YEKEM ÇÎROKA MODERN A KURDÎ
Şewêş kurê şivanekî ye. Ew bi xwe deh salî ye. Zarok e, lêbelê pir çavvekirî ye. Şewêş diya xwe nedîye. Bavê wî jî reben û belengaz e. Qet tiştekî wan tune. Tenê meteke Şewêş hebû, ew jî pîrek bû. Şewêş carna bi alî wê de diçe, dilê meta xwe hinekî digire. Şewêş nola Sako li gundî teşqeletî nedikir. Bo kesê dî tiştek nedigot. Tim xwe bi xwe bû. Gel hevalên xwe baş diçû, ji wan re gotinên dilmayî nedigot. Heta êvarê di nav gund de bê deng digeriya, dilîst, roja
xwe derbaz dikir.
Ev çikûna Şewêş pir bi xweşîya gundiyan diçû. Hemû Şewêşî hez dikirin. Rîsipîyên gund herro ew dibirin mala xwe, xwarina wî didanê. Li wî xweyîtî dikirin. Her kes da ev zarok qenc e, jîr e, digot. Şewêş herro êvarî, diçû ser riya bavê xwe, li hîvîya wî dima. Wekî bavê wî dihat, dibeziya pêşîyê, xwe diavêt ser kulukê bavê xwe. Destê wî digirt, maç dikir. Bavê wî jî her du çavên kurê xwe maç dikir, dil hînik dibû. Rojekê Şewêş dîsa diçe ser rê, li hîvîya bavê xwe bû. Gavek buhurî, roj çû ava, tarî ket hemû alî, bavê wî hêj nehatibû.
Şewêş nava wê tarîyê da tenê ma. Dilê wî lez dike, carna guhdarî dikir, ji tu derê da deng nedihat. Şewêş li ciyekî rûnişt, bona bavê xwe girîya, paşê bi xwe ve çûbû. Bavê Şewêş hêdî hêdî ji alî newalê da dihat, dengê pezan deştê girtibû.
Şewêşî deng bihîst, rabû gazî bavê xwe kir:
-Bavo! Bavo!
Bavê wî jî:
– O Şewêş, lawo tu yî li wê derê yî?
Şewêş:
-Herê bavo ez im.
Bav:
-Were bal min mergê m’ gorî.
Şewêş bezîya bal bavê xwe, çû destê wî girt maç kir, paşê got:
-Bavo tu îro bo çi wisan dereng mayî ? Bona çi zû nehatî ?
Bavê got:
-Ez gorî, kurê min pezan (pez) têr nexwaribû û ez jî piçek westî bûm lema derengî mam.
Şewêş go:
-Bavo, ez gorî, tu êdî wisan derengî nemîne. Tu zanî ku li malê kes tune. Ez li bal kê bimînim? Girî…
-Bavê girîna kurê xwe dî, birîndarîya dilê wî nû bû. Av ji çavê wî jî vala bû.
Şivanê kal bi xwe ve hat, serê Şewêş girt nav destê xwe, çavê wî paqij kir, ramûsa paşê got:
-Kurê min Xwedê mezin e, mirazê me jî dide…
Paşê destê kurê xwe girt, hêdî hêdî hatin gundî. Şivanî pêz kir hewşê, paşî li gel kurê xwe rabû çûn. Li mala wan lihêf, balgî tiştekî wisan tunebû, tenê mitêlekî hebû. Bav û kur ketin paxila hev, bav milê xwe da bin serê Şewêşî jê re kir balgî. Şewêş jî serê xwe danî ser sînga bavê xwe, milê xwe jî avêt ustuyê bavê xwe. Histêrê subê derketibû. Nêzîkî subê bû, dîka bang dida. Ba bi nermî û hêdî hêdî li serê daran dixist. Pelan bi hejîna xwe re dengekî xweş derdixistin.
Ji hemû alîyan da deng dihat. Hemû gundî rabûbûn, lê belê kur û bav hêj razabûn. Gavek çû, şivan şîyar bû. Gava pez rakirinê bû, ro buhurîbû. Belê şivanê kal nexweş bû. Di nav ciyê xwe de dinalîya. Carna li ruyê kurê xwe mêze dikir.
Di wê gavê da rîsipîyê gundî derîyê şivan lêda, paşî gazî kir:
-Şivano, şivano!
Şivan ji hundur da go:
-Ho lebê!
Şivan çiqas dixwest ku rabit derî vekit, belê nexweşîya wî nedihîşt. Dengê derî Şewêşî hişyar kiribû.
Rabû derî vekir. Rîsipî hat hundur, ji şivanî ra got:
-Şivano, tu îro bo çi wisan dereng mayî? Nîvro bûye, pez hê jî di nava hewşê da maye, birçî û bê xwê
ye. Gundî galegala dikin.
Şivan jî got:
-Rîsipî ez çi bêjim, tu min dibînî. Ez îro pir nexweş im. Nexweşîya min giran e, lema dema pez rakirinê ez nehatim. Tu îro li ciyê min mirovekî bişîne, ka Xwedê çawa çê dike, çi derî ruwê min vedike. Şivan vê gotinê got, paşê nav ciyê xwe da ket, nalîna wî rabû. Şewêş nalîna bavê xwe dî, dil tarî bû, bi ser babê xwe da ket û girîya. Dengê girîna law dilê rîsipî şewitand. Li wî mêze kir, bi xwe nekarîbû, xwe negirt û kemîde(?), ava çavê wî jî vala bû.
Paşê bi xwe bi xwe hat û ji şivan re got:
-Şivano, dilê xwe teng meke. Xwedê mezin e. Nexweşîya te ne giran e. Du sê rojan de derbas dibe. Ezê
herim yekî bişînim ber pez, tu îro ji xwe ra rakeve, ta ku tu zinde be. Zikê we jî nuha birçî ye. Şewêş
bila li gel min bê, ka em binêrin li malê çi pahtine, bila li gel xwe hin tişt bînit da ku hun bixwin. Ezê jî
êvarî bêm.
Bavê wî Şewêşî şand, li gel rîsipî çûn. Şewêşî bi rê da nexwesîya bavê xwe ji rîsipî pirsî. Rîsipî jî destê xwe avêt ustuyê Şewêşî û got:
-Kurê min, kovan meke, dil vekirî be. Tiştekî bavê te tune, du sê rojan de ew ê rabe ser xwe.
Ev gotina rîsipî dilê Şewêşî piçekî hînik kir. Piştî gavekê hatin mala rîsipî. Çûn hundur, rûniştin. Rîsipî gazî xulamê xwe kir û jê ra got:
-Rizqo, kurê min, şivan nexweş e, îro tu here ber pez, pez di hewşê da qir bû.
Rizqo jî bi gotina mezinê xwe kir. Darek girt destê xwe û çû…
Rîsipî li gel Şewêşî zikê xwe têr kirin. Paşê emanekê tijî kir xwarin û da destê Şewêşî û got:
-Kurê min dil teng mebe, evê xwarinê jî hêdî hêdî bibe bo bavê xwe, nuha li hêvîya te ye. Bal bavê xwe rûne, bi gotina wî bike, çi dixwaze çêke, dilê wî meşkîne. Ez jî paşî têm.
Ev çîrok ji kovara Rojî Kurd, no:1 (Hezîran 1329=1913) r:25-26 û no:2 (Temmuz 1329=1913) r: 24-25 hatîye girtin ku bi herfên erebî ya alfaba osmanî hatiye nivîsîn. Min jî ji herfên erebî wergerand ser alfabeya latînî ya kurdî. Di wergera wê de min zimanê wê jî hinekî rast kir. Çewtîyên ku min rast kirine hinek ji wan çewtîyên çapê ne, lê hinek jî çewtîyên avakirina awayên cumleyên kurdî bûn, ku min rast kirin. Wekî ji dawîya çîrokê jî tê famkirin ku çîrok hê jî xelas nebûye. Her çendî di hejmara 2. a kovara Rojî Kurd de dinivîse “dawî heye”, lê mixabin dawîya çîrokê ne di hejmara 3. û ne jî di hejmara 4. a kovarê de heye. Her weha navê çîrokê jî nehatîye nivîsîn. Tenê “çîrok” hatîye nivîsîn. Li şûna wê min navê “Şewêş” li çîrokê kir.
Nivîsakarê çîrokê Fûad Temo an jî Fûadê Temo ronakbîrekî kurd e ku ji bajarê Wanê ye û kurê mebûsê Wanê Tewfîq Begê Wanî ye. Li Îstenbolê digel ronakbîrên kurdan ew jî yek ji aktîftirîn kesan e ku beşdarî kar û barên sîyasî û kulturî ya kurdan dibe. Di komele û kovarên kurdan de dixebite. Di 1912’an de ligel Qedrî Cemîl Paşa, Cerrahzade Zekî Beg û hin ronakbîrên din, li Îstenbolê yekemîn komela xwendekarên Kurdan; Civata Telebeyên Kurdan-Hêvî’yê datînin.
Wekî tê zanîn di edebîyata modern a kurdî de, yekem car çîroka modern a kurdî di 1925’an de di rojnama Jîyanewe de derket. Navê vê çîrokê “Le Xewima” ye, nivîskarê wê jî Cemîl Saîb e. Yanê me heta nuha destpêka çîroka modern a kurdî 1925 zanîbû. Lê piştî ku ev çîroka Fûad Temo derket ronahîyê, êdî yekem çîroka modern a kurdî û tarîxa destpêka wê dikare were munaqeşe kirin. Û pirsek weha derdikeve pêş me; gelo di edebîyata kurdî de, em ê destpêka yekem çîroka modern a kurdî wek tarîx 1925 û Cemîl Saîb qebûl bikin an 1913 û Fûad Temo qebûl bikin?
Kovara Rojî Kurd li Îstenbolê bi kurdî (kurmancî-soranî) û tirkî derket. Xwedî îmtîyaz û mudîrê wê yê mesûl: ‘Evdilkerîmê Silêmanîyê ye. Di bin navê kovarê de bi tirkî weha hatîye nivîsîn: “Şîmdîlîk ayda bîr neşr olunur” (Nuka mehê carekê derdikeve.) Li ser qapaxa hejmara pêşîn a kovarê rismê Seleheddînê Eyyubî, li ser hejmara 2. rismê Kerîmxanê Zend, li ser ya 3. rismê Huseyin Ken’an Paşayê Bedirxanî(1857-1913, kurê Mîr Bedirxan e, li girava Girîdê ji dayik bûye) û li ser ya 4. jî rismê bajarê Erzerûmê heye.
Her sê hejmarên pêşîn ên kovara Rojî Kurd, ji alî Cemal Xeznedar, di 1981an de li Bexdadê ji nû ve wek cild hat çapkirin. Piştre di 2005an de Ebdulla Zengene, li Silêmanîyë her çar hejmar bi hev re çap kirin. Her hejmarek wê 32 rûpel e. Ebada wê (li gor çapa nû):24,2×17 cm ye. Rojî Kurd, organa Civata Telebeyên Kurdan Hêvî (Kurd Talebe-î Hêvî Cemiyeti) bû. Ev cemîyet jî di 1912’an de li Îstenbolê hatîye damezrandin. Weşandina kovara Rojî Kurd di 1913’an de hate sekinandin, lê li şûna wê kovara Hetawî Kurd dest bi weşanê kir.
Tarîxa derketina her çar hejmaran weha ye:
1…………6 Hezîran 1329/14 Receb 1331/1913
2………..6 Temmuz 1329/14 Şaban 1331/1913
3…….1 Agustos 1329/11 Remezan 1331/1913
4…………………………………….30 Agustos 1329/1913
Bo zêdetir agahdarî binêre:
-Malmîsanij û Mahmûd Lewendî; Li Kurdistana Bakur û Li Tirkiyê Rojnamegerîya
Kurdî (1908-1981),cild-1, Weşanên Jîna Nû, Uppsala, 1989, r: 53-57
-Ebdulla Zengene, Rojî Kurd, (1913 Estemûl)Govarî Civatî” Hêvî”y Qutabyanî Kurd,
Binkey Jîn, Silêmanî 2005
(Mahmud Lewendî) / Pênûsa Nû, hejimar-2 ‘ Tîrmeh 2012.