1. Bastêq
Bastêq an jî bastiq, pêstîlê ku ji tirî an tûyan tê çêkirin.
Çêkirina bastêqê
Çêkirina bastêqê karekî gelek bi zehmet e. Ji komkirina tiriyan heta qeşartina bastêq gelek gav pêwîst in.
Kelandina ava tiriyê
Berî her tistî tiriyê ku di bax û baxçeyan de di mehên îlonê de têne qutkirin. Torbeyên ku avê berdidin derve bi ew tiriyên qutkirî tên tijîkirin. Di pişt re meriv pê li wan torbeyan dike da ku ava tiriyan jê derkeve, ew av jî piştî tê fîltrekirin di zarikên mezin de tê komkirin.
Binê zarik agir pê dixin da ku av bikele û bitemize. Da ku zûtir bitemize kef tê dayîn. Dema ku av kefdan dibe zarik ji agirê tê rakirin, ji ber ku heger ava tiriyê ne kefdan be wê basdêq şêrîn nabe û dirdirkî dibe.
Şîre
Bi vê şerbeta ku bi vî awayî çêdibe re dibêjin şîre. Piştrev bi leganên mezin tê rakirin. Şîre dema ku sar dibe carekî din tê kelandin, lê vê gavê kesekî xort gerez hertim şîreyê li hev bixe.
Li ser alanekî duz de bezên paqij têne raxistin û serbet li ser wan de tê rijandin. Dema ku şerbet li ser bezan hat rijandin, şerbet bi tetikekî tê belav kirin da ku qalindabûna şerbetê wekhev be.
Qeşartina bastiqê
Ew çarên ku şerbet li ser wan hatiye rijandin şevekê wisa dimîne da ku şerbet bi hişkbûna xwe re bibe bastêq.
Sibê ew bêz têne komkirin û ber bendan têne girêdan. Qasî saetekê bez wisa dimînin û pistrev bastiq ji bezan têne qeşartin. Da ku qeşartina bastiqan hêsantir bibe meriv bezan (binê bastiqan) hindik hêmî dike. Dema ku bastiq hat qeşartin meriv parçe parçe dibire û parçeyan datîne ser hev. Pistrev ev bastiq di sandoqan de ji boy zivistanê têne vesartin.
Di zivistanê de bi fisqek, nûk yan jî bi mast tê xwarin.
2. Şîrbirinc
Şîrbirinc, şîrizmok, şorbeşîrîn, şorbeşîr, gulol cure şîraniyek ji pêjgeha kurd û balkanî ye. Herwiha ereb, suryanî, romî (tirk) jî dixwin û li Ewropayê jî navdar e.
Gelek cureyên wê hene lê berkeliya wê ya sereke her şîr û riz (birinc) e.
Şîrbirinca Melediyê
Berkeliya wê:
- 1,5 stekan (qedeh) riz
- 1 kg şîrê sar
- 1 lt av
- 2 kevçî ardê (arvanê) rizê
- 2,5 kevçî şekirê hêrayî
- Darçîn (bi latînî: Cinnamomum)
Amadekirin
Riza xwe bişon û bi lîtreyek ava xwe bidin ser agir. Heya ava xwe kişand bikelînin. Şîr bedin ser, carek ducaran tevdin, bikelînin. Di tasekê de ardê birincê bi stekanek avê tevdin. Ji şîrê dikele bi qasî heskek bigirin berdin tasê. Ango divê ardê we yê birincê hinekê germ bibe. Tasa xwe berdin quşxaneyê bi tevdanê 10 deqe bikelînin.
Şekira hêrayî berdin keliya xwe û heya du car kef pê hat bikelînin. Di vê navberê de bêrawestan tevdin. Gulol êdî amade ye, berdin tasan û bînin ser destexaneyê (sifreyê). Helbet beriya xwarinê, darçînê pê werbikin.
3. Helaw
Helaw, helwa xwarineke ji koma şîraniyan e, di pêjgeha kurd û gelên rojhilata navîn de navdar e.
Tê gotin ji ereban belav bûye û peyva helwa (حلوى “Halwa”) bi erebî tê wateya “ya rindik, xweşik”. Îhtîmalek e ku helaw bêjeyeke îranî be ji îraniyan, bi pejirandina îslamê ve derbasê ereban û herêmê bûbe. Lêkolîneke zanistî nehatiye kirin.
Helawên pêjgeha kurd û yên li Kurdistanê tên xwarin
- Helawa zeyê
- Helawa zivistanê
- Helawa ardikê
- Helawa guvişk
- Besteniya helawê
- Helawa dimsê, çend cureyên wê hene
- Helawa ardê (arvan), çend cureyên wê hene
- Helawa bê doşaviyê, çend cure
- Helawa asûriyan, bi romîkî (tirkî) dibêjin helvayî hakanî
- Helawa asûriyan a bi rûnê nivîşkî, bi romîkî navê wê kirine “saray turk helvasi”
- Helawa bipenîr, çend cure
- Helawa şîr an helawa koçeran
- Helawa qendîlê
- Helawa germ
- Helawa hingiv û behîvê, bo romîkî kirine “sabun turk helvasi”
- Helawa ard û to, helawa Erdêxanê, helawa Selimê
- Helawa bêrtiyan
Ji ardik, xwê, darçîn, şekir û avê tê çêkirin. Helawên niha yên di fabrîkan de tên çêkirin ne sade ne, gelek tişt tevlî ne. Bi têkirina dims, lîmon, madeyên rengdêr ûêd helawên îro pirr bi tehm bin jî ne ewçend li tenduristiyê tên.
Helaw hinekê jî pîroz e?
Di rojên şahî û şînê de dibe ku bi bandora ola Îslamê be, hin kes helawê çêdikin û belav dikin.
4. Qedayîf
Qedayîf (yewnanî: κανταΐφι, kadaífi; bulgarî: кадаиф, kadaif; erebî: كنافة, kanafa) cure şîraniyek e û di pêjgeha kurd, ereb, anatoliya û balkanî de cihekê girîng digire.
Li Yewnanistanê ji bindeq, pelhevîrka (şikeva) tenik û doşaviyê tê çêkirin. Qedayîfa kurdî jî heman e, gûz jî tevlî dikin. Suryanî û ereb penîr jî dixinê. Li hin deverên Kurdistanê jî wisa dikin. Ji ya bi penîr re kanafeh an kunefe dibêjin.
4. Şilikî
Şilikî navê şîraniyeke kurdan e û ji pêjgeha Rihayê ye.
Şîraniya kurdan “Şilikî” ji ber ku li Tirkiyeyê kete nava gotinên erotîk jê re patent nayê stendin.
Çêkirin
Ji bo çêkirina şilikiyê ev malzeme pêwîst in:
- 3 qedeh şîr
- Qedehek av
- 4 hêk
- 250 gr arvan
- gûz an jî fistiq
- rûnê ron ji bo binê rûnbirêşkê (tawayê)
- Ji bo Şerbetê; kîloyek şekir û lîtreyek av
Di tasekê de hêk û şîr tên lihevxistn. Arvan bi ser de tê dayîn û heta girik nemînin tê lihevxistin. Rûn di tawayê de têxistin piştre hevîrê ron bi kevçî yeko yeko têxistine tawayê.
Hevîr pêwîst e di tawayê de zirav be û hemû binê tawayê bigre. Nêzî 20 heb şilkiyên wisa tên çêkirin û di tawayê de her du aliyê wan tê bipijirandin.
Ji şekir û avê şerbet tê çêkirin. Şerbet ser şilikiyan tê berdan. Piştre bi fistiq an jî gûzan serwis tê kirin.
5. Xoşav (xwarin)
Xoşav, xweşav şîraniyeke tê kelandin e. Ji fêkî, şekir û avê ye. Li Kurdistanê pirranî ji qeysî, tirî tê çêkirin. Li ser daxwazê gelek fêkî, çi heşînî çi hişkkirî tên bikaranîn.
Du cureyên sereke hene
- Xoşava avî
- Xoşava bêav
Xoşava bêav ne cuda ye, tenê piştî kelînê ava wê tê darivandin, fêkiyên kelandî yên di nava doşaviyê de çêja xwe girtine, tên veqetandin û xwarin.
Çend mînakên xoşavê
- Xoşava mewijan
- Xoşava încasan
- Xoşava mişmişan
Gotinên pêşiyan li ser xweşavê
- Ker (her) çi zane xoşav çiye.