Di zaravayê Kurmancîyê  da COTEPEYV - 2 /  Hasbey KÖKSAL

Di zaravayê Kurmancîyê  da COTEPEYV – 2 /  Hasbey KÖKSAL

Rêzenivîs: 2     Zimanê Kurdî , di zaravayê Kurmancîyê  da COTEPEYV .

B

Ba û bahoz                                                                                                                                 

Ba:1. Hewayê ku dilive.

  1. Li cem, li kêlekê, li teniştê.
  2. Tir, fis, piv.

Bahoz:1. Bayê pir xurt, bayê bihêz.

  1. Bager, gêzgerink, bagêje, babilîsok

Mane:  Bayi pir dijwar,  şidayî,  gêjgernik, bayê şid, payê hişkan.

Mînak: Ba û bahoza payîzê xwe nîşan da.

 

Ba û babelîsk

                   Ba:1. Hewayê ku dilive.

  1. Li cem, li kêlekê, li teniştê.
  2. Tir, fis, piv.

Babelîsk:1. Bayê ku zû dilive û pirî caran li dor xwe dizivire tozê rahewa dike.

  1. Gilêle, talîzok, babelîs, xilêle. Bablîsok.

Mane:  Zêde jêhatî û bi huner.

Bela û tofan.

Bager. Bayi pir dijwar.

Mînak: Ba û babelîska ku hate serê me nehatîye serê gurê çîyan.

 

Bav û kal

               Bav:1. Mêrê ku zarokê xwî heye.

2.Ecdat, kalik.

Kal:1. Pîr, kesê temenê wî pir mezin.

2.Bapîr, bavê bav, bavê dê.

  1. Ced, ecdat.

Mane:  Bav û bapîr û bav û bapîrên wan.

Mînak: Kurdistan warê bav kalê me ye.

 

Bask û perwaz

                        Bask:1. Per, şax.

  1. Çeng, celp, çepal, bal, qanat.
  2. Perîk.
  3. Mil, qol.

Perwaz:1. Per û baskên vekirî, cengên li firî. Per li xwe xistin, bask li hev dan.

Mane: Ji bo firînê perik li hev dan.

Per li xwe xistin. Çeng vedan.

Mînak: Çêlîka çûçikê bi hêvîye xurt bask û perwaz dan û xwe berda nav jîyanê…

 

Best û dost

                   Best:1.Deşt, berî.

             2.Berav, berçem, berderya, qerax.

  1. Gelî, dol, newal, nihal. Cîhê nizm yê navbera du çîyan yan jî girikan.Neqeb.
  2. Cîyê rast, meydan.
  3. Hayraz, peyam, xwedza, îlham, sirûş,peyxam.

Dost:1. Kesên ku hev dinasin û têkilîyên rind li gel hev hene û ji hev hez dikin.

  1. Keç û kurên yan jî jin û zilamên ji hev hez dikin, lê ne jin û mêrê hev in.

Mane: Kesên ku hezî û îlham didine hev.

Mînak: Meriv li cem best û dostan  dilşên û dilşad dibe

 

Birû û bijeng

                     Birû:1. Mûyên li ser çavan li jêra enîyê.

  1. Kesa/kesê bifedî.

Bijeng:1.Mûyen li ser çavan.

2.Bijang, mujank, mişkulî, mijang.

Mane: Şekl û şemalê derdorê mû û pirçê çavan.

Bedewbûna derdorê çavan.

Mînak: Birû û bijenga delala min wekî tîr û kevan e.

 

Bisk û birû

Bisk:1. zilf, tûnçik, pûnçik,pêçavk, pûlik, perçem. Porê ku dikeve ser çavan (taybetî yê jinan).

Birû:1. Mûyên li serê çavan li jêra enîyê.

  1. Kesa/kesê bifedî.

Mane: Li hev ketina şekl û şemalê porên ser enîyê û pirçên ser çavan. (taybetî yên jinan)

Mînak: Kena şîrîn li rûyê, bisk û birû li enîyê, por tê ber panîyê.

 

Bejn û bala

Bejn:1. Endam,qelafet, qam.

  1. Dirêjî.

Bala:1.Berz, bilind.

Mane:  Qed û qamet. Bejn û bal.

Mînak: Bejn û bala yarê, mîna şitla darê.

 

 

Berf û baran

                    Berf: 1.Ava qerisî ya wek tozek spî ji ewran dibare û erdê spî dike, dema germê de dihele.

Baran:1. Ava ku ji ewra dibare.

  1. Şilî.

Mane: Dijwartî, zehmetî, astengîya zivistanê.

Mînak: Li vê zivistanê berf û baranê rê li me birî.

 

Bîr û heş

             Bîr:1.Hiş, şiûr.

  1. Hişmendî.
  2. Mêjî, zêhn.
  3. Çalav. Kûrgeh. Kort.

Heş:1. Aqil, hiş, şiûr.

Mane: Şiyan û kapasîteya hişê.

Mînak:Yêzdan bîr û heş ji te nestîne.

 

Bîr û hiş = Bîr û heş.

 

Boş û bor

               Boş:1.Pir, gelek, zêde, bereket, boşahî, gurah, zaf.

Bor:1. Cîhê neajotî, şûv, şov, kirêb, beyar.

  1. Rengê kehweyî û spî, wake sorikî.

Mane: Erdê bereketdar û ne ajotî.

Mînak: Di vê boş û borê de ajal û sewal têr diçêrin.

 

Bax û baxçe

Bax:1. Cîhê ku gul yan dan lê hatine çandin.

  1. Gulîstan.
  2. Rez.

Baxçe:1.Cîhe ku gul yan dar lê hatine çandîn.

Mane: Cîhê bi gul, rez û daristan.

Cîhê ku gul, rez, dar hatîye çandin.

Hişînahî. Dewlemendîya xwezayê. Bereket.

Mînak: Kalo bax û baxçe mer kir.

 

 

Bîr û bawerî

                  Bîr:1.Hiş, şiûr.

  1. Hişmendî.
  2. Mêjî, zêhn.
  3. Çalav. Kûrgeh. Kort.

Bawerî:1. Qane bûn, razî, qayîl.

  1. Îtîqat.
  2. Îman, înan, yeqîn, hizir, qenaet.

Mane: Awayê fikirînê, awayê lê nêrîn û dîtina jîyanê.

Taybetî pirsên exlaqî. Bawerîya miqades.

Doktrîn.

Mînak: Bi wê mizgînîyê bîr û bawerîya me xurt bû.

 

Birîn û birîndar

                         Birîn:1. Zîyana laşê. Di laşê de şikestina derekî yan xwînhatina derekê.

2.Qet nema, hîç nema.

  1. Kerî kirin, parçe kirin.

Birîndar:1. Kesa/kesê ku birîn lê heye, hene yan lê bûne.

  1. Kuldar, derdmend (mecazî)

Mane: Dil zîyan dîtin. (mecazî)

Bi kul û derd ketin. (mecazî)

Bi tiştekî yan jî di bûyerekî de zîyan dîtina laşê.

Mînak: De were ey dilber, bê te dil birîn û birîndar e.

 

Bax û bostan

                     Bax: 1. Cîhê ku gul yan dan lê hatine çandin.

  1. Gulîstan.
  2. Rez.

Bostan:1. Bûstan, bîstan,baxçe.

  1. Zevîya ku şênkatî (hêşinatî-sebze) lê hatine çandin.

Mane: Hişînahî, bereket, dewlemendîya xwezayê.

Mînak:Welatê me Kurdistan e,

Ber derîyê me bax û bostan e.[1]

 

Bax û bîstan= Bax û bostan.

 

Bext  û miraz

                     Bext:1.Nesîb, şans, talîh, qeder, felek, qismet, rojgar, çarenivîs.

  1. Dilovanî,rehm, dilsojî (mîn: davêjim bextê we.), wijdan,zemîr.

Miraz:1.Mirad, meqsed.

  1. Xwezî, xwastek, hesret, daxwaz, hêvî.
  2. Bang, tika, xwazî.

Mane: Qeder û mirad.

Mînak: Hêvî dikim  ew jî bigîjin bext û mirazê xwe.

 

Ben û ta

             Ben:1.Dezî, bizînk, werîs, bend. Tişt pê tê girêdan.

  1. Dara benîştê (Pîstacîa lentîscûs).Benîştek, darbenk, benîştok.
  2. Fen û ben.
  3. Amûrekî muzîkê( sê ta).
  4. Ji baxiran (zinaran) piçûk kevir.

6.Taybetî, xûy,karekter.

  1. Bend, benda qiçik. Sînorê zevîyê. Zevîyê ku li çîyayê hatîye vekirin,vekolandin.

Ta:1. Serma girtin. Ji ber sermayê xudana zêde. Lerzata. Nexwaşîya malarya.

  1. Dezî.
  2. Qas, heta, hetanî, heya ( ta li vir…).
  3. Qat, çîn, tebaqa.
  4. Beramber, deng, hevcot, hevbiha.
  5. Rîş (rîş û sap bihevra, tekek), gulî, çek. (mîn: Sê ta gul da min.)
  6. Alî, rex, hêl.
  7. Tenê yek. Ne cot.

9.Bejn. Ta û têl.

  1. Çewal(çal) a tujî. (mîn: Tayek sêv)

Mane:  Hevşibîn, hevdirûv.

Li hev çûn, mînan hev. Wak yan jî nêzî wak hev.

Mînak: Ez û wî wak ben û ta ne.

 

Boş û betal

                   Boş:1.Pir, gelek, zêde, bereket, boşahî, gurah, zaf.

  1. Betal, ne mijûl.

Betal:1.Ya/yê ku karekî  nake. Bêîş, bêkar, bêxebat.

  1. Îptal.
  2. Berdayî

Mane: Vala, bêxebat, bêşixul, vala û bêkar.

Mînak: Boş û betal li guncîkê qehwexanan waxt dihêrîne.

 

Bend û ta

               Bend:1.Dîwarê ku bi keviran hatîye çêkirin (bo av, bax û baxçe)

  1. Partî, hîzb
  2. Qeyde, made.
  3. Dezî, ben.
  4. Sekn, hêvî.
  5. Qeyd û bend, zend û bend.
  6. Çarîn.
  7. Peywend, têkilî.

Ta:1. Serma girtin. Ji ber sermayê xudana zêde. Lerzata. Nexwaşîya malarya.

  1. Dezî.
  2. Qas, heta, hetanî, heya ( ta li vir…).
  3. Qat, çîn, tebaqa.
  4. Beramber, deng, hevcot, hevbiha.
  5. Rîş (rîş û sap bihevra, tekek), gulî, çek. (mîn: Sê ta gul da min.)
  6. Alî, rex, hêl.
  7. Tenê yek. Ne cot.

9.Bejn. Ta û têl.

  1. Çewal(çal) a tujî. (mîn: Tayek sêv)

Mane: Yekbûn, li hev temamkirin.

Li hevkirin.

Mînak: Tê gotin ku di vê meseleyê de bûne  bend û ta.

 

Bisk û kezî

                 Bisk:1. zilf, tûnçik, pûnçik,pêçavk, pûlik, perçem. Porê ku dikeve ser çavan (taybetî yê jinan).

Kezî:1. Porê kû li pîştê hatîye vehonandin.

Mane: Porê ku dikeve ser enîyê û şekl û şemalê porê. (Bo jinan)

Mînak: Bisk û kezî kej e, fîstana zer li ser e.

 

Bisk û tûncik

                     Bisk:1. zilf, tûnçik, pûnçik,pêçavk, pûlik, perçem. Porê ku dikeve ser çavan (taybetî yê jinan).

Tûncik:1.Bisk,zilf.

Mane: Porê ku dikeve ser enîyê.

Mînak: Yara min li serbanê bû, bisk û tûncîk li ber bayê axme dibû.

 

Bisk û gulî

                 Bisk:1. zilf, tûnçik, pûnçik,pêçavk, pûlik, perçem. Porê ku dikeve ser çavan (taybetî yê jinan).

Gulî:1. Çeq, ta, çik.

  1. Parçeyê daran û rivekan, yên ku her yek bi alîyekî ve diçe.

Mane: Porê ku dikeve ser enîyê û şekl û şemale porê. (Bo jinan)

Mînak: Bisk û gulîyên yarê ta bi ta ye.

 

Bêtir û çêtir

Bêtir:1. Zêdetir, pirtir. Herî zêde, herî pir.

Çêtir:1. Baştir, qenctir, rindtir, çêyî.

Mane: Hêj çê, hê zêde, baştir û rind.

Mînak: Ew ji wî  bêtir û çêtir e.

 

Bext û text

                  Bext:1.Şans, qeder, çarenivîs, dilovanî, dilsojî.

Text:1.Kursîya fermî ya padîşah. Paytext.

2.Dara nivînê li ser tên rûniştin û li ser radikevin an ku radizin an ku dinivin.

  1. Texte, dar, direx.

Mane:  Soz.

Di dayîn ya jî kirina tiştekî de bi dêv qewlkirin.

Mînak: Ew jî, wake wî li ser bext û textê xwe sekinîye.

 

Berî û beristan

                         Berî:1.Pêşî. Hîna tiştek neqewimîye, nebûye.

2.Pêş, bersîng, berahî, berahîk.

3.Ji “ber”.

  1. Deverên ziha.
  2. Dara çilo,çilû.
  3. Çîya, zozan, deşt, zêlat, best, mexer.

Beristan:1.Deştîn, berin, çolistan, xîzistan, beyabanistan.

Mane: Berî her tiştî.

Hîna tiştek neqewimîyabû.

Mînak : Berî û beristan,

Ûsivî giristan,

Hat bihar,

Çû zivistan.[2]

Bend û benwêr

Bend:1.Dîwarê ku bi keviran hatîye çêkirin (bo av, bax û baxçe)

  1. Partî, hîzb
  2. Qeyde, made.
  3. Dezî, ben.
  4. Sekn, hêvî.
  5. Qeyd û bend, zend û bend.
  6. Çarîn.
  7. Peywend, têkilî.

Benwêr:1. Bendik, benik, qeytan (piranî ji bo bendê solan bi kar tînin).

Mane: Têkilî, pêwendî. (mecazî)

Mînak: Bend û benwêrê wan bi  dek û dolaban va girêdayî ye.

 

Bend û xapik

              Bend:1.Dîwarê ku bi keviran hatîye çêkirin (bo av, bax û baxçe)

  1. Partî, hîzb
  2. Qeyde, made.
  3. Dezî, ben.
  4. Sekn, hêvî.
  5. Qeyd û bend, zend û bend.
  6. Çarîn.
  7. Peywend, têkilî.

Xapik:1. Hevsar, xap, rişme,serhevsar.

  1. Bendê kin û stûr. Hevsar.

Mane: Hemû cûreyên bendan.

Hevsar. (mecazî)

Mînak: Wî bend û xapik li stû girêdaye û ew kirîye ker.

 

Ba û bager

Ba:1. Hewayê ku dilive.

  1. Li cem, li kêlekê, li teniştê.
  2. Tir, fis, piv.

Bager:1. Babelîsk, badev, bagêje. Bayê ku bi hêz li dor xwe dizivire.

Mane: Bayi pir dijwar,  şîdayî,  gêjgernik.

Mînak: Ba û bager rabû.

Birq û birûsk

Birq:1.Birûsk, çirîsk, ronahî. Ronîya birûskê yan ronahîya ku tenê bîskekê dimîne.

2.Êşa ku ji hindav de dikeve piştê. Firk (mîn: Firk kete pişta min.)

  1. Xal, nuqte, niqut.

Birûsk:1. Darêja elektronê ya ewran  enerjîyê ku derdixine .Di girtin û vergirtinê elektronan de enerjîyê ku  derdikeve.

  1. Birq.

Mane: Di wê gavê de bûyîn û qedîn, bûyîn û winda bûn.

Birûsk da. Vejna birûskê

Mînak: Wake birq û birûsk herikî çû.

 

Ba û baran

                  Ba:1. Hewayê ku dilive.

  1. Li cem, li kêlekê, li teniştê.
  2. Tir, fis, piv.

Baran:1. Şilî. Ava ku ji ewran dikeve.

Mane: Hewayê biba û bibaran.

Pir zêde û bilez.

Mînak: Ba û barana payîzê, nîşaneya zivistanê ye..

 

Ba û bapûk

               Ba:1. Hewayê ku dilive.

  1. Li cem, li kêlekê, li teniştê.
  2. Tir, fis, piv.

Bapûk:1. Berfa ku bi hêza bayê  ra dibe hewa.  

  1. Ba û pûk, boraz, bapêç.

Mane: Firtûneya berfê.

Mînak: Te digot qey  ba û pûka  zivistanê ye.

 

Ba û teht

Ba:1. Hewayê ku dilive.

  1. Li cem, li kêlekê, li teniştê.
  2. Tir, fis, piv.

Teht:1.Kevir.

2.Tat, zinar, lat.

Mane: Bêfêm, bêaqil, bomik, bêtêgihîştî.

Mînak: Ha bibêje ha bibêje ba û teht e , fehm nake.

 

Ba û bapêş

                  Ba:1. Hewayê ku dilive.

  1. Li cem, li kêlekê, li teniştê.
  2. Tir, fis, piv.

Bapêş:1.Arsim, zekem, serma girtin.

  1. Nexwaşîya ku ji ber qijnîkan li guhanên ajelan dikeve.
  2. Lareş, tîrawî. Têneşo, teneşek.

Mane: Nexweşîya ji sermayê.

Mînak:Ji ber sermayê zarokên me giştî bi ba û bapêşê ketin.

 

Ba û baweşîn

                     Ba:1. Hewayê ku dilive.

  1. Li cem, li kêlekê, li teniştê.
  2. Tir, fis, piv.

Baweşîn:1.Baweşînk, baweşînok. Di hewayê germ de ji bo hênîk bûnê amûrê ku ber ve rûyê bi dest  tê rajandin.

Mane: Hênikayî, xwe baweşînkirin.

Mînak: Li bin sîya darê xwe daye ber ba û baweşînê

 

Bal û pal

              Bal:1. Bejn (Dirêjîya bin û serê tiştekî. Dûrahîya bin û ser).

  1. Bask, per, şax. ( Ji bo çûk û kêzikên firinde.)
  2. Bilind, bala, berz. Vekirî, vebûyî. ( Bê asteng, bê berdest)
  3. Cem, nik, ba, li kêlekê. Hêl, alî. ( Mîn.: balî malê ve çû.)
  4. Hişyarî, agadarî, îkaz, guhdarî, sexbêrî, çavdêrî.

Pal:1.Bi tek destekî kevir avêtin. (wake gule avêtin.)

  1. Mû, pirç. Pal û pirç.
  2. Berwer, berpal, kendal. Hevraz, kaş, serbijêr.
  3. Pişt, paş, mil, dehf.
  4. Danber. Dengivandin. (Mîn.: Pişta xwe da cîhekî, palên xwe da cîhekî.)

Mane: Bêserî û bêbinî. Pir zêde. bêserûbin.

Mînak: Zozanên Çewlikê bal û pal in.

 

Bala û wala

                   Bala:1. Bilind, berz, mezin.

  1. Bejnûbala, endam.

Wala: 1.Gewre, gewremend. Bilind.

Mane: Mezin, berz, bilind.

Mînak: Li ser navê Yezdan sonda bala û wala xwar.

 

Bar û barxane

                       Bar:1.Tiştên ku mirov yan jî hesp, qatir, ker, hêstir…hwd. yan jî tirimpêl, balafir, keştî…hwd hildigire û radiguhêze.

  1. Berpisiyarî, erk, wazîfe.
  2. Cîhê ku alkol tê firotin, vexwarinxane.
  3. Peseteya (dewsan) hewayê. (F)( Mîn.: Şeş dewsan/bar)
  4. Berhem, mahsûl.
  5. Derbarê (yekî) de, der heqê (kesekî) de.

7.Barûdox. Rewş, hal, destûdar.

Barxane:1.Depo, ambar, kuwar, kîler.

Mane: Tiştên ku li ser pişta heywanan in û ji cîhekî dibin cîhekî din.

Mînak: Karwan bar û barxaneyê xwe barkirin û çûn.

 

Bar û birc

Bar:1.Tiştên ku mirov yan jî hesp, qatir, ker, hêstir…hwd. yan jî tirimpêl, balafir, keştî…hwd hildigire û radiguhêze.

  1. Berpisiyarî, erk, wazîfe.
  2. Cîhê ku alkol tê firotin, vexwarinxane.
  3. Peseteya (dewsan) hewayê. (F)( Mîn.: Şeş dewsan/bar)
  4. Berhem, mahsûl.
  5. Derbarê (yekî) de, der heqê (kesekî) de.

7.Barûdox. Rewş, hal, destûdar.

Birc:1.Bac, bide, xerec, olam. Pereyên ku her kes gora qezenca xwe  dide dewletê.

2.Kele, sûr, beden.

Mane: Saman, hebûn, serwet.

Mal û menal, mal û hal, mal û milk

Mînak: Tiştêkî vêşartî tune, bar û birc li ber çavan e.

 

Bar û piştî

                 Bar:1.Tiştên ku mirov yan jî hesp, qatir, ker, hêstir…hwd. yan jî tirimpêl, balafir, keştî…hwd hildigire û radiguhêze.

  1. Berpisiyarî, erk, wazîfe.
  2. Cîhê ku alkol tê firotin, vexwarinxane.
  3. Peseteya (dewsan) hewayê. (F)( Mîn.: Şeş dewsan/bar)
  4. Berhem, mahsûl.
  5. Derbarê (yekî) de, der heqê (kesekî) de.

7.Barûdox. Rewş, hal, destûdar.

Piştî:1.Li dû, li pey, li paş, li pişt.

2.Barê li piştê. Barê ku li ser piştê  ye.

Mane: Tengayî, tengasî, bar, pirsgirêk.

Mînak: Pirsgirêkê  wan ji me re bû  bar û piştî.

Başî û xweşî

                     Başî:1.Çêyî, rindî, çakî, xweşî, qencî.

  1. Xêr, saxlemî, saxî.

Xweşî:1.Dilxweşî, şahî, şadî, kêfxweşî, şanazî, dilşadî, bextewarî. (Rewşa xweş.)

Mane: Rindî, başî, xweşî û selametî.

Mînak: Başî û xweşîyê ji we re dixwezim.

 

Bav û bavik

Bav:1. Mêrê ku zarokê xwî heye.

2.Ecdat, kalik.

Bavik:1. Malbat, nesl, nifş, babik,bapîr, binemal, bavkal.

  1. Bavmarî, zirbav.

Mane: Ecdat, bavkal, ced.

Mînak:  Bav û bavikê me ji Dersimê hatine vê deverê.

 

Baxir û şaxir

Baxir:1. Zinar, tat, lat, şaxur,terh, qerqez, qefik, şikl.

Şaxir: 2. Zinar,tat, lat, baxir.

Mane: Zinarên berze, şaxurên bilind û bala. Kendal.

Mînak: Baxir û şaxirê Zagrosê  merivan heyran dihêle.

 

Bel û vît

             Bel:1. Vekirî (bi taybetî çav). Vît

Vît:1. Rep.

  1. Vîtik.

Mane: Bal bûn. Pê hesî bûn. Guh li ser bûyîn.

Vîtik û vêtik.

Mînak: Kûçik  bi tiştekî hesiya, guhê xwe bel û vît kir.

 

Berçen û dirav

Berçen:1.Bendikên xemilî yên lîbasên serê jinan.

Dirav:1.Pere.

  1. Pereyê giranbuha yê li ser kum û serpûş.

Mane: Xem û xişirê kum.

Mînak: Berçen û diravê kofîya bûkê bala mirov dikişand.

 

Beşûş û devliken

Beşûş:1.Devbiken, bişir( bişira zarokan) rûken.

Devliken:1.Rûken, rûxweş, devbiken.

Mînak:Rûken, rûşîrîn, besimîn.

Mînak:Bi beşûş û devlikenî derîyê mala xwe ji me ra vekir.

Bezm û şahî

Bezm:1. Îkram, zîyafet, camêrî.

Şahî:1. Cejn, kêf, xweşî, dîlan, dawet.

  1. Dilxweşî, kêfxweşî, şanazî.

Mane: Heng û ziyafet. Bi kêf xwarin û vexwarin

Mînak:Di bezm û şahîyê de,  bi xwarin û vexwarinê çav û dilê mêvanan têr bû.

 

Ber û memik

                     Ber:1.Pêşber, pêş, hember, liber, ligel, lirex,licem.

  1. Sîng, sing.
  2. Memik, çiçik.
  3. Dol, tov.
  4. Cenîn.
  5. Kevir.
  6. Rû, serûçav.
  7. Dev, derî.
  8. Berhem.
  9. Hîna tiştek nebûye.
  10. Berê, dema berî niha.
  11. Ber bi ….. ve, ber bi …… de.

Memik:1.Çiçik, sîng, bersîng.

Mane: Paşil/paxil, bersîng û çiçik. (taybetî ji bo jinan.)

Mînak:Şîrê ber û memikê dîya xwe, xenîmê xwe nekir.

 

Ber û malîtî

Ber: Ber:1.Pêşber, pêş, hember, liber, ligel, lirex,licem.

  1. Sîng, sing.
  2. Memik, çiçik.
  3. Dol, tov.
  4. Cenîn.
  5. Kevir.
  6. Rû, serûçav.
  7. Dev, derî.
  8. Berhem.
  9. Hîna tiştek nebûye.
  10. Berê, dema berî niha.
  11. Ber bi ….. ve, ber bi …… de.

Malîtî: 1. Rewşa malîbûnê.

Mane: Nas û dost, xizm û eqreba. Mervatî.

Mînak: Wan gundîyan hemî ber û malîtîyê hev in.

 

Ber û mal

Ber: Ber:1.Pêşber, pêş, hember, liber, ligel, lirex,licem.

  1. Sîng, sing.
  2. Memik, çiçik.
  3. Dol, tov.
  4. Cenîn.
  5. Kevir.
  6. Rû, serûçav.
  7. Dev, derî.
  8. Berhem.
  9. Hîna tiştek nebûye.
  10. Berê, dema berî niha.
  11. Ber bi ….. ve, ber bi …… de.

Mal:1.Xanîyê ku malbatek tê de dijî.

  1. Malbat. Kesen di heman xanî de dijîn.
  2. Binemal. Hemî mirov û xizmên hev.
  3. Seman, sermîyan, heyîn, serwet. Tiştên ku mirov xwedana /xwedanê wan e.

Mane: Malî. ehlê malê, malikên malê.

Mînak: Ber û mal pevçiyan, kêmaqil man li ber nigan.[3]

 

Berjêr û berjor

Berjêr:1.Serî ber bi binî.

  1. Serberjêr, serbijêr, berbijêr, serejêr.

Berjor:1.Binî ber bi serî.

  1. Serberjor, serbijor, berbijor, serejor.

Mane: Derbejêr û derbejor. Bikaş.

Mînak: Em di vir ve bimeşin, rê ya berjêr û berjor nekevin.

 

Bûk û berbû

                 Bûk:1. Keça ku ji bo zewacê hatîye xemilandin.

  1. Jina ku nû zewicîye.
  2. Êşa ber çavan. kula ku di bin çavên mirov de derdikeve.

Berbû: 1. Berbûk, berbûrî.

  1. Kesên ku di dawetê de hevalîya bûke dikin. ( ji bo jinan)

Mane: Koma bûk birinê. (Taybetî koma jinan.)

Mînak: Di daweta birazîyê min de bûk û berbûyan têra dilê xwe govend gerandin.

 

Bûz û pûs

               Bûz:1.Berfa ku ji ber sermayê hişk û req bûye.

  1. Qeşa, qerise, cemed, sehol.

Pûs:1.Mij, xuman, moran, nemeş.

Mane: Cemed û sermayê bi mij.

Hewayê cemidî û mij û moran.

Mînak: Va bûz û pûsa heta dawîyê zivistanê êdî li erdê  ranabe!

 

[1] Risteyê kilamê gelerî.

[2] Ji çîroka gelerî. (Zûgotinoka çîroka gelerî.)

[3] Biwêj

 

 

 

 

 

 

 

 

[3] Biwêj

Lê Binêre

Xelîl Xeyalî

Alfabeya Xelîl Xeyalî

Mamoste Qedrî Xelîl Xeyalî (1876-1926 ji Modka ye, ji qebîleya “Mûdan” e. Li cem Seîdê …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !