Kurd evîndarên welat, ax, gor, war û nirxên xwe ne; ji bo wan tên kuştin lê zû bi zû dev jê bernadin. Mînaka vê ya herî teze Kobanî ye û parastina vî bajarî, parastina ax û nirxan bû. Bûyer û serhildana Serdar Êwaz Xan û Reşîd Xan a li Xorasanê jî bi vî rengî bû.
Serhildan û parastina cihûwar di dîroka gelek êl û eşîrên Kurd de cihekî sereke digire di nava vegotina rabihuriyê de yek ji wan jî Serhildana Kurdên Celalî ya Xorasanê ye li dijî Rûsan bi giregir û mezinên wan ên navdar Reşîd Xan û Serdar Ewêz Xan.
Serdar Êwez Xan di 25 saliya xwe de bû serokê fedarasyona êşîra Celaliyan li Xorasan a Îranê. Ji bo bajarê Fîrozê (Firyuza) ya bi ser Xorasanê ve şerê Rûs, Turkmen û Qazaxan kir. Fîrozê, li başûr û rojavayê Eşqawatê li ser sinorê Îran û Turkmenistana îro ye. Fîroze bajarek e ku li deştê hatiyê avakirin û dora xwe çiya ne. Li Xorasanê bajarên herî nezîkê Firûzê ji başûr û rojhilat ve Oxazê ye ku êla kurd a bi navê Sêvikî; ji aliyê rojava ve bajarê Aşxanê ye ku êla bi navê Qeramanî; li başûr jî Bojnûrd û Şîrvan in ku navênda federasyona Şadiyan e. Nîştecîhên li Firûzê jî wek Celalî tên binavkirin. Ji ber xweşikbûna bajêr çavên gelêk dewletan li ser Fîrozê bû.
Xelkê navê ”Reşîd Xan” lêkiribû
Herêma Xorasan ji sala 1858´an heta 1893´an ji alî Mîr Husênxan Şîca’ed-Dewlê ve dihatê birêvebirin û navênda wê bajarê Qoçan bû. Mîr Husên mirovekî bi hêz û dadmend bû. Qazax û Turkmen jê ditirsiyan êrîşî Xorasanê bikin û aramî anîbû herêmê. Ji ber ceserat û mêrxasiya wî xelkê navê ”Reşîd Xan” lêkiribû.
Di îlona sala 1881’ê de di navbera şahê Îranê yê Qacar (xanedana wan ji 1796´an heta 1925´an li ser hukim bû), Nasireddîn (1848-1896 şahê Îranê û ji alî M. Riza Kirmanî ve hat kuştin) û Çarê Rûs de peymana ”Axal” li ser Îranê hate ferzkirin. Li gorî wê peymanê beşêke mezin ji axa bakûrê Îranê ketê bin destên Rûsya û ji Îranê hatê veqetandin (li nexşeyê binihêre). Bajarokê Fîrozê û Baqir jî di nava sinorên Îranê de dima lê şahê Îranê ew bi pereyan firot Rûsan. Lewra cîhêkî pir xweş bû û Rûsan gelekî jê hez dikir. Li gorî wê peymanê pêwîst bû ku ew bajar bihatana teslîmkirin. Dewleta Îranê ya navendî çend caran emir da ku Reşîd Xan bajaran teslîm bike, lê wî nedixwest. Di dawiyê de Nasireddîn ulaqê xwe yê taybet Muhamed Sadixan şand, ferman bi nivîskî û devkî dîsa pêşkeş kir. Piştî ve, komek ji xan û began, û Sadixan çûn Fîruzê. Di riya Fîruzê de Reşîd Xan di bin hesp de ma, bîrîndar bû û piştre jî mir. Termê wî li gora Îmam Riza (Meşhed) di beşa malbata Zaferanlu de hatiyê veşartin.
Xelkê je hez dikir
Reşîd Xan di nava Kurdên Xorasanê de xwedî qedr û qîmet bû, xelkê je hez dikir. Ji bo wê yekê, xelkê stran li ser wî gotin û ew bi çend zimanan heta roja îro jî li nava xelkê herêmê de tên gotin.
Piştî mirina Reşîd Xan, niştecîhên bajar ên ne Rûs an jî dixwazin bi qewmê xwe yî li alî din ê sinor re binîminin, diviyabû ji bajêr biçin. Mirovên xwe Fars, Kurd an jî naxwazî dibin desthilatdariya Rûsan de bijîn derbasî aliyê din ê sînor bûn û li çara serê xwe geriyan. Yên xwestin bimînin jî di nava bajêr de man.
Êwez Xan dest bi serhildanê kir
Mîrêmîranî Celaliyan serok êl û koma rûspiyan kom kir, şêwra xwe kirin û di dawî de biryar girtin ku bajarê xwe teslîmî Rûsan nekin. Serdar Êwez Xan, serokê Celaliyan got: “Ew bajar û ax ya me û gorên kalên me li vir in, em naterikînin! Ne heqê Rûsan, ne jî heqê welat û netewêke din tê de heye, ez ê bimînim û bajarê xwe biparêzim!” Êwez Xan hema ulak ji serokêlên Serhedê (ji bakûrê Xorasanê re tê gotin) re şand û alîkarî xwest. Heyder Xanê Bîçerî (Şamlû-Sêvikî), Alî Xan ê Bîçerî jî li gorî îmkanan hinek çek û alavên eskerî danê û Êwez Xan dest bi serhildanê kir.
Arteşa Rûs sekinand
Şerê bi Rûs û alîgîrên wan re tam diwanzdeh salan ajot, Êwez Xan nehişt ku arteşa Rûs tekevê nava Fîrozê û gelêk eskerên wan kuştin. Lê fermandariya biryargaha leşkeriya Rûsan ya li Eşqewatê bi leşkerekî giran êrîş bir ser serhilderên Kurd û ew di dawî de neçar bûn ku vekişin çiyayên Gulîlê. Demêkê piştî şerê giranî li çiyê Êwez Xan, bira, pismam û hevalên xwe li çiya hatin şehîdkirin. Lê wekî kevneşopiya Kurdan ya şer, çeka Êwez Xan, pismamê wî Serdar Araz Xan heyna û serhildanê dewam kir. Dema wî şer dikir jina wî, di heman demê de dotmama wî û ya Êwez Xan, Tîfê (Tête) Gul jî li keleka wî di nava şer de bû. Di şerê giran de Serdar Xan, bira, pismam û hevalên wî jî dimirin. Lê jina wî Gul wê serhildanê didomînê. Ew berxwedan û teslîmnebûyîn tam 40 salan didomê.
Wêrekiya Tîfê Gul
Tê gotin ku Tîfê Xanim ji bo ku hinek birîndar û êsîran bibînê bi dizika dihere bajarê Eşqewatê. Li wir, di nexweşxanê de Tîfê Gul tê nasîn û ji alî dewleta Rûs ve tê girtin. Di dadgehê de, ji bo ku kuştina jina di qanûnê de nîne, wê dişînin Sibîrya û li wir dimirê. Tenê ew ji wî şerê bêhempa sax difilite lê li Sibîryaye çavê xwe dide hev.
Serdarê kullî Qoçan
Yek ji strana herî navdar ya li jêrê ye û ji navaroka we xûya ye ku ji zarê yara wî hatiye gotin yan jî wisa hatiye tesewirkirin:
Îro du ro ne lêlo sibê sê ro ne lo lo / Reşîd Xan nehatiyê lêlo dil dişewite lo / Way way Reşîd Xan serdarê kullî Qoçan
Tu çûyî te negot lêlo, yarek min heyê lo / Li şehrî xerîb lêlo, dildar min heye lo / Way way Reşîd Xan serdarê kullî Qoçan
Va kincên kê ne lêlo kincê yarê ne lo / Dixwazim bişom lêlo, bi ava gulan lo / Way way Reşîd Xan serdarê kullî Qoçan
Kincê hakîm e lêlo, bi çavan bişom lo / Gulbihara me lêlo, bi çavan bişom lo / Way way Reşîd Xan serdarê kullî Qoçan
Strana qehremaniya Ewêz Xan
Qehramiya Serdar Ewêz Xan bi stranan di nava xelkê de her dimînin:
Serdaran beref bûn, meslihet kirin / Li fekê aqûzan xêr û şer kirin
Hesp û qatir kuştin û deve pê kirin /Dadane tifingan û senger çêkirin / Axx namirado pir erman, Serdar Êwez Xan!
Serdarî li xwe kir û ma(w)zûr hilanî / Lingê xwe li zengûyê çepê da danî / Selatan û qezaxan dore hilanî / Got: “Bira ye Hecîmemed şansa me nanî” / Axx nemirado pir erman, Serdar Êwez Xan!
Serdaran siyar bûn, dane ber çiyan / Herdu zengûyê hespê Serdêr bizdiyan / Gulêk lêket li navpîl, yêk li pêçiyan / Go: “Pismamo Arazo, şewitîm ji tiyan / Ax nemirado pir erman, Serdar Êwez Xan!
Li çola Êteg ê hespan direvînin / Hespê yorxe terin, yawû dimînin / Serê serdar Êwez sa Nîkelay tînin / Xwengê serdêr li ku ne, vî roya biwînin / Axx nemirado pir erman, Serdar Êwez Xan!
ŞOREŞ REŞÎ