax kitêbên ku bala min dikişînin an jî gava hevalek, dostek ji kitêbekê re bibe referans, ez wê distînim û dixwînim. 

Çendek berê bû, hevalekî min got romana Şampaz a Sadiq Ûskan baş e. Li ser vê referansê min roman xwend. Min xwest ez çend dîtin û ramanên xwe yên li ser romanê bi we re parve bikim:

  • Berî her tiştî divê destnîşan bikim ku romana Şampaz, romaneke realist û civakî ye. Karakter, dem û mekan di romanê de gelekî dîyarkirî ne û bi xweşî li ber çavê xwendevan tê raxistin. Ev cîyê kêfxweşîyê ye. Ji ber ku niha di gelek romanên Kurdî de, mekan yanî cîyê ku lê roman derbas dibe xeyalî ne û bênav in.  Bikaranîna navê Qoserê, gundên derdora wê, taxên wê, kuçeyên wê, mizgeft û dikanên wê tiştekî gelekî xweş e. 
  • Nivîskar, serdestê zimanê Kurdî ye, dîyar e ku di nav gurranîya Kurmancî de mezin bûye. Gava meriv romanê dixwîne, meriv têdigihîje ku te romaneke Kurdî xwendîye. Zimanê romanê ji bo zimanê Kurdî serbilindîyek e. Her çiqas ez li tewanga peyvên nêr likumîm jî, bi xwendinê re meriv hîn dibe. Helbet tercîha min netewandina peyvên nêr e. 
  • Şampaz romaneke civakî ye. Roman behsa civaka Qoser û derdora wê dike ku ew civak niha ne gundî maye ne jî bûye bajarî. Civak gava ji cîyê xwe bileqe, ji cî û warê xwe bi dûr bikeve, êdî nabe civaka berê. Li cîyê ku lê nû bi cî dibe, êdî fedî û şerm jê re namîne, dikare hemû nirxên civata xwe ya berê binpê bike. Qezaya Qoserê, ji wan qezayên welatê me yek e ku niha bûye wek gundekî mezin û çanda bajarîtîyê lê bi cîh nebûye. Nivîskar li ser navê Qoserê behsa qezayeke wisa dike. Bi kurtasî civata nîv-feodal û nirxên wê xweş hatine teswîrkirin. Nivîskar di teswîra civakê de gelekî serketî ye. 
  • Karakterê romanê yê sereke “Beredayî” ji min re qet xerîb nehat. Gava meriv li derdora xwe dinêre, gelek “Beredayî”yan dibîne. Beredayî karakterekî wisa ye ku dikare têkeve her qalibê û ji ber ku bê şerm û fedî ye, kabê wî her tim mîr tê. Ez bawer dikim wê ji niha de karaktere “Beredayî” di wêjeya Kurdî de cîyekî girîng bigre. Di wêjeya Tirkî de, karakterê “Zübük” hebû, “Beredayî” ji wî ne kêmtir e û heta di ser re qelibandîye.
  • Bûyerên ku di romanê de tên behskirin ji nav kakilên civatê ne û ji min re gelek nas in. Tê bîra min ku gundîyekî me her sal erbana xwe davet milê xwe diçû serhedê, doza şêxîtîyê dikir û dawîya payizê bi qamyoneke erzak vedigerîya. Dîsa ji gundan barkirina qamyonên dewaran û rûniştina li ser pereyên wan, gelekî zêde hatibûn bihîstin. Nivîskar ruhê civatê xweş zevt kirîye. 
  • Di romanê de, du caran behsa “Xeta Alman” tê kirin. Qasî ez têgihîştim, di wir de behsa Binxetê, yanî Xeta Frensewî tê kirin. Ku armanc behskirina Binxetê be, gotina “Xeta Alman” şaş e. Divê Xeta Frensewî be. Lê dibe ku meqseda nivîskar tiştekî din be û ez tênegihîştibim. Ew jî mijareke din e.
  • Berê, min kitêba nivîskar a bi anvê Payizxêr jî xwendibû. Ew kitêb jî gelekî baş û serketîbû. Nivîskar hîn ciwan e û hêvîyeke mezin dide me, ez jê re serketinê dixwazim. 

Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Riha

Dîrok û Çanda Rihayê

Riha parêzgeh, bajarekî bakurê Kurdistanê (digel Tirkiye) ye. Riha yek ji bajarên herî qedîm û kevnare yên cîhanê ye. …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !