27 Mayis û Sirgûna Elîbêşan

Zerdüşt ÖZTÜRK

Komîteya Yekitîya Neteweyî Li Ser Kar e

Derbeya 27 Mayisê, derbeya yekemîn ya eskerîyê ye. Di 27ê Gulana 1960î de pêkhatîye û li Tirkîyeyê, ji alîyê baskek sîyasî ve wek îhtîlal hatîye qebûlkirin. Wek tê zanîn derbe bi destê serbazên kêmritbeyan ve serpêhatîye. Serbazên kêmritbe yên di pozîsyonên krîtîk de bûne, bi çekên xwe ve berê qedemeya fermandarî ya artêşê bêkarîger dikin. Paşê endam û mebûsên hikumeta Partîya Demokrat ya Serokwezîr Adnan Menderes û Serokkomar Celal Bayar digrin. Serbazên derbeker di heman demê de dest diavêjin artêşê jî û 235 general û 3500 serbazan ji kar dixin. Li zanîngehan 147 wezîfedarên fêrdarîyê û 520 dadger û dozgeran jî ji kar dûr dixin.

Piştî derbeyê, 37 serbazên kêmritbe bi Orgeneral Cemal Gürsel ê jikarketî ve Komîteya Yekitîya Neteweyî saz dikin. Bi destê vê Komîteyê makezagon betal dikin, meclîsê belav dikin, çalakîyên sîyasî qedexe dikin û îdareya dewletê bidestdixin.

Serokkomar Celal Bayar, Sereokwezîr Adnan Menderes, wezîr û mebûsan digrin, dibin li Yassiada’yê hepis dikin.

Piştî qedemeya fermandarî ya eskerîyê bêkarîger dikin û îdareyê bi dest dixin, endamên hikumetê û mebûsan li salonek Meclîsê de top dikin ku bişînin Balafirgeha Etîmesgut a Enqerê. Jixwe wê ji wir jî bi balafirên bar ve berê wan bidin Yassiada’yê. Helbet ti kes nizanibûye ka gelo wê çi were serê wan û wê kûda herin.

Gava li wê salona Meclîsê de wezîr û mebûsan berhevê serhev dikin, esker û xwendevanên Dibistana Herbê li mebûsan heqaret dikin û bi penî û sîlan ve wan dikutin. Evdilmelîk Firat di hevpeyvînek xwe ya ku di sala 2008an de daye Kovara Aktuel de wiha dibêje:

“Bi penî û sîlan li mebûsan didan, tûyê wan dikirin, heqaretê giran li wan dikirin. Mebûsên CHPê yên ji rehen esker jî unîformayên serbazan li xwe kiribûn, hatibûn kutanxwarina me temaşe dikirin.

Paşê me birin di odeyek de kilît kirin. Mebûsên din dişandin Balafirgeha Etimesgut, kesî nizanibû ku kûda dibin. Em li wir li ser hev civîyan, me ji hev dipirsî ka gelo çê dibe, çi diqewime. Hasan Polatkan got, ‘Ax birayê min, weke hurmêyan me top kirin.’ Bi rastî jî mukavemetek pak hebûya nikaribûn bi hêsanî derbe bikirana. Ez mînakek bibandor bidim. Li Meclîsê, eskerek nobedar xelqê Milazgirê bû. Tifinga xwe dirêj kir, nehîşt ku xwendevanên Dibistana Herbê bikevin Meclîsê. Heta 15-20 deqe pê de ketin, nikaribûn ji wî eskerê derbas bin bikevin hundur. Paşê çûn gazî fermandarê wî yê sersed kirin. Ew hat, go ‘ev ji me ne’ paşê berda. Mebûsê Agirîyê Xalis Öztürk got ‘min bizanibûya, minê du sê hezar meriv li Enqerê kom bikira, minê pêşî li derbeyê bigirta.1’”

Ew eskerê ku Evdilmelîk Firat behs dike Şevkîyê Ahmedê Rûzer bûye, ji gundê Hesenpaşê ya Milazgirê ye. Eqrebayên wî gundîyên zarên Xalis Begê bûne. Piştî salan ji Yüksel Öztürk ê nebîyê Xalis Beg re behsa wê rojê dike:

Min dî mebûsan tînin li odeyek Meclîsê de top dikin. Gava dianîn li wan dixistin, heqaret li wan dikirin. Min di nav mebûsan de Xalis Beg nas kir. Min tifinga xwe dirêjê wan kir ji hevalên xwe re got, ‘ew apê min e, kê ber pê here ezê lêxêm.’ Herwiha min nehîşt kes ber bi wan were heta fermandar hat.2 

Wek tê zanîn daniştinên li Yassiadayê sal û nîvek dikşîne. Biryara mehkemê di 15ê Îlona 1961î de dadixûyê. Serokkomar Celal Bayar, Serokwezîr Adnan Menderes, Wezîrê Karûbarên Derva Fatîn Rüştü Zorlu û Wezîrê Maldarîyê Hasan Polatkan bi yekdengî ve cezayê idamê dixwin. Ji ber ku emrê wî mezin bûye cezayê Celal Bayar werdigere ser cezayê hepsê ku hete emir hebe. Xêncî wan 10 hebên din jî cezayê îdamê dixwin lê înfaz nabin. Tenê Menderes, Zorlu û Polatkan idam dibin.

Gelek mebûs jî cezayê hepsê yê giran hildidin. Selahaddin Înan bi 29 kesan ve mûebbet, Nedim Ökmen 20 sal, Mükerrem Sarol, Hüseyin Fırat û Burhan Belge 15 sal, Xalis Öztürk bi 16 kesên din ve 10 sal, 2 kes 8 sal, 15 kes 6 sal, 6 kes 7 sal, 117 kes 5 sal, Evdilmelîk Firat bi 142 kesên din ve 4 sal ceza xwarine. Kasim Küfrevî û 46 kesên din jî beraet bûne.3

Bîlanço giran e. Tevahîya girtîya 402 kes in. Ji nav wan 14 kes cezayê idamê, 348 kes jî mehkûmîyet hildane. Dawîya mehkemê de Celal Bayar û mebûsan dişînin Hepsa Qeyserîyê. Gelekên wan li wir pênc sal radizên.

Sirgûna Elîbêşan

Rûdana Elîbêşan reng û serpêhatîyek din ya Derbeya 27 Mayisê ye. Bûyara sirgûna 55 axa û şêx, beg û rûspîyên serokên eşîran yên bijarten e ku piştî Derbeya 27ê Gulanê serpêhatîye. Ji ber ku 55 heb bûne bi heman navî derbasî dîrokê dibin. Jixwe berîya derbeyê gelek şik û gumanên ewlekarîyê li ser wan hebûne. Di çavkanîyan de xûyaye ku ev şik û guman berîya derbeyê, di navbera esker û hikumetê de dibe sedema dubendîya sîyasî jî.

Dubendîya sîyasî piştî serketina 27 Mayisê bi serdestîya eskeran ve ji holê radibe û nêzîkatîyên xwe yên ji bo çareserîya ewlekarîyê bi rê dibin. Sirgûna Elîbêşan berhema vê nêzîkhatîyê ye.

Çar roj piştî derbeyê, ji heremên Kurdan 485 axa û şêxan, beg û rûsîpîyên eşîr û malmezinan top dikin dişînine Qampa Sêwazê. Tevahîyê wan kesan li wir heta neh mehan wek “mêvantîya bizorî” girtî dimînin. Di 19ê Cotmeha 1960î de, bi Zagona Îskana Mecbûrî ya 105. ve qampê vala dikin û gelekên wan berdidin. Ji nav wan, ji ber ku piştgirên Partîya Demokrat bûne, 55 heba bernadin, ji Sêwazê dişînin bajarên wek Antalya, Isparta, Kütahya, Îzmir, Afyon, Muğla, Tekirdağ, Manisa, Denizli û Çorumê. Ew li wan deran heta ku zagon di sala 1962an de betal dibe, du salan dimînin.

Komîteya Yekitîya Neteweyî ya ku derbeya leşkerîyê kirîye, Kurdên ku piştgirîya Partîya Demokrat kirine bi Kurdparêztîyê tawanbar dike û ji bo silemetîya dewletê wek têlûke dibîne. Xebatên wan yên demên hilbijartinê wek çalakîyên propagandayê binav dike û li ser wê sûcdar dike.

Piranîya meriv, mezin û eqrebayên Elîbêşan mebûsên wê demê bûne. Herwiha kesên ji malbat û eqrebayên mebûsên Kurd yên ku li Yassiada’yê hatine girtin, piştî Qampa Sêwazê li bajarên curbicur yên Anadolê belav dikin.

Koma herî mezin ya malbata zarên Şêx Seîd e. Ji malbata Firat’an 10 kes hebûne. Evdilmelîk Firat mebûsê Partîya Demokrat e, li Yassiada’yı girtî ye. Çawa ku kadroyên Partîya Demokrat û mebûsên wê sûcdar dikin, di heman demê de malbatên wan jî di bin tawanbarîyan de dihêlin û ezîyet li wan dikin, her yekî wan dişînin cîhekî Anadolê, li nav bajar û hereman de belav dikin.

Heman tişt li serê malbata Xalis Öztürk e jî. Ji malbat û eqrebayên Xalis Öztürk, di nav Elîbêşan de 8 kes hebûne. Koroxlîyê birayê wî dişînin Tekirdagê, Ferzendeyê birazîyê wî dişînin Muglayê, Evdilayê kurapê wî dişînin Kütahyayê. Herwiha eqreba û hevalên wî yên din jî ji taksîmên bajaran parên xwe hildidin, her yekî wan li bajarek din, li heremek xerîb de sirgûn dimînin û ji hev tên qetandin.

Dîsa eqrebayên mebûsê Bilîsê Selaheddin İnan, yên mebûsê Dîyarbekir Mustafa Ekinci û yên gelek mebûsên din di nav Elîbêşan de hebûne.

Herçiqas serok û rûspîyên malmezinan ji hev tên qetandin, ji hev dûr tên xistin û mehkûmê tenêtîyê dibin jî, rihê wan ê eşîrtîyê, çanda wan ê cimaet û milethezî û hestên dostî, hevalhezî û wefayê ji wan naçe. Şêx Evdilrezzak Ensarioğlu û Koroxlî Öztürk li Tekirdağê demek dirêj bi hev re dimînin. Di axirîya demên sirgûnê de rojek serbaz tên emrê Komîteyê teblîxê wan dikin. Dibên,

“Emrê Komîtê ye, emê Koroxlî Öztürk berdin, wê her êvar here qereqolê îmza bide, lê emê Seyda Ensarioğlu tewkîf bikin.”

Koroxlî Öztürk dibê, “Eva hevalê min e, ez terka wî nakim, min jî tewkîf bikin, mirin be bra bi hev re be, heps be bra bi hev re be.”

Serbaz dibê, “Na, emrê Komîteyê ye, em nikarin te tewkîf bikin, tu çi bikî, tu sûcdar bî jî em nikarin, lê emê evî tewkîf bikin.4

Rojnemevan Nevzat Çiçek di gotara xwe yê ku li jêrê lînka wî heye de, Qampa Sêwazê wek “Yassiada ya piçûk” binav dike.5 Herwiha dikare bê gotin ku piranîya kesên ji Elîbêşan, tev eqreba û merivên mebûsên Kurd yên li Yassiada’yê bûne.

Navên kesên ji Elîbêşan wek li jêrê ne:

  1. Şêx Elî Riza Firat 
  2. Şêx Silheddîn Firat 
  3. Şêx Xiyaseddîn Firat 
  4. Şêx Ahmed Firat 
  5. Şêx Mehmed Emîn Firat 
  6. Şêx Mehmed Fûad Firat 
  7. Şêx Farûk Firat 
  8. Şêx Xalid Firat 
  9. Şêz Omer Firat 
  10. Zeynel Turan (Kalkê Mîr Mehmet Firat) 
  11. Şêx Kutbeddîn Septîoğlu 
  12. Şêx Xiyaseddîn Gül 
  13. Kınyas Kartal (Eşîra Birûkî) 
  14. Evdilbakî Kartal (Eşîra Birûkî) 
  15. Hamit Kartal (Eşîra Birûkî) 
  16. Bala Kartal (Eşîra Birûkî) 
  17. Bahaddîn Erdem 
  18. Faik Bucak
  19. İsmail Hakki Bucak
  20. Hecî Elî Bucak 
  21. Mehmed Celal Bucak 
  22. Mîthat Bucak 
  23. Hesen Abîk Bucak 
  24. Elî Abîk Bucak 
  25. Bekir Bucak
  26. Cemîl Küfrevî 
  27. Zekî Toker (Küfrevîoglu) 
  28. Şêx Evdilrezzak Ensarioglu 
  29. Sait Ensarioglu
  30. Evdilah Öztürk (Eşîra Sîpkî) 
  31. Ferzende Öztürk (Eşîra Sîpkî) 
  32. Osman Öztürk (Eşîra Sîpkî) 
  33. Koroxlî Öztürk (Eşîra Sîpkî) 
  34. Feyzûllah Keskin (Eşîra Sîpkî) 
  35. Kazim Yildirim (Eşîra Sîpkî) 
  36. Silêman Yildirim (Eşîra Sîpkî) 
  37. Zeki Bayar (Eşîra Sîpkî) 
  38. Mecit Yalçın (Heval û Hevkarê Xalis Öztürk) 
  39. Dewrêş Yakut
  40. Mehmet Kayalar
  41. Zeynel Abidin Inan
  42. Hüseyin Ileri
  43. Sait Rahmanlı
  44. Reşit Çaçan 
  45. Şêx Mehmed Emîn Karadeniz 
  46. Mustafa Işık
  47. Ibarahim Abikoglu 
  48. Hecî Topo Aktoprak 
  49. Mehmed Dal 
  50. Evdilkadir Ekinci 
  51. Şamil Peker
  52. Cafer Yagizer (Eşîra Ertoşî) 
  53. Ebubekir Ertaş (Eşîra Ertoşî) 
  54. Mehmût Ertuş (Eşîra Ertoşî) 
  55. Evdilqadir Karakuş 

Çavkanî:

  • 55’ler Olayı, wikipedia 
  • Yassıada’da Iki Türkiyeli, Idris Kardaş, YeniŞafak

(https://www.yenisafak.com/hayat/yassiadada-iki-turkiyeli-654071)

  • 2Yüksel Öztürk (Nebîyê Xalis Öztürk) 
  • 15 Eylül 1961 Yassıada Kararları, (org.tr)
  • Hecî Seît Ensarioğlu, Bernameya Eşîr, TRT6

(https://youtu.be/ylqvN69jPvk

  • Küçük Yassıada Sivas Kampı, Nevzat Çiçek, Timetürk 

(https://www.timeturk.com/tr/2013/05/26/kucuk-yassiada-sivas-kampi.html)

Riataza.

Bernamegeh /  bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Rûpelêk ji Dîroka Kevnar -I-

 Sıraç Oğuz Kurdistan di warê avakirina şaristaniyê da welateke herî kevnare. Li rojhilata Navîn, Kurd …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !