Napoleon Bonaparte

Napoleon Bonaparte Kî Ye

Napoleon Bonaparte, (1769-1821) yek ji mezintirîn serokên Fransayê yên piştî şoreşa sala 1789’an e, ku tamar û çemikên wê di civaka Fransayê de bi cîh kir bû. Napoleon di 15’ê gelawêja 1769’an ji malbateke îtalî ya xanedan li girava Korsîkayê hat cîhanê, ligel ku ji mala Bonaparte tu kesî karê leşkeriyê ne kirî bû jî Napoleon di şanzdeh saliya xwe de bû serbaz (ango, lieutenant). Bavê wî Carlo parêzer bû, û bi doza serxwebûna Korsîkayê re le bikî bû. lê piştî dagirkirina Korsîkayê ji alî Fransayê ve sala 1768’an û ji ber ku ew bi xwe ji malbateke xwenedan bû, bavê wî tevle arîstokrasiya (torîna) Fransayê bû, û bi bandora wî lawê xwe Napoleon di bin saya keyê Fransayê Louisê XVI’an de li amojgeha leşkerî ya Brienne-le-Château û li École Militaire ya Parîsê xwendin.

Xwendina Napoleon ya supa di sala 1785’an de hêviş bu, û bû serbaz II di beşê gulebaranê di sobara Fransayê de. Piştî ku Şoreşa Fransayê dest pê kir, Napoleon di sala 1791 an de di parêzerên netewî yên Korsîkayê de bû serheng (kolonî), lê piştî ku Korsîkayê serxwebûna xwe leşkere kir, Napoleon ligel malbata xwe revî Fransayê û li wir bû kaptanê hêzeke Fransewî ya ku bajarê Toulonê dorpêç kirî bû, ji ber ku Toulon bi alîkariya gemiyên Brîtanyayê li dijî Komara Fransayê û şoreşa wê derketibû, li wir Napoleon bu şongirê serokê beşê gulebaranê yê ku birîndar ketibû, û karî alîkariya Brîtanyayê bişikanda û herweha karî Toulonê ji nû ve vegerînê bin axatiya Fransayê.

li encama vê serkeftinê de Napoleon hat xelatkirin û diyaroka wî ya leşkerî bilind bû, ango di 24 salîya xwe de bû serheng. Di sala 1795’an de Napoleon serpêçîk li hember desthilata şoreşî li Parîsê talankir, û pê re ji Joséphine de Beauharnais zewicî, ya ku yek ji jinebiyên qinareyê (giyotîn) û diya du zarokan bû.

Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Welatê Amerîkayê

Niştecihên Amerîkayê bi piranî Ewropî, Rojhelatên Dûr, Afrîkî û ji Rojhilata Navîn pêk tê. Ev komên etnîkî di 500 salên …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !