SUAT ÖZMEN
Zivistan ne wek zivistana her salîn bû. Her der ba bû, baran bû, seqem bû. Heylaaa, nizam min mezinê we çi to kiro… We ça min tenê hîşt. Vê hevoka binxêzkirî piçek kenî wî hanî.
Berdewama hevokê de ku peyva biharê dît got heywax aniha bihar hatîye çîyareşkê! Tenê mij û dumana serê we maye. Lê ew qasî jî dibe. Nizam ji behre çend mîtroya bilindtire.
Şaxê wê de aveka wisa sar diherike, meriv qet nikare destê xwe têxe nav. Kîvroşk jî qulê xwe derketinê û xwe ber tîrêjin tavê dirêjkirinê. Qey zarokek bide pey vana û ê biçe welatekî ecêp?
Erê, nav zivistana mi de bihar tê çîyareşkê. Endirr! Jîyana min hew qasî tewşomewşoyê? Lê ku min Sozdar hildaya û pê re bizewîcîma, yeqîn ha nedibûm! Ax dêlê ax, tu jî mîna cênavê xwe pirr dijwar derketî! Nav Sozdar, paşnav Kul, cênav dijwar de werê bibe evîndar?
Êêêê, de huş be yên xurifî! Temenê te pêncîye tu hê jî keçika bîst sal berêyî difikirî. Ne şerm e? Welehî min lê hez kiribû vî karî de şerm tûneye. Aniha vira bûya pelek an du pel biavêt…
Offf, van rojan dîsa bêhna min teng bûye. Ekî, dîdû! Ez neçime ba Sûzanê. Ranê we nedime ber tepa? De here lo! Vê tenêtîyê min dîn kiriyê û têr nebûye pê re jî mirdar kirîye. Nahêle çîrok jî binivîsînim.
Eva çend heftene kovar, rojname û weşenxane ji min çîrokan dixwazin. Mixabin Sozdar û Sûzan nahêlin ez binivîsînim. Xwedê kirî Sozdar û Sûzan ne yek jinin. Ez belengazê Xwedê ku yek bûna min ê çi gû bixwara!
Cardinê xwe dirêjê pênûsê kir û ser kaxizê de xûz bû. Erê aniha bihar hatîye çîyareşkê. Tenê sere wê mij û dûmane. Şaxê wê de avên sar diherikin. Hêşînîyeka bêhempa derûdorê wê kom bûye û zarokên gund delingê şalen xwe qatkirirne û van dera tirşo nelik, siping, nalê ga, xaşxaş top dikin. Gelo Zerê ya min jî wire?
Pîîî, ça wir nîne! Niha mîna dîna daye pêşîya zara û nav van avan de nav van çeman de xwelî xubarê de wir direvine wira.
Ax bîrak hebûya min vexwara ê ça xweş bûya. Zatî ewa çend rojê dixwazim lê tû carî firsend nedît derkevim derva û xwe re bîrakî bikirim. Nebêjin eva xizanê, destê wî de tine! Yek bîra min keyfxweş dike du bîra min serxweş. Ji bo wê zedê nikarim vexwim. Ku zêde jî vexwim hema zû bi zû barê xwe de dikim. Offf, bêhna genî ji min tê! Ez herim serşokê û sere xwe bişomê. Paşê têm vê çîroka gemar xilas dikim.
Na weleh nabe bileh jî nabe! Tu yê xilas kî û paşê herî serşokê û paşê jî boyê tepa rana xî herî cem Sozda na na ew çû! Tu yê herî cem Sûzanê.
Xwezila min bigotina Misto bikira. Aniha sedîsed van fikre raşhitî rizgar bibûm. Vana min zêde aciz kir. Lê belê tu yê çi bikî? Ev fikrana jî nebin jîyana min xweş nabê! Yeka fistan morî, ranek horî, memik sorî nebe jî ez nabim ez!
“Günaydın nine (rojbaş pîrkê)” Erê wele Menzeher bavo “gûnîne”! Ehmed wê rojê hanî. Xwedê arzimcî bê. Me sibe sibe sobe bi vana va vêxist.
Zerê hevaleka pirr bixwûn germe. Lê qasî ku xwîn germe ew qasîjî dîne. Ne jinbûna xwe sêr dike ne temenê xwe sêr dike ne jî xelk û alem çi bibêje, hema hişê wê avêt dike qîreqîr û xwe diavêje derva. Heta ku hal de dikeve bi zarokara dileyîze paşê tê xwe diavêje destê min û bi dijwarî min dibe dikanê. Piştê vexwarineka karbonodî diçe malê. Ax Zerê ax! Aniha jî welatê xwe ye. Du roj berê têlê min kir û got ku ezê çar roj şûnda werim.
Ez aniha derime derva û vî bajarî kolan bikolan bigerim ê ça xweş be. Çîrok, pirtûk, şiîr hwd zatî vana nizam çî yên min… Hela bêje Qolo, kê te re got bibe çîroknivîs. Kes nemabû vî zimanî rizgar ke û dewlemend ke hema ji te mabû ku te xwe mîna kera şêvin kaşî vî barî kir? Weşenxane halîkî kovar û rojname halîkî. Qey bila tiştek jî bidana min welehî ev jî tine! Zatî jinikê rûşkê vana de min berda û çû mala bavê xwe. Ji bo jina min bû nabêjim lê jinik yeka mafdar bû. Ez xwe jî nikarim qera xwe ye genî bikişînim, ê belengazê çi to bikişanda? Feqet Sozdar bûya ez ha nedibûm! Welehî ezê mîna hevsalê xwe bidilgeşî bijîyama! Lê mîna vî cîranê mine gildopildo na. Yekî çi qasî bê fême. Wê rojê li ser nêrdewana hema hema serî wî dişkênaşt û dimsê wî dîrêjand.
Paşê pênûs girt û avêt dîwêr xist ser kursî rabû sakoyê xwe avêt navmila xwe û derket ber derî. Berf hûr hûr dibarî û bigavê mezin ve xwe berda nav kolana.
Pirr çû hindik çû kolan û tax rast û çep çû. Dema ku devdorê xwe temaşe kir baxçê mizgefta mezin de serweşek dît. Hema birevî çû cem. Serweş xwe rast kir û vexwara destê xwe dirêj kir pê re jî got kerem ke pisppor û paşê jî got ez dizanim tu ji bo yê çîroka min hatîyî vir.
Vexwara wî tiştekî erzan bû û li rojnameyeka kevin ve hatibû alandin. Dema ku qurtek lêxist te digot îspîrtoye! Hema qirik gewrîyî wî gişt şewitand. Serxweş got erê pispor erê tu wisa bicirmî min û rewşa min temaşe meke. Dema ku ez neketibûm vî halî zefh dewlemend bûm. Kincên ku min carekî xwe dikir û cara duda xwe nedikir. Hevjîneka min a delal hebû û destê radmîsin du heb jî kurê min hebû. Jîyana min bi bextewarî dom dikir û diçû. Heta ku min eva ermenî naskir. Te bihistîye ne wisa? Yeka navdare yên ku van rêya de dimeşin hema hemû pê ve lê nasdikin. Navê wê Sozdar bû! Ne kurd bû lê belê nava kurda de mezin bibû. Ax ax agirekî çito bû?
Êvarekî hevalên min ketin hişê min û min birin cem wê. Wê dêlika heram. Dema ku min lê dît hema bûme dîlê wê. Te digot hemû jîyana xwe li benda wê mabûm. Bûm evîndarê wê lê keko te digot evîna wê nexweşîyeka bêderman bû. Nizam min mirîşka kê re gotibû kişt, nane kê dizîbû, çav berê namusa kê de dabû ku ev bobelîska hat min qelibî. Lê gotin tu merivekî zewicîyî meke. Zarên te hene meke. Mala te yê hilweşe meke. Derketina van nêrdewana ne dijware lê belê peya bûna vana zehf dijware. Lê tu yî ça bikî keko pirr bedew bû li min sehr kir. Çavên min girt û qedera min eks nivîsand. Heyla bila eks kere sîwar bû ya. Ça urt ocaxê min qeland û mala min belavala kir.
Lê pirr bedew bû pispor pirr! Hema wê êvarê şûnda mîna gurê har her êvar li wir bûm. Ne mal ne hal ne zar ne dinya ne jî xem tu tiştek nedihate hişê min tu şîretekî jî rê nîşanê min nedida. Dawîyê de jina min jî her du zarên min jî çûn. Ewê dêlikê min şewitand û xiste vê rewşê ku hertim mirov bi min bikenin.
Ser vê gotina serxweş ve bi keleka wî rabû û gavê xurt ve lê dûr ket. Piçek şûnda serxweş qirîya û got pispor çîroka min û jina ermenî bîr meke ha binivîsîne. Zivirî û kenî ya bi mena erê yê sere xwe ba kir. Kilamek bi zimanê xwe aland û berbi pirê gera berdewam kir.
Çaçan qîza fileye
Ax û yeman çaçanê
Zincîr qetya ket bîrê
Ax û yeman çaçanê
Ser pirê dest avête berîka xwe û meyze kir perê bîrakî tine hema hêrs ket û bi wê hêrsê ve xwe avête dolmîşê û berê xwe da taxa Zerê. Ku hat wê dere ji dolmîşê peya bû û berbi mala Zerê meşîya. Dema ku dît erse ber dere van de gog dileyzin qirîya û got min jî hilbijêrînin min jî bîr mekin hema birevî çû vir.
Pêşîyê bû parêzerê xetê ku sê gol bi serhevde xwar lîstikvanê din lê hêrs ketin û lê şandine forwedê. Hela we bidîta çi golê xweş avêt çi pasê gola da. Lê mixabin wî û taxima wî lîstika maçê wenda kirin. Tenê seyek temaşevanê maçê bû! Bi wî halî xweyî xwodanê ve ava sar vexwar nexweş ket silamet bû. Agir berê loda da û keçikek revand.
Dema ku kuncikê avahîya dîrokî zivirî Zerê û tevê hevalekê wê dît. Berê xwe berbijêr kiribûn û dimeşîyan. Bawerim derketibûnê seyranê! Qet deng nekir û bigavê sivik ve da pey vana. Ji bin ronahîya kolan de bi diçûne cîhkî. Ku çav bi nivîsa cafê ket got erê ez û Zerê em gelek caran hatine avir. Bisene bila bikevine hûndir ez jî herim ser masa vana.
Ku Zerê û hevala xwe ve runiştin hema biçarlingî ajotê ser masa vana mile Zerê şidand û got Zerê tu çi wextî hatî? Te çima xeber neda min? Em ne hevalên hevin?
Jinikê pêşî bi bandora êşê va serçavê xwe kurçimand paşê jî bixişm mile xwe bi destê wî kaş kir û got, Zerê kî ye dînê kor? Tu çi gûyî biêvar êvar min qelibîyî? Bêhna min çima teng dikî? Hah te re Zerê got û şimaqek lêxist.
Dema ku cafê derket sûretê xwe halîyê rastê mistdida. Bimiremir jî digot Zerê Zerê de bila wisa be! Tu şimaqe min xe. Ez dizanim tu Zerê yî ev jî tê ra min bese!
Bêhneka kûr kişand û got, jîyan teze xweş dibe bîra li min nexweş dibe. Ezê herim malê çîrokê xilas kim Sozdarê jî bidimê Omer û Haqan. Çîroka min ê werê weşandin. Her du camêr jî heyfa min hildin. Kê tepa ve rana xe yekemîne kê jî wê çîrokê bixwîne duyemîne.
Çîroka xwe qedand û ser masê rabû çaya xwe hilda çû odeya runiştinê. Xwe qenepe de dirêj kir û qurtek çayê xist.
Ber derî germ bû û demsal havîn bû li hûndir sar bû demsal jî zivistan bû. Tofan rabibû û berf dibarî çûçikek firî li ser darê danî. Destê xwe xiste berîka xwe û got ez vê jîyanê de bi…
Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com