Efsaneya Şahmaran

Gotina Şahmaran (kurdî: Şahmaran, Şamaran, Şah:maran) ji “Şahê Maran” tê. Şahmaran efsaneyeke gelekî kevin e û li gelek malên kurdan jin li ser paçekî wêneyê Şahmaran çêdikin û li dîwêr dadiliqînin. Ev wêneyên ku li dîwarê malên kurdan hene, Şahmaran wekî marekî xwediyê gelek lingan nîşan dide û bi taybetî di navbera dûvpişk(“tupişk” tê gotin) û mar de wekî ajalekî taybet xuya dike.

Dîroka Şahmaran

Dîroka Şahmaranê, pir kevn e. Gava ku mirov li ser dîroka wê dihizire, mirov pir dîrokeke kûr û bi hizir dibîne. Di nava xalkê de dîrok û çiroka Şahmaranê ji heyemên berê ve berdewam dike. Di nava xalkê de weke wêne dageriya rûmetê û xweşikbûn, hebûn û rastbûnê, jiyan û esilbûnê û hwd, tê ser ziman. Di nav xalkê de pir mazin bahsa Şahmaran mazin tê ser ziman. Ji demên berê ve bahsa wê tê kirin. Li ser wêne û dîroka Şahmaranê, di nav kurdan de, ne tenê çîrokek tê ser ziman.

Di demên berê de, li ser Şahmaran vegotin û çîrokên ku dihatin vegotin, di wan de hinekî “bawerî” ji pir mazin tê ser ziman. Weke ku bahsa hizreke olî bê kirin, bahsa Şahmaranê tê kirin. Deme ku bahsa wê tê kirin, bi rêz û hûrmet tê behskirin. Bi vê yekê, bi dîrok û çîroka Şahmaran ve, bi hizreke mazin ye civakî re gelek nirx û kevneşopiyên mazin hatina jiyîn û têne ser ziman. Deme ku bahsa Şahmaran tê kirin, bi rêz û hûrmet tê behskirin. Bi zêdêyê li Herême Botanê, di nav kurdan de, Şahmaran weke hizreke olî tê ser ziman. Weke ku berê lê bawerî dihata anîn tê ser ziman. Ev nêzîkatî, deme ku mirov diçê herêmên din yên Kurdistanê ji, mirov rastê wê têt. Lê divêt ku me bahsa hebûne şahmaran, me nêht kir, têne bi bêje û wateyên ku di nav xalkê de tê ser ziman û vegotin bênine ser ziman.

Şahmaran, hizreke civakî ya pir kevn e. Dîrokeke mazina vegotina Şahmaran di xwe de di afirêne. Deme ku bahsa Şahmaran hata kirin, pê re bahsa gelek nirx û hebûnên civakî yên di mên berê de jîn bûn, tê kirin. Di civateka kurd de, tê gotin ku deme ku bahsa Şahmaran tê kirin û dîrok û çîroke wê tê vegotin, “heft şev û rojan bahs tê kirin û vegotin”, lê nayê xilaskirin. Her weha Dirêj û mazin tê vegotin. Pir kur tê ve gotin.

Deme ku bahs hata kirin û hata vegotin, jin û zarok, mêr û jin, malbatitî û hwd gelek nirx bi hev ve tê vegotin. Di nav xalkê de weke vegotinekê tê gotin ku ” Şahmaran deh hezar sal jîn bû”. Lê deme ku ev vegotin tê vegotin, pêre hinek vegotinên din ji têne ve gotin. Weha têne vegotin. Têne vegotin ku Şahmaran ji ber ku nêvî mar û nêvî mirov bû, karibû ku bi afsûna xwe xwe bi tememî weke mirov bide nîşandin û herê nava mirovan û bi wan re weke mirov bimêne û jîn bibe.

Bi vê vegotinê re, dihata gotin ku Şahmaran pir qancî bi mirovan dikir. Her deme ku derdikete nava mirovan, ku mirovek di rewşeke zor de dîtiba, nêzîkî wî/wê dibû û çi ji destê wê bihatana jê re dikir. Bi vê yekê nave Şahmaran bi awayekî din ji derdikeve, bi aliyê wê yê mirov ve. Ji xaynî wê ji, ew hertimî weke Şahmaran, her tim hebûn dihata ser ziman. Li herêma botanê deme ku bahsa wê dihata kirin, weke ku bahsa pîroziyekê bikin bahsa wê dihata kirin.

Şahmaran, nêvî mirov û nêvî mar bû. Bi vê yekê re, deme ku bahsa wê dihata kirin, dihata vegotin ku ew ji aliyê wê jin ve ku lê dihata meyzendin, dihata dîtin ku dinyê de, ti kesek weke wê ne xweşik bû. Ti kesek li ser wê re ne xwediyê xweşikatiyekê bû. Bi vî awayî bahs dihata kirin. Ji vî alî ve, deme ku bahs dihata kirin, ev vegotin; weke dageriyeke xweşkatiyê dihata vegotin. Deme ku ev vegotin dihata kirin, pê re, wêne şahmaran ye ku hatibû çêkriin li ber çavan dihata zîn kirin. Bi vê yekê bahsa Şahmaran dihata kirin. Bi vê yekê re divêt ku mirov bêje ku Şahmaran, ne tenê dageriya xweşkatiyê bû.

Ew dageriya rûmet û hebûnê ji dihata dîtin. Ji ber vê yekê, di her malaka kurd de, wêne wê ye ku bidest bi naqş hatî çê kirin, hebû. Ew wêne, bi hêtan ve di hundurû de dihata dalaqandin. Mala ku wêne Şahmaran têde bû, ew mal hinek ji xwe bi bawer bû. Hinekî li ser xwe bû. Di nav xalkê de bi rêz bû û bi tifre bû. Her weha mazin bû. Her keçika dihata zewicandin, pê re dayika wê, “xalîçe”yeka ku wêne Şahmaran ku li ser hatî çêkirin didayê de û wê ji bi xwe re dibîr.Ev yek, weke kevnşopîyeka pir bi rêz û bi hûrmet bû. Pir rûmeteka mazin di vê kevneşopiyê de dihata ser ziman. Bi vê yekê girêdayî mirov divêt ku pîroziyê ji bi Şahmaran re bi vê kevneşopiyê re bêne ser ziman. Ji ber ku ev yek weha bi pîrozî hebû.

Baweriya li Şahmaran

Xêzkirineke cuda ya Şahmaranê

Li Şahmaran baweriyaka mazin heya. Deme ku bahsa wê tê kirin ji, ew bawerî tê ser ziman. Baweriye li Şahmaran, di xwe de xwediyê hinek xosletan bû. Ev xosletan ji, bi baweriye olî re pir çaran dihata navhevkirin. Di mala kurd, ku mirov bahsa wê bike, divêt ku mirov bêje ku pir xwediyê hebûneke mazin bû. Kevneşopîye wê ya mazin hebû. Li gor wê kevneşopiyê, nirxbûn hebû. Hizir û bawerî, kevneşopî û çand, mirov û civak bi hev ve girêdayî di wê kevneşoiyê de bi nirxne mazin dihata ser ziman.

Şahmaran ev hemû, bi wê wêne xwe bi dager dikir. Ji ber vê yekê pir girîng bû. Wê Şahmaran di her malê de huzurek û rehetiyek dide çê kirin. Bi herkesekê di malê de baweriyek û ji bawerbûnek bi wan re dide çê kirin. Bi vê yekê mirov divêt ku bêje ku pir girîng bû. Wêne Şahmaran, nirxeke mazin dianî ser ziman.

Dii civatan de ji, deme ku dihata vegotin, pir bi rêz dihata ser ziman. Di wê rêzê de ew bawerî û bawerkirin ji, pir mazin û bi nirx dihata ser ziman. Di civatan de, pir dihata vegotin. Deme ku dihata vegotin ji, pir bi bal lê dihata hisandin. Her mirovê kurd, yên ku zarok ji bana, demeke ji aliyê dê û bavê wan ve birine civatan û lê dihatina rûniştandin. Ji ber ku li Şahmaran bi hisênin. Diviya bû ku herkesekî zanî bana.

Ev yek weke pêdivîyekê ji dihata dîtin. Di nava kurdan de, her demî, mirovên zane û biaqil, di civatan de lev digahana hevdû. Deme ku lê digahana hevdû ji, êdî ji hevdû re diaxiftin û bahsa Şahmaran û dîrok û çîrokê wilo yên di nav xalkê de dihatina kirin. Di nava kurdan de kevneşopîye civatê, bi vî awayî, ev nirxên xalkê û civakî li di parastin. Her timî kurdan zarokên xwe bi xwe re dibirine civatan û bi xwe re li civatan didana rûnandin, da qana hinek tiştne di daberê dîrok û zanebûnê de his bikin û pê mazin bibin.

Vegotina Şahmaran bisereke

Vegotina Şahmaran, pir kevn û dîrêj e. Di nava kurdan de weke ku tê gotin, pir dîrêj e. Vegotina Şahmaran, wêneyekê mazin yê çanda kurd e. Li ser vê vegotinê, pir tê vegotin. Di nav xalkê de pir bahs tê kirin. De ne, bi vê yekê re, mirov dîvêt ku kevneşopîyeke kurdan ye pir girîng bêne ser ziman. Ew kevneşopî ji jin e. Jin di civaka kurd de pir mazina û bi kevneşopî ya. Li ser wê pir çandaka mazin heya. Di demên berê de ev yek weha ye. Pîroziyek di jinê de dihata ser ziman.

Ev pîrozî ji pir mazin bû. Ni nirx û kevneşpî bû. Di malê de ye ku mal ava dikir jin bû. Di nav civakê de ye ku arami ji di parast ew bixwe bû. “Desmala serê jinê pir wate ya û pîroz e. Deme ku dû mêr an ji aşîr ji ku ketiban ber hevdû de bi berberiyê, hingî, ku di civatê de jinê çûban û li pêşiya wan sekinî bana û desmala serê xwe ji serê kiriba û avêtiba nava wan, hingî, wê wan ew berberiya di nava xwe de di cih de bi dawi kriiban. Ev yek her weha pir girîng e û pîroz e. Di nava kurdan de mîr çend ku mazin û bi nirx û bi bîryara, wî ji, bi wê mazinatiya xwe ji, nikaribû, li ber wê kevneşopîye di nava xalkê de bisekinîyana. Wî ji diviya bû ku rêze xwe jê re bidana nîşandin. Ev yek, ku nebûna, wê wî mîrî ji rêz di nava xalkê de ne girtibana. Bi vê yekê jin, bi nirx û çand hebû. Lê rêzeke hebû.

Ev rêz bi mazinatiyekê dihata ser ziman. Di nava xalkê de di civatan de, jin di civatan de dirşnişt û hizre xwe dianî ser ziman. Di civatên bi jin de bahsa Şahmaran û nirxên wê û hebûne wê pir dihata kirin. Weke ku bahsa wê hebûne jinê ye li wir di wê heyemê de bikin, her weha bahsa wê dihata kirin. Ku bahsa Şahmaran dihata kirin, Hingî, bahsa wê pîrozîye jinê ji dihata kirin. Ew rewş û Şahmaran bi hev re di wê hebûnê de bi hev re dihatina ser ziman. Mîr ji li ber wê bi rêz bû.

Ku bahsa Şahmran hata kirin, hingî, êdî pêde, bahsa serpêhatiyên Şahmaran ji dihata kirin. De ne, pir serpêhatiyên Şahmaran hebûn. Pir tişt wê jîn kiribûn. Gelek Tişt û rewş hatibûbûna serê wê di jiyanê de. Ew serpêhatî û rewş hemû ji di civatên mîr de dihatina ser ziman. Civatîn mîr civatên ku bi nîrx bûn. Ku di wir dihata ser ziman ji, pir birêz û mayînda dihata ser ziman. De ne, Şahamran, deh hezar salî jîn bûbû li jiyanê. Ji ber vê yekê pir dîrêj bahsa pir serpêhatiyên wê dihata kirin.

Her serpêhatiya wê ji, ku bahsa wê dihata kirin, pir biêş dawiya wê dihat. Ji ber ku Şahmaran di nava mirovan de pir rastî bêbaxtiyan hatibû. Bi bêbaxtî pir tişt hatibûbûna serê wê. Li kê bawer kiribû baweriya xwe anîbû, di dawiyê de bêbaxtiyak derketibû pêşiya wê, Ji ber vê yekê ji Şahmaran, êdî ji nava mirovan xwe dabû alikî û xwe veşartibû. êdî weke berê di nav mirovan de ne dima. Wê piştre jiyanaka xwe ya mazin û dirêj di bin ardê, li cihê ku wê cihana xwe têde avakiribû, di wir de bidest jiyana xwe kir. Weke mar êdî jiya bû. Ew ji xwe, şaha maran bû. mar hemû pêve girêdayî bûn. Wê li wir, di bin ardê de, jiyanaka weke ye li ser ardê ji xwe re bi jiyana marî ava kir û tê de jîn bû.

Mar ji, hingî, bi ziman bûn weke mirovan diaxiftin. Bi ti kesekî ve ne didan. her weha jiyanaka wan hebû. Şahmaran, lê car bi car xwe bi tememî dikira awayê marakê de û derdiket û li jiyanê dimeyîzend. Ji ber ku ew nêvî mirov bû, êdî destê wê ji bi tememî ji mirovan ne dibû. Deme ku derdikete derve ji, diçû mala ku jineke ku kurekî xwe jin dibe û pir xizan bûn. Ew mal ji tenê çêlekeke wan hebû û pê dabare xwe dikriin. Şîrê ku jê dihildan dikirina mast û difirotin û pê dabara xwe dikirin. Şahmaran ku diçû wir, wê hinekî ji wê şîrê malê di vexwart û ji dêla vexwartina xwe ji, her roj zêrek di cihê de dihişt û divegerehe. Jinek pir ye xizan ji, ew mar dîtibû, lê Wê hê nizanibû ku ew Şahmaran bixwe ya. Lê Şahmaran kiribû dilê xwe de ku qanciyekê bi wê jinê ji bike.

Ev rewş weke demekê berdewam dike, û di demê de ji rewşe mala xizan pir xweş dibe. Piştre di dawiyê ji jin ji pê dihisêne ku ew Şahmaran e.Lê deme ku jin pê dihisêne, êdî xwe negirê û ji hinek mirovên din re ji rewşê têne ser ziman. Piştê ku ew dibêje, êdî Şahmaran ji pê dihisêhe ku wê jinê ji hineke din re ji ew gotiye û bahsa wê kiriya. Êdî Şahmaran nema diçê wir. Piştre bi qadarekê re, êdî ew di cihê xwe de bi tenê dimêne û bîryara xwe dide ku êdî dernekeve ser ruyê ardê.

Piştî ku ew weha bîryara xwe dide, êdî piştre, di cihê xwe de dimêne.Lê rojekê Du zarok ku bi hev re li ser ruyê ardê dileyizin, êdî yek ji wan dikeve çalaka avê ku av wilo zêde têde nemaya û weke ku ava têde çikahaya. Ku ew kurike ku dikeviyê de ji, navê wî Canşap e. Deme ku ew dikeve wir de, êdî ew xwe di nava maran de dibîne û pir ditirsêhe. Lê marakî mazin pêre dipeyivê û dibêjiye de “ne ji me ne tirsihe, emê ti zirerê ne dina te, lê tê êdî ji wir dernekeve, Ji ber ku te em dîtin û ti bi mere axiftî”. Piştre mar wî bi xwe tênine ber Şahmaran. Deme ku wî tênine ber Şahmaran, êdî ew dibîne ku ew Şahmaran çend jineke bedew û xweşik e. Ew jê pir bi bandûr dibe.

Dilê wî di cih de bidest avêtinê dike û laşê wî germ dibe û weke ku ji rihekî bikeve rihekî din de lê têt. Lê weke ku hinekî tirş ji pêre di dilê wî de çêdibe. Şahmaran fark dike ku hinekî tirş ketiye dilê wî de. Piştre Şahmaran pêre diaxivê û dbêjiye de “ne ne, ji me ne tirsiha, wê ti tiştek bi te newê kirin”. Piştre ew ji, Şahmaran bidest axiftinê pêre dike. Lê di wê heyeme de, dilê Şahmaran de bidest zûavêtinê dike û Şahmaran ji piştre êdî dil dikeve wî de. Ew ji hij wî kurikî dike. Canşap, piştre weke qadarekê li wir pê re jî dibe, dibin ardê de. Piştre rojekê dilê kurik dixweze ku derkeve ser ruyê ardê. Ji ber ku pir bîre mala xwe û hevalên xwe kiriya. Piştre rojekê Şahmaran te ber wî û dibêne ku wa Canşap pir xamgîn e. Piştre jê di pirsê ku ji ber çi ew xamgîn e.

Ew ji derde xwe jê re dibêje ku jê dixweze ku destûre bidiyê de ku herê ser rûyê ardê. Pêşî Şahmaran ve yekê naxweze, Lê piştre ku isrer dike, êdî wê naşikêne û destûre´ê didiyê de ku herê ser ruyê ardê. Lê berî ku derkeve, Şahmaran Jê re dibêjem “haya nahaka her mirovê ku min dît, bêbaxtî li mîn kir. Ti ji tê bê baxtiyê li min bike. Lê herê, bile bê”.Ku ew wilo dibêje, êdî Canşap dibêje, “ne ezê li te bêbaxtiyê ne kim û jê re sund dixwe.Lê Şahmaran dibêje sund nexwe tê bike “me ne ti ji mirov î”. Piştre Canşap ji wir derdikeve û tê derve. Piştre kurik ku derdikeve, êdî di nava xalkê bi merengozitiyê bidest kar dike û dedabre xwe dike.

Lê keyê ku heya ji, di wê demê de keça wî bi nexweşiyeka ku pir giren ketiye û tê gotin ku heya wê kêlîkê ti kesekî û ti hemimî nikariya ku wê rehet bike. Bi vê yekê, êdî ew ji li gelek mirovên hekim ku keça wî rehet bikin digerihê. Lê her hekimê ku dibêje ezê wê rehet bikim nikarê bike ji, serê wî tê jê kirin. Bi vê yekê, tê gotin ku serê gelek mirovên ku di wê heyeme de gotine key emê keça te rehe bikin û ne kirina jê bûya. Rojekê tê gotin ku mirovek tê wir û dibêje ku ezê rehet bikim, Te gotin ku çavên wî ji di wê de ya ku keçikê ji xwe re bêne. Berê ku ew mirov bidest rehetkirinê bike, pêşî dibêje key, “ezê keça te rehet bikim, lê ku min rehet kir, ezê pêre bi zewicim. Ji gotina tê gotin ku keçik pir xweşik bû. Li dinyeye li ser wê re ti yên xweşik ne bûn.

Ew mirovê ku ji xwe re dibêje ez hekim im, ew ji çi dike û nake nikarê wê keça wilo xweşik rehet bike. Bi vê yekê, ew ji, fahm dike ku wê serê wî jê bê kirin. Ew ji êdî li ser vê yekê bidest hizirandinê dike. Lê kurnakê ku ji xwe re ji bo ku serê ji ji jê kirinê xilas bike ti carê nabîne. Di dawiyê re rojekê key dibakiyê de ku were cem wî, Wê rojê key ji bê kêf û tê gotin ku weke ku ew ji weke ku nexweş ketiya. Deme ku mirov tê wir, êdî ew wê yekê ji kifş dike. Deme ku ew wê kişf dikê, êdî berî ku key biaxivê, ew mafê axiftinê dixweze û digirê û ji key re diaxivê û ku diaxivê ji ji key dibêje, “min çara rehetkirina keça te dîtiya. Deme ku ew ji wilo dibêje, Êdî key ji di cih de di pirsê ku ka çara ciya.

Ew dibêje, tenê yek karê keça rehet bike. Ew ji Şahmaran e. Deme ku wilo dibêje, êdî key di pirsê, lê emê çawa xwebigihênin şahmaran. Ew çara wê ji ji wire dibêje. Û her weha dibêje, Deme ku ez hatima vir, min li cem merengozekî rawasgheg da û ez li cem wî sekinim. Piştre dibêje, min dît ku wa bi laşê wî ve pirpirên ku bi maran ve hebûn, pêve min dît. hebe nebe ew wê karibê wê bibîne. Xwe gihnine wî. ew ji navê wî çanşap e. Lê bi navê “Lokman” ji navê kurik tê ser ziman.

Piştre, ku ew mirov weha dibêje, êdî piştre ew ji fermanê dide ku herin û xwe bigêhenine wî kurikê ku zilêm bahskiirye de. Pişre deme ku dikin ku xwe bigihêninê de wezirê key dibêje ku “wê çawa karibin ku wî nas bikin”. Ew ji dibêje ku “li laşê wî meyîzênin. Laşê wî ji weke yê maran bi pulpula. Piştre Leşker bidest lê gerinê dikin, êdî piştre yên ku xwe digêhênine wan, li laşê wan ji dimeyîzênin. PIştre xwe digihênin Lokman. Ji ber ku ew li welatê maran “Marîstanê” maya, êdî ew ji weke wan bilaşpul bûya.

Piştre, deme ku wî dibînin, êdî wî dibin û gelekî lê dixin, ji ber ku cihê Şahmaran ji wan re bêje.Lê ew li ber xwe dide û cihê Şahmaran ji wan re nabêje. Piştre wezîr dihizrê ku wê bi wî awayî nikaribe ku wî bide axiftin û jê tiştekî fêr bibe. Piştre ew di serê xwe de planakê çêdike û piştre diçê cem wî, li cem wî hinekî bi leskerên ku lêxistine de ji dixayide û piştre dide berdan. Wezîr hizir dike ku Lokman herê, wê rast û rast herê û xaberê bide Şahmaran. Deme ku kurik derdikeve, êdî ew ji wilo dike û lez dike ku herê û xaberê bide Şahmaran, da qana xwe xilas bike.Ji bo ku herê û bêjiye de, lê diherihin diçê deve cihê ku ew têde ya.

Lê deme ku ew ji qasrê derketiya ku ketiya rê de ku herê û Şahmaran bibîne, wezir leşker ji dana pay wî. Wezîr bi xwe ji di pay Şahmaran de ya. Ew ne ji kulê key û keça wî ketiya. Ji ber ku wî bihistiya ku zanebûna dinya ye hemû bi Şahmaran re ya. Haçiyê xwe bigihinê de wê xwe bigihêne zanebûna dinyê hemû yî. Ew ji dixweze ku xwe bigihêne wê zanebûne wê. Deme ku ew te deve cihê ku ew têde ya, êdî di cih de leşker didine peşiya wî dikevine hundur û Şahmaran digihin û dibine qasrê.

Piştre dibine qasrê êdî dikin ku wî bikujin û dii qazanên li ser agir de wê bi kelenin. Qazanekê aliyê serê wê têde û qazana din ji aliyê ji xwere wê pêde têde bi kelenin. Lê berî ku bê kuştin, kurik tê cem wê û ew ji kurik re diaxivê, ew ji kurik re deme ku diaxivê, ji kurik re dibêje “ti ji aliyê serê min ti ji wir vexwa, ji ber ku ew bi jehra, ji ber ku te bêbaxtî li min kir”. Kurik ji pir di rewşeke ne baş de ya. Ew ji dibêje bila. Wezire ji li wan dihisêne. Lê Şahmaran tiştekî din ji gotiya.

Gotiyê ku aliyê min yê din, yê ji xwere pêde, haçiyê ku jê vexwe, wê gihê zanebûne dinyê û deman hemûkî. Piştre Şahmaran tê kuştin û di du qazanan de laşê wê tê kelendin û piştre ji, ku laşê wê dikelê, êdî kurik ji aliyê serê wê divexwe û wezîr ji aliyê xwere pêde. Piştre wezîr li cihê dimirê û kurik ji digihê zanebûne dinyê û deman hemûki.

Cihê ku Şahmaran lê Jîn bûya

Şahmaran, li ser cihê ku ew lê jîn bûya pir tişt têne vegotin. Lê Deme ku mirov li dîrok û vegotinên di nav xalkê de li wan dihisêne, mirov dibêne û têdigihê ku li Dore Cizîra Botan û Nisêbînê wanderan jîn bûya. Di deme Medan de pir mazin hatiya ser ziman û di wê demê de ji nirxeke bi anînine wê ye ser ziman re, hatiya afirandin. Lê vegotina Şahmaran bi kevnbûna xwe ji diçê berî demên Mîtanîyan, Hûriyan û Naîriyan wan. Di deme Mîtaniyan wan de, weke nirxeke pîroz hatiya vegotin.

Mîtanî ji, li navênde wan Nêsîbîn û dore wê bû. Cihê wan haya bi Rihayê wan deran diçû. Li van herêman pir mazin hatiya vegotin. Piştî wan deman ji li van herêmen weke nirzeke pîroz hatiya vegotin. Li Dore Nisêbîne, haya iro ji, di wê demê demê de çawa bû, wilo ya. Bi heman nêzîkatiyê nêzîkati tê kirin.

Hinek kevir û hinek nivîsên ku haya sadsala 20 min ji ku li ser nivîs hebûn, li van herêman bi wêneyên Şahmaran de bûn. Piştre ew kevir ji ji van herêmen bi awayekê hatina windakirin. Lê li herême, ku bi kê re tê axiftin, li ser hebûn û Nirxe Şahmaran axiftin tê kirin. Şahmrana Çanda wê, li Nisêbîn, Cizîra Botan, û li dore bicih e. Li wanderan, heya i ro ji, hê vegotinên ku ji wan demên berê mana, bi Şahmaran li ser zimanan e.

Di nav xalkê de Nisêbîn ku Cizîra Botan ji di nav herême wê de, di nav xalkê de heyemên berê, weke “Welatê Şahmaran” ji hatiya bi nav kirin. Li Nisêbînê û Cizîre botan û li dore wan, heya sadsala 19 û 20 ji, ti malên ku bê wêneyên Şahmaran ne bûn. Di her civatên xalkê de wêneyên Şahmaran dihatina dalaqandin.

Li van herêmên Kurdistanê, gelek kevneşopî bi hebûne vegotin û Şahmaran bixwe, hatina afirandin. Xalk, haya demên dawiyê bi wan jîn bûya. Deme ku li civatekê rûniştin bûbana, pêşî li ser Şahmaran axiftin dihata kirin. Ku bahs nehatina kirin, weke ku ne dibû. Lê bi vê yekê re, ku baweriyê ve girêdayî divêt ku mirov bêje ku baweriyeka mazin bi Şahmaran ve dihata ser ziman. Vegotina Şahmaran ji. li herême bi gelek dev û vegotinên jev cuda dihata vegotin.

Pişt dirêj dihata vegotin. Ji ber ku ji aliyê hizrî ve, weke nêzîkatiyaka olî hatiya ser ziman û pir mazin û bi rêz hatiya ser ziman, Piştre ji, pir di nav xalkê de bicih bûya, Êdî ne tenê di nav kurdan de di nav xalkên herêmê yên din de ji bi cih bûya û weke hizreke baweriyê ew ji bi bandûr kiriya. Bi vê yekê mirov karê bêje ku piştî deme Mîtanî û Hûriyan re, her xalkê ku derketiye û an ji têkiliyek bi herêmê re daniya, vê vegotinê bandûr li wan û hzir û baweriya wan kiriya.

Bi vê yekê weke baweriyeka Mîtolojiya Mezopotamya li herêmê di nava xalkan de bi varsiyonên xwe yên cûr bi cûr û cuda bicih bûya. Weke destana Rûstemê Zal ku tenê di nav kurdan de dihata vegotin û piştre ku Firdewsî ew nivîsand û piştre di nava xalkê pers de ji bicih bû, her weha wilo ev vegotin û dîrok bi hizir û baweriya bi xwe re bicih bûya. Bi heman nêzîkatiyê mirov karê bêje ku mîtolojiya Yewnanî ji bi bandûr kiriya. Ve vegotina herêmî, hin varsiyonên xwe de di vê Mîtolojîyê de ji çêkiriya.

Kevneşopiya Şahmaran

Li Kurdistanê, divêt ku mirov bêje ku kevneşopîyeka Şahmaran, ku ji gelek aliyan ve tê ser ziman heya. ne tenê weke mîtolojiyekê tê ser ziman. Ji wê zêdetir û maztir tê ser ziman. Di her malên kurdan de wêneyên Şahmaran, ku li ser Xaliçeyên Şahmaran ên hêtan hatina çêkirin û bi hêtan ve hatina dalaqandin hene. Ev alî, alieykê vê kevneşopiyê têne ser ziman. Di jiyanê de, li gor her komên civakê Şahmaran binirx hatiya kirin. Ev yek ji dide nîşandin ku Şahmaran ne tenê bi nirxekê heya. Ne tenê weke kevneşopîyekê heya. Ev yek dide Nîşandin ku weke hizreke pîroz di nav xakê de heya. Bi vê yekê Şahmaran li ser lingan maya. Li Kurdistsnê Naqşkirin bi çêkirine wêne Şahmaran re ni nirx dibe. Hinekî bihêja û pîroz tê berçavan û ser ziman.

Bi xalîçe û tiştên ku bi nav û wêneye Şahmaran têne naqşkirin û çêkirin, alieykê nirx û kevneşopiya bi Şahmaran de tê ser ziman. Lê aliyê dî ji bi ve gotin û pîrozkirinê re tê ser ziman. Pir mazin tê ser ziman. Deme ku bahs tê kirin, pir li ser tê sekinadin û hêjabûnak tê dayîn jê ra. Li gor baweriyekê tê ser ziman. Ji gelek aliyan ve vegotinên ku li ser hatina afirandin û vegotinên ku bi van vegotinan ve hatina zêdekirin û afirandin ji hene. Hemû ji yên demên berê ne.

Di wan vegotinan de hinekan ji wan de ji aliyê şahmaran yê ku weke jineke pir xweşik hatiya afirandin, weke zilem ji hatina nîşandin. Bi vê yekê zêdebûn hatina kirin. Vegotinên li ser Şahmaran yên li aliyê Rojhilatê kurdistanê de gelekan ji wan, têde aliyê mirov “mêr” ji hatiya nîşandin. Lê ji wî aliyê ve her ku çend wêneyên ku aliyê mirov mêr in, hatina çêkirin ji, lê ew wêne wilo zêde derketina pêş di nav xalkê de. Ji ber ku li ser wêneyê şahmaran, ku aliyê mirov jin e, pir pîrozyeka mazin hatiya çêkirin û ew pîrozî ji ji aliyê bandûriyê ve pir mazin û bi bandûr bûya.

Ev alî ji, weke aliyekê din yê vegotina Şahmaran derkete pêş. Her afirandinên ku di nav xalkê de li gor çanda Şahmaran bi ve gotina Şahmaran ve hatina afirandin di nav xalkê de mazin dihatina vegotin û ser ziman. Navende Çanda Şahmaran û afirandinên bi wê ve ji, Nisêbîn û Cizîra Botan bû.

Ji aliyê hizrî ve, ku di vegotina Şahmaran de, ku bahsa deme ku ew jin bûya ku tê kirin, weke demeke di aramî û aştiyê de tê ser ziman. Di naqabîna mirov û ajalan de ji ew aramî û aştî heya. Mar bi ti mirovî ve nadin. Mirov ti marî ne kujin. Her weha herkesek li ber hevdû di başiyekê de ya. Di ve gotina Şahmaran de ev yek pir mazin derdikeve pêş. Lê bi vê yekê re du hizrên din ji derdikevine pêş. Ew ji her weha yek bêbaxtiya mirov e, û ya din ji her weha xamginiye dilê Şahmaran e.

Di nav xalkê de ji, deme ku bahsa xamginiya dil Şahmaran dihata kirin, pêre xamginiya dilê mirov dihata ser ziman. kengî dilê yekî xamgin bû, hingî ew xamginî dihata ser ziman. Deme ku yekî li yekî dî bêbaxtî ji kiribana, di cih de hingî, ew bêbaxtiya ku hatiya serê Şahmaran dihata bîra mirov. Dii wê heyemê de ji, pir bahsa wê dihata kirin. Bi ve yekê re Çanda Şahmaran afirî bû. di nava kurdan de jinên ku daq li ser li laşê xwe çêkirin, keçikên ku naqş dikirin, di naqşkirinên xwe de Şahmaran bi kar dianîn. Çi di Mîtolojiye Şahmaran de tê ser ziman, bihizir bê an ji bi wênegerî bê, di naqşan de dihata afirandin.Dîroka Şahmaran-ji PENA Kurd hatîya vegirtin

Zanîn

Ev nivîsa li ser dîroka Şahmaran, nivîsa Nivîskarê kurd Abdusamet Yigit e û ji malpare PENa Kurdê hatîya girtin. Dîroka Şahmaran-pen-kurd Çîroka Şahmaran destanek dîrokî,kevnar,mîtolojîk û folklorî a neteweya Kurd e.

Çavkanî

  • Çirokên keçelok, Abdusamet Yigit
  • Şahmaran, Abdusamet Yigit, roman 2011, Han, Berlin. ISBN 978-3-942735-00-1

Lê Binêre

Destana Kela Dimdimê

 Hekar Sermest   Dimdim keleha Kurda ye Stêrka sibehê l’ser daye Îro li me hawar …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !