CEMALÊ MIHÊ

CEMALÊ MIHÊ KÎ YE

Bahadîn Robar

Cemal Mihê (Cemal Dayan)  yê ku di nava gelê Botanê de weke Mîrê Lawik û Payîzokan  tê naskirin, di sala 1957’an de li gundê Kavlê Kalo (Xaniyê Kalo) yê girêdayî navenda bajarê Şirnexê çavên xwe li cîhanê vekiriye. Navê bavê wî Mihê (Mihemed) e. Navê diya wî Keser e. Ew bi giştî 5 xwîşk û bira ne (3 kur 2 keç). Wî dibistana seretayî xwendiye, bes ji ber ku koçer bûn û wê serdemê di nava kurdan de tu qedir û girîngiya xwendin û nivîsandinê tune bû Cemalê Mihê jî zêde guh nedaye xwendinê. Xwendin û nivîsandina wî hebû bes kêm bû. Gundê wî li sêriyana gundên Çiyayê Gabar, Dêrgul, Şirnex û Qesrika Gêlî ye. Ew ji eşîra Batûyan e. Ji malbata wî re dibêjin; Mala Mehemê Hemo. Weke tevahiya eşîra Batûyan malbata Cemalê Mihê jî koçeriyê dike. Lê ji ber kar û bazirganiyê di sala 1972’yan de ji gundê xwe bar dikin û diçin li navenda Sirnexê bicih dibin. Bavê wî li herêma Botan bilûrvan û zirnebêjekî bi nav û deng bû. Di dawet û şahiyan de bavê wî hemû stranên folklorîk, giranî, serêlî û pehîzok bi zirneya xwe dianî zimên.

Cemalê Mihê di temenek gelek biçûk de, di 12 saliya xwe de ku hêj ew ji bo zewacê gelek biçûk e, bavê wî, wî bi dotmama wî Besnayê re dizewicîne. Bi gotina wî; ew û hevsera xwe pevre mezin dibin û ji zarokatiyê gavê diavêjin nava sînorên ciwaniyê. Her çi qas ew di temenek biçûk de hatibe zewicandin jî ew bi hevjîna (hevser) xwe re dilsoz dimîne. Neh zarokên wan çêdibin (4 kur 5 keç). 

Bavê wî jî gelek ji dengbêjî û çand û kelepora kurdî hez dike. Ji ber ku mala wan li cihekî ku rê û rêbar tê re diçû û dihat bû, etar, çerçî, bazirgan, derwêş û rêwiyên ku diçûn gundên cur be cur û ji gundan jî ber bi Cizîrê ve diçûn li mala wan dibûn mêvan. Cemalê Mihê di hevpeyvîneke xwe de diyar dike ku mala wan ji bo rêwiyên cur be cur weke xanekê dihat bikaranîn. Bi taybetî etar ji hêla çîrokbêjî û dengbêjiyê ve gelek kêrhatî û jêhatî bûn. Dema ev kes li mala wan dibin mêvan û bi bavê Cemalê Mihê re civatê germ dikin û stranan distirin, Cemalê Mihê jî bi baldarî guhdariya wan dike û stranên tên stirandin yek bi yek jiber dike.

Di biçûkatiya xwe de yanî di temenê xwe yê 6-7 salî de ew di radyoyê û gramafona ku bavê wî jê re kirî guhdarî dike. Ew dengê dengbêjên kurd di radyoyên ku stranên kurdî diweşînin de dibihîze. Di plaqan û radyoyan de dengbêjên weke Mihemed Arifê Cizîrî, Hesen Cizrawî, Meryem Xan, Nesrîn Şêrwan, Seîd Axa, Ehmed Axa, Îsa Berwarî, Evdilezîzê Leşker û Eliyê Firamez û yên din guhdarî dike. Cemalê Mihê herî zêde ji Mihemed Arif Cizîrî, Hesen Cizîrî û Îsa Berwarî bibandor dibe. Ew di 13-14 saliya xwe de dest bi dengbêjiyê dike û êdî weke dengbêjekî tê binavkirin û naskirin. Di destpêka dengbêjiya xwe de ew zêdetir bi şêweyê M.Arif û Îsa Berwarî distire. Her wiha ew stranên şeran distire û ew bi xwe jî çend stranên şeran çêdike. Li gorî ku di hevpeyvîneke xwe de dibêje; Wê serdemê stranên şeran di nava Kurdan de gelek dihatin guhdarkirin û hezkirin, ji ber vê yekê min jî ew stran distira. Ew di hevpeyvîneke din a xwe de dibêje; “dema ez çûm leşkeriyê min teyba xwe û banda Şivan Perwer ya yekem jî bi xwe re bir. Li wir jî tebata min nedihat û her roj min dengê Şivan Perwer guhdarî dikir û stranên xwe distira

Piştî Cemalê Mihê di sala 1972’yan de diçe li navenda Şirnexê bicih dibe. Hingê ew 15 salî ye. Ew li Şirnexê jî dengbêjiya xwe didomîne. Ligel dengbêjiya xwe ew ji xwe re texsiyekê dikire û ajokariya texsiyê dike. Rewşa wî û malbata wî ya aborî baş bû, lewre wî ji ber ku dema xwe vala û berhewa di virde wirde derbas neke ajokariya texsiyê dike. Ez bi xwe jî gorbihuşt Cemalê Mihê ji nêz ve dinasim û me pevre gelek caran sohbet kiriye û di heman civat û şahî û mihrîcanan de beşdarî kiriye. Wî tu carî tenezul nekiriye ku ji ber dengbêjiya xwe diravan (pere) bixwaze. Lewre wî ne ji ber qezenc û pereyan dengbêjî dikir, ew evîndar û dildarê dengbêjiyê bû. Ew di ferq û hişmendiya girîngî, parastin û pêşxistina çand û zimanê kurdî de bû. Dema ji bo vê pirtûkê me lêkolîn dikir û bi kurê Cemalê Mihê re hevpeyvîn dikir, min jê pirsî ku bavê te ji berî mirina xwe çi xwezî û dilînên xwe anîn ziman, dixwest çi merema dilê xwe bicih bike? Kurê wî wiha got; Bavê min digot; ‘ez ê zarok û ciwanan hînî dengbêjiyê bikim. Ez ê nifşekî ciwan pewrede bikim, divê ev çand û kevneşopî berdewam bike’. Lewre kesek dizlim, dildar û dilxwazê pêşketina kelepora kurdî bû.

Di sala 1973’yan de Cemalê Mihê ji bo bandeke dengbêjiyê çêke diçe Zaxo. Li Zaxo li maleke nas dibe mêvan û di wê malê de banda (plaq, qaset) xwe ya yekem dadigire. Dema xalekî Cemalê Mihê (ku xalê wî şêx bû) dibihîze ku wî bandeke dengbêjiyê çêkiriye, gazî wî dike û jê re dibêje; “kurê min! çima te banda dengbêjiyê çêkiriye, guneh e, heram e.” ‘Ew jî dibêje ‘xalo ez ji dengbêjiyê hez dikim, keyfa min ji strandinê re tê, lewma ez distirim’. Ew û xalê xwe demekê li ber hev didin û dimînin niqira hev ve û xalê wî dibêjiyê; Divê êdî tu dengbêjiyê nekî. Cemalê Mihê vê lêferzkirin û pêkutiya xalê xwe qebûl nake. Xalê wî dibîne ku nikare ya xwe bi ser ya wî bixe, jê re dibêje; nexwe divê tu stranên şeran nebêjî. Cemal jî dibêje; bila, û ji wê rojê û şûnde êdî stranên şeran nabêje. Ew êdî giraniya xwe dide ser heyranok, payîzok û lawikan. Piştî vê yekê bi demê re ew ber bi şêwe û miqamê Evdilezîzê Leşker (Evdilezîzê Simê) ve diçe. Her dem û sala ku diçe ew dibe pispor û mîrê lawik û pehîzokan. Di hevpeyvîna ku min bi dengbêjê navdar Evdila Silopî re kirî de, Evdila Silopî ji bo dengbêjiya Cemalê Mihê û bi taybetî jî ji bo hostatî û pisporiya wî ya di hêla lawikan de wiha got; “Piştî min lawik ji dengê nemir Cemalê Mihê guhdarî kir, êdî min şerm kir ku ez lawikan bistirim. Ji ber ku kesekî din yê bi qasî Cemalê Mihê bikare lawikan xweş bistire nîn e.” Cemalê Mihê û Evdila Silopî di salên 1980’yan de 2 band pevre dagirtine. Evdila Silopî di berdewamiya axaftina xwe de di derbarê dengbêjî û hunermendiya Cemalê Mihê de wiha dibêje; “ew tenê ne dengbêjek bû, her wiha ew stûneke dengbêjên Botanê bû. Di hemû hêlan de ew kesayetek bêkêmasî bû. Her çar aliyên welat bi rêbaz,  şêwe û bi dengê wî lawik nas kirin û ji lawikan hez kirin. Wî lawik li kurdan da hezkirin. Bila ji wî pê ve tu kes lawikan nestire. Ew Mîrê lawikan bû”. 

Bi rastî jî ne tenê bi destnîşankirin û fikra Evdila Silopî wiha ye. Piraniya gelê Botanê wisa dibêjin û wisa difikirin. Ji ber ku şêwe û rêbaza Cemalê Mihê ya dengbêjiyê ligel ku şêwe û rêbaza botanî ye jî, di hundirê xwe de yanî di miqam û awazê de û herwiha di vegotin û pêşkêşkirinê de şêweyê xweser û taybet ê aîdê wî heye. Ew stranan gelek nerm û kite kite distire, lê bi heman awayî dilsoz û xembar jî distire. Cemalê Mihê di hevpeyvîneke xwe de dibêje; “min evîna xwe ji kesî re nedigot, lewre min evîna xwe di stiranan de dianî ziman”. Dema Cemalê Mihê strana “Mîrana Zer” distire her kes di wê maweyê de xwe aşiq û maşûq hîs dike. Lewre hemû hestên mirov dibin evîn û tevlî stranê dibin. Em ê li vir strana (lawik) “Mîrana Zer” pêşkêşî we guhdar û xwînêran bikin.

MÎRANA ZER

Were were were were were were li min Mîranê 

lêlê lêlê lêlê hêho lêlê lêlê lêlê hêho lêlê lêlê lêlê hêho lêlê lêlê

hey hey hey heyla li min Mîranêêê lêlê hêhê lêlê 

hey de rabe Mirana Zer

weyla Mîrana min ê tu rabe tolê li min ciwanê lêlê lêlê

hêho lêlê  lêlê lêlê lêlê hêho lêlê lêlê lêlê  hêê lêlê

hey hey hey de rabe tolê li min ciwanê

nextikê Mîrana delal sed kîsanê, 

li ber dilê xort û lawanê lêlê lêlê hê 

weyla li min Mîranê hê jî  erzanê 

wey were wey were wey were hoo lê hêho lêlê 

hey de rabe Mîrana Zer

weyla Mîrana min rojika me derket ji kinarê lêlê

hêhooo lêlê lêlê lêlê hêhooo lêlê lêlê lêlê hêhê lêlê

heylê delalê ji kinarê Şaxê êêê

hey hey zeraqa tavê dayî bejn û bala qîzan û wa sitiya

kulek û pencerê mehel û taxê Mîrana min

xwedê xirab bike mala serê sebebê çawa derbeka guleka lê dayî

bejn û bala Mîrana delal cendekê Mîranê mabî 

warê Kepirê nêv malê Qoçî Begiya û batûya

Heyla li min Mîranê lêlê heylê felek şewityê 

pala xwe dabî kendalê axê

wey were wey were wey were hoo lêlê hêho lêlê 

hey de rabe Mîrana Zer

weyla Mîrana min rojika me derket ji kinarê lêlê

hêhooo felekê lêlê lêlê hêhooo lêlê lêlê lêlê hêhê lêlê

heylê delalê ji kinarê Sindiya

hey hey zeraqa tavê dayî bejn û bala qîzan û wa sitiya

xwedê xirab bike mala xwazgîniya

çawa serê vê bihara şirîn destikê min û Mîrana delal

lêlê heyla li min Mîranê wê ji hev qetiya

wey were wey were wey were hoo lê hêho lêlê 

hey de rabe Mîrana Zer

weyla Mîrana min rojika me derket ji kinarê lêlê

hêhooo felekê lêlê lêlê hêhooo lêlê lêlê lêlê hêhê lêlê

heylê delalê ji kinarê Bota

hey hey zeraqa tavê dayî bejn û bala qîzan û wa xorta

bila Mîrana delal çok û ranê xwe daniya

kul û xem û mereqê çendikê çend salên borî

bila Mîrana reben lêlê heyla li min Mîranê ji min re têr bigota

wey were wey were wey were hoo lê hêho lêlê 

hey de rabe Mîrana Zer

weyla Mîrana min rojika me derket ji kinarê lêlê

hêhooo felekê lêlê lêlê hêhooo lêlê lêlê lêlê hêhê lêlê

heylê delalê ji kinarê Wanê êêê

hey hey zeraqa tavê dayî bejn û bala qîzan û wa xorta

kulek û pencerê mehel û taxê Mîrana min

de min ê heyf û mixabina dînê Mihemed e

cendekê Mîrana Deala îro sê roj û sê şêv e 

ketiyê ber xirêna hêhê lêlê weylê felek şewitye vê mirinê

wey were wey were wey were hoo lê hêho lêlê 

hey de rabe Mîrana Zer

Cemalê Mihê kesek zîrek û xwedî bîrek xurt bû. Li gorî gotina wî, dema di xortaniya xwe de wî carekê stranek guhdarî bikira ew stran jiber dikir. Me tam hejmara stranên ku ew jiber (ezber) dizane tesbît nekir, bes bisedan stran di repertûara wî de hebû. Weke me li jor jî got wî herî zêde ji strana Mîrana Zer, Heyran Jaro, Çiyakê Cûdî û Êvarî hez dikir. Wî gelek stranên lawik û pehîzokên ku muzîk û awaza wan jî aîdê wî ye çêkiriye. Cemalê Mihê lîsteyeke stranên ku wî bi xwe çêkirine dinivîse û di mala xwe de dihilîne. Lê mixabin dema di sala 2016’an de li navenda Şirnexê şerê li nava bajaran derdikeve mala Cemalê Mihê jî dişewite û ew lîste jî di mal de dişewite. Cemal careke din lîsteyê çênake. Dema me ji kurê wî pirsî ku di wê lîsteyê de çend stran hene? Got; “ez teqez nizanim, bes li derdora 25-30 stran di wê lîsteyê de hebûn”. Wî ji temenê xwe 50 sal di dengêjî û xebatên çanda kurd de derbas kir. Ew hezaran caran beşdarî şevbihêrk û şahiyan bûye. Di van şevbihêrk û şahiyan de zêdetirî 50 bandan (kaset) dagirtiye. Wî bandên xwe yanî dengê xwe nedaye şîrketên muzîkê û pê bazirganî nekiriye. Bi awayek amatorî yanî li gorî derfetên xwe bi teyban dengê xwe tomar kiriye û bi vî wayî band derxistiye.

Cemalê Mihê di sala 2004-2005’an de li tevlî xebatên çandî ên Navenda çand û Hunera Mem û Zînê ya Cizîrê dibe.  Ji roja ku ew beşdarî wan xebatan bûyî û heta koça xwe ya dawî (19.01.2021) wî xizmeta çand û kelepora kurdî kir. Li Bakûr Başûr ew beşdarî bi sedan mihrîcan, şahiyên Newrozê, dîwançeyên dengbêjan, bîranîn, salveger, konser, miting û şahî û şahînetan bûye û bi dengê xwe yê botanî dilê kurdîhez û dengbêjîhezan xweş û geş kiriye. Wî tu caran xwe ji van xebatan nedaye paş û dema ev xebat dimeşand jî bêyî hêvî û bendewariyeke diravî (madî) bike başdar dibû. Ew kesek dilnerm û kiçikmirov (dilnizm) bû. Di heman demê de ew mirovek aştîxwaz û çêker bû. Kul û mereqa li ser dilê wî aştiyek mirovî û aramiyek mayînde bû.

Cemalê Mihê herî dawî di pûşpera (hezîran) sala 2020’an de bi nexweşiya penceşêrê dikeve. Bijîşk jê re dibêjin kîstik (fîbroz) di pişika te de çêbûye. Dermanan didinê û rewşa wî hinekê baş dibe. Di kanûna 2020’an de careke din rewşa wî nebaş dibe. Zarokên wî careke din wî dibin Nexweşxaneya Amedê û bijîşk neştergeriyê (ameliyet) lê dikin û piştî çend rojan li nexweşxaneyê dimîne baş dibe û bijîşk wî dişînin malê. 20-25 rojan li malê dimîne û rewşa wî dîsa xirab dibe. Malbata wî dîsa wî dibin Nexweşxaneya Şirnexê. Piştî hin tetkîk û analîzan bijîşk teşhîsa covîd-19’yê (korona) li ser dikin. Wî radizînin û 5-6 rojan di nexweşxaneyê de dimîne lê rewşa wî xirabtir dibe, lewre bijîşk wî radikin beşa sift/lênêrîna giran (yoğun bakim). Wisa jî çare lê nabe lewre malbat wî dibe Nexweşxaneya Amedê û piştî şevekê yanî di 19’ê meha çile ya sala 2021’ê de ew koça xwe ya dawî dike û diçe ser dilovaniya Xwedê.

20 stranên ku herî  zêde Cemalê Mihê distira

  • Keçikê Dînê
  • Heylo Delal
  • Çiyayê Cûdî
  • Hey le Min 
  • Siyabend û Xecê
  • Heyran Jaro
  • Çiyayiyê
  • Kinê Gewrê
  • Mêremê
  • Koçerê
  • Ax Lo Eman
  • Xayîn
  • Mihemedo Rûnî
  • Êvarî
  • Yar Siltanê
  • Mîro Bihar e
  • Were Lawik
  • Xelîlê Xazî
  • Vê Sêwasê Xweş Sêwasê
  • Seydiko

Çavkanî; 

  • Antolojiya Dengbêjên Botanê- Bahadîn Robar
  • Sîpan ŞÎNDA, 
  • Dengbêj Silêmanê Sofî,
  • https://www.facebook.com/378049279282112/posts/1113428039077562/?sfnsn=scwspwa
  • Kurê Cemalê Mihê Hacî Dayan
  • Dengbêj Evdila Silopî
  • Dengbêj Rêzanê Batû

Bernamegeh /  bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !