Berhevkar: Izedîn Mihemed
Ji devê: Dengbêj Mihemed Teyib Tahir
Li Şama paytext ku wê hingê bi Şama Şerîf dihat nasîn, di rojekê ji rojên nenas de, Dastana Elo û Fatimê ji peymana di navbera du birayan de, firşik (heyvan) girtiye. Tevî ku ji serdema Eyûbî û bermekan ve kurd li Şamê hene, lê di naveroka vê dastanê da, dixuye ku bûyerên wê di serdema osmanîyan da qewimîne, lê kîjan sal û kîjan sedsal e, ne dîyar e. Ev dastana han, herî zêde li ser zimanê dengbêjên wekî: Evdilo Bavê Hesen, Silo Kor û Mihemed Teyib Tahir hatiye vegotin. Li gor şopandin û lêgerînên min, hîna ev dastan bi awayekî nivîskî, xebat li serê nehatiye kirin, heke hebe jî çavê min pê ketiye. Loma, min ev dastan, ji devê Mihemed Teyib Tahir ku bi awayê dengbêjî û carinan wekî şirove dibêje, girtiye.
Bi navê Şêxanî û Hesen Paşa du bira ji malmezinên Şama Şerîf hebûn. Jinên her duyan jî ducanî bûn û dikirin ku barên xwe danin. Loma, her duyan di navbera xwe de li hev kir û bi xelkê xwe jî dan zanîn heger zarokên ku dê bên dinyayê, yek kur û yek jî keç be, ew ê wan bi hev ra bidin şûkirin û ji kêlîya ku Xwedê wan bide ve, êdî xwestîyên hevûdin in. Ya dilê her duyan pêk hat, ji Hesen Paşa ra Fatimê û ji Şêxanî ra Elo çêbû. Demek nebuhirî, bavê Elo, Şêxanî, çû rehmetê. Ji ber vê hindê, Hesen Paşa birazîyê xwe li xwe girt û bi xwedî kir. Elo û Fatimê nola cêwîyekê ji hev nedibûn. Çawa ku temenê wan bû yê xwendinê, her duyan bi hev re, li nik yek seydayî, dixwend. Gihabûn wê astê ku êdî nedizanîn dotmam û pismamên hev in, ji wan wetrê ku xwişk û birayên hev in, lê paşê, di temenê çardehsalîyê de, pîremîrekî bi wan da zanîn ku ew ne xwişk û bira, lê pismam û dotmamên hev û destgirtîyên hev in. Piştî vê bihîstinê , hezkirin û evîna wan dehqat bû û hêj bêhtir hogirî hev bûn. Vê evîna han çar salên bi yarî û xemrevînîyê ve dagirtî ajot, heta ku temenê wan bû 18 sal. Bavê Fatimê, rojekê ji rojan, di bedena koşka xwe de, ji derdorê re ragihand ku hefteya bê, daweta keça wî û birazîyê wî ye. Nas û peyayên paşayî zend û bendên xwe vemalan û kar û barê dawetê kirin.
Lê belê, çawa ku di gelek evînên berê de derbeyên giran li derzika pişta hezkirîyan ketiye, di vê evînê da jî, bekoyan serdestîya xwe bi kirêtî bi kar anî û singên davikên xwe di bedena qesrê da, çikandin. Du xulamên paşê bi navê Hisênê Girzîrî û Mihoyê Qeysanî hebûn. Van her duyan, zewaca Elo û Fatimê wekî pûçkirinekê ji desthilat û serdestîya xwe re dihesiband, loma li defa hawarê xistin û ew hezkirin û evîna han kirin aramanc. Miho û Hisênî, çîrokeka ji rastîyê dûr di koşka paşê de raxistin û pê dan zanîn ku heçî Elo û Fatimê ne, ev çend sal in ku kuç û neqebeka Şamê nemaye hev tê da negevastine û karên dûr ji riweşt û sicên me bi hev dikin, loma “li ber derîyan û li derê tenûran, behs behsa wan e.” Hesen Paşa hêrsa wî giha dawîyê û rayê namûsê li enîya wî duta bû; tavilê şand pey Elo. Çawa ku Elo giha koşkê û bi rêzdarî li hember mamê xwe rawestîya, Miho û Hisên ew girê da û mamê wî, laşê birazîyê xwe bi çil şivên hinaran nimand; ew nîvkuştî avêtin axura dewaran. Fatimê saetekê duyan li benda Elo ma, lê nexêr, Elo venegerîya. Fatimê ji pîremîrekî rêbiwar pirsî:
– Mamo, te Eloyê pismamê min nedîtiye?
– Hoy xwelîliserê! Weleh bavê te 40 şivên hinaran di laşê Elo de qut kirine û dibe ku Elo sax be û dibe ku mirî be jî.
Qîrînî bi Fatimê ket, serqot û pêxwas bezîya koşka bavê xwe. Di derîyê koşkê da sekinî û destên xwe li her du milên derî vedan, çav li çipikên xwîna Elo ya bi dîwêr ve kir, ji nû bawer kir ku ji dil jî bavê wê li Elo xistiye. Dengbêjê hêja, Mihemed Teyib Tahir, li ser zarê Fatimê wiha dibêje:
“Fatimê bi her du destan li çokê li kabê da
Rondikê çavan weke tavîyê buhara barana ser bejnê da
Fatimê got: Wa yabo! Bila Xwedê xira bikê mala Mihoyê Girzîr, Hisênê Qeysanî pê ra
Çawa kaxez û mezbeta li ser kurmamê min girêdan
Wa yabo ez ê ketîme li ser bextê te û Xwedê da
Eger tê pismamê min berdî jixwe berde
Eger tu bernadî; rabe were destê mi bigire
Mi bavêje wa hebs û zindanê ku niha pismamê mi tê da
Lê lê Fatimê li mi kezîbirê lê!”
Hisênê Qeysanî û Mihoyê Girzîrî, ji bo ku Elo ji zindanê derînin, wekî şertekî lê vedibirin; “heke tu ji Fatimê ra nebêjî, wa yadê wa xuhê, em te bernadin.”, lê belê ne Elo ne jî Fatimê qîma xwe bi vî şertê giran naînin; loma, Hesen Paşa bi şêwra Hisên û Miho dike û Elo 7 salan sirgûnî “Welatê Tosin Paşa” dike. Fatimê jî, bi derkirina Elo rae sozekê li canê xwe dide ku piştî çûna pismamê wê, ew ê ji kevnecil û qepalan pê ve tu cilên dirûtî bi ser wê bejna narînî de bernede û xwarina ku di beroş û qoşxaneyan de hatibe pijandin ew ê tam neke û serê xwe nedane li ser balgehên nerm û hevrîşmî. Fatimê soza xwe bi cih anî, Elo jî pişta xwe da felekê û berê xwe da oxira nenas û tarî. Li welatê Tosin Paşa, Elo ji ber ku xwenda û zana ye, tev li Kulêja Cengê bû û roj bi roj sitêrkên li ser milên wî zêde bûn û cihê wî bilindtir bû. Demekê wiha ajot, heta ku xwe gihand kurê Tosin Paşa bi xwe û bûn destebirakên hev. 7 salan bi şûn da, her cara ku li şahî û zemawendekê amade bibûna, kela Fatimê li Elo dida û hêsirên wî li ser dêman digindirîn. Rojekê, fermana ku Elo dê bibe paşayê Şamê derket. Lê berî ku bê Şamê, Elo nameyekê ji dotmama xwe re dihinêre û pê dide zanîn ku ew ê wekî paşayê Şamê vegere. Hesen Paşa bavê Fatimê, xwe digihîne nameyê û êdî serwext dibe ku Elo dê vegere û şûna wî bigire. Heçî Hisênê Girzîrî û Mihoyê Qeysanî ne, yekser pişta xwe didin şarê Şamê û ruhê xwe xelas dikin. Piştî demeka nedirêj, Elo û kurê Tosinê Paşa digihin Şamê û li kevîya bajêr çadirên xwe vedigirin. Fatimê, ji ber ku piştî çûna Elo xwe ji xweşîyên dunyayê mehrûm kiribû, heke mirov tayek ji kirasê wê bikişanda, sed pîne dê binatina xwarê, gelekî gemar bûbû û pora wê encolî bûbû, mirovan digot qey pîreka cinan e û aniha ji şikeftekê teriqîyaye. Fatimê, bi wê timtêla xwe ve, berê xwe da konê Elo û çû pêşîyê; destê kurê Tosin Paşa û paşê destê Elo maç kir. Lê çawa ku Elo çav li Fatimê kir, behitî û di cî da madê wî qulibî:
“Lê lê Fatimê Şama Şerîf li ber kanîyê
Mi b xulama te qazê te xatûnê te qumrîyê
Ma tu nizanî ku Elî paşa ye wê bê ji welatê xerîbîyê
Te çima karê xwe nekir rabe ji pêş çavê mi here
Mi tu navê wa diya minê wa xuha minê
Ez ê çi bikim ji te pîrebîyê!”
Vê gotinê, dilê Fatimê pir şikenand û kir ku di nava xwe de hilweşe. Elo jî, êdî biryar da ku bi jineka din re bizewice û ji dil jî keçeka din li xwe mehr kir û daweta xwe li dar danî. Çaxa ku Fatimê agahdar bû ku daweta kurmamê wê û keçeka din lidar e, bi dest xwe re xwe tev da, bang li xulam û cêrîyên xwe kir û berê xwe da serşoka herî mezin ya li nava bajêr. Fatimê, qirêja heft salan ji xwe bir, çi bêhn û dermanên herî buha û kêmpeyda ku hebûn, hemî di bedena xwe dan û cil û xemlên herî bedew bi bejna xwe de berdan. Fatimê, sedqat ji berê sipehîtir bû. Berê xwe da daweta kurmamê xwe û di nava govendê de, li pêş kursîyê Elo, govendeka kurmancî gerand. Kêlîya ku çavên Elo li Fatimê ket, seyr ma û heçku darek li difina wî bikeve, dît ku Fatimê vegerîyaye wekî berê û hêna xweşktir bûye, loma, ji hêrsan, dilê wî xumîya û serberjêrî erdê bû. Fatimê mesele fêm kir, pişta xwe da dawetê û çû odeya xwe. Elî jî bi mêvanên beşdar da zanîn ku ew êdî bûka xwe ya niha navê û dawet betal kir. Lê belê ya di dilê Elo de neçû serî, êdî Fatimê ew ji devê mala xwe qewitand û qîma xwe pê neanî, ji ber ku xayintî pê re kiribû û ew bi pîrebîyan şibandibû. Di heman şevê da, dîsa dilê Elo êşîya û nola xalîçeyekê li erdê hat raxistin. Kar û barê şûştin û veşartina Elo kirin, belê Fatimê ji vê nûçeya xemgîn agahdar bû, serqot û pêxwas bi ser cendekê pismamê xwe de bezî. Melayê bavê ku karê şûştina Elo dikir, hat pêşîya Fatimê û jê ra got, vegere, eyb e, şerm e, pora te vekirî û nabe tu wisa bikevî nav vê xelkê. Lê Fatimê qîrîya:
“Fatimê gotî: Elo we ye sed cara bi min we ye
Heke tê rabî jixwe rabe, heke tu ranabî
Bi Xwedê çavê mela li kurk û ebayê te ye.”
Eloyê ku qaşo wefat kiriye, bi dengê Fatimê re çeng bû û rabû ser xwe. Wê şevê, kurê Tosin Paşa mehra Elo û Fatimê li hev birî û daweta wan li dar xist. Piştî ku dawet qedîya û kurê Tosin Paşa vegerîya warê xwe, Elo pirsa Hisên û Mihoyê bêbext kir ji bo ku tola xwe hilîne, belê her du jî bazdayî bûn. Pirs li dû pirsê, siwar şandin vir û wir, dawîyê ew her du li Deşta Sirûcê zevt kirin û anîn Şamê li ber destên Elo danîn. Du kortên kûr li devê koşkê kolan û her du, heta bi qirikê, tê de çandin; tenê serên wan li derve man. Di heman demê da, 7 seg berdan odeyeka girtî û ew 7 rojan bê êm û zad hiştin, roja heştan hûr û rovîyên sewalan bi ser serê Miho û Hisên de kirin û ew 7 kûçikên birçî berdanê. Kûçikan, bi hûr û rovîyan ra, serê her duyan jî xwar.
BERNAMEGEH / bernamegeh@gmail.com