Civata Azadiya Kurd

Civata Azadiya Kurd

Zinar Soran

Piştê ku Mustafa Kemal Atatürk derbasê Kurdistanê dibe, ew bi dijwarî li dijî tevgera Kurdistanê û komeleyên Kurdan dest bi xebatê dike. Bi taybetî piştê ku “Quway-i Mîlliye” (Hêzên Neteweyî) li hember Yewnaniyan bi ser dikevin, zilm û zordariya Mustefa Kemal ya li dijî muxalefeta Tirkiyê û her wusa li hember komele û pêşengên Kurdan jî gellek dijwartir dibin. Komeleyên Kurdan li hember wan êrîşan neçar dimînin ku xebat û çalakiyên xwe rawestînin. Hinek pêşengên Kurdan jî direvin dervê welêt.

Ev jî dide diyarkirin ku tevgera Kurdî û pêşengên wê, xwe ji bo dijminatî û berberiyekî wusa re amade nekiribûn; bê keys û fersend hatibûn girtin. Gava ji aliyê hinek pêşengên Kurdan bi derengî be jî hate dîtin ku Mustefa Kemal tu mafê nade Kurdan û bangeşeya “Biratiya Tirk û Kurdan” tenê ji bo xapandina Kurdan e, dest bi ramîn û hewldana sazkirina rêxistinekî îllegal hate kirin. Di encama wî hewldanê de, rêxistinek îllegal bi navê “Azadî” hate damezirandin. Li gor ku Zinar Silopî dinivîse; her ku Mustefa Kemal li hember dîn û ber bi bêdîniyê ve gav davêt, rewşenbîrên Tirkû Kurdan jî xwe li dora şexsiyetekî bi rûmet, serokê eşîra Cibran Mîralay Xalid Beg dicivandin û di sala 1922’an de, di maneya serxwebûnê de bi navê “Azadî” rêxistinekî îllegal damezirandin.

Serbaz û ronakbîrên Kurdên ku rêxistina Azadî saz kiribûn, ji bo bidestxistina serxwebûna Kurdistanê rêxistinekî leşkerî ya ku bikaribe bigihîje vî armancê pêwîst didîtin û ji bo pêkanîna vî vatiniyê dixebitiyan. Îhsan Nûriyê Bedlîsî, Mulazim Îsmaîl Heqqî Şawêş (Şaweys) ê Silêmanî, Xurşîtê Hertûşî hinek ji wan serbazên Kurd yên endamên vî rêxistinê bûn. Îsmaîl Heqqî Şawêş li ser talîmata navendiya Erziromê, vatiniya ku li hinek derên Kurdistanê rêxistinê pêş ve bibe dide ser milên xwe û tê Diyarbekirê.

Bi beşdariya Cemîl Paşazade Qedrî, Cemîl Paşazade Qasim, Dr. Fûad, Av. Mehemed Efendî, Bavê Tûjo -Hecî Extî-, Cemîl Paşazade Ekrem û hinek hevalên wan, li Diyarbekirê liqa Azadî tê sazkirin. Peywendiyên nava liqa Diyarbekirê û navenda Erziromê bi dest û bi riya serokê liqa Darahênê, Teyîb Elî dihate danîn (1).

Li ser tarîxa damezirandina rêxistina “Azadî” û navê wê, dîtinên cihê hene. M. S. Lazarev li ser haziriya vî rêxistine dinivîse ku Xalid Beg û serbazên Kurd ên di alaya wî de bûn, di sala 1920’an de dest bi bangeşeya serxwebûna Kurdistanê dikin. Ji bo ku li hember biryarên “Mîsaq-î Mîllî” (Sonda Neteweyî) ku erdên Bakurê Kurdistanê jî dixist nav sînorên Tirkiyê, xebatekî bi rêxistinî pêk bîne, Xalit Beg serokeşîr û şêxên Gimgim (Warto), Kanî Reş (Karliova), Melazgirt, Bulanix û Xinisê dibîne û bi wan re digihîje encama ku dema rizgarkirina gelê Kurd hatiye.

Pêşengên Kurdan di vî baweriyê de bûn, ku ew wê bi bangeşeya şiyarkirina neteweyî û serhildanekî çekdarî welatê xwe rizgar bikin. Wan ji aliyekî êşîrên ku hevalbendên wan bûn bi çek dikirin û ji aliyê din jî, ji xelkê daxwaz dikirin ku ew kincên Kurdî li xwe bikin, bi Kurdî bixwînin û binivîsin. Her wusa Xalid Begê Cibranî berhemên nivîskar û siyasetmedarên Kurdên wek Mela Ehmedê Cizîrî, Ehmedê Xanê û hwd. belav dikirin.

Xalit Begê Cibranî di havîna 1920’an de, bi endamên “Kurdistan Tealî Cemiyetî” Ebdulqadir û Evdirehîmê Hekkarî re têkiliyan datîne. Ew bi riya wan, têkiliyê bi mebûsê Meclîsa Tirkiyê Yûsif Ziya û hevalbendên wî re jî datîne. Xalid Beg, Yûsif Ziya û hevalên wan li ser muraceata Koma Neteweyan û hewldana serxwebûna Kurdistanê li hev dikin (2).

Li gor ku M. A. Gasaratyan dinivîse; komên Kurdan yên îllegal di Gulana 1923’an de, di pêşengiya “Kurdistan Îstîklal Komîtesî -Azadî-” de, derfetên yekitiyê pêk anîn. Ev rêxistin îllegal bû; ji komikên ku ji pênc kesan û bi dizî pêk dihat. Her endamekî di komika rêxistinê de, xwedî navekî rêxistinî û payeyekî bû. Hew kesên di nava komikê de hevdu nas dikirin û tenê yekê ji wan têkilî bi endamekî ji komika din re didanî (3).

Martîn Van Bruinessen jî li ser damezirandina Azadî wusa dinivîse: “Azadî li Tirkiyê, di sala 1923’an de hatiye damezirandin. Ji rêxistinên berê bi temamî cihê hatibû avakirin. Kadroyên kargêr ne ji esîlzadeyên bajarî (ji dervê çend kesan pê ve) ji leşkerên xwedî tecrûbe pêk dihatin. Navenda rêxistinê ne li Stenbolê an jî li Enqerê bû, li Erziromê bû, ku kolordiya 8’an jî li wir bû. Berpirsiyarê navendî, Xalid Beg, di dibistana Alayên Hemîdî de -Ebdulhemîdê II. Vekiribû- xwendibû. Ji ber ku perwerdehiya bajêr dîtibû, li gor ên din bêtir neteweperwer bû. Yûsif Ziya Beg jî parlamenterê Bedlîsê bû. Ji ber vî yekê jî, bê ku bal bikşîne dikarîbû bigeriya û têkilî daniya.

Rêxistinê haziriyên xwe yên destpêkê, di nav serbazan de meşand. Ji her aliyên Kurdistanê, têkilî bi kesên xwedî nufûz re danî. Ji bo ku di sala 1923’an de hilbijartin di rojevê de bû, Yûsif Ziya bi behana hilbijartinê bi hêsanî têkilî didanî” (4).

Li gor ku Zinar Silopî û Dr. M. Nurî Dersîmî dinivîsin, “Azadî” di sala 1922’an de hatiye damezirandin. Di vî warê de û li ser liqên vî rêxistinê Nûrî Dersîmî wusa dinivîse:

“Bi armanca parastina mafên Kurdan, di sala 1922’an de, di serokatiya Mîralay Xalid Begê Cibranî de û bi beşdariya mebûsê Bedlîsê Yûsif Ziya û gellek serbazên Kurdan, li Erziromê bi navê “Kürd Îstîqlal Cemîyetî” partiyek hatibû damezirandin. Armanca serbaz û ronakbîrên Kurdên hevalbendiya vî partiyê dikirin, rêxistinekî li seranserê Kurdistanê şaxvedayî pêkanîn bû.

Li Bedlîs, Darahênê, Elezîz, Diyarbekir, Ruha, Sêrt û li gellekî cihên din liqên partiyê hatibûn damezirandin” (5).

Li gor Robert Olson dinivîse; endamên “Kürd Teşkîlat-î Îctîmaîye Cemîyetî” di damezirandina “Azadî” de, rolekî aktîf lîstine. Navê vî rêxistinê di destpêkê de “Civata Azadiya Kurd” bû. Bi dû re bûye “Ciwata Xweseriya Kurd”. Li gor raporên serbazên Kurd ên ku di 4’ê Îlona 1924’an de serhildana Beytulşebabê amade kiribûn, Azadî di 1921’ê de hatiye damezirandin.

Ew pênc serbazên ku fîrar kiribûn û agahî dabûn Îngilîzan, ev bûn: Elî Zekî îbn Welî, Îsmaîl Heqqî Efendî îbn Mehemed Elî (Mûsil), Îhsan Beg îbn Nûrî Beg (Bedlîs), Tewfîq Efendî îbn Hesen (Mêrdîn) û Ehmed Rasîm Efendî îbn Mikdal (Çan). Ew hemî di Ordiya 7’an, Tumena 2’an û Alaya 8’an de serbaz bûn (6).

Yek ji wan roporên serbazên Kurdan jî di pirtûka Ahmet Mesut de hatiye weşandin. Di vî raporê de, li ser koka rêxistinê, sedemên vî tevgerê, bîr û baweriyên Kurdan, 33 liqên “Azadî” û endamên wî yên girîng hatiye rawestîn. Serbazên Kurdan, sedemên vî tevgerê û siyaseta ku dewleta Tirkiyê li hember Kurdan meşandiye jî bi 11 xalan diyar kirine:

  • 1) Qanûnekî nû ya ku di derheqê eqeliyetan de û vî gavê ji bo xiristiyanan tê bikaranîn, niyeta hukûmeta Tirkan derdixîne holê ku ew dixwazin nufûsa Kurdan ya li wîlayetên Rojhilatê bi tevayî buguhêzin Rojavayê Anadolê û koçerên Tirkan û kesên ji nîjada Tirkan di cihên wan de bi cih bikin. Bi vî awayê, navbiriya “Şirîta Turaniyê” ya ku di nava Derya Sipî û Qafqas û Turkîstanê de ji holê bê rakirin.

Li gor kesên ku agahdariyê didin, weka destpêka vî planê, gellek ronakbîrên Kurdan ji niha ve ji Rojhilata Anadolê hatine rakirin û koçerên Tirkan di cihên wan de hatine bicihkirin.

  • 2) Bi rakirina Xelîfetiyê ji aliyê hukûmeta Tirkan ku ev yek ji wan çend pêwendiyên di navbera Tirk û Kurdan de mabûn, ji holê hate rakirin.
  • 3) Di dadgeh û dibistanan de, ziman tenê bi tirkî sînorkirin û di dibistanan de qedexekirina zimanê Kurdî. Ev tedvîrên ku li gor dilê Tirkan, dihatin wî watê ku di pratîkê de êdî di nav Kurdan de hînkirin bi tevayî ji holê radibû.

Tirkan medresên olî yên Kurdan jî girt ku ew ji bo Kurdan avayiyên dawî yên hînkirinê bûn. Tevlî vana hemî gavavêtinên zordarî, li her derê Kurdistanê baca hînkirinê jî tê stendin.

  • 4) Bêjeya “Kurdistan” ji hemî pirtûkên hînkirinê hatiye derxistin û li seranserê welêt navên cografîk ên Kurdî hêdî hêdî bi navê Tirkî tên guherandin.
  • 5) Memûrên payebilind weka walî û muteserrifên tên Kurdistana Tirkiyê, bê îstisna hemî Tirk in; qaymeqam nêzê nîvî Tirk in û nîvî Kurd in. Her çiqas piraniya memûrên biçûk Kurd bin jî, Tirk di hilbijartina wan de, bi taybetî kesên ku bêhna welatparêziya Kurd ji wan tê nagrin kar, ev pirr balkêş e.

Kurd di vî baweriyê de ne ku Kurdistana Tirkiyê wîlayetên Erziromê, Erzîncanê, Bedlîsê, Wanê, Diyarbekirê û Xarpêtê digre nav xwe, her wusa wîlayeta Hekkariyê divê têkeve ser.

  • 6) Tevlî ku bac salê ji carekî bêtir tê xwestin jî, tu feydeya bacên tên dayin, nayê dîtin. Bê bertîl û ruşwetê, di dadgehan de edalet bi tu awayê pêk nayê.
  • 7) Di hilbijartina mebûsên ku ji bo Meclîsa Neteweyî ya Tirk de, hukûmet destdirêjiyê dike. Mebûs ne bi îradeyekî azad ya gel, bi fermandariya hukûmeta Tirk tên “hilbijartin”.
  • 8) Ji bo ku yekitiya neteweyî û hêza berxwedana li hember kiryarên hukûmetê pêk neyê, hukûmet siyaseta ku her gav eşîrên Kurdan bera hev dide, dimeşîne.
  • 9) Ji bo xwestina bacê û alîkariyê, leşker digrin ser gundên Kurdan, heywanên wan talan dikin û bertîlê ji wan distînin.
  • 10) Di sicîl û dosyayên leşkerî yên Kurdan de, suîstimalî tê kirin û ji bo karên pîs û xerab Kurd tên hilbijartin.
  • 11) Hukûmeta Tirk bi alîkariya rastmalê Almanan, hewl dide ku dewlemendiya xwezayî ya Kurdan talan bike” (7).

Di vî rapora ku ji Îngilîzan re hatiye pêşkêşkirin de, liqên rêxistina Azadî, endam û berpirsiyarên wî yên girîng jî wusa hatine nivîsîn:

Erzirom (Navenda Wê)

  • Mîralay Xalid Beg (Serokê rêxistinê; Qumandarê berê yê garnîzona Erziromê; niha li Qersê tucar e)
  • Qaymeqam Selîm Beg
  • Qaymeqam Kazim Begê Biçûk
  • Mîralay Raxip Begê Biçûk
  • Heci Mewlûd an jî Hecî Dûrsun Efendî (Ji giregirên Erziromê)
  • Qeymeqam Arif Beg (Niha qeymeqamê Xinisê ye)
  • Ebdulxuda Cafer Beg
  • Arslan Beg (Ev her du birayên hev in)

Stenbol

  • Seyid Ebdulqadir Efendî (Serokê Liqê)
  • Ebdurehîm (Parêzer)

Qers

  • Yuzbaşi Tewfîq Efendî (Serokê Liqê)

Bazîd

  • Şêx Îbrahîm (Serokê Liqê)

Zêdikan

  • (Di belgeya orjînal de, nav nehatiye nivîsîn)

Milazgir

  • Kor Husên Paşa, ji eşîra Heyderan(Serokê Liqê)

Gimgim

  • Xalid Beg (Serokê Liqê; divê bi serokê Cemiyetê ve tev li hev nebe; serokê Kurdên Hesenan, Mîralayê eşîrekî)

Xinis

  • Ruştu Efendî (Serokê Liqê)
  • Yuzbaşi Raşîd Efendî

Mûş*(Di belgeya orjînal de nav nehatiye nivîsandin)

Bedlîs

  • Yuzbaşi Ziya Beg (Mebûsê berê; Serokê Liqê)
  • Bînbaşi Hecî Hesen Beg
  • Evdurehman Axa (Şirnex; niha li Sêrtê girtî ye)
  • Hecî Dûrsun Axa (Mûş)

Wan

  • Mele Ebdulmecîd Efendî (Birê Mele Seîdê Kurdî; Serokê Liqê)
  • Sadûn Beg (Karahîsar; serokê eşîra Hesenan)
  • Bînbaşi Arîf Beg (Şemsekî; Serokê eşîra Şemsekiya)
  • Elî Beg (Birayê Arîf Beg)
  • Nîşe: Kesên ku agahdarî dane bîhîstinê ku Mele Seîdê Kurdî yê bi nav û deng, di rojên destpêka Îlonê de, ji bo ku ji ser Bedlîsê were Wanê, ji Stenbolê derketiye.

Sêrt

  • Yuzbaşi Îhsan Beg (Serokê Liqê)
  • Hecî Ebdullah Efendî (Tucar)
  • Derwêş Beg (Mufetîşê Gumrugê)
  • Qaymeqam Rezzaq Beg (Vê gavê qaymeqamê Bîlecîkê ye; hukûmetê ew şandiye Anadoliyê)
  • Mîralay Weyis Beg (Teqawid)

Şirnex

  • Suleyman Axa (Serokê Liqê; ji êşîra Hecî Beyra)

Cizîr

  • Hecî Dûrsun Efendî
  • Ebdulwusab Efendî
  • Ebdulmutalîb Efendî (Mudûrê nehiya Silopî)

Diyarbekir

  • Cemîl Paşazade Ekrem Beg (Serokê Liqê)
  • Doktor Fûat Beg
  • Ebdulxenî Beg
  • Doktor Nafîz Beg
  • Bînbaşi Mustefa Beg
  • Qaymeqam Adem Beg (Desteya siwarî ya yekem; ji Diyarbekirê; weke neteweperwerekî bi rûmet tê naskirin)

Mêrdîn

  • Hecî Xidir Efendî
  • Qaymeqamê Dêrsimê Qadir Beg (Ji Mêrdînê şiyandin Dêrsimê)

Ezirgan

  • (Di belgeya orjînal de nav nehatiye nivîsîn)

Xarpêt

  • (Di belgeya orjînal de nav nehatiye nivîsîn)

Dêrsim

  • Kangorzade Elî Heyder (Serokê Liqê) (8).

Îsmaîl Heqqî yek ji wan serbazên Kurdan bû ku beşdarê hewildana serhildana Beytulşebabê bibûn. Raporek wî ya li ser serhildana Şêx Seîd, di kovara “Troşak” de hatiye weşandin. Her çiqas, hinekî agahdariyên ku ew dide dibe ku ji rewşa objektîf bêtir hatibe mezinkirin jî; ji bo kesekî rasterast di nava wan bûyeran de bû, hêja ye ku mirov li ser agahdariyên ku ew dide raweste. Ew di vî rapora xwe de, li ser damezirandina “Azadî” wusa dinivîse:

“Netewa Kurd ku her dem di bin êrîşên Tirkan siyaseta wan ya qirkirinê de dinaliya, li dora pêşengên xwe civiyan. Daxwazkirina doza gelê Kurd û bidestxistina vî vatiniyê, bi yekdengê dan serokê eşîra Cibran Xalid Beg. Xalid Beg, cara yekem di çiriya pêşîna 1920’an de, bi awayekî bidizî û navendiya wê li Erziromê, Komîteya Azadiya Kurdistanê damezirand. Komîteyê, armanca rizgarkirina ji bin destên Tirkan û bidestxistina serxwebûnê dabû pêşiya xwe.

Komîteyê di nav çend mehan de li gellek bajaran liqên xwe damezirand û li her derê Kurdistanê belav bû. Bi Dêrsimiyan re têkilî danî. Karên komîtê ya destpêkê bû weşandina weşanên Kurdî. Bi vî awayê gellek pirtûkên Kurdî hate weşandin û dest bi hevdana wêjeya bi devkî kir. Komîteyê têkilî ne hew bi serokên eşîran re, her wusa bi şêx û meleyan û bi taybetî bi xwendekarên Kurdên di dibistanên Tirkan de, bi serbazên Kurdên di ordiya Tirkan de û bi memûrên Kurdên ku di daîrên dewletê de bûn re jî, danî.

Beşê danûstendinê yê Komîteya Kurdan gellek xurt û bi rêk û pêk bû. Komîteyê, biryarên ku li Enqerê û li dijî hebûna neteweyê Kurd dihate girtin, berî ku têkeve pratîkê dibîhîst, digîhand kesên pêwîst û bala wan dihate kişandin. Di vî warê de, fedakarî û canbêzariya xwendekar, serbaz û memûrên Kurdan hêjayê pesindan û hurmetê ye. Di tevgera rizgarîxwaziyê de, ulemayên Kurdan fedakarî, sirgirtina bi zanebûn û sedaqetekî mezin nîşan dan.

Hemî armanca xebatên neteweyî yên komîteyê ew bû ku nîşanê Kurdan bide ku ew çanda xwe ji bîr nekin, siyaseta Tirkan ya “Xwîn û Hesin” raxînin ber çavan û bi çi bihayê dibe bila bibe, divê Kurd ji bin nîrê Tirkan rizgar bibin û Kurdistanekî serbixwe damezirînin” (9).

Garo Sasunî jî, li ser damezirandin û hin berpirsiyarên “Azadî” wusa dinivîse:

“Gava Kurdan dîtin û têgihiştin ku êdî ew li hemberê dewleta nû ya Tirkan tenê mane, Îslambûyina wan, ew alîkariyên ku berê ji Tirkan re kiribûn nayên ber çavan û bi ser de jî tehlûkeya “Tirk” hew berê xwe dide wan; di çiriya paşîna 1920’an de, di bin berpirsiyartiya serokê eşîra Cibran Mîralay Xalid, Mebûsê Bedlîsê Elî Riza, Kemal Fewzî Beg û Şêx Seîdê Neqşîbendî yê navdar de hewl dan ku rêxistinekî hundurî damezirînin. Vî rêxistinê di nava neteweya Kurd de hêdî hêdî şax da û di nav xebata çend mehan de, weke organîzasyonekî mukemmel, tevayiya Kurdistanê hembêz kir” (10).

Di vir de, wusa diyar e ku Garo Sasunî navê mebûsê Bedlîsê Yûsif Ziya û birayê wî Elî Riza tevlihev kiriye. Elî Riza birayê Yûsif Ziya bû û yek ji wan serbazên Kurd bû ku di hewldana serhildana Beytulşebabê de cih girtibû.

Li ser berpirsiyartiya Kemal Fewzî jî yekfikirî tuneye û nêrînên cihê hene. Gava Profesor M. A. Hasratyan vegotina amadekirin û birêvebirina serhildana Şêx Seîd dike, wusa dinivîse: “Beriya her tiştê, weka ku me li jor jî dît, ên ku serhildan amade kiribûn ne şêx bûn; di serî de Mîralay Xalid Begê Cibranî, rojnamevan Kemal Fewzî, Dr. Fûad, kesên din ên giregirên Kurdan bûn; bi pêşengiya rewşenbîrên Kurdan Komîteya Azadî ava bû” (11).

Malmîsanij di derheqê endametiya Kemal Fewzî de, zêde ne bawer e. Li gor wî, teva ku di hinek çavkaniyan de tê diyar kirin ku Kemal Fewzî endamê “Kürd Îstîqlal Cemîyetî” bû jî, mirov di vî warê de nikare bigihîje hukmekî misoger (12).

Ji îfadeya Kemal Fewzî ya “Dadgeha Îstiqlalê” tê zanîn ku ew pênc-şeş mehan li cem Simko maye. Her wusa em dizanin ku di wê demê de têkiliyên serokê “Azadî”yê Xalid Begê Cibranî û Simko bi hev û du re hebûn. Mebûsê Gencê Hamdî Beg di 17’ê Hezîrana 1924’an de bi telgrafekî, têkiliyên Xalid Beg û Simko îxbar dike. Ew di vî telgrafê de wusa dinivîse:

“Serokeşîr Xalid Begê Wartoyî ku li Erziromê ye, bi mebûsê Erziromê Suleyman Necatî Beg û hevalên wî re li hev kirine. Ew, bi Simkoyê Kurd ê ku ji bo xizmetkirina armancên xerab ên Îngilîzan li sînorê Wanê serî hildaye û wek mirovekî tarî tê naskirin re, ji bo serxwebûnê li Bedlîsê, Mûşê, Gencê û derdora wan, bi dizî danûstendinê dikin” (13).

Li ser têkiliyên Xalid Begê Cibran û Simko, Ehmed Teqî jî agahdariyekî girîng dide. Dema ew vegotina nameya Xalid Beg a ku ji Simko re şiyandibû dike, wusa dinivîse: “Di dawiyê de Xalid Beg wusa kerem kir: Ji bo tu vî name û şîfreyê bi dizî bigihijîne Îsmaîl Axayê Simko, ez van gotinan dibêjim. Ev kar jî, hew dikare bi riya te pêk bê. Ji ber ku baweriya Tirkan bi te heye. Ji Îsmaîl Axa re bibêje ku bila ew jî li aliyê xwe hevkariyê bêtir bike û hewl bide ku têkiliyê bi Rûsan re deyne.

Belkî ew alîkariya me bikin. Min name û şîfre girt, xatir xwest û dû re ez hatim Sariqamîşê. Ji wir, ji bo ku ez herim cem Îsmaîl Axa, pişt re jî mezbeteya mebûsiyê bigrim, ber bi aliyê başûr hatim Wanê. Îsmîl Axa, li gundekî nêzê Îranê, yê bi navê Başqaleyê ku berê yê Ermeniyan bû, dima. Gava ku ez çûm cem wî, Reşîd Cewdet jî li wir bû. Min hemî gotinên ku Xalid Beg gotibûn pêşkêş kir, name û şîfrê da wî. Îsmaîl Axa ji min re pirr sipas kir. Reşîd Cewdet jî got ku bi rastî Kak Ehmed layiqê pesindanê ye” (14). Yek ji wan kesên ku li ser “Azadî”yê û tevgera wê nivîsandiyê jî M. Şerîf Fırat e.

Tevlî ku wî bi bîrûbaweriyek Kemalîst nivîsandiye jî, mirov dikare ji hinek agahdariyên wî îstifade bike. Li gor ku ew dinivîse; di havîna 1920’an de li Stenbolê Xalid Begê Cibranî û serokê “Kürdîstan Tealî Cemîyetî” Seyîd Ebdulqadir û Evdirehîmê Hekarî li hev dikin. Bi riya wan, mebûsê Bedlîsê Yûsif Ziya û hevalên wî dibîne û biryar didin ku ji Koma Neteweyan doza mafên xwe yên netewî bikin.

Xalid Beg ji axa, mele û muxtarên gundan nivîsên mohrkirî distîne û wan ji “Kürdîstan Tealî Cemîyetî” re dişîne ku bi destên Nemrûd Mustefa û Şerîf Paşayê Kurd bigihîje Koma Neteweyan. Piştê ku Xalid Begê Cibranî dişînin Erziromê, ew bi dizî li her alî dest bi haziriya serhildanê dike. Xalid Beg bi çend serbazên ji Kerkûk û Silêmaniyê bûn û li kolordiya Erziromê diman, li hev dikin û di sala 1921’an de têkiliyan bi “Kürdîstan Tealî Cemîyetî” û Yûsif Ziya re germtir dikin. Yûsif Ziya ji ber vî muxalefetê, ji Meclîsê tê avêtin.

Ew bi muxalefên Mustefa Kemal ên li Enqerê û Stenbolê re têkiliyan datîne; nerînên wan û daxuyaniya “Kürdîstan Tealî Cemîyetî” ji Xalid Begê Cibranî re dişîne Erziromê. Xalid Beg wan di ber çavan re derbas dike; nêrînên xwe yên di wî warê de dixe ser û ji gellekî şêx, axa, mele û giregirên Kurdan re dişîne. Xalid Begê Cibranî û Şêx Seîd, di Bihara 1922’an de, li Eziromê bi rojan li ser tevger û serîhildanê dipeyivin.

Di bihara 1924’an de jî, mebûsê berê yê Bedlîsê Yûsif Ziya di ser riya Stenbol-Enqerê re tê Erziromê û hefteyekî dibe mêvanê Xalid Beg. Li wir, ew digihîjin vî baweriyê ku divê eşîr bên biçekkirin û amadekirin; bi riya Simko û Şêx Mehmûdê Berzencî alîkariya Îngilîzan bê temînkirin; biryarnameyên xelkê di ser Sûriyê re ji Koma Neteweyan re bên şiyandin û dû re ji aliyê Şêx Seîd riya serhildanê bê vekirin.

Yûsif Ziya bi vî biryarê û nameya Xalid Beg dihere Xinisê, gundê Qolhîsarê, mala Şêx Seîd. Şêx Seîd jî vî biryara wan îmze dike. Yûsif Ziya nameyekî Şêx Seîd jî digre û diçe cem gellek serokeşîr, mele û giregirên Kurdên Goksu, Tekman, Gokoxlan, Kanî Reşê û Wartoyê. Yûsif Ziya biryar û îmzeyên Şêx Seîd û Xalid Begê Cibranî nîşanê wan dide û li ser rewşê agahdariyê dide wan (15).

Di payiza 1924’an de, Yûsif Ziya vedigere Stenbolê û li wir endamên “Terakkîperver Cumhuriyet Firkasi” û hinek muxalifên din yên Mustefa Kemal dibîne (16).

Têbinî û çavkanî:

  1. Zinar Silopî, Doza Kurdistan, Öz-Ge Yayınları, Ankara 1991, r. 85- 86.
  2. M. S. Lazarev, Yeni ve Yakın Çağda Kürt Hareketleri, Weşanên Jîna Nû, Swêd, Îlon 1991, r. 131.
  3. Yê ku ji Metin Toker, Şeyh Said ve İsyan, Akis Yayınları, Ankara, 1968, r. 165 neqil dike: M. A. Gasaratyan, Yeni ve Yakin Çağda Kürt Hareketleri, Weşanên Jîna Nû, r. 165.
  4. Martin van Bruinessen, Ağa, Şeyh ve Devlet, Öz-Ge Yayınları, Ankara, r. 348- 349.
  5. Dr. Vet. M. Nuri Dersimi, Kürdistan Tarihinde Dersim, Ani matbaası, Helep- 1952, r. 173.

Li gorî Zinar Silopî, “Azadî” di sala 1922- an de hatiye damezirandin. Binere: Zinar Silopî, berhema navê wê derbasdibe (b.n.d.) r. 85.

  1. Robert Olson, Kürt Milliyetçiliğinin Kaynakları ve Şeyh Said İsyanı, Öz-Ge Yayınları, Ankara, çirya paşîn 1991, r. 72.
  2. Ahmet Mesut, İngilîz Belgelerinde Kurdistan 1918- 1958, Doz Yayınları, İstanbul, gulan 1992, r. 143- 144.
  3. Ahmet Mesut, b.n.d, r. 147- 148.
  4. Yê ku ji Troşak, çeleya pêşîn ya 1925, hejmar: 6 -248- û çirya paşîn 1926, hejmar: 1-249- neqil dike: Garo Sasuni, Kürt Ulusal Hareketleri ve Ermeni-Kürt İlişkileri (15. yy`dan Günümüze), Weşanên Orfeus, Stockholm, 1986, r.171.
  5. Garo Sasuni, Kürt Ulusal Hareketleri ve Ermeni-Kürt İlişkileri (15. yy`dan Günümüze), Weşanên Orfeus, Stockholm – 1986, r.170- 171.
  6. Prof. M. A. Hasretyan, Dr. K. M. Ahmad, M. Ciwan, 1925 Kürt Ayaklanması – Şeyh Sait Hareketi- Jîna Nû Yayınları, Uppsala, adar 1985, r. 31.

Li gorî Uğur Mumcu; Seyid Ebdulqadir, Kemal Fewzî, Qedrî Cemîl Paşa, Qasim Cemîl Paşa, Dr. Fûat, Av. Mehmet (Hecî Extî, Teyîb, Yûsuf Ziya û serokê eşîra Hesenan Xalid Begê Hesenî jî endamên vê rêxistinê bûn. Binere: Uğur Mumcu, Kürt- İslam Ayaklanması, Tekin Yayınları, Ankara, 1991, r. 56.

  1. Malmisanij, Bitlisli Kemal Fevzi ve Kürt Örgütleri içindeki Yeri, Stockholm, çeleya paşina 1993, r. 49.
  2. Yê ku neqil dike: Uğur Mumcu, b.n.d, r. 65.
  3. Yê ku ji Xabatî Gelî Kurd Lê Yaddaştekanî Ehmed Teqî da, r. 79- 80 neqil dike: Malmîsanij, b.n.d, r. 49.
  4. M. Şerif Fırat, Doğu İlleri ve Warto Tarihi, çapa pêncan, Türk Kültürü Araştırma Enstitüsü Yayınları, Ankara, 1983, r.156- 166.
  5. Yê ku ji A. M. Hamilton, Road Through Kurdistan, London 1927, r. 295- 296 neqil dike: Prof. M. A. Hasretyan, 1925 Kürt Ayaklanması – Şeyh Sait Hareketi, r. 8.

Ji bo vê behsê binere: Dr. Vet. Nuri Dersimi, b.n.d,r. 174.

Lê Binêre

Rûpelêk ji Dîroka Kevnar -I-

 Sıraç Oğuz Kurdistan di warê avakirina şaristaniyê da welateke herî kevnare. Li rojhilata Navîn, Kurd …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !