nuroj munzur

Delala Cejnê

Nûroj Mûnzûr                                        

Çawa çav bi etar ket, baz da pêşîyê! 

Destê xwe ji etar re bilind dikir, ji bo wî bide sekinandin. Lê etar li megafona destê xwe kûr bûbû;

`werin etegan, werin pantoran, werin fanêran…`

Iftînî bi Delalê ketibû, qirik lê ziwa bûbû. `xalê etar, xalê etar…` Axirî gihîşt pêşîyê. Etar jê re got, `xwarzê te wexta xwe bixista binê erebê law, vê îd û erefatê!`  Delalê got; `xalo, li vir bisene, wê niha bavê min were.` Hevalên wê, bi bavên xwe re, li dora etarok kom bûn û li kincan dinihêrîn. Çavekî Delalê li rê bû ku wê bavê wê jê bihata û çavê din jî li kincan bû. Milet li ser serê etarok kom bûbûn. Yên ku pantor dikirîn, yên ku mirîşk didan etar û di şûna wan de kinc distandin… 

Delalê dixwest niha hemû gundî bên li dora etar bicivin, ji bo ku etar mijûl bibe heya ku bavê wê were. Lê ji alîkî de jî digot; îca ku giş werin û kinc ji min re nemînin!

Kulpekulpa dilê wê bû. Ewqas bi kelecan bazdabû pêşîya etar, xwêdanê dabû canê wê. Bayê ku ji alîyê rêya bavê dihat, di qulikên fanêrê wê yê gewr de û di delingên pantorê wê yê reş de laşê wê dibirî.  Dîya wê bangî wê kir; `Delal! Keça min, law were parkê xwe li xwe bike, tê nexweş bikevî!` Lê dev ji parke berde, Delal bê gore û tevî telikê baz dabû. Ji kelecanê, kitek telika xwe û kitek jî ya dîya xwe xistibû lingên xwe. Li ber ereba etar sekinîbû û li yên ku kinc dikirîn dinihêrî. Carê milê fanêrê xwe bi pozê xwe dida.  

Gundî li dora etar qedereke xweş mabûn û hema hemûyan kinc sitandin ji xwe re. Delal nihêrî ku wê cîran hino hino bikişin, cardin li rê nihêrî ku ereba bavê wê hîna jî xuya nedikir. Baz da, çû mitbexê, rahişt  pênc hêkên ku di satilê de bûn û anî got; xalo ha ji te re van hêkan, ka wî etegê mor. Etarê ku dikir biketa ereba xwe, ji Delalê re got; keça min ev eteg bi wan hêkan nayê`. Delalê jî got, ê ewçax hinek din jî bisene. Xalo qurban, weleh wexta bavê min were. Lê etar got;` xwarzê dereng e, zarok li benda min in, divê ez berî fitarîyê li mal bim.` Delal got; ê fitarîya xwe li mala me  bike, ma wê çi bibe? Xalo qurban lo…`

Etar şekirek ji berîka xwe derxist da destê wê, siwar bû û çû! Hêkên ku etar li ser mêzînê ji bîr kiribû li bin gohê hev ketin û şikestin, di meqila mêzînê de belav bûn. Çavê Delalê yê ku li rêya bavê wê bi hêrs û yê li eteg jî melûl bû. 

Êdî tiştek ji destê wê nedihat. Heta etar jê dûr bûbû jî, ew ê li wî etegê binefşî yê ku di şîfon de dibiriqî dinihêrî. Lê kûr bûbû… Çavekî wê di bêhêvîyê de mîna wan hêkan şikestibû û rijîya bû ber lingên wê, çavê din jî xwe hîna jî davêt lingê hêvîyê, ku hîna etar ji dûr ve dixuya… Dîsa destê xwe bi lîka xwe ya ku evcar heya ser lêva wê hatibû paqij kir. Û çavên wê şil bûbûn.  Berê xwe da malê ku biçe, dengê erebê hat! Ev ereba bavê wê bû. Bazda pêşîyê û destê xwe bi rêya etar ve dirêj kir.  Lê her ku bavê wê nêzî mala wan dibû û etar jî baş dûr diket. Bavê wê li berê sekinî û etar jî, ji çav wenda bû! 

Bêhneke fireh kişandibû hundirê xwe ku firnikên wê bi ser serê wê ketibûn. Bavê wê hat û li berê sikenî. Ji qeymona xwe daket û got; `Delal, çi dikî di vê sermayê de li derve?` Delal dît ku bavê wê bi destê vala li ber sekinî ye, êdî çavê din jî rijîya… Tiştek li gora dilê wê neçûbû. Ji niha de ji cejnê aciz bûbû. Pişta xwe da bavê xwe û çû hundir. Bavê wê ê ku naylonan giş danîbû hundirê romoqa erebê, çû rahişte wan û bangî Delalê kir. Lê Delal qet li pişt xwe jî nezîvirî. Xwîşka Delalê ji hundir baz da pêşîya bavê xwe yê ku ev sê meh bûn nû ji bajêr hatibû. Destê wî maçî kir û naylonên destên wî de jê girt. Bi hev re ketin hundir. Wexta çavê Delalê bi laylonan ket çavên wê çûn pişta serê wê. Bi lez, bêyî ku xêrhatinê bide bavê xwe, xwe çeng kir naylonan û ji destê xwişka xwe kişand! Bavê wê got; `ez jî baş im qîza min, tu çawa yî?` Lê goh û çavên Delalê tenê li cîkî eliqî bûn. Fanêrek, bêcemeyek û etegek li pey hev ji naylon ketin! Dilê Delaêl li pey wan da lezê!

Yek bi yek naylon ji hev vedikir û li wan nihêrî. 

Ahaaa! Çi bibîne? Bavê wê, ew etegê ku wê ecibandibû, sitandibû. Fikirî bê ev çawa li hev hat? Ji çavên xwe bawer nedikir. Çavên xwe çend caran miz da. Di dilê xwe de digot; dibînî? Wî etegî xwe di çavên min de bicîh kiriye û naçe! Her der bûye ew eteg. Rahiştê, destê xwe lê bir û anî, hîna jî bawer nedikir. Heya ku xwişka wê got; `Delal, ka binêre, ê min jî şîfon e, lê kesk e`, êdî kete serê wê ku her tiştên li dora wê rastî ye û bi goşt û hestî ye! Bilez kincên xwe li xwe kir û çû ber neynika bi dolaba dîya xwe ve . Etegê binefşî yê gulgulî ku mîna pirça pisîkê helû ye, fanêrê sor yê bi şirşirîk, bêcemê sor û pêlava spor ya spî… Bavê wê çawa her tişt wiha xweşik li hev anî bû? Xwe li ber neynikê dizivirand. Ferq kir ku panîya sola wê pêdikeve! Devê wê çûbû pişta gohê wê û lingên xwe li erdê da. Hay ji xwe tunebû ku dest bi reqsê kiriye. Dîya wê di derî de li kêfa wê temaşe dikir û dikenîya. Piştre  xwişka wê ket odê û got; `bes ka rabe qasekê ez jî li xwe binihêrim. Delalê kincên xwe ji xwe kir û tewand, danî ser qeryola dîya xwe û ji odê derket. Lê sola xwe di lingên xwe de hiştibû û çavên wê li lempeyên sola wê bûn û xwe bi wan qure dikir. Çû destê bavê xwe paçî kir û li kêleka wî rûnişt. Dîya wê got; ` ka law sifrê deynin ez şîvê bînim, dereng e êdî wexta mela bang bide.` Delal li pey dîya xwe çû her ku dîya wê xwe bi ser beroşa fasolîyê de xwar dikir ku zikê wê dikira li erdê biketa, Delal jî xwe pê re xwar dikir û digot;

-Da, te sola min dît, lempeyên wê hene? Dîya wê ya ku çoçik li beroşa fasûlîyan dida gotê; 

-Wele pir xweşik e keça min. Wexta kehrebe qut bû, em ê li ber rohnîka sola te xwarina xwe bixwin.

Bi hev re kenîyan û Delalê sênîkên di destê xwe de li hev da û qûna xwe bi vî alî û wî alî de da. 

-Dê dê, şeytanqûnî nebe, tê xwarina destê xwe birijînî.

Ew ê sênîk bir danîn ser sifrê û hat rahişte kevçîyan. 

-Da! Te etegê min jî dît? 

– Belê keça min, wele kincên te tev ji hev xweşiktir in. Pîroz û bimbarek be. Bi xêr biqetînî îşela!

Delala ku dikir biçe eywanê, li dîya xwe zivirî!

-Çima biqetînim îca? 

-Law ji bo kincên nû dibêjin, `biqetînî`. Yanî tiştek baş e.

Lê ev gotin qet li xweşa Delalê neçû û hat ber çavên wê ku etegê wê qetîyaye, kizînî bi kezeba wê ket!

-Na, bila yê min neqeteeeee! 

Û da girî… 

-La hewliwelaaaa! De bes e, nikarim bendî te kevim. De ka wî nanî  bi xwe re bîne û were rûnê.

Delal bê miruz li ser sifrê rûnişt. Bavê wê yê ku rûyê wê yê tirş ferq kir gotê;

-Delal, keça min, çima madê te kirîye? Qê te kincên xwe neeciband?

-Na wele ecibandî ye û li ser etegê xwe dîn bûye. Çima min jê re gotîye, bixêr biqetînî ev gotina min ew aciz kiriye.

-Wîîîî! Law, ê ne usul wisa ye keça min. Maneya qetandinê, yanî çi ye tu mezin bibî û bila ew ji te re biçûk bibin.

-Dînê! Dayê ji min re jî got bixêr biqetînî. Lê yê min kêfa min hat.

Bavê wê bi vî halê wê dikenîya.

-Temam, ê te diqete bila biqete. Ez nahêlim yê min biqete. Bila ez mezin nebim çi ji we re?

Kevçîyê di destê wê de, yê ku ji beeca kil dibû, bir ber devê xwe.  Heya kevçî hatibû ber devê wê hebek fasolî tenê tê de mabû.  Bavê wê got; `nexwe we kincên xwe eciband he?` Delalê got; erêêêê, wele zaf delal e.` xwişka wê jî got; `bavo wele min zaf ji wan hez kir.` û got; ` Delal, berîkên etegê te jî hebûn?` Delal fikirî bê çima bala xwe nedayê. Zûzûka kevçîyek, fasûlî, yek girar û gepek nan bi hev re avêt devê xwe. Êdî cih di devê wê de nemabû ku bicû. Gulpikên wê bûbûn mîna du sêvan û li ser rûyê wê sekinîbûn. Bi lez rabû. Hey dê û bavên wê bi ser wê de qîr kirin jî, ew ê  li wan gohdar nekir û çû odê dîsa. Etegê xwe ji hev vekir, bê ka berîk tê de hene yan na? Dît ku  du berîkên heya ser çogê li pêşîya eteg sekinîne û bi Delalê re dixeyîdîn, bê çima ew ê, ew ferq nekirine. Eteg dîsa kişand ser xwe û ji neynikê re got; Ev berîk ji bo şekirên zilaman e. Ez ê wan tije bikim bi şekirên zilaman.  Ji bîr kiribû ku xwarin di devê wê de ye û bi carekê re kuxtînî pê ket! Bazda çû mitebexê avêkê vexwar û dîsa dîya wê got ; law were xweşikî xwarina xwe bixo. Lê kê dikaribû Delalê bixe zeftê. Ji wir baz dida wir. Ew ê ji pişt dolaba dîya xwe naylonekê deranî û xiste berîka xwe. Her tişt temam bû. Cara yekê bû ku hemû kincên wê yên cejnê bi dilê wê bûn.   Heya aniha bavê wê timî ji wan re pantor distand û Delalê jî digotê, `çima lawikên te tunene, tu dixwazî me bişibînî lawikan!` Bavê wê yê ku hêvî dikir ku ev car zikê jina wî lawik be û di rêya vê xwezîya xwe de soz dabû wan ku ew ê vê cejnê hemû tiştî bi dilê wan bike.  Delalê jî eteg xwestibû ji bavê xwe. 

Belê, Delal û etegê xwe, wê vê cejnê îmana gerê derxistana! Wê sibê dîya wê porê wê jî bihona, îca kê dikaribû Delalê bigirta… Wê mîna hespekê serberdayî, xwe li rasta cejnê bidaya. 

          Hat oda ku livînên wê lê pêçayîne, ew ji ser hev rakirin û doşeka xwe rast kir. Naylonê berîka xwe derxist û xiste bin balgîfa xwe. Pêlava xwe û etegê xwe jî deranî û her tiştên xwe yên ji bo sibê bi delalî tewand û danî ber serê xwe, kete nav livînan. 

Dengekî bi heft dengan, jê re got; `Hîîî! Îca ku sibê tu dereng rabî û heya ku kincên xwe li xwe bikî hevalên te li benda te nesenin û tu ji cejnê bimînî!` Fikra  ihtimala ku vî dengê jê re gotibû hinekî ew tengijandibû. Dengekî din jî jê re got; `na Delal na, nebî tu li xwe bikî ha! Şev dirêj e û wê kincên te heya sibê kevn bibin. Ev kincên cejnê ne û berî bibe cejn nayên li xwekirin!` Di navbera her du dengan de asê mabû. Her du tiştên ku wê sibehê bihatana serê wê, yek ji yekê xerabtir bû. Pir aciz bûbû! Diqehirî ku çima her du deng di heman tonê û weznê de jê re du tiştên cuda gotibûn. Wê niha bi ya kîjanê bikira? Kîjanî qencî û kîjanî neqencîya wê dixwest nizanîbû. Wiha rûniştî mabû. Li kincên xwe yên tewandî nihêrî, ew li hev pêçayî û li benda her cure biryarên wê bûn. Destê xwe bi ser etegê xwe de bir û anî. Xurîka destê wê hatibû. 

Dibû dereng û êdî divîyabû ew razê. Çû pêl bişkoka ronîkê kir û dîsa kete nav cihê xwe. Xwe bi vî alî û wî alî de da. Xewa çavên wê dihat êdî, lê mejîyê wê bera xewê dida. Mîna ku li ser derzîyan xwe dirêj kiribe xurek bi laşê wê ket. Xwe dabû ser milê çepê, ji ber vê yekê dengek ji wan dengan berztir bûbû! Rabû lempê vekir û kincên xwe gişî li xwe kir. Ji xwe re got; Ez ê heya sibê bi heman awayî razêm ji bo ku kincên min neqermiçin. Kete nav cihên xwe. Dîya wê  ku wexta di ber derî de çûbû ew dîtibû, ji salonê bang kir; Delal tu bi wan kincan ranezêy ha, wê bi qermiçin.` Delala ku ew deng bi zorê sekinandibû, îca niha dîya wê heman tişt gotibûyê. Lê wê biryara xwe dabû. Wê bi wan razana û wê bi tu awayî xwe tev nedana heya sibê. Delal ji bo ku cardin dîya wê bi ser wê de qîr neke, got; temam da, va derdixim. Ji bîr kiribû ku lempê bigre, rabû lempê girt. Îca xwişka wê kete odê û got; ` Delal, dînê, tu hewqasa zû razêy, tê sibehê pir zû şîyar bibî, îca tê biroj bêxew bimînî.` Xwişka wê ji ber ku li ber destê dîya xwe ya bi zarû diçû û dihat hîna keysê li kelecana cejnê neanîbû. 

Delalê got; Nefel, ka ronîkê bigre lê. Lê xwişka wê derket ji hundir û çû ku firaxan bişo. Delal ji nav cihan dîsa pekîya ber derî û car din ronîk girt. Ew ronîka wiha vekirî, cejin derengî dixist ji bo Delalê. 

Kete nav cihên xwe. Li ser piştê xwe dirêj kir. Çav avêt sola xwe. Hemin ku  kincên xwe li kiribû bila sola xwe jî bixista lingên xwe û ji bo cejnê bi temametî amade bûya.  Pêlavên xwe xiste lingên xwe û naylonê ber serê xwe jî xiste destê xwe û hişk pê girt. Dîsa li ser piştê xwe dirêj kir û li benda cejnê ma. Hazir û amade bû. Şeveqê bi dengê dîk re ew ê berî her kesî amadebûya. Kêfa wê hat. Lê weşekê şûnde li ser piştê aciz bûbû û pişta wê xurîyabû. Îdare nekir xwe bi vir de û wir de da. Naylonê destê wê di nav cihê wê de dikir xişînî! Naylon pêça û dîsa xiste binê balîfa xwe. Bi vî alî û wî alî de diçû û dihat. Mîna ku kurm di qûna wê de bin. Debar nekir û rabû çû ber şibakê, bê ka sibeh nêz e yan na? Hîna nebûbû roj û şewqa heyvê dabû ser berfa ku ev sê roj bûn li erdê bû, ji ber wê derve bêhtir ronî bûbû.  Û li ezman heyvê xwe bi ewran mijûl dikir. Delalê destê xwe ji heyvê re hejand û got; `biçe êdî, biçe wî!` Heyv mîna ku dilê wê mabe, xwe xist binê ewr û hinekî din tarî bû. Kêfa Delalê hat, ji bo ku heyvê lê guhdar kiribû çû nav cihê xwe dîsa. 

Lingên wê di pêlavê de diêşîyan, got; `wîlaaaa.. ji ber pêlavê ye  ez nikarim razêm!` Wexta ku ji nerazana xwe re hincetek didît, kêfa wê dihat. Pêlav ji lingên xwe deranî û danî kêleka serê xwe ji bo ku timî bibîne. Wexta danî, destê xwe xiste hundirê pêlavê û hinekî dewisand, pêlav pêket û Delalê bi ken dîsa xwe dirêj kir.  Dîsa aciz bû. Îdare nekir ji noqê û virdetir xwe bi ser kêlekê de da. Hema bila etegê wê neqermiçîya bes bû. Ew ê sibê forsa xwe bi wî etegî bidaya û wê ev cejn di jiyana wê de bibûna cejna wê û etegê wê! Serê xwe da ser milê çepê û hema di wê kêlîyê de heyv ji binê ewran derket û rasterast da ser çavên wê. Êdî li odê şev bû û li derve roj. Ifînî kir û lihêf kişand ser serê xwe û çavên xwe bi hev ve şidand. Qederek şûnde deng ji Delalê bilîya.  

     Xwişka wê jî hat kincên xwe tewand, danî ber serê xwe û çawa serê danî raza. Dîya wan, a ku nû ji kar û barên amadekarîya cejnê wext dîtibû, hat lihêf ji ser serê Delalê rakir bê çi bibîne!

Delal di nava xwêdanê de maye! Pore wê şilopilo bûye. Anî bi xewlîyê xwêdana canê wê zûha kir û xwest ku kincên wê jê bike, lê li ber ket ku ew şîyar bibe û car din nikaribe razê, ji ber wê sixê nekir. Maçek li enîya her duyan danî û derket.

                                                                 ***

      Şeveqê xwişka  wê bi dengê hevalên xwe şîyar  bû. Rabû kincên xwe li xwe kir û çû eywanê. Hevalên wê şêkirên xwe standin û gotin; `de hadê Nefel em li benda we ne.` Nefel nihêrî ku heya taştê bixo wê negihîje hevalên xwe, hema tiştek xist ber dilê xwe û destê dîya xwe paçî kir û da pey hevalên xwe… Hey dîya wê got; `Law li benda xwişka xwe bisene` lê ewan xwe bera gund dabûn jî…

Delala ku xwe ji xewê vezeland, çawa dît ku derve bûye ronî, zûzûka rabû û pêlava xwe xiste lingên xwe. Di ber re li cihê xwişka xwe nihêrî ku vala ye, aciz bû û leztir kir. Kita pêlavê ya rastê jê re teng hatibû. Lingê xwe derxist û li hundirê pêlavê nihêrî. Ji bîr kiribû ku naylonê wê yê cejnê tê de ye. Car din xiste lingê xwe. Giranîyek li ser bû, lê fam nedikir bê sedem çi ye. Destê xwe xiste berîka xwe ku çi bibîne! Kincên li serê şil û pilo bûbûn. Bêcemê wê, etegê wê û xwara fanêrê wê tev şil bûbûn. Li doşeka xwe nihêrî ku ew jî şil e. Çavên xwe li dora livînê xwe gerand bê ka silhîyê avê rijîye yan na? Lê silhî li mitbexê bû. 

Ev mîz bû û hatibû vê êvara cejnê xwe ji nav gavên Delalê berdabû ser cilên wê!

Cara yekem dîtibû ku bi xwe de mîz kiriye. Û îca ji şevan jî ev şev… Rûyê wê yê ku bi şev ji kêfan kulîlk vedabû, niha zivistanek hatibû û bera bihara li ser rûyê wê dida!

  Dîya wê ket hundir û got; ` Wa Delal, keçê hevalên te tev çûn, îca çima ji mal dernayî? Ma ne hikmê te êvarê dikir, çi bû îca? Bi gotina dîya wê re rondikên ku di çavên wê de civîyabûn xwe ji her du çavan bera jêr dan. Ji ber ku kulmek hilorîk bi hev re hatibûn, hema kêlîyekê jî li ser hinarikên wê nesekinîbûn û şemitîbûn xwarê. Yek çûbû li ser naylonê wê danîbû û ev car jî naylon ew şemitandibû. 

Bêhna ku ji laşê Delalê difûrîya çû kete orta pozê dîya wê; ` Li min qirikêêêê! Te bi xwe de mîz kirîye? Îca bi van cilan de? Ka were, zû ez avekê li te bikim.` Ew bir serşokê, cilên wê jê kir û avêt teşta ku tije av bû. Ji serê wê wirdetir ew şûşt û ew bir ber sobê. Got; `Ji vir neçî bi cîkî ve. Bila canê te têr germ bibe. Jixwe îro zêde zêde sar e, tê nexweş bikevî`.  Anî kinc lêkirin û çû mitbexê ku xwarina firavînê çêbike. Delal bi dizî çû serşokê ku kincên xwe bîne zûha bike. Li teştê nihêrî. Her sê bi hev re derxista wê dereng bima bi zûhakirina wan.  Jixwe eteg tenê xelas bikira, dikaribû di dewsa wanên din de tiştên din li xwe bikira. Rahişt eteg û guvaşt, anî ber sobê. Bi destên xwe, da ber sobê. Di wê navberê de derîyê wan lê da, lê dîya wê heya digîşte derî, zarok destevala vedigerîyan ji devê derî. Lê dîya wê bangî wan dikir dîsa  şekir dida wan. Delalê ji bo ku dîya wê nebîne, eteg xiste bin çoka xwe. Bi çûyîna dîya xwe re car din derxist û da ber sobê. Vî alî û wî alî dizivirand. Dîsa derî lêda û bavê wê bi du zilaman re kete hundir. Li eywanê rûniştin. Delalê nikaribû li ber wan etegê xwe zûwa bike, çû şaneşînê kursî danî ber lingên xwe û li ser têlê raxist. Destên wê cemidî bûn, destên xwe hinek da ber sobê. Bavê wê got; Ev çi bêhne ji hundir tê? Delalê ji şerma û di nav hêrsa xwe de bazda oda mêvanan, a ku paca wê diket şaneşînê. Li ber pacê li zûhabûna eteg temaşe kir. Av ji etegê wê diherikî. 

Mêvanan zû bi ser wan de girtibûn. Ji ber wê dîya wê ji mêvanan re got ‘hema li eywanê rûnin, ode sar e. Min hîna sobe danedaye.’ Şekir da wan û xizmeta wan kir. Mêvan têra xwe rûniştin li mala wan. Firavîn, şêranî… Hey ku mêvanan digot; `Ûsiv em musada te bixwazin.`  Lê bavê wê digot; `law hela rûnên wî, hûn ê biçin kû, derve mîna cemedê ye.` Mêrikê din jî digot;` Ê Ûsiv ma wexta ketina hirçê ya qulê ye, em li benda sermayê bin, em ê çil rojan bela serê te bin li vir ha!` û dikenîyan.                                 

                                                                  ***

        Delal li ber pacê hişk bûbû. Şana li ser hinarika wê ya çepê ku doh bi dîtina eteg re bel bûbû, niha jî xemgînîya rûyê wê ew şane nixûmandibû, ku hema hema xuya dikir. 

Hema carekê jî rûyê xwe ji eteg nedida alî. Dîya wê dît ku Delal li ber pacê sekinîye, zikê wê pê êşîya û çû êzing anîn, soba odê jî dada û jê re got xwe bide ber sobê. Piştî dîya wê derket, ew ê baz da çû eteg bîne. Lê eteg bi têlê ve bûbû. Bi zorê eteg ji têlê kir. Eteg bûbû textik û cihê li têlê tewandî wisa mabû. Delalê bi lez anî ber sobê. Qasek şûnde etek çilmisî di destên wê de. Dilopên ku ji eteg diherikîn li ser textikê sobê diketin û digotin; çizzz û zûha dibûn. Dûkela ji etegê wê radibû, ber çavên wê  xumam dikir. Di hundirê xwe de dixeyidî bi dengê ku bi şev jê re gotibû kincên xwe li xwe bike. Dixwest ku niha ji hundirê vê dûxanê ferîşteyek derkeve û jê bipirse, bibêje; `Ez hatime ku daxwazeke te bi cih bînim, fermo tu çi dixwazî?` Ew ê bigota; `bila car din bibe doh bişev û ez etegê xwe li xwe nekim.` Ev daxwazî ewqas li hundirê wê bi cih bûbû ku heta hetayê ew ê li wir bima. Mala wê xwezîyê wê tu carî ji taxa dilê wê neçûya. Li dûxanê kûr bûbû. Bi lêdana derî re hat ser hişê xwe û eteg qelapte alîyê din. Êdî  rûyê wê mîna firingîyekê sor bûbû. Ji alîkî de jî bêhna wê mîzê ku niha jî kela sobê dabûyê û ser-dilê odê tirş dikir, ew jî gêj kiribû. 

Dîya wê ya ku kirasek ji Delalê re anîbû kete odê. Got; `lê lêêê! Te eteg ji avê derxistî ye’ û destê xwe bir pozê xwe.  `ez jî dibêjim ji sibehê de ev bêhn çewa li ser hundir wiha bê serî digere? Te em li ber mêvana rezîl û şerpeze kirin! Raje vî kirasî li xwe bike û biçe.` 

Lê te serê Delalê jî jê bikira Delalê ji wî etegî pêştir tiştekî din li xwe nedikir. Cejna wê ew eteg bû. Dîya wê got; Law li kerê şeytan siwar nebe, ez nizanim te ev ekse ji kû peyda kirîye? Wî kirasî li xwe bike û bicehnime here!`

Delalê hema milê xwe hil dikir û digot; `na!` Dîya wê anî dîsa sobe gur kir. Bavê wê ji eywanê bangî dîya wê kir; Gulê! Hela ji me re çayê bîne.

  Delalê rabû pêlava xwe xiste lingên xwe, û dixwest gava eteg zûha bû ew jî amade be, û dîsa li ber sobê rûnişt. Etegê ku ji jor de hinek zûha bûbû, wê car din ew ji binî diqelap û ava ku çûbû ku xwe di bînî re bavêje, car din di eteg de wer dibû û dihate serî.  

      Germê dabû enîya Delalê. Milên wê yên li hewa, westîyabûn êdî. Pişta xwe da sobê û eteg danî ser pişta xwe. Qasek şûnde kêleka xwe da balgîfê li dîwêr. Êdî germê ew giran kiribû û serê wê ket ser mile wê yê çepê… 

Qasek şûnde ji qulika sobê çend sotikên agir ketin ser textik û eteg jî ji ser pişta Delalê ket!

                                                                ***

`dozdeh, sêzdeh, çardeh, paz…`

     Delal bi dengê xwişka xwe ya ku şekirên xwe dihejmart şîyar bû. Destê xwe avête ser pişta xwe, lê etegê wê ne li wir bû. Bîbîkên wê ji tirsa mezin bûn û di çavên wê yên xilmaşî de hilnedihatin. Li dora xwe gerîya. Etegê ku dîya wê gihîştibûyê û hema hema ji şewitînê xilas kiribû, tewandibû û danîbû kêleka balîfê wê. Zûzûka rahiştê li xwe kir û rabû ser xwe… Lingê wê di solê de pûç bûbû. Lê ew ê goh neda lingê xwe û rahişt naylonê xwe û çû ber derî… Hey xwa wê got; `diçî bi kû ve dînê?` Her ku pêl lingê xwe yê çepê dikir, ceyran li canê wê belav dibû.   

Ew ê xwe bera derve da û çû… 

Dengê kûçikên ji dûr dihat û xişexişa naylonê wê yê ku bayê lêdida li nav hev diket.  

Lempeyên sola wê, yên ku di tarîtîyê de pê diketin ji dûr de ew dikir mîna şevçirakan…


BERNAMEGEH / bernamegeh@gmail.com
  

Lê Binêre

Destana Kela Dimdimê

 Hekar Sermest   Dimdim keleha Kurda ye Stêrka sibehê l’ser daye Îro li me hawar …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !