Gazin (1958-2018)
Di sala 1958 de li gundeki Tetwanê li Insûsê hate dinyayê. Navê Razîye lê danîn lê ew bi xwe qet ne razî bû ji rewşa xwe, ji rewşa hevzayendên xwe, ji rewşa gelê xwe. Hê di heft saliya xwe de dest bi gazinên xwe kiribû, bi dengê xwe yê mexmerî ve, bi kilam û awazên xwe ve. Lê ew dem şerm bû ku keçek di nav civaka gund de dengê xwe bilind bike û bistrê.
Carek dema bêrîteyan ji jinmama xwe werdigirt, babê wê ew kêşand û lê da ku carek din jî tu carê nestrê. Lê çiya, û newal, deşt û zozanên devdorê gundê wan bûbûn warên awaza wê, hewara wê. Wê tenê li bêriyê, li berxvanîyê û di pincarkomkirinê di diwêriya dengê xwe bilind bike û bi kula dile xwe ve bistrê. Û stra…
Hema sala ku bû 14 salî ew dane mêr û çû bajarê Wanê. Li wir jî şerm hebû, bûk divê bê ziman be, bê deng be û her bibe kebaniya mala xwe, dayika zarokên xwe. Lê ew bi dizîka maliyan ve, di dilê xwe de, di zikê xwe de, di hişê xwe de, her stra, her stra. Rojek dema bê deng û din ava xwe de distra û dest û serê xwe bê pêjn li ber karûbarên malê dihejand, gotin ku dîn bûye, mejiyê xwe xwariye. Ew tenê bi wan gotinan dikenî û dîsa distra. Di nava xwe de, bê deng stra.
Piştî demek êdî hêdî hêdi kete nav civakê de. Di desthenan de ’’weyla li min xerîbê’’ dixwend. Di berbûkiyê de ’’bûkê delalê’’, di govendan de ’’ zozaz zozan’’. Lê êdî dest bi dengbêjiyê jî kiribû. Xwendin nivîsandin nedizanî lê bi dengê Ayşe Şan, Meryem Xan, Îran Xanim karên mala xwe dikir û pê re jî xwe perwerdeyê dengbêjiyê dikir. Û stranên wan stra. Bi xefê malbata xwe ve bi birayê xwe re bi salan stra heya kasetek deranî. Navê wê guhirî û bû Gazin. Dengê wê li herêmê belav bû lê kes nedizanî ku ew Razîyeya ne razî ye ku wusa bi kela dile xwe re distrê. Digotin Gazin e, gazinên xwe dike.
Heft sal veşartî stra. Di kasetan de gilî û gazinan li ser bindestiya xwe, bindestiya yê gelê xwe û ya neteweya xwe lorand. Malxuyê wê di cihê karê xwe de pê zanî ku Gazina dengbêj kebaniya mala wî bixwe ye. Hate mal û xeyîdî jê. Gotê dev jê berde! Lê wê tene yek tişt jê malxûyê xwe dixwest. Ne mal ne milk, ne pere ne pûl, tenê dixwest bistraya.
Û stra! Piştî ku eşkere bû nasnameya wê, êdî nekarî kesê bi wê. Û çû bû endama Komeleya Dengbêjan li Wanê. Lê li wir jî nekarî bi dilê xwe bistrê. Yên di komelê de mêr bûn, tenê ew bû jin û li wir jî nebû tu hevsengî. 2010an de komeleya xwe bi xwe ava kir. Komeleya Jinên Dengbêj. Kete nav gund û kolanan, keçan û jinan kom kir û wan hînê dengbêjiyê kir. Êdî ew azad bûbû û dikarî dengê xwe heya bikare bilind bike û bistrê. Û her stra her stra.
Herçend kapa xwe bixwe qetandibe xwe azad kiribe jî jî, lê dixwest dengê jin û keçen din jî azad bike. Koma wan wusa mezin bû, ku bala civakê û çapemeniyê kêşandin, bi wan re hevpeyvîn û bernameyan çêdikirin. Lêkolînerên ewrûpî dihatin serdana wan û li ser çalaki û dengbêjîya wan xebat û ji bo lêkolîn û mihrîcanan belgefîlman çêdikirin. Ewan him navên xwe, him dengên xwe û him jî çanda dengbêjîya kurdî li dinyayê belav kirin. Peyva ‘’dengbêjên jin’’ êdî ne peyvek şerm û qedexe bû din av civakê de, êdî tene serbilindî û şanazî bû. Konserên wê êdî, him li warê wê, him netewî û him navnetewî dibûn. Mixabin, navdarîya wan tenê tiştên xweş neanî bixwe re, yên ku çalakîyên wan wek gef jî didîtin hebûn.
Him dewlet, û him jî partizanên herêmê digotin;
‘’ yan bi me re yî, yan dijê me yî’’
Ew di navbera herdû de mabû asê lê dîsa jî
‘’ne bi wan re bû, ne jî li dijê wan’’
Û ew tenê stra..
Carek ew hate girtin, êşkence lê hat kirin. Him derûniya wê û laşe wê birîndar kirin. Carek jî keça wê girtin, kezeba wê birîndar kirin. Dîsa bes nekir. Bi birîna xwe ve, ji kezeba xwe ve her stra, her stra. Gazin di sala 58 an de çêbû, û di 58 saliya xwe de, heya hilma xwe ya herî dawî ve di dema kilam gotinê de, stra, naliya, stuyê xwe xwar kir û ket.
Gazin 22 ê tebaxê sala 2018an de li bajarê Wanê xwîn rijiya mejiyê wê û koça xwe ya dawî kir. Cihê te bihişt be tekoşera hêja…