Xwe li ser keskesorê re bavêjin

Ümit Tunç

Wexta em piçûk bûn, di nav me de hinek kevneşop hebûn ku me nizanibû li ku derê hatine ketine zimanê me. Ez bawerim me zarokan van baweriyan ji mezinên xwe hildidan. Di nav wan de yek jî derheqê “mirov xwe li ser keskesorê re biavêje wê çi bibe” dê bû. 

Li bakurê biharan, piştî barandina şilîyê li esman keskesor derdiket. Em zarok bi vê bûyinê mat diman û ji bo keskesorê baş bibînin li malên xwe derdiketin, li pey keskesorê ve diçûn. Jixwe keskesora piştî baranê, qîrçîna ewran û brûska li esman derdiket bi mezinbûn û rengên xwe gelek xweşik bû. Lê xênî vê yekê me bawer dikir ku ger yek xwe li ser keskesorê re biavêje zayendî ya wê biguhere. Ger ku nêr be wê bibe mê, mê be jî wê bibe nêr. Her wiha me li gor vê baweriyê keskesor li zayendîyê re girêdida. 

Li gor vê baweriyê jinek xwe li ser keskesorê re biavêje wê bibe mêr. Mêrek xwe li ser keskesorê re biavêje wê bibe jin. Lê me hê wê demê de jî dizanibû ku mirov ne tenê ji jin û mêran pêk tên. Mirovên ne jin û ne jî mêr jî hene. Ji ber ku taybetiyên herdu zayendîyan wan de hene me ji van mirovan re “nêromê” (nêr û mê) digot. Li gor baweriya meya zaroktî yek xwe li ser keskesorê re cara duduyan biavêje ê bibe nêromê. 

Dibe ku anha hûn dibêjin ev tişta mîna bi Tirkî zarokên piçûk serî de hew dizanin leyleka ewna anîne tiştekî çîrokî ye. Dibe waha be lê anha em dizanin di nav ên LGBT de sembola zayendî yê keskesor e. Ji ber ku di nav de ji her rengê heye keskesor bûye sembola- li gor tabîra me ya ew çax-nêromêyan. Ew rewş dike mirov vê pirsê bipirse: çima li van herdu mînakan de mirovan li hev cudatir keskesor li zayendîyê re girêdayê? 

Ez anha nizanim ew çax ev baweriya keskesorê ku derê re hat kete nav me zarokan. Lê dibe ku me bixwe jî baweriyeke wisa derxistibe. Ji ber ku keskesor glover bû me ev taybetiya wê ji zivirandin ê re girêdida. Li gor vê xwe li ser keskesorê re avîtin li zayendîya xwe zivirandin dihat bawer kirin. Li gor vê baweriyê zayendî û keskesor waha dihatin girêdayîn,

Keskesor:

Mezin e: keskesor hewqas mezine ku dibe ku tiştekî weke zayendîya mirov biguhere. 

Efsûnî ye: Em nizanin wexta mirov xwe li ser keskesorê re biavêje çawa û çima zayendîya mirova wê biguhere. Dibê ku efsûnî be lewma. 

Glover e: Ji ber ku guhertina zayendîyê di nav gel de wek zivirandinê wate dibîne û zivirandin jî glovertî yê re têkilîye dibe dibe ku wexta mirov xwe li ser keskesorê avît zayendîya xwe bizivire. 

Zayendî:

Efsûnî ye: Mirov nizane (xebera wan ji zanista zayendîyê tinne) zayendîya mirov çawa pêk tê. Anjî bê îrada mirov çê dibe zayendî ji ber vê tiştekî efsûnî ye. 

Glovertî: Guherîna wê tê wateya zivirandinê ew jî gloverbûyînê pêk tîne. 

Mezin e: ango mirov nikare biguhere. Ji dest mirovan de nîne. 

Her wiha nav van herdu baweriyan de li gor metoda girêdayîna wan cudayî hebe jî girêdayîna keskesor û zayendîyê herduyan de jî hevpişk e. 

Ev herdu bawerî anjî fikir cihên cuda û ji hev bê xeber derketine. Ango mirov nikare bêje yekî tesîr daye ya din anjî yek ji yekî derketiye. Li vir de deqa herî girîng ew e ku çawa dibe du cihên li hev cudatir de di grûpên mirovan wek ji hevdu bê xeber keskesorê ji zayendîyê re têkilî dibînin, baweriyekê li ser vê têkiliyê derdixin. 

Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Welatê Amerîkayê

Niştecihên Amerîkayê bi piranî Ewropî, Rojhelatên Dûr, Afrîkî û ji Rojhilata Navîn pêk tê. Ev komên etnîkî di 500 salên …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !