YAQUB KURMANC

Çima Ên Hişmend Zêdetir Xemgîn in

”Ên hişmend carna li ser bûyerên ku berê hatine serê wan difikirin û tenê bûyerek jî ku di jiyana wan de qewimîbe dikare hişê wan lawaz bike û xemgîn bibin.”

 

YAQÛB KURMANC / Çima Ên Hişmend Zêdetir Xemgîn in

Başî û xweşî diyardeyek e ku mirov bi dijwarî dikare wê di ên hişmend de peyda bike. Hebûna hevparek wefadar di jiyanê de, malbatek pak û şixulekî baş belkî ji bo bi dawîanîna janên derûnî ên hişmend ne bes be. Çend sedemên girîng hene ku rehetiya kesên wiha tevlîhev dike.

1-Pişkinîn û vekolîna diyardeyên jiyanê ên ku hişmendiya wan li jor be her gav dest bi lêkolîn û pişkinîna diyardeyên derûbera xwe dikin. Lêkolîn wiha xûya dikin ku zêde fikirkirin li ser diyardeyên ku nayên bidestxistin, mêriv ji jiyanê westî û bêhêvî dike. Durist e ku ên hişmend di pişkinîna diyardeyên curbecur de gelekî jêhatî ne , lêbelê divê mirov bipejirîne ku hewce nake ku hemû diyardeyan yekoyek li ser bifikirî û lêkolîn bikî. Hin caran jibîrkirina hin tiştan baştirîn dermanê jiyanê ye.

2-Diyardeyên jiyanê li gel armancên xwe yên sereke re beraberî hev dikin.
Ên hişmend di jiyana xwe de tim omîdî û hêviyên wan zêde ne û hergav ev hêvî û xwestekên wan pêk neyên, derhal nerazîbûna xwe nîşan didin. Ev hêvî û xwestekên wan girêdayî beşeke taybet a jiyana wan nîne û belkî di hemû beşên jiyana wan de wekî kar û pêwendiyên wan ligel kesên din re jî girêdayî ye.

3-Ên hişmend her tiştî li ber çavê xwe dijwar û zexm dibînin.
Ên hişmend ne tenê di serkeftin û têkçûnên xwe de belkî di hemû beşên jiyanê de meyla wan ew e ku her tiştî ber çavê xwe zext bigrin.yanî surişta wan wiha ye ku dem bi dem li ser riftar û hewla xwe şirove û lêkolîn bikin û dixwazin bi armancên xwe yên bilind ê jiyanê re beraberî hev bikin.jiber vê yekê bêhemdî xwe dû sedemên ne rast digerin ku xwe pê tawanbar bikin. Ên hişmend carna li ser bûyerên ku berê hatine serê wan difikirin û tenê bûyerek jî ku di jiyana wan de qewimîbe dikare hişê wan lawaz bike û xemgîn bibin.

4-Herdem dû tiştên mezin diçin. Her çiqasî jiyana wan xweş û rind be dîsa jî bi vê yekê nerazî ne û ji ber hebûna hişmendiya wan ya herî zêde, armanc û meseleyên mezin di ser wan de derbas dibin.arman û meseleyên ku nikarin bidest bixin û dibe sedem ku di jiyana xwe de xweşiyê nebînin. Jiyana normal û hêsan ji bo wan qet nexweş e û hergav li pey tiştên tekane û awarte digerin.Tiştên ku li rastiyê de qet tunenin.
Mînak:gelo tu difikirî ku ev gerînge jîngeha te ya sereke nîne û tu jibo gerînge û serdemeke din hatî çêkirin?!
Ev pirsa jibo kesên wiha normal e û qet ecêb namînin.

5-Ti kes wan fêhm nake yan tiştên ku li ser difikirin mirovên normal ti carî nikarin wan tiştana fêhm bikin.
Pêwîst e ku em hemû di jiyana xwe de peywendiyên me ligel hev hebe û em hevdu fêm bikin. Jiber ku di civakê de civîn û rûniştina mirovan ligel hev di kêmkirina gelek paxavan(perîşanî û xemgînî) de tesîra wê heye.
Lêbelê çêkirina pêwendiya ligel ên hişmend pirr dijwar e û tenê hejmarek kêm dikarin ligel wan peywendiyeke dualî çêbike. Bi giştî hest dikin ku tenê ne û wisa guman dikin ku hemû ji wan aciz bûne. Zanistê îsbat kiriye ku ên hişmend hez nakin ku derbarê tiştên normal yên jiyanê wek xwarin û vexwarin,ger û seyran, werzişê û hwd bipeyivin belkî li ser tiştên girîng û efsanewî di jiyanê de diaxivin.

6-Hin vekolînên zanistî nîşan didin ku navbera hişmendiya zêde û nexweşiya derûnî têkiliyek heye,lê gelek zanistvan dibêjin nediyar e ku nexweşiya derûnî ên hişmend jiber hebûna hişmendiya wan ya zêde be, jiber ku gelek nêhêniyên hiş û mejiyê mirov hene ku hê nehatine dozîn(peyda kirin.)
Heta eger tûşî nexweşiya derûnî jî nebin, dîsa jî mirov dikare nîşanên perîşanî û xemgîniyê di ên hişmend de peyda bike jiber ku derbarê tiştên derûdora xwe zêde li ser difikirin.

Aqilê wan ê lêgerîner û nêrînkûr,ew kirine pozisyoneka wisa ku li ser sedema hebûna xwe jî têkevin pirsan û di jiyana xwe de vebîniyek xurt bikin.

Lê Binêre

Zanyarî baweriya tek hebûnê ye

Rêber Hebûn Rastiya zanyarî tune dibe dema em xwe radestî tundirwiyê dikin, ew kelem metirsîdar …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !