Dewleta Kommagênê

Komagênê keyatîyeke helenîstîk a antîk li başûrê rojhelat e, îroj li sînorên Tirkiyeyê dikeve ye. Paytextê wê keyatiyê Samosata ye ku derê Semîsad îroj li ser bû. Ji Komagênê de wek Çiyayê Nemrûd, gelek şiwîn ma ne.

Di çavkaniyên Asûran de ji Komagênê de wek Kummuhu tê qalkirin. Ew demên pêşin hevalbendê Asûran bûn jî di dema keyê Asûran Sargon II de di 708 b.z. de serîhildan û ew bû navçeyekê Asûran. Di 605 b.z. ew ji aliya Nebukadnezar, keyê Babîlan, hat dagirkirin. Ew jî pê re kete bin destên Hexamenişîyan û demê wan de bû navçeyeke Ermenistanê.

Di 163 b.z. de bi pêşengiya Ptolemaîos VI serxwebûna xwe ji Seleukiyan dest bi xist. Antîoxos I Theos keyê herî girîng e, yê di 69 b.z. de heta 36 b.z. împeratorî kirîbû. Antîoxos di 64 b.z. de piştgirî ji kergerê komara Romayê Pompeius re hemberê împeratoriya Eşkaniyan (Parthia) de kir û bersiva wê ji Pompeiusê hin xakên din stendin.

Lîsteya keyên Komagênêyê

Komagênê dewleteke helenîstîk ya li başûr rojhelat Anatoliyayê hatî bû demezrandin. Ew dema pêşin navçeyeke împeratoriyeke persên seleukî bû û wê demê bi satrapan dihat kergarandin. Ji pê re di 163 b.z. de serbixwe bû û di 72an de jî ji aliyê împeratoriya Romayê hat dagirkirin.

Satrapên Komagênêyê 290–163 b.z.

  • Samos I 290– 260 b.z
  • Arsamês I 260–228
  • Xerxês 228–201 b.z.
  • Ptolemaîos 201–163 b.z.

Keyên Komagênêyê 163 b.z.–72 p.z.

  • Ptolemaîos 163–130 b.z.
  • Samos II 130–109 b.z.
  • Mîtradatês I 109–86 b.z.
  • Antîoxos I 86–38 b.z.
  • Mîtradatês II 38–20 b.z.
  • Antîoxos II 29 b.z.
  • Mîtradatês III 20–12 b.z.
  • Antîoxos III 12 b.z. – 17

Dema Roma 17–38

  • Antîoxos IV 38–72

Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Riha

Dîrok û Çanda Rihayê

Riha parêzgeh, bajarekî bakurê Kurdistanê (digel Tirkiye) ye. Riha yek ji bajarên herî qedîm û kevnare yên cîhanê ye. …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !