Aleksandr Sergeyevîç Pûşkîn di 27ê gulana 1799an de li Moskvayê ji diya xwe bûye. Lawe malbateke dewlemend û rewşenbîr bû. Wek hemû zaroken malmezin û dewlemendên wê roje, Pûşkîn jî di piçûkîtiya xwe de bi hîmgîriya klasîken fransî mezin dibe û pirtirîn li ser wêjeya yewnanî û fransî disekine. Hîna di heşt saliya xwe de, Pûşkîn zimanê fransî wekî zimanê xwe yê zikmakî dizane û ji hêla din ve, Pûşkîn dadeyek heye ku gundiyek ûris e. Her weha tev zimane ûrisî metelokên ûrisan jî ji ve dadeya xwe hîn dibe.
Di duwanzdesaliya xwe de, Pûşkîn di dibistana bi nave Tsarkoye Selo ye de dixwîne. Ev dibistan bi destê dewletê hatiye avakirin û bi mamostên herî zane û xwende ye. Ew pejnen ku li male li Pûşkîn ranabin, li vir le dicivin. Ji ber pewendiyên xwe yên germ, di nav hevalen xwe de te hezkirin. Ji van hevalên wî, gelekan ev hevaltiya xwe ya jidil, heta mirina wî jî domandine.
Di dema xwe ya xwendekariye de wek gelek hevalen xwe, Pûşkîn jî dest bi nivisîne kiriye. Helbesten wî xweştir û hejatir. in, ji ber ku hevalen wî, tene bextreşî û tengasiya jiyana xwe ya buhurî dinivisin. Le Pûşkîn xweşî, şadî û heviya rojane di helbesten xwe de tîne zimen. Henveha di navbera salen 1813 û 1815an de bi nivisîna van helbesten xwe yen xweş deng dide.
Piştî ku di sala 1817an de dibistana xwe tewaw dike, li Petersbûrge di arşîva wezareta derveyî de wek karmendekî dest bi kar dike. Ev kar heta dereke je re dibe alîkar ku ji bo nivisandine ji xwe re mijaran berhev bike. Le ev kara ne karekî ber dile wî ye. Raman û armanca wî her nivisîn û wêje ye.
Berhema wî ya peşîn Rûslan û Lûdmîla di sala 1820an de diweşe. Dema ev berhema wî belav dibe, mamoste û helbestvan î bi nav û deng Zûkovskî ji Pûşkîn re portrekî xwe dişîne û bi nivisa li paş portra xwe, pesne vî helbestvane ciwan dide.
Di ve navbere de Pûşkîn dest bi nivisîna helbesten polîtîk dike. Giraniya naveroken wan li ser nakokiya xulam û dewleinendan e. Ev mijaren ku ew bi lev dike, ne tene di nav radîkalan de, le li derûdora dewlemendan jî belav dibe. Malmezin û dewlemenden we roje, ji van helbesten wî yen polîtîk gelek nerihet dibin. Di vî warî de Çar bi xwe weha dibeje: «Nivîsarên Pûşkîn, li seranserê Ûristanê dibe sedema tevlihevî û aloziyê.»
Di sala 1824an de wî dûrdixin navçe Pskov, li wir di wargeha diya xwe de, li Mîkaylovskoye dimîne. Heta sala 1826an li vir dijî û xwe bi tevayî dide nivisîna Yevgenî Onegîn û beşe mezin î ve berhema xwe U vir tewaw dike. Di tenetiya van salen wî de mijara berhema wî ya Borîs Godunov jî xwe dide ber.
Di sala 1831î de Pûşkîn bi evîndara ber dile xwe, Nataliya Gonçarovnaye re dizewice. Ji ber xweşikî û sersivikiya xwe, ev jinika ciwan bi derûdora qesrê re tavile dikeve nava pewendiyen fahşekî. Dema Nataliya dibîne ku Çar bi xwe jî bi we re U ba dikeve, ev bextiyariya we li sere we dixe û xwe wenda dike. Pûşkîn bi her awayî dixwaze ku we ji qesrê vekeşîne. Le NataUya guh nade wî û her bi ya xwe dike.
Li Ûristana we roje gelek niviskar li ser sopa wî, xwe digehînin daraxa berhemen baştir. Rexnegîr î mezin Bîelînskî berhema Pûşkîn ya bi nave Yevgenî Onegîn wek ansîklopediya jiyana ûris bi nav dike.
Reng e, ew dema ku Pûşkîn tê de dijî, di bin çavsoriya Çar û dewlemendan de ye. Rewşa gundî û xulamên we roje bala radîkalan û rewşenbîran dikeşîne. Bi peşengiya Dekabrîstan rexistinek dîzî te damezrandin. Li hemberî dewlemendan, Dekabrîst di sala 1925an dikevin amadeyiya serhildanekê. Pûşkîn bi xwe ne di nav wan de ye, lê ji nezîk ve geleken wan dinase û bi hunera penûsa xwe ve nakokiya desthilat û xulaman H ber çavan radixe. Le Pûşkîn ne niviskarekî gundî ye. Ew niviskarekî peşverû û netewî ye.
Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com