Mervan Serhildan
Li vî diyarî; kê çi bigota, çawa bigota, bi kîjan şêwazê bigota û li ku derê jî bigota, teqez dijberek ji ber nigan radibû. Lê her dijberiyek jî heta astekê bû; bi sînor bû, bi mebestekê ve girêdayî bû, ji neqebekê wê de nediçû. Di civatan de herkes dizane, gotinên ku tên kirin sedansed rast dernakevin; hemû kesên ku dipeyivin, ne saf û dilxas in. Lewra di her civakê de çê û xerab bi hevre radibin û rûdinin; rastgo û derewîn di nav hev de dijîn, li hev rûdinin, ji hev naqetin; zana û nezan li nav hev digerin…
Li odeya dirêj û fireh mêvanên Qadoyê Sûsik pal dane, ji gelek malbatan gundî û şêniyên navçeyê li hev rûniştine, sohbet germ kirine. Bi piranî merivên navosere dipeyivin û ciwan jî guhdarî dikin. Odeyên ku li Zembûrê û li hinek navçeyên din ên Kurdistanê digerin, bi hemû awayên xwe dişibin odeyên gundan: Eşîrkî ne, mezinên civatê zû bi zû dora peyvê nadin ciwan û xeşîman. Mijarên sereke yên van odeyan çandinî, sewalkarî, sixletên rez û baxçeyan; herwiha kar û barên kevneşopî yên mîna kutana dahno, palûteya paleyiyê û her wekî din in.
Bi gelemperî wekî rewişteke ji rêzê tê zanîn, lê Xwedê şahid e ku ji xeynî nîrê qerfan; li odeyan kengî qal û behsa taybetmendiyên hinek mirovan vedibe, civat wek hunereke girîng rave dike. Odeya Qadoyê Sûsik jî yek ji wan navendan e. Her carê kalpîrek ji nav civatê bîranîn û derbirînên xwe vedibêje; asoyên rojeva civatê berfireh dike.
“Dema ku Şemsoyê Şevger di ber kutana dahn re rêzik û risteyên ‘Haylo Xelef’ dibêje û koma dankutan jî dubare dike, kel û coşa mirovên li wê hawirê, hildikişe lûtkeyê; hêjayî temaşeyê ye, adetî dîlana mirov di ber kirpandina vî meqamî re tê…”
Ode bi bêdengiyeke balkêş guhdarî dike. Bi navê Kalê Evdî rihspîyek jî heye ku xwediyê gelek sir û razên kevnar e. Nikare çamerîka xwe vede, lewra çongên wî nakişin binî; dema pal dide, herdu nigên xwe jî wek rotên dawşandinê radide. Bi dawiya peyva Qado re, nigê rastê nevcî kişand, sînga xwe qup kir û bi dengekî lerzok dest bi vegotinê kir.
“Heftê û sê-çar sal berê, rehma Xwedê lê be, Sadiqê Sorwelî ji bo palûteya merdanê bangî bavê min kiribû. Ez heyşt-neh salî bûm, bavê min her çiqasî dixeyîdî jî, min dev jê berneda û bi carisî be jî, pê re çûm berojê Warşîrkê, ser merdana rezê rehmetiyê Sadiq ku zêdeyî sed donimî bû. Li derdora sih zilamên jîr û jêhatî tevli palûteyê bûbûn û wekî du komikan ji hev veqetiyabûn. Te yê sond bixwara ku di nav pêşbaziyeke rasteqîn de bûn. Herdu koman hem merdan dikirin, hem jî ji dûranî ve li ser hevdu kilam û dûrikên zêrandinê diceribandin. Ew coş û kelecana ku diafirî tu carî ji bîr nakim. Her carê zilamên komekê ji ber xwe ve dûrikek digot û bi mizûrî koma din zext dikir.
‘Xweşmêr merên tîş radikin û diçikînin
Geh dibirqînin geh dişîrqînin
Wek baz û başîqên kendalî difîkînin
Bîr û bala hin komên xwezok diçelqînin
Hêê û ha, hêê û haa, hêêê û haaa!’
Dema aliyekî bi meqam çarîneke weha digot, keldûxana hestan dida ser serê koma din; ma dibû ku bêbertek bima, ma dibû ku bêhelwest biteqiliya, ma dibû ku şaşwaz rawestiya û poz biçikanda? Endamên koma din jî tavilê û bi biryardarî bersiv didan ku ew ê vê pêşbaziyê bidomînin û ew tu carî mayîna di bin siya reqîban de napejirînin.
‘Dik û bestên Warşîrkê tev mêw û xerz in
Egît û mêrxasên Koma Fêrûq li ser dibezin
Girîn û girmîna ‘him û hayê!’ ji wan dipekin
Kom û civakên hawirê bi heyranî temaşe dikin
Him û haayê, him û haayê; û him û haayêêê!..’
Bihizirin ku panzdeh mirov bi hev re û di ber merdanê re heman dengî diqîrin ‘him û hayê, him û hayê…’; mûyên canê mirov wekî şûjinan cit dibin. Ji bo her merivî hinek kêliyên weha watedar hene ku bi xwe re heta gorê dibin. Min jî ev bîranîna xwe wek emaneteke emrane di dilê xwe de nexşandiye”
Di ber vegotina bîranînê re destên Kalê Evdî diricifîn. Bi hestewarî, bi sewteke xembar û bi dengekî nerm, nizm û lerizokî bîranîna xwe qedand. Qadoyê Sûsik dîsa ket navberê.
“Wek hûn dizanin kurê Salihê Baro, Harûn û kurê Emanetê Medo, Remzî ji girtîgehê hatine berdan. Me xwest ku bên li civatê qala geşedanên welêt û pêkanînên li girtîgehan bikin”
Hîn Qado dipeyivî ku camêrekî bejinzirav dageriya hundir.
“Silam û alêkum”
“…Derbas be Reşbînê hêja”
Di dû Reşbîn re jî Harûn û Remzî derbasî odeya Qadoyê Sûsik bûn. Piştî ku civatê xêratin di mêvanên nû da, Qado dîsa dest bi peyvê kir.
“Bi rastî me agahiyên we ji Salih û Emanet werdigirtin. Lê me xwest ku hûn ji civata me re qal û behsa serpêhatinên xwe, rewşa welêt û qewimînên vê serdemê bikin. Em bawer dikin ku ciwan gelek nirxên hêja dihebînin. Keremkin, Harûnê min tu dest pê bike”
Harûn çiqasî hêvî dabûn hev ku rojekê li hizûra civateke weha dagirbûna welatê xwe, doza azadî û serxwebûna miletê xwe binirxîne; çiqasî xewn û xeyal dîtibûn ku rojekê li hemberî civateke weha hestyar pesnê berxwedêrên kurd bide. Îro ew roj hatibû. Lê jiyana xem û mirazên salan hinek merivan dihejîne, li kelecanê diqewimîne. Derketina ser vê dikê; ne wekî peyv, şêwr û nirxandina nav kom û refên hevalan bû; ne hêsan û bêxumam bû. Te digot qey hinek mirov devê wî girêdidin, te digot qey hinek mirov zimanê wî bi ber gewriyê de dikişînin. Çongên ku xwe dabûn ser, ji kelecanê di binî de dilerizîn. Miremir jê dihat, di ber re dimizmizî; lê têgihîştibû ku li dawiya bêdengiyê asiriye; êdî ewle bûbû, diviya ku li hemberî vê civatê êdî tiştekê bibêje. Wek navê xwe dizanibû, diviya ku êdî her çi kerametên wî hene, nîşan bide; îro li hemberî ev civata ezîz, divê ji ser dikê nekeve… Ser dawiyê, bi teqlan be jî zimanê wî geriya.
“Xalo, rewşa Remzî nizanim. Lê ez dikarim bibêjim ku hemû cureyên lêxistin û îşkenceyê li min û girtiyên din ên li navenda midûriyeta ewlekariyê ya bajêr kirin. Em tev dizanin ku şerd û mercên gelê me giran in. Lê çi dibe bila bibe, em ê azadiya welêt bidestxin. Li asoyên erdnîgariya gelê kurd agirê rizgariya neteweyî pêl bi pêl hildibe. Tu kes, tu navend û tu dewlet nema dikarin li pêşiya vê lehiyê rawestin”
Çawa ku ev destpêk raber kir, di ber dilê xwe re ‘ewqasî jî ne zahmet e; peyv ji kiryarê hêsantir e’ derbas dikir. Lewra her ku diçû devê hizr û ramanên wî firehtir dibû. Adetî kêlî bi kêlî ji bin barê kelecanê derdiket û bi ber aramiyeke hestewar û bextewar ve diçû.
“Dixwazim ku di serê peyvê de naveroka gotinên xwe vebêjim; îro her çi maf û muktesebata tirk, ereb û eceman heye, teqez divê ya gelê kurd jî hebe!.. Li ser vê erdnîgariyê berî hemû qewman gelê kurd jiyaye; şûnwarên medeniyetê ava kiriye; jiyana komî afirandiye; çandinî, sewalkarî û lêkolînên zanyarî, felsefî û hunerî ceribandiye. Gelê kurd herî kêm bi qeysa tirk, ereb û eceman azadiyê û serxwebûnê heq dike. Destûra me ev e: Azadî, aramî û serxwebûna tu neteweyan ji ya gelê kurd ne girîngtir û ne hêjatir e!’. Bi kurtî, ew cîhana ku li ser erdnîgariya wê gelê kurd ne azad be, ne serfiraz be û ne serbixwe be; aram nabe”
Ji vê çirkê pê ve mirov dikare bi hêsanê bibêje ku Harûn bi konsantrasyoneke astbilind dipeyive.
“Ev serdem derfetên gelekî berfireh li gelê me vedike. Pêncî sal, sed sal berê serhildanên kurd bi eşîrekê, yan jî bi herêmekê ve girêdayî diman; serokên kurd modernîte neferikandibûn, rêxistinên kurd lawaz, xweber û ji bîrdoziyê dûr bûn. Encax îro em bi rêgezên hemdem dimeşin. Em xebatên çaralî yên siyasî, çandî, aborî û bîrdozî tevan bi zimanê kurdî dimeşînin. Navendên me yên lêkolînê û komên me yên stratejiyê hene. Wek mînak pêşengê tevgera me doktor e, di heman demê de nivîskar û lêkolîner e…”
Merivên li civatê bi guhdengiyeke balkêş li Harûn dinihêrîn; bi piranî jî li ser wateya erêkirinê serê xwe dihejandin. Lê cihê ku Reşbînê Ducem li wirê amade be û li hemberî vegotinên bi vî rengî dijberî nebe, ma dibe? Civata ku Reşbînê Ducem lê rûniştî be û mijara azadî û serxwebûnê vebe; rojev bi dijberiyeke bêsînor, bi hûrgulî, bi lêkolînerî û bi çavdêrî neyê nirxandin, bi bêjinga şêwirgerînan neyê werdan û di gola civakî de neyê zelalkirin, ma dibe?.. Bi destwerdaneke ji çim û çengên pirsnîşanan, dageriya nav peyvê.
“Ger bi destûra civatê be, têkildarî peyva Harûnê xwarzê dixwazim çend tiştan bibêjim. Azadî û serxwebûn, du şîarên bi efsûn in, gelekî şêrîn in. Lê gihîştina vê qonaxê, gelo ewqasî hêsan e? Lewra diyar e ku azadî û serxwebûn bi peyvê, bi selewatan û dirûşman nayên bidestxistin. Divê kiryarên qewm û gelan jî li gorî pêdiviyên azadî û serxwebûnê vîzyoner bin… Mixabin kurd sed sal berê jî ne xwediyê vê çawaniyê bûn, îro jî ne xwediyê vê çawaniyê ne. Harûnê rêzdar dibêje; ’em jî herî kêm bi qeysa tirk, ereb û eceman mafdar in’; ez beşdar dibim û di heman demê de bawer dikim ku ev rastiyeke sedansed e jî. Lê pirsgirêk ew e ku gelo em ê mafên xwe yên rewa çawa û bi kîjan serkaniyê misoger bikin? Em ê bi kîjan sînerjiya neteweyî bigihîjin wê qonaxê? Mesela tevgera demokrat ku Harûn işaretê pê dike, heta serê salên heftêyî jî, bi şîareke din dimeşiya û digot, ‘Ji Tirkiyeyê re demokrasî û ji Kurdistanê re otonomî!’. Jixwe, tevgera demokrat a herî mezin li Başûr e û berê şîara wê jî, ‘Ji Iraqê re demokrasî, ji Kurdistanê re otonomî!’ bû. Lê heman tevgera demokrat îro li Başûr jî û li Bakur jî serxwebûnê dixwaze. Ma dibe ku tevgerên siyasî, rojekê bi awayekî û adina rojê jî bi awayekî din bimeşin?..”
Civat wî dinase, bi awirên beranan dinihêre, xwedî danheviyeke balkêş e; li cihên weha hebhebî, ji xwe ewle, bi bandor û bi hemêzeke vekirî dipeyive. Hertim bîra kurdewariyê vedide, rêgezên şoreşa kurd kifş dike; kes û kûsên ku wî nasnakin, dema li şîroveyên wî guhdarî dikin, tu carî tê dernaxin ku merivê hanê dikandarekî Zembûrê ye, esnafekî cil û bergan e.
“Em mecbûr in ku rêgezên vê neqebê li ser stratejiya hiqûqeke hevrejiyanê ya kom, civak, ol, bawerî û zaravayên kurd biafirînin. Dema ev pêngav biserkeve; jixwe di kîjan astê de em ê otonomiyê bixwazin, di kîjanî de em ê federaliyê bixwazin û di kîjan rewşê de jî em ê serxwebûnê îlan bikin, wê diyar bibe. Ev kêşe, karê damezrandina hiqûqeke navxweyî ferz dike. Lê rêxistinên kurd heta niha ev çawanî nîşan nedane û ji ber vê lawaziyê ye ku qewmê kurd bi ber qirbûneke tije sosret ve çerixandine. Vayê destê darbeyeke leşkerî li ber guhê wê ye, dem wekî avê dibihure; ka yekitiya kurdan, ka makeqanûna ku em ê bi tevahî di bin baskên wê de vehewin, ka rêgez û rêbazên me yên berxwedanê, ka dîplomasî û hevalbendiya navneteweyî, ka sînerjiya neteweyî ku pişta dagirkerên Kurdistanê bide erdê? Divê tevahiya tevgerên kurd vê rastiyê ji xwe re bikin guhar. Serokên serhildanên kurd, pêncî sal berê jî û sed sal berê jî doktor bûn, parêzer bûn, lêkolîner bûn. Qoçgirî û Erzîncanê sed sal berê navenda rewşenbîr, nivîskar û entelektuelên kurd bûn; divê em li rastiya destkeftinên xwe binêrin, yanî li encamê… Ezbenî çareseriya doza kurd; ne di pîşeyên serokan de ye; paşpê di rêgez û rêbazên stratejîk de ye…”
Li navçeya Zembûrê beriya pêncî salî hevsera Cemo ya bi navê Cemê di nîrê şîneke malbatê de zaye, kurekî wê çêbûye. Navê wî Reşbîn danîne, encax piştî firoke dibe; her bi çi somê ye û ji aliyê kê ve lêbûye, kes nizane, lê li gorî vegotinên gotinbêjan ji ber navê dê û bavê wî, wekî nasnav ‘Ducem’ li dû navê wî Reşbîn danîne; jê re gotine ‘Reşbînê Ducem’. Reşbîn, li ser danheviyeke girîng rûdine; Xwedê şahid e ku herdu cemên wî jî tije ne. Di hemû guftûgoyên xwe de ji dîrokê mînakan dide, bûyeran berawird dike û li ser hîmên heqîqeta kurd nîşaneyên têkçûnan jî û yên serkeftinan jî ji hev rêz dike. Rast, an jî şaş; xwediyê feraseteke takekesî ye, xwediyê kesayeteke xweser e û xwediyê nirxandinên xwemal e. Ezber û jiberê nasnake, hertim mirovekî wek xwe ye, ji rengê xwe ye û bi bîr û baweriya xwe dimeşe. Ji niqaşê, ji berhevdanê û ji guftûgoyên tund hesdike; jixwe yên ku wî nasdikin, bi çavên seriyan dîtine ku heta neh-deh sal berê jî bi hevsalên xwe re û bi yên ji xwe mestir re wek pêlewanan bi navê lîstiye. Ji serê salên hezar û nehsed û şêstî û vir de li ber radyoya Siera ku wekî qutiyeke belek dixuye, li nûçeyên kurdî, tirkî, erebî û farisî guhdarî kiriye. Ji xeynî van zimanan, ji zaravayên kurdî jî kurmancî, kirmanckî û soranî dizane. Bavê wî Seydayê Mele Cemîlê Zembûrî, di şerd û mercên herî dijwar de jî Mewlûda Kurdî li ser şîn û xêratan xwendiye ku bi wêrekiya xwe deng vedaye. Ma rewa ye ku kurê Cemîl, Reşbînê Ducem ji ber hinek xeterên siyasî heqîqetê daqurtîne? Dijberiya Reşbîn bêsînor bû, bêtewang bû û bêminet bû…
Harûn xeşîmekî xortan e; ji xwe razî ye, şik û gumana wî ji rêxistina wî nîn e; tavilê helwesteke ji pirs û bertekan nîşan da.
“Bi rastî min tiştek ji xalê Reşbîn fahm nekir. Dibêje dagirkerên Kurdistanê qewîn û hêzdar in, kurd yekitiyê danemezrînin ew ê qir bibin. Li ser gotinê, ger kurd nebin yek, ma em ê li bende qirbûna xwe rawestin? Ger em hemû rêxistinên kurd tawanbar bikin û li ber çavên gel reş bikin, gelo em ê çi bidestxin? Gelek qewm û neteweyên ku îro azadî û serxwebûn bi dest xistine, di serê pêvajoyê de yan li îxanetan qewimîne, yan jî karesata şerê navxweyî jiyane. Tu gel û civak jî bêyî serok û pêşengan, herwiha bêyî sazî û partiyan azad nebûne. Em hemû partî û rêxistinên xwe reş bikin, em ê azadî û serxwebûna xwe çawa bidestxin?..”
Reşbîn careke din destûra peyvê xwest, bi armanca ku meramê xwe vebêje… Zûde bû ku ji gengeşiyên bi vî rengî direviya. Di çend guftugoyên dawîn de rastî bertekên tund hatibû. Carekê hinek kiryarên nediyar tiving bera paceya mala wî dabûn; carekê di bin derabeyên derî re agir bera dikana wî dabûn. Gef û tehdîdên ku bi telefonan lê dihatin kirin, bêjimar bûn. Bi kurtasî ev serdema dawîn ew coş û kelecana berê ya berhevdanan pê re nemabû. Yên ku ji çar aliyan de ew tehdîd dikirin û agir bera dikana wî didan; kî bûn, çi ins bûn, çi cins bûn, nizanibû; lê bi baweriyeke teqez êrîşkar bi navendên dewleta kûr ve girêdidan. Herwiha dizanibû ku sedema van êrîşkariyan jarî, sistî û nebesiya çawaniyê ya rêxistinên kurd bû… Bi ya Reşbîn, li Bakur hew partî û rêxistineke kurd jî bi bîrbirî û bi bîreweriya azadî, rizgarî û serxwebûna gelê kurd tevnedigeriya. Hêviya xwe ji partî û rêxistinên kurd birîbû. Beriya her tiştî, dihizirî ku rêxistinên kurd dagirkeriya Rojhilata Navîn bi berfirehî nenirxandine. Lewra wekî ku wê pir bi hêsanî azadî û serxwebûna gelê kurd ji nav lepên tirk, ereb û eceman bikişandana, tevdigeriyan. Wekî ku her daxwazên wan wê pir bi hêsanî bigihîşta encamê dimeşiyan. Wekî ku hew astengiyek li pêşiya her partî û rêxistineke kurd mabû: Partî û rêxistinên din ên kurd!.. Lewma pir bi hêsanî pevdiketin û her ku pevdiketin jî derfetên destwerdana dagirkeran li ser îradeya gelê kurd berfireh dikirin. Ji dêlva ku nakokiyên navbera rêxistinên xwe di hiqûqeke neteweyî de binermijandana, hewl didan ku hemû partî û rêxistinên din ji dewreyê derxin. Yanî ji dêlva ku dika netewebûnê geş bikirana; firaksiyon, rêxistên û partiyên xwe li ser hevdu ferz dikirin. Ev pirsgirêka gelemperî jî riya destwerdana dewletên dagirker vedikir. Ji ber parametreyên bi vî rengî, hêviya xwe ji partî û rêxistinên kurd birîbû; lê îro li hemberî ev civata dilovan dil û dêhnê wî jê re digotin ‘çend hevokên watedar bi pirsnîşanên mişt kirpan û baneşan ve bidirû, ji bo xatirê ku hinek rêzdar li ser vê sosretê bihizirin; herweha ji bo xatirê ku kirasekî nû lixwekin’.
“Li rojavayê cîhanê dewlet, wek amûreke rêvebirinê tê zanîn; lê li Rojhilata Navîn rewş cuda ye. Tirk, ereb û ecem dewletê wek pirtûkeke olî pak û pîroz dihebînin. Ola rasteqîn a tirk, ereb û eceman dewlet e. Bi armanca ku Kurdistanê daqurtînin û gelê kurd jî qir bikin, bi dînamîzmeke astbilind têdikoşin; karbeşiyan dikin, bi hêzên kurewî re têkiliyên çeprast û stratejîk datînin… Kurd di bin dorpêçeke çaralî de dieciqin. Mixabin kurdên vê demê di nav pêşbaziya pêşengiyê de li hev diqewimin. Napirsin û nabêjin; ‘li ser gotinê, me pêşengiya şoreşa azadî û serxwebûna gelê kurd bi dest xist; di dû re gelo em ê li ser kîjan stratejiyê yekitiya kurd û Kurdistanê ava bikin?..’ Nabêjin, ‘gelo em ê li hemberî çerxên dagerkeriya Rojhilata Navîn pêngavên çawa biceribînin?’ Li gorî min rizgarbûn û îlankirina serxwebûnê jî ne bes e. Lewra Komara Mahabadê serxwebûn bi dest xist, zêdeyî salekê li ser nigan ma, lê dîsa jî di bin êrîşên hevpar ên dagirkerên welêt de nedebirî, rûxiya… Herweha Qoçgirî jî di binyada xwe de li dijî hêzên dagirkeriya Bakur bi ser ket, lê di encama hewldanên bextreşiya navxweyî, bêlojîstîkî, bêpiştgiriya neteweyî û navneteweyî şikest. Kurd bi serok û lîderên xwe re ne dilsoz in; yên ku Qazî Mihemed bi tenê hiştin û li dora dagirkerên ecem civiyan eşîrên kurd bûn. Ji vêya jî ecêbtir, yên ku serê lîderê Serhildana Qoçgiriyê Elîşêr û hevsera wî Zerîfeyê jêkirin û diyariyî dagirkerên Bakur kirin jî Rayber û Zeynel ên kurd bûn… Bi destûra we be, ez ê bi du hevokên din, biqedînim. Kurdên ku di dîroka kevnar de ji Behra Medî heta Behra Reş, heta Kendava Besrayê û heta bi Behra Hezarê serwerî kirine; di demeke pir nêz de ji aliyê sosyalîzma Rûsyayê ve bi ser hezaza qirbûnê ve hatine dahfdan. Lê hema bigir hemû partî û rêxistinên kurd ên nûjen ji aliyekî de bi terî û dûvika dîktatoriya sosyalîst girtine û ji aliyê din ve jî qaşo çalakgerên doza azadî û serxwebûnê ne. Ka piştgir û hevalbendên kurd ên kurewî; ka têkoşîn, rêvebirin û rêxistinbûna Kurdistanî? Ezbigorî siyaseta kurd ne di asta neteweyî de ye, di cuha fraksiyonî ya marjînal de xetimiye… Ger bi têgehên sosyalîzmê rizgarî pêkan bûya, beriya her perçeyî, niha ji Qersê û heta Behra Hezarê Kurdistaneke azad hebûya. Axa ku ji dîroka qedîm û heta roja me, wekî welatê kurdan dihat zanîn di nav tirk, ereb, ecem, azerî û ermeniyan de hatiye dabeşkirin. Bi kurtasî, îro hew partî û rêxistineke kurd jî ew hêvî û baweriya ku wê azadî û serxwebûna Kurdistanê bidest bixe nade…”
Kalê Evdî bi dengê xwe yê pêl bi pêl pişt da Reşbîn.
“Navê partî û saziyan nizanim; lê Xwedê şahid e ku kurdan di gelek qonaxên jiyanî de, ne li yekê û duduyan, lê hema bigir li tevahiya pêşengên xwe bextreşî kirine”
Harûn bi kelebêhn tiliya işaretê ya destê rastê danî ser otika berçavka xwe û bi şûn de da, devê xwe bir û anî, bêhneke kûr vekir; bi şerpezeyî hewl da ku bersiva Reşbînê Ducem bide, lê Qadoyê Sûsik ket navberê. Merivê ku xwediyê ewqasî danhevî, cerb û serkanî ye; ma wê nikaribe guftûgoyeke civatê bi rê ve bibe? Bi dehsalan berê, bi dehan caran çek û lojîstîk ji Biniya Xetê bo serhildana Başûr, bi serkeftin veguhestiye. Li Zembûrê bi dilsozî û şêwirgerîniya xwe deng vedaye. Wekî navê xwe dizane, li ser dika civakî nabe ku doz û kêşeyên gelemperî di bin berhevdana du kesan de bipelixe. Tavilê navberek vekir ku her du peyvkarên serî jî rawestandin.
“Hela em li biraziyê xwe Remzî jî guhdarî bikin, bê ka ew derbarê vê pêvajoyê de çi dibêje”
“Ez beşdarî vegotinên xalê Reşbîn dibim, bawer dikim ku wî û Harûn hevdu baş fahm nekirin. Di esasê xwe de em tev heman heqîqetê qebûl dikin. Kalê Evdî jî bi cerb û çavdêriyên xwe ev rastiya beloq anî ziman. Lê vêya jî heye; ji ber ku heta niha em di hemû serhildanan de têk çûne, ne rewa ye ku em dev ji têkoşîna azadî û serxwebûnê berdin. A girîng ew e ku em ji şikestinên xwe îbretekê bistînin, fêrekê wergirin û xwe hînî rêgez û rêbazên kêrhatî bikin. Na ku nexwe, em ê jî bişikên û divê em zanibin ku piştî her şikestinekê em ê bêtir nêzî qirbûnê bibin… Mafê tu siyasetmedaran nîn e ku rêxistina xwe li ser hêz, kom û civakên din ên Kurdistanê ferz bike. Heta roja ku em pirengî, pirdengî, pirolî û pirbaweriyê neferikînin, em nikarin hevrejiyaneke neteweyî jî biafirînin. Peywira siyaseta kurd a lezgîn, avakirina vê hiqûqê ye: Mînaka kurd!”
Ezbenî li hawirdorên kom, civat û rêxistinên kurd cîhaneke din heye; jiyaneke dij heye, hewldaneke dij heye, baregeheke dij heye. Li hemberî îradeya vî qewmî pergaleke dijber têdikoşe, çerxeke qirker digere. Gelo wê kî ji kun û berqefên dîrokê biqîre û bibêje ‘ey kurd çavê xwe veke, heqîqeta şilfîtazî li ber deriyê te ye; binêre û bivîne!’… Na, rastiya dîrokê dijwar e, bi hişyariya ji derve de nayê ferikandin; ezbenî lêgerînerî lazim e, lêkolînerî lazim e, cehd û xîret lazim e, serkanî lazim e û hiş û bîra Kurdistana qedîm lazim e. Reşbînê Ducem dizane; lê dagirker jî kîjan kurd bi çi dizanin û bi çi nizanin, dizanin. Dagirker kîjan kurd bext li oxira text dike û kîjan kurd jî heta mirinê dilsozê bext e, dizanin û bi demê re dilsozan bêbandor dikin.
Saet ji yazdehê şevê dibihure, civata Qadoyê Sûsik hêdîhêdî belav dibe. Hemû sitêrkên asîmanan şahid in ku hewtehewta kûçikên Taxa Jêr gumanekê, yan jî pirsnîşanekê di bîra beşdarên civatê nayne. Çend şêniyên taxê tevgera hinek mirovên xerîb dibînin ku wekî gêrîkan tevdigerin, lê tu dibêjî qey ev xerîbok hevdu nasnakin, bi hevre napeyivin, ji serê kolanekê û heta dawiya wê li tûşa xwe diçin û di nigênig de jî vedigerin; lewma şênî bi vê bêdengiyê dixapin… Bêhna hewldaneke êrîşkar tê ji vê taxê; ew êrîşkarên ku tu carî, tu planî, tu êrîşî tenê bi destê yek kesî pêk naynin. Reşkesên kujer hene li vî warî, piştmêriyên ku wan dihefidînin hene û yên ku kujer û hemû êrîşkaran ji cihê operasyêne dikişînin û digihînin baregehên wan ên ewle hene; ji xeynî vana jî hêzên desthilatdariyê yên fermî hene ku ew jî di reşkirin û jêbirina şop û delîlên mayî de roleke girîng werdigirin. Li vê navçeyê ji xeynî mirovekî, kes bi ev rewişta serweriyê nizane. Yê ku dizane jî bi ruhistînan re qayişê dikişîne. Gundîno, malîno vayê Reşbînê Ducem bi ber Taxa Jêr ve dimeşe; dêran e li min, dêran e. Çakêtê reş kulavkî li ser milan e, bejna dirêj bi ser hin dîwaran dikeve. Ji kengî de ye ku bi baldarî tê û diçe. Gelo ev çawa bêdengî ye ku îşev ji bin dengên kûçikan difûre? Lê Reşbînê hanê li xwe danayne, serî rakiriye, qup û qure dimeşe… Reşbîn çawa ku dageriya Kuça Kaniyê ya nêzî malê, bi tevgerîna reşkesên tirsnak hesiyaye, baneşanên gumanê niqutîne ser dila; rawestiya. Paşpaşkî, gavek bi şûn de avêt û destê xwe dirêjî çardederba ber xwe kir. Di çirka ku destê xwe li demançeyê jidand, ji dû de girîn bi çekên otomatîk ket; wek beştekî hişk li erdê ket. Bi dengê çekan re malî û cîran beziyan der. Hêzeke nixumî hemû kiryar di heman kêliyê de ji cihê êrîşê veguhestine jî. Bi carekê gazî û hewarê daye ser navçeya Zembûrê, ji Kuçeya Kaniyê ya Taxa Jêr feryad û fîgan radibe.
“Hewar, kuştin; ji sê baskan de gulebaran kirin”
“Wayê bi çar erebeyan direvin”
“Li dû hev dageriyan hewşa qereqolê”
“Kontra ne!”
“Yên kuştî kî ne?”
“Reşbînê Ducem şehîd ketiye!”
“Demançe hîn jî di destan de ye”
“Reşbînê Mele Cemîl serdev li erdê ye”
“Serkan bû, şevgerîn bû, şêwirgerîn bû; mala minêêê!”
“Bedena wî wekî binê bêjingê ye”
Wê kî bijmêre li derdora çel guleyên ku ji bedenê derketine; wê kî ragihîne ku guleya yekê li ser dila ketiye; wê kî bi hubra hêrsê binivîse ku careke din agirê bêkeysiyê bi bîr bala kurd ketiye?.. Ketin û têkçûnên vî welatî, ne rasthatinî ne; ne bêhemdî ne!.. Ezbenî li hawirdorên kom, civat û rêxistinên kurd cîhaneke din heye; jiyaneke dij heye, hewldaneke dij heye, baregeheke dij heye. Li hemberî îradeya vî qewmî pergaleke dijber têdikoşe, çerxeke qirker digere. Gelo wê kî ji kun û berqefên dîrokê biqîre û bibêje ‘ey kurd çavê xwe veke, heqîqeta şilfîtazî li ber deriyê te ye; binêre û bivîne!’…
Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com