Îlmê tecwîdê ku şaxekî sereke ye di nav îlmên Îslamî de, bi berhem, rawî, qarî’, îmam û qayîdeyên xwe, li welatên Îslamî, xwedî raburdûyeke zêdetirî hezar salî ye. Îmamê herî ewil ê îlmê tecwîdê Elî b. Ebî Talib e, di pey wî re Ebû Ebdurrehman es-Sulemî, peyre ‘Asim b. Ebî’n-Necwed (wf. 127hicrî) û Hefs b. Suleyman (wf. 180hicrî) tê (Dawudî, 2010: 34). Çawa ku di dîroka Îslamê de ji bo îlmê hedîsê, dam û dezgehên bi navê Daru’l-Hedîs hatine vekirin,
di qada îlmê Tesewwufê de mekanên mîna Dergeh, Tekiya û Zawiye hatine avakirin û talîm û tedrîsa vî îlmî li wan deran hatiye kirin, di warê tîlawet, qiraet û xwendina Qur’anê de jî sazî û dezgehên mîna Daru’l-Qurra (Azadî, 1998: 44) hatine vekirin û talîm û tedrîsa îlmê Qur’anê, di van sazî û avahîyan de hatiye îcrakirin.
Zemanê berê, herfên Qur’anê hem bê hereke (bê zêr û ziber) bûne hem jî bê xal (nuqte) bûne. Li gor ku Ebû Ebdullah ez-Zencanî ragihandîye, Ebû’l-Eswed ed-Duelî (wf. 69/688) ku li ber destê Xelîfe ‘Elî b. Ebû Talib hînî nehwê bûye hereke danîne ser herfên wê û telebeyê wî Yehya b. Ye‘mer el-Edewanî (wf. 129/713) cara ewil xal danîne ser herfên wê (Ünlü, 1978: 21). Berhema ewil a ku behsa qayîdeyên mijarên mîna îxfa, îzhar, med, qesr û weqifê
yên îlmê tecwîdê dike, ji hêla Yehya b. Ye’mar (89/707) ve hatiye nivîsîn. Gava em vê li ber çavan bigrin, dê bihête dîtin ku tecwîd, wekî şaxekî ji îlmên Îslamî, di serdema tabîûnan de dest pê kiriye (Bağcı, Keleş, & Önen, 2017: 40).
Li gor hin rîwayetan berhema ewil a serbixwe ku li ser îlmê tecwîdê hatiye telîfkirin, ji hêla Ebî Mezahim el-Xakanî (325/937) ve, bi navê “el-Qesîde” hatiye nivîsandin. Ev, ewiltirîn berhema menzûm e ku di warê îlmê tecwîdê de û di dawiya sedsala sisiyan a koçî de hatiye telîfkirin. Digel ku ev berhem, hemû mijarên tecwîdê di xwe de nahewîne jî, wekî berhemeke herî ecibandî ya vê qadê hatiye qebûlkirin (Nesr, Xayetu’l-Murîd fî ‘Îlmi’t-Tecwîd, 1994: 22).
Alimê ku ji kitêbên ewil ên li ser îlmê qiraetê tedwîn û telîf kiriye, Ebû Ubeyd b. Selam (w. 224/828) e. Li gor Îbnu’l Cezerî (833/1429), diyar dike ku yê cara ewil li ser îlmê qiraetê berhem daye, Ebû Hakim es-Sicistanî (wf. 225 h.) ye. Peyre, heta Îbn Mucahid, di vê hêlê de gelek kitêb hatine nivîsîn (Önen, 2015: 102-103). Alimekî ku cara ewil îlmê qiraetê daye hev, ango tedwîn kirîye, Îmam Ebû Ubeyd Qasim b. Selam (wf. 224/828) e ku di sedsala sisê ya
koçî de berhema bi navê el-Qiraet telîf kiriye. ‘Ubeyd Qasim b. Selam, wekî alimê ku cara ewil “kitêb”eke şamil li ser îlmê qiraetê nivîsîye jî tê qebûlkirin (Önen, 2017: 50).
Alimê ku qiraeta Seb‘etu Ehrufin [Heft Herf] di kitêbekê de civandiye ser hev û bi vê xebata xwe, di sedsala çaran ê koçî de navdar bûye, Hafiz Ebû Bekir b. Mucahid el-Bexdadî (w. 324h.) ye. Alimê îlmê qiraetê ku di qernê pêncan ê koçî de li ser zanıst û hunera qiraetê nav û deng daye, Hafiz Ebû Emrû Usman b. Seîd ed-Danî (w. 444h.) ye. Wî, bi navê Kitabu’t-Teysîr berhemek daye û wê hingê ev berhem meşhûr bûye. Ev alimê navdar, li Endulusê çûye rehmetê. Di sedsala şeşan a koçî de Îmam Qasim b. Feyyûre b. Xelef eş-Şatibî di vî warî de derketiye pêş. Wî berhemek bi navê Herzu’l-Emanî we Wechu’t-Tehanî û berhemeke din jî bi navê Kitabu’t-Teysîr fî’l-Qiraetu’s-Seb‘e telîf kiriye. Hejmara beytên vê berhema menzûm 1173 ye û Îmam Şatibî, sala 590ê koçî, li Qahireyê çûye rehmetê. Di pey van îmamên navdar de îmamê muheqqiq Eba’l-Xeyr Muhemmed b. Muhemmed Îbn Muhemmed bi el-Cezerî, li ser îlmê qiraetê gelek kitêb telîf kirine. Wî, di warê îlmê tecwîdê de menzûmeyeke bi navê Muqeddime telîf kiriye ku bi navê Metnu’l-Cezeriyye navdar bûye. Îbn Cezerî, sala 833ê koçî, li Şîrazê çûye rehmetê (Nasir, 1994: 23).
Kovara Kurdinameyê ya Navnetewî Jimar: 4 Nîsan 2021.