NIVÎSXANE

Ava jîyanê

NESRÎN ROJKAN Devê xwe vekiribû û qurt, qurt, qurt avê vedixwar. Destên biçûk ên gulmistî li ber serê wî yê gilower, di profila wî de, bedenek biçûk û rût rûniştibû di valahiya zikê dayika xwe de û avê vedixwar. Dîmenek bê hempa bû. Canek nû ku hê derneketibû ser rûyê dinyayê, ji bo jîyana xwe têdikoşiya. Mizgîniya min li te! got hemşîrê. Li ekrana computera xwe nêrî û dom kir. -Zaroka te lawik e û vayê avê vedixwe! Xemek tarî li ser rûyê dayikê dagirt, çavên xwe dane hev û rondik jê palîyan. Wek dayîkên din dilşad nebûbû. -Xwezî keç bûya! Rojên berê ketine bîrê û lêvên wê û lerz ketin lêvên wê. Di rojek germ de derketibûne rê. Dayikek, babek …

Zêdetir Bixwîne
error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !