Yarsan anjî Ehl-e heq (bi farisî: اهل حق), navê oleke Kurdan a kevin e li rojhilatê navîn.
Hejmara Yarsaniyan li gor hin kesan 4 ji milyonan zêdetir e, piraniyan wan li parêzgeha Kirmanşan a Îranê dijîn. Hejmarek ji wan jî bi navê Kakêyî tên navkirin, nêzîkî Kerkûkê bi cîh in. Lê li gor hin çavkaniyan hejmara wan ji milyonekê kêmtir e û civateke wan a girîng li Tehranê, û çend Êlen Yarsan li Bahdînan bi Navê Şebek û Sarlî jî hene.
Yarsan Hewramî, Soranî, Kelhurî, Lorî û Lekî diaxivin (zimanzan Hewramî û Kirmanckî weke komeke ziman dibînin) û sê terîqetê wan yên ku ji hev gelekî chê ne hene.
Yarsan ango Ehl-e Heq ji aliyê rejîma Tehranê ve weke Şîiyan tên bi nav kirin, lê ew ji bo pêkanîn û pratîka ola xwe terîqeta mîstîk a Nuralî Îlahî û bavê wî Hajj Nematollah dişopînin. Nûr Elî Îlahî pirtûka pîroz Burhan nivîsiye, ku weke pirtûkeke ola Ehl-e Heq tê dîtin.
Gelek ronakbîr Yarsaniyan û Êzidiyan wek hev dibînin. Navê pirtûka pîroza yarsaniyan Serencam e.
Rejîma Komara Îslamiya Îranê Yarsan wekî oleke serbexwe qebûl nake û lewma herdem ji aliya parêzerên mafên mirovên dinyayê rexne lê dê girtin.
Gelek caran xwepîşandan û têkhelçûn navberî xelkê Yarsaniyan û Komara îslamiya Îranê diqewime.