Bedro 

Mehmet Dinç

Wergera ji Tirkî: Mikaîlê Berbestê

Sedan sal e  ev deşt, devera ku şervan  li ser pişta hespên kihêl bi bayê bezê ji vî serî derbazî serê dî dibûn bû. Heman demê cihê kelekên Gilgamêş, Darîûs, Îskender û Derwêşê Evdî yên di nav tozê de mayî bû ev der. Çi qas navên nazdar ên wekî “Behr ‘ûn Nehreyn”, “Heyîvoka Adanî” lê bihata kirin jî, di kele germa havînê de wekî çol jî dihat binavkirin ev dever… Her çi qas navê zuhabûnê  li xwe bikira jî bi hatina biharê re deşt vediguherî mêrgeke  berfireh a  giya têde zîqil didin.

Bi ahengiya rengê dewra xwe, Dem ew demê li ber şûtikê xençer, li ser milan tifeka kurmancî, debancên bi barûd û  konên ji rîsên bizinan çêkirî yên mîna xêliyan dixuya bû. Demê talanê bû, her wiha demê nêçîrêkê bû ku mêrxwazên eşîrê  bi ser de giritna di fecarekê de heywanên destxistine dane pêş xwe. Mirin û kuştin li ser qolincê bû; Ew çend rewa jî bû; ew çend  wêrekî yan jî tol divêya bû.

Êl û eşîr hebûn…Heyf hilanîn li ser xizmê nêziktirîn ferz bû; qonax bi qonax bû dora heyf hilanînê; pêşî ji birayan dest pê dikir. Hekî bira nebe, ji pismaman, heke ew jî nebe ji pisê pismaman,  ew jî nebe ji yekî din , ev yek bi vî awayî dom dikir,   ev wezîfe taliya paşî digiha hinekan. Hekî yê kuştin kirî nejovan be, perê xwînê ne pejirandî be, Heçku bazek li ser deştê bifire lê digeriyan û wekî marmarokê xwe di qelşekê de veşartî dihat girtin.Xwîn bi xwînê dihat paqij kirin.Wê hingê serbilind û çav zîq dibûn, cixare dihatin pêçandin. Bi vê yeke hêlma şênayiyekê di nav konên zomê de belav dibû.

Ji roja ku birayê wî hatî kuştin ve xew ne ketibû çavê Reşo. Ne diçû cem konên eşîran jî bi keriyê xwe re bost bi bost li wê deştê digeriya; Destek li ser demançê, destê dî jî li ser  kalana xençerê bû. Ji teyrên difire, ji bayê , ji dînên li ser riyan, ji derwêşan, ji kerr û lalan, ji berdoşan, ji mirovên li ser bîrên ku avdaniya keriyan dikirin, ji her tiştî û ji her kesî pirsa Bedroyê ji eşîra Tayyê dikir; pirsa Bedroyê rêbir.

Çaxa dibû şev,  li ser kepeneyê di nêva keriyî de pehn kirî xwe dirêj dikir, çavên xwe  zîq li asîmana mişt stêrk diçikiland. Paşê ji perdeyê çavên xwe yê ku li ser rûyê heyivê ketiye xewnan de dirûvê birayê xwe didît. Mirovekî gerdengaz bû birayê wî; dema diçû talanê xwe diavêt ser pişta hespên bilind ê kihêl, bi tifeka  li ser sîngê xwe bewrarkî girêdayî ve , gurzeke bi her du destan nedihat rakirin  bi destekî radikir û ew gurz li stûnên konan dixist û kon mîna zelzele çêbirî dibûn kavil. Kî rastî wî bihata efû nedikir, heta carnan kuştin jî dikir. Dawiya şevê çi tiştê xenîmet  hemî radikir, ewrên toz girtî li pişt xwe dihêlan û  li asoyê xuya dibûn ciwanmêrên eşîrê.

Reşo, ji cihê paldayî  da xwe û rabû. Rexê pelê tutinê bi zimanê xwe  şil kir; Piştre serê tiliyên xwe li simbelê xwe yê nû bereşe dayî ve bir û anî . Dûyê cixarê ji kerb û kûr,  heçku şewta di dilê xwe  vemirîne kêşa kezeba xwe. Êdî dilê wî  dipispisand ku dîtîna Bedro nêzik e. Dizanî ku cih lê teng kiriye û bi pirsan gelik nêzîkî wî bûye. Debanca xwe dîsa li ber çavan re derbaz dike, bi pateyê rûndayî yê ji ber sîngê xwe derxistî rexên wê, lûleya wê paqij dikir. 

Şev, şirîkê ser de girtinan bû. Wê kerî li vê derê bihişta û mîna leopareke sîpe li ser qelşên sînga çolê, li ber sihên ku şewqa heyivê nadiyê ve pêş de biçûya, li şkefteke  dû ji rojneya wê dihat de wê Bedro asê bikira. Wê kumikê debancê bianiya xwar û bi tiqîna hêsinê re Bedro wê li debanca pişt serê xwe bihesiya. Piştre Reşo wê bigotayê: “Yê ku birayê min kuştî û pereyê xwînê nedayî tu yî ha!”…Paşê ji bo nîşana heyf hilanînê wê guhê Bedro bavêta nêva meydana zomê.

Bi çovê destê xwe pelên êgir têkve da. Dûyê  fehmê ji xeteke reng gewr re ber bi jor hildikêşiya. Di dilê xwe de got :  “ Vêca demê rabûnê ye.” Heyna ku çovê xwe bavêje  nav xweliyê  û rabe  dengê tiqînê hat. Li ser partika xwe li cemdeyîya lûleyekê hesiya. Berê xwe da Bedro. Ev cara ewil e ku kujerê birayê xwe ew qas nêzîk dibîne. Wekî gurekî pîr bû Bedro; rihê reş bi qewdê simbelî re bibû yek û porê wî yê bêhna çermê pezî jê dihat dibiriqî.

Tariya şevê pêşberî ronahiyê hêj bin neketî bû. Ew kêlî bû ku kuştin ji efûkirinê  şêrîntir dihat mirovî. Bedro got “Ez ê niha te jî wekî birayê te bikujim Reşo, pê re jî ez ê keriya pezê te  ji xwe re bibim.”  û paşê hiş bû.  Li çavê Reşo nêrî. Çavdiçûk bû yan ji tirsa welê hatibû nezanî. 

“Lê heke te bivê em dikarin peymanekê bikin. Ji dêvla canê birayê te ezê te efû bikim; ji dêvla pereyê xwînê jî ezê keriyê te bihêlim ji te re.”

Reşo wê heynê re hizira tavê, stêrkan, gîskan, caniyan û evîniyê kir. Diya xwe ya şîna birayê xwe bi xweliyê li rûyê xwe re dayî…Paşê li sîpetiya xwe hesiya û lawazbûna zendên xwe dît. Li perpitîna sivik a dilê xwe hesiya. Bawer e  zanî ku wextê wî gelik nîne, lew serê xwe ji bo erê kirinê jê re hejand.

Dema Bedro bi silehên desteser kirî ve dûr diket ronahî jî hêdî hêdî tarîtî diqewirand, berbang jî xwe kifş dikir.

Heke tu ji  Reşo bipirsî , ew mîna sûlavekê di nav bê demî û bê mekaniyê de diherikî.Wê çi bike û ku ve biçe nizane êdî.

Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Zanyarî baweriya tek hebûnê ye

Rêber Hebûn Rastiya zanyarî tune dibe dema em xwe radestî tundirwiyê dikin, ew kelem metirsîdar …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !