Hekar Sermest
Dimdim keleha Kurda ye
Stêrka sibehê l’ser daye
Îro li me hawar e
Şer kin roja mêra ye
Hey Xan e, Xan e, Xan e
L’ser Dimdimê dûman e
Şerê Şahê ‘Eceman
Li ser Xanê Kurdan e. (Ji strana Dengbêj Kazo)
Em ê di vê nivîsa xwe da hewl bidin ku behs û qala destaneke Kurdan a netewî, Destana Kela Dimdimê bikin. Berî ku em derbasî mijara xwe bibin divê em çend tiştan aşkere bikin. Weke ku tê zanîn nivîsîna dîrokê bi serê xwe ve beşeke zanistî ye û xwe dispêre bûyerên rasteqînî û çespandî. Bi gotineke din Dîroknûsîn disiplînek e û divê pala xwe bide dokument û delîlên nivîskî lêbelê taybetmendîyeke civaka me Kurdan heye ku em ji ber sedemên curbicur ên wekî desthilatdarî û sîyasî li gor derûdora xwe ji vê disiplînê pîçekê dûr û bêpar mayîne. Dîrok û her tiştên din ên girêdayî Kurdan bi piranî li ser zar û zimanê çîrokbêj û dengbêjan ve belav bûye û heta roja me ya îroyîn hatîye. Ji ber vê çendê di neqilkirina vê destanê da dê berê me hin caran li dîrokê be û hin caran jî li zargotina Kurdan be.
Di sala 1514ê da navbeyna Osmanî û Safewîyan da Şerê Çaldiranê rû da û ew şer li ser axa Kurdan bû. Li wê herêmê Kurdên Biradostî niştecih bûn û gelek caran di şerê Osmanî û Safewîyan da diman navbera her du hêzan û şer li ser xaka wan kêm nedibû. Ji ber vê rewşê Kurdên li wê herêmê hin caran piştigîrîya Osmanîyan dikirin û hin caran piştgirîya Safewîyan dikirin. Eşîra Biradostîyan jî bi serkêşîya Emerxanê Biradostî li nêzîkê Gola Urmîyê niştecih bûn. Emerxanê Biradostî di wan şeran da gelek caran piştgirîya Sefewîyan dike û bi Şahê Sefewîyan Şah Ebbasî ra têkilîyên baş danîye. Li gor saloxên dîroknasê Safewî Iskender Begê Munşî dide, rojekê di şerekê da milê Emerxanê Biradostî tê birîn û Şahê Safewîyan Şah Ebbas jî ji ber mêrxasîya Emerxanê Biradostî mileke zêr jê ra dide çê kirin û çîyayê Dimdimê jî wekî erd didê. Ji wê rojê pê ve navê ev xanê ku wekî Emerxanê Biradostî dihate naskirin êdî wekî Emerxanê Lepzêrîn ango Emerxanê Çengzêrîn belav dibe derûdorê. Herwekî ku me di destpêkê da gotibû ku em ê di vê nivîsa xwe da carna berê xwe bidin folklora kurdan jî. Li gor jêderên folkorîk ên kurdî Emerxan berî ku bibe serokê Eşîra Biradostîyan şivantîya hespên Şah Ebbasî dike û wan hespan dibe çêrê. Rojekê diz hewl didin ku hespên Şah Ebbasî bidizin lê Emerxan nahêle û bi wan dizan ra dikeve şerî. Di wî şerî da milê Emerxanî tê birîn û ji ber vê fedekarî û dilsozîyê jî Şah Ebbas mileke zêr ji Emerxanî ra dide çê kirin û wekî erd Çîyayê Dimdimê jî dîyarî wî dike. Emerxan jî li ser wî çîyayî kelekê ava dike û Biradostîyan jî kom dike wê kelê, Kela Dimdimê.
Biradostî bi rêberîya Emerxanê Lepzêrîn ve roj bi roj bihêz dibin û Kela Dimdimê mezin dikin û birc û sûrên wê qahîmtir dikin. Têkilîyên Emerxanê Lepzêrîn û Şah Ebbasê Safewî jî bi awayeke baş didomin û navbera wan xweş e.
Di sala 1608/1609ê da Şah Ebbas seferekê li ser Ezerbeycanê radike û pêşengîya wê seferê jî dide Pîr Budakê Celalî. Şah Ebbas dixwaze Emerxanê Lepzêrîn jî tevlî wê seferê bibe lê Emerxan ji ber ku navbera wî û Pîr Budakê Celalî baş nîn e vê daxwaza şahî napejirîne û ji şahî dixwaze ku rêberîya seferê bide keseke din. Li ser vê daxwazê Şah Ebbas jî rêberîya seferê dide keseke din lê dîsa jî Emerxanê Lepzêrîn tevlî vê seferê nabe. Piştî vê bûyerê navbera Emerxanê Lepzêrîn û Şah Ebbasî xirab dibe. Li gor ku Celaleddîn Mihemed Muneccim Yezdî radigihîne gava hêzên Şah Ebbasî di nav axa Biradostîyan da derbas dibe di navbera hin Biradostî û Celalîyan da şer derdikeve û ji Celalîyan çend leşker têne kuştin. Divê em lêre vê tiştê zelal bikin ku ew Celalîyên navê wan derbas dibe ne Celalîyên eşîra Kurdan in, ew Celalîyên Anatolîya Navîn in. Piştî vê bûyerê navbera Emerxanê Lepzêrîn û Şah Ebbasî xirabtir dibe. Şah Ebbas dixwaze ku Emerxanê Lepzêrîn leşkerên xwe û kela xwe radestî hêzên Celalîyan bike lêbelê Emerxanê Lepzêrîn ji ber ku ji Celalîyan ewle nîn e vê daxwazê qebûl nake. Piştî wan bûyeran Şah Ebbas berê hêzên xwe dide li ser Emerxanê Lepzêrîn û Kela Dimdimê. Li gor ku dîroknas radigihînin ev şer nêzî sê mehan didome lê leşkerên Şah Ebbasî nikarin kelê ji Emerxanê Lepzêrîn û Biradostîyan bistînin. Herî dawî leşkerên Şah Ebbasî serekanîya kelê peyda dikin û avê li ser kelê dibirin. Ew Emerxanê Lepzêrîn û Biradostîyên ku li hember şahî bi mehan şer dikirin û serî netewandin ji bê avî û têhnîtîyê têkçûn û leşkerên şahî dest danîn ser Kela Dimdimê.
Ev şer û serhildana Kela Dimdimê li gor jêderên dîrokî di navbera salên 1608 – 1610ê qewimîye. Ji wê rojê heta îro ev şer li ser zar û zimanê helbestvan û dengbêjan gihiştîye roja me. Derbarê vî şerî çendîn stran hatine gotin, çendîn helbest û roman hatine nivîsandin. Û herwiha vî şerî li ser govendên Kurdan jî bandora xwe hiştîye. Li herêma Hekeryanê bi navê Dimdimeyê reqsek heye ku di wê reqsê da ev şerê Kela Dimdimê wekî şanoyekê tê pêşkêşkirin.
Û wekî xulase ez dixwazim derbarê Destana Kela Dimdimê da çend pirtûkan pêşkêş bikim ku xwînerên vê nivîsê heke bixwazin bila ji van çavkanîyan istifade bikin.
Cafer Açar, Sefevi Kroniklerinde Dımdım Kalesi Kuşatması ve Emir Han Bradosti.
Dîwana Feqîyê Teyran, Şerê Dimdim.
Elî Teter Nêrweyî, Emîrxanê Lepzêrîn û Kela Dimdim.
Erebê Şemo, Dimdim.
Jan Dost, Kela Dimdimê.
Ordîxanê Celîl, Dımdım – Kürt Kahramanlık Destanı.
Yaşar Kaplan, Destana Kela Dimdim û Xanê Lepzêrîn.