Tehran an jî Taran paytexta dewleta Îranê ye û li gora hijmartina meha çile ya sala 2005 an 14 mîlyon kes lê dijin. Tehran li navbera başûrê çiyayên Elborzê û li deryaya Kaspiyanê ye. Li bajêr deh zanîngeh, çend mûze û gellek mizgeftên dîrokî hene. Teyarexaneyek navnetewî bi navê Teheran/Mehrebad li derweyî bajêr cîh digirî. Bi xwe Tehran merkeza endustrî û bazirganîya welatê Îranê ye. Di sala 1999an vir de li Tehranê metroyek bi sê rayan jî heye.
Di dîroka Îranê da Tehran ne tim bi nav û deng bûye. Tehran cara yekemîn di sala 942 hatiye nivisîn û wê demê Tehran navçeyekî bi bax û baxçan hêşin bûye. Lê bi damezrandina împaratoriya Kaçaran di sala 1795 an da, Axa Mihemmed Xan Tehranê dike paytextê Îranê. Bi vî avayî Tehran dibe merkeza leşkerî û bazirganiya imparatoriyê. Êdî hemû tişt li Tehranê ava dibî. Tenê di sala 1800an de 15. 000 kes li Tehranê dijiyane.
Şax Nasrettin di dema hukumdariya xwe da ji ber ku erdê bajêr êdî nake der sindorê bajêr bi temamî pênc qatan mezintir dike û diwarekî li dor bajêr çêdike. Bi vî avayî Tehran hê mezin dibe û di sala 1900 an da 250.000an pirtir mirov li Tehranê dijin. Bi vî avayî Tehran dibe bajarê herî mezin yê Îranê. Di sala 1996an de nifûsa bajêr bi 6,8 mîlyon kes hatin hêjmartin.
Di sala 1979an da li Îranê şoreşa îslamî pêk te û li Tehranê balyozxaneya emerikî di hêla ciwanan tê girtin. Di vî bûyerê da 66 emerikî tên bindestkirin û di piştî salekî dîsa tên berdan.
Bernamegeh / bernamegeh@gmail.com