Strana Husna Canê

Çîroka Strana Husna Canê

Gelek kilam û stranên gelêrî yên Kurdî wekî destanên jiyanê ne. Ji ber ku ev kilam û stran kêm tên lêkolînkirin, çîrokên gelek ji wan nayên zanîn. Yek ji van stranan jî strana ‘Husna Canê’ ye.

Strana bi navê ‘Husna Canê’ hema bêje tevahiya gelê Kurd dizane, lê der barê çîroka wê de kêm kes xwedî agahiyên şênber in. Gelo Husna jineke çawa bû, keça kîjan malbatê bû, ji kû bû, ji ber çi jiyana xwe ji dest da, li ser wê çima kilamek hat gotin, di çend saliya xwe de jiyana xwe ji dest da, di kîjan temenî de û çawa hat zewicandin? Bersiva van hemû pirsan birayê wê Îwko Mamadî Harçke dide. Li gorî saloxên rojnameger Fîraz Baran a di malpera ‘alevinet.com’ de weşiya, birayê Husnayê, Apê Îwko li bajarê Wuppertalê yê Almanyayê dijî. 

Husna bedew û bejnzirav bû

Apê Îwko der barê xwişka xwe de agahiyên gelekî girîng parve dike. Apê Îwko berî ku behsa Husnayê bike, diyar dike ku ew 10 xwişk û bira bûne û navên xwişk û birayên xwe wiha rêz dike: “Husna xişka me ya herî mezin bû. Piştre ez têm, Donê, Sawê, Zore, Maraş, Qalender, Hemo, Husna û Fotê tên. Navê dayika me Zebê, navê bavê me Momadî Harçke ye. Em ji gundê Bakiron a Kurecîkê ne. Gundê me ji elewiyên Kurd pêk tê.” Li ser pirsa “Husna kengî hatiye dinê? Û ji ber ku wêneyên wê jî tune ne, tu dikarî qala Husnayê bikî?” Apê Îwko bi van gotinan qala Husnayê dike: “Husna di sala 1937’an de li Bakironê hatiye dinê. Ew li gorî kevneşopiya Kurd û Elewiyan mezin bû. Rûyekê wê yê gelekî xweşik hebû. Bejna wê 1.75 hebû û bejnzirav bû.”

Çîroka bûkbûnê

Apê Îwko dide zanîn ku ji ber xweşikbûna Husnayê, ciwanan li ser wê stran gotine û di vê derbarê de jî wiha diaxive: “Gelek kesan ew dixwest. Heta ku bavê min difikirî wê bide nebiyê Bobê yê ji Kepezuşaxê. Ew roja ku wan bihata bixwesta, Îwkoyê Kistikî bi komeke mirovan re hat mala me. Sal 1956 bû. Li gel xwe Hemê Toze jî anîbû. Hemê Toze ji ber ku kesekî oldar bû her kes ji wî ditirsiya. Li wir Îwkoyê Kistikî got ku ‘Ez Husnayê ji kurê xwe Emîrxan re dixwazim.’ Bavê min bersiva ‘Min soz daye Bobê’ da. Bobê jî bi malbata xwe re hatibû. Hemê Toze jî got ‘Tu yê bidî kurê Îwo.’ Kalê min wefat kiribû û pîra min jî bi kesekî din re zewicîbû. Ew jî bi xwe re anîbûn. Ew pîra min jî xwe avêt pêyê bavê min û got ku ‘Hemo li vir e. Zarokên min çênabin. Heke tu keçikê bidî kurê Îwkoyê Kistikî dê Hemo kurekî bide min. Nexwe dê ocaxa min kor bimîne.’ Li ser van axaftinan bavê min îqna bû. Bobê jî rabû û got ku ‘We bûka min ji destê min girt’ û ji malê veqetiya.”

Êşkenceya 6 mehan

Apê Îwko dibêje ku Husnayê ev yek qebûl nekiriye û wiha pê de diçe: “Husnayê got ‘Ez Emîrxan naxwazim. Ew yekî dîna ye.’ Lê malbat îqna nebû. Di sala 1956’an de dewata wan kirin. Piştî dawetê ew birin gundê Kistikonê. Hêj Husna nezewicîbû xortan li ser wê kilam digotin. ‘Wan fîstonon la xa maka/Ba sar xa da mezi maka’ û dirêj dibe…’  Dihat gotin ku Emîrxan kesekî gelekî hesûd bûye. Ciwanan ji bo ku wî hêrs bikin ev stran digotin, ew jî ji hêrsan diçe mal û li Husnayê dixe û ev bi dehan caran dewam dike.” Tê gotin ku êşkenceya li Husnayê bi qasî 4 mehan berdewam dike û li ser vê Husna neçarî direve mala bavê xwe. Ka dema hatina Husnayê ya malê em ji devê Apê Îwko hîn bibin: “Qasî 4 mehan êşkenceyê li Husnayê dike, wê di mal de kilît dike. Her çendî Husna bixwaze bê gel me jî, destûrê nadê. Agahiya me jî ji vê tunebû. Rojekê me dît ku Husna reviye û hatiye. Tiştên lê hatibûn kirin ji me re gotin. Em hemû xwedî lê derketin. Piştre Emîrxan bi hespê hat û got ‘jina min bidin.’ Bavê min berda Emîrxan. Piştre bavê Emîrxan hat. Bi Husna û bavê min re axivî û ew îqna kirin. Husna dîsa çû gel Emîrxan. Heman tundî û êşkenceyê berdewam kir. Hêj bûkek 6 mehî bû.”

Daxwaza dawîn

Piştî Husna dîsa diçe gundê Kistikonê, ji ber zext û zilma hevjînê xwe nexweş dikeve. Apê Îwko herî dawî wiha qala xwişka xwe dike: “Piştî bavê min bihîst ku Husna nexweş ketiye, çû û ew bir Meletî û Elbistanê. Bijîşkan got ‘bi nexweşiya menenjîtê ketiye.’ Lê keçik ji diltengî û tundiyê nexweş ket. Bijîşkan jê re çare nedît. Piştî 3 mehan jiyana xwe ji dest da. Berî ku bimire, bavê min anî malê. Digot ‘Wa mi doya dinakî.’ Ji bavê min hêvî kir û got ‘Bi zorê tiştekî nekin. Keç dibe kur dibe, kê bixwaze bidin wî.’ Ev wesiyeta wê ya dawîn bû.”  

Husna Canê

Wan fîstonon la xa maka

Ba sar xa do mezi maka

Emrê min î deh û pênc solî

Da dû xa do tavo maka

Wara lê lê Husna Canê

Husna bûka Kistikanê

Dona Kistikon ba 6 monê

Wara lê lê dard gironê

Çi kiriye çi kiriye

Fîstonekî sûr kiriyê

Fîstonî ta sarî ta bixwa

Lowikê xalkê dîn kiriye

Kariyak pazî min la kartê

Bêrîciye xa la hambar tê

Ku dilî mariyon la hav du bû

Rê û yolax bar vî hav tê

Y.Ö.P

Lê Binêre

Destana Kela Dimdimê

 Hekar Sermest   Dimdim keleha Kurda ye Stêrka sibehê l’ser daye Îro li me hawar …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !