Zaxo

Bajarê Zaxoyê

Zaxo, yek ji qezayên Herêma Kurdistanê ye û dihête hijmartin yek ji dergehên welatî. Navenda qezayê bajêrê Zaxo ye, ku dikeve başur-xoravayê deşta Sindiya ya navdar bi axa xwe ya bi bereket. Zaxo bajêrekî cuwan e, bi ava xwe ya zelal û hewayê xweş dihêt nas kirin. Ava Xabûrê di nîva bajêrî de diburit, di nav bajarî de dibite du çek, û bajêrî dikit du qet û hinek ji bajêrî weke giravekê di nav xwe de digire.

Li ser rûbarê Xabîrî, ji aliyê xorhelatê ve pirek ji keviran hatiye avakirin, ku dibêjinê Pira Delal, tê texmînkirin ku li ser demê Mîrgeha Behdînan hatiye nijinandin, welê dîroknas dîroka avakirina wê pirê vedigerînin bû serdemên kevnar.

Mêjûvan pêk ne hatîne li ser dîroka navê bajarî, gelek gotin li ser vê meselê hene, di hindek pirtûkên aramiyan de navê bajarî hatiye gotin û dibêjin ya qetbiye ji tîpa Zaxota ew a ramana “serkevtin” didît, ew hizir dikin ko ev nave ji şerek navbera romî û farisan li dorên vê deverê çêbibû û bi serkeftina Roma bi dawî hatibû, ji ber vê çende navê vê deverê bûye Zaxota’ yan Serkeftin.

Di gotinekî din de, dibêjin navê Zaxo ji tipa kurdî Zê-XûN yan “Xabûrê Xûnê” hatiye, dibêjin ko ev nave jî, ji şerek li deverê qewmî bû û di wî şerî de gelek xûn hatbû riştin. Ev gotine nîzîktir e bû gotina yekem û çêdibe ew şerê di navbera romî û farisan de be.

Gotina siyê dibêjin, ko navê Zaxo ji vê tîpê hatiye Zê yan Xabîr û Xowek yan ew devera wek nihala ne û av lê disekine. Herçewa bit navê Zaxo li gelek stiran û qesîdên kevin de hatîye vegotin, bû nimûne Zaxoka Delal.

Dîroka bajêrî bi duristî ne hatîye danan, belê Mîr Celadet Bedirxan dibêje, ku bajêrê Zaxo bajêrkekî giring bû li ser demê kutiyan, ya giring ew e ko sabitekî yewnanî Zînfon li sala 104 berî zayìnê di bajêrî re buriye wekî ew zivirî bû welatê xwe û wî behsê Xelkê deverê kiriye.

Bajarê Zaxo hatîye berfireh kirin li wî cihî ew cihê bajêrê Hisêniya lê, ew a behsê wê li gelek pirtûkan de hatiye kirin û ereban navê Xabîrî kirbûn Xabîrê Hisêniya û heta nihe taxek bi navê Hisênîkê heye.

Dîroknasê kurd Bedirxanê Bidlîsî gotîye, ku bajêrê Zaxo digehite Mîrgeha Behdînan li ser demê Mîr Hesen Beg Korê Mîr Seyfedîn û yekemîn mîr li ser hatîye danan. Yek ji wan kinîseyekî cihûyan li Zaxoyê ava kiribû û niha şûnwarên wê diyar in.

Karê xelkê bajarî li ser çandinê ye bi taybetî jî çandina zivistanê wekî ceh, genim, noka, baqil û fêqiyên rengareng. Herwesa çandina havînê wek bacan, birinc û tûtin û hemî curên keskatiyê. Devera Zaxo bi nav û deng e bi darên spîndaran, gûzan û hinaran. Egera vê çendê ew e, ku Zaxo avekî zelal, û axekî ter û bi bereket heye.

Wek me gotî ku Zaxo dergehekî giring e bû derveyî cîhanê, ji ber vê çendê bûye melbendenkî giring yê bazirganî, gelek gencên bajarî bûne tacir herwesa gelek kompaniyên bazirganî lê hatine danan.

Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Hejmara (22) a Kovara Şermola Derket

Hejmara (22) a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !