Zimanê Kurdî , di zaravayê Kurmancîyê da peyvên COTEPEYV .
A
Ar û arvan
Ar: 1. Şerm, heya
2. Tûj, jan, jehr, axû ( bo xwerin û vexwerin).
3. Pîvana rûxal
4. Agir, şewat
5.Toza hevîr, ard
Arvan: 1. Ard.
2. Toza ku hevîr jê tê çêkirin.
Mînak: Me ar û arvanê xwe kire ambarê.
Agir û bizût
Agir: 1.Ar
2.Şewat, ta
3.Tişte ku tê vêxistin.
4. Dema ku tiştek dişewite peyda bûna germahî û ronahî.
Bizût: 1.Bizot
2.Kozir,pîzot,piling
3.Bi hêrs, sor bûn
Mînak: Bû agir û bizût bi canê xwe ket.
Agir û alav
Agir: 1.Ar
2.Şewat, ta
3.Tişte ku tê vêxistin.
4. Dema ku tiştek dişewite peyda bûna germahî û ronahî.
Alav:1.Pêt,xurî, gûrî.
2.Germî, çirîsk, çîrûsk.
3.Alet, hacet, pergal
Mînak: Li ber agir û alavê pixêrîkê me xwe germ kir.
Agir û pêt
Agir: 1.Ar
2.Şewat, ta
3.Tişte ku tê vêxistin.
4. Dema ku tiştek dişewite peyda bûna germahî û ronahî.
Pêtî: 1.Xurî ,alav,çirûsk,çirîsk.
2.Xurt, qeyîm, pihêt.
Mînak: Ji aliyê kar da agir û pêt e.
Ar û heya
Ar: 1. Şerm, heya
2. Tûj, jan, jehr, axû ( bo xwerin û vexwerin).
3. Pîvana rûxal
4. Agir, şewat
5.Toza hevîr, ard
Heya:1.Şerm, fedî, avrû
Mînak: Ar û heya jî nake.
Agir û şewat
Agir: 1.Ar
2.Şewat, ta
3.Tişte ku tê vêxistin.
4. Dema ku tiştek dişewite peyda bûna germahî û ronahî.
Şewat:1. Agir,ar, nar, sotin, şewitîn, şewitandin,sujîn
2.Êş, jan, azar,ezyet
Mînak: Ji ber vê nexwaşîyê heta sibehê agir û şewata canê min daneket.
Aqil û fikir
Aqil:1. Aqîl, eql
2.Hiş, totik,mejî
3.Bîr,hafize, serî
Fikir:1. Ray, îdea
2.Raman
3.Dîtin, fikr,hizir, pûnij
Mînak:Heke bê aqil û fikir dest bi karekî bikî, dê halê te jî wiha be!
Ar û namûs
Ar: 1. Şerm, heya
2. Tûj, jan, jehr, axû ( bo xwerin û vexwerin).
3. Pîvana rûxal
4. Agir, şewat
5.Toza hevîr, ard
Namûs:1. Rûmet, şeref
2. Qedir, qiymet, çîçî, giranî, teşke, xawên
Mînak: ji bo berjewendîya xwe ar û namûsa xwe kiriye pênc kuriş.
Ax û ox
Ax:1. Xwalî, toz û herî û xîz, xwelî.
2. Erd, milk, zevî.
3. War, Welat.
4. Eş, jan, xem, axîn, nalîn, derd kişand.
Ox: 1. Ax, of, wax, wey, hey, eywax, weylo, weylê.
2. Baneşanê şabûnê.
Mînak:Dû re ax û ox kişand lê çi feyde…
Ax û dax
Ax:1. Xwalî, toz û herî û xîz, xwelî.
2. Erd, milk, zevî.
3. War, Welat.
4. Eş, jan, xem, axîn, nalîn, derd kişand.
Dax:1. Dirh, dirûv. Nîşanên ku mirov bi hesinê germ li guhên sewajên xwe dixe/dixine.
2. Şekil, mohr, nîşan, demxe
3. Êş û jana giran û mezin ( mecazî)
Mînak: Dîlê me di ax û daxê de hişt .
Ax û wax
Ax:1. Xwalî, toz û herî û xîz, xwelî.
2. Erd, milk, zevî.
3. War, Welat.
4. Eş, jan, xem, axîn, nalîn, derd kişand.
Wax:1. Ax, ox, of, wey, ey, hey, eywax, weylê, weylo, weyla
2. Gazîyekî ji bo xweşîyê yan nexweşîyê.
Mînak: Ji ber derd û kulan ax û wax dikişînin.
Ax û gor
Ax:1. Xwalî, toz û herî û xîz, xwelî.
2. Erd, milk, zevî.
3. War, Welat.
4. Eş, jan, xem, axîn, nalîn, derd kişand.
Gor:1. Wek kesek yan tiştek ( Li gor lîteraturê….).
2. Bî bawerîya kesekê/kesekî (li gor te….).
3. Bi tiştekî (Xebata wî gor…).
4. Cîhê mirovê mirî. mezel.
Mînak:Tu çî pozbilindîyê dikî dawîya te jî ax û gor nîn e?
Ax û keser
Ax:1. Xwalî, toz û herî û xîz, xwelî.
2. Erd, milk, zevî.
3. War, Welat.
4. Eş, jan, xem, axîn, nalîn, derd kişand.
Keser:1. Xem, kul, derd, kovan, jan.
Mînak: Ax û kesera jîyanê pêsîra me berneda.
Ax û eman
Ax:1. Xwalî, toz û herî û xîz, xwelî.
2. Erd, milk, zevî.
3. War, Welat.
4. Eş, jan, xem, axîn, nalîn, derd kişand.
Eman:1. Hewar, ax, ox, of.
2. Ewle, hêmin, hêwir.
Mînak: Bi vî awayî Mîrê Botan ax û eman da wan koçberan.
Ax û zar
Ax:1. Xwalî, toz û herî û xîz, xwelî.
2. Erd, milk, zevî.
3. War, Welat.
4. Eş, jan, xem, axîn, nalîn, derd kişand.
Zar:1 .Ziman, zarava, zarave.
2. Zarok, keç û kur.
3. Tiştekî geometrîk şeşrûbayî û jimarkirî dî lîstikên nesîbî de te bikaranîn.
4. Nalîn, gazîn, gavin.
Mînak: Dil dîsa ketîye evîna giran di ax û zar de ye.
Ax û zarîn
Ax:1. Xwalî, toz û herî û xîz, xwelî.
2. Erd, milk, zevî.
3. War, Welat.
4. Eş, jan, xem, axîn, nalîn, derd kişand.
Zarîn:1. Zarezar kirin, qîrîn kirin.
2. Hewarkirin, çîkandin.
Mînak: Ax û zarîna xwe di kilaman de gotîye.
Agir û barûd
Agir: : 1.Ar
2.Şewat, ta
3.Tişte ku tê vêxistin.
4. Dema ku tiştek dişewite peyda bûna germahî û ronahî.
Barûd:1.Toza ku di fîşekan de ye agir pê dikeve û dişewite.
Mînak: Ser vê gotine qeherî bû agir û barûd.
Agir û pûş
Agir: 1.Ar
2.Şewat, ta
3.Tişte ku tê vêxistin.
4. Dema ku tiştek dişewite peyda bûna germahî û ronahî.
Pûş:1.Pelax, pelaş,. Gîyayê hişk bûyî. Gîyayê hîşk.
Mînak: Bile ev herdu nêzikê hev nebin, weke agir û pûş in!
Agir û pîşo
Agir: 1.Ar
2.Şewat, ta
3.Tişte ku tê vêxistin.
4. Dema ku tiştek dişewite peyda bûna germahî û ronahî.
Pîşo:1.Şewatî, sotî, pêxistî, şewitok.
2.Pûşî, pûşû (pîşoyê heste).
3.Kimê, fitrik, fitîl (fitîla çirayê, fitîla lambeyê).
4. perpos (ji bo daran).
5.Barûd.
Mînak: Agir û pîşo li cem hev nabe.
Agir û xurî
Agir: 1.Ar
2.Şewat, ta
3.Tişte ku tê vêxistin.
4. Dema ku tiştek dişewite peyda bûna germahî û ronahî.
Xurî:1.Nexweşîk (xurî deranîn).
2.Pêt, pêtî, rivîn, gûrî, hurmelî.
Mînak: Agir û xurî pê ket, çû bela xwe dît.
Ahd û wehd
Ahd:1. Ehd
2. Soz, sond.
Wehd:1. Peyman, eqd, girêbest, kontrat.
2. Ehd.
Mînak:Hewce ye li ser sonda xwe bisekinin, Ahd û vehd dane me.
Aqil û bakil
Aqil:1. Eql. bîr, hiş,mejî.
Bakil:1.Biaqil.
2. Hişmend, hişyar, aqilmend, akîldar, jîr, zekî, jêhat.
3.Dûrbîn, bilîmet, zîrek.
Mînak: Halê mirovê Aqil û bakil wekî din e.
Ar û vij
Ar: 1. Şerm, heya
2. Tûj, jan, jehr, axû ( bo xwerin û vexwerin).
3. Pîvana rûxal
4. Agir, şewat
5.Toza hevîr, ard
Vij:1. Vala,vala kirin, belav û axme kirin.
2. Teşqel, telaşe, telaş, xiroş.
Mînak: Ji nika ve ketîye ar û vija ezmûnê.
Ar û civ
Ar: 1. Şerm, heya
2. Tûj, jan, jehr, axû ( bo xwerin û vexwerin).
3. Pîvana rûxal
4. Agir, şewat
5.Toza hevîr, ard
Civ:1. Canderî, zindîtî, şênbûnî.
2. Livdarî, livokî, tevgerdarî.
3. Koma zêde ya însanan. Gumre, geremol.
4. Hengame. Dengên bêheng.
Mînak: Mala xalê min îro di ar û civekî şîrîn da bû.
Ar û dû
Ar: 1. Şerm, heya
2. Tûj, jan, jehr, axû ( bo xwerin û vexwerin).
3. Pîvana rûxal
4. Agir, şewat
5.Toza hevîr, ard
Dû:1.Dûkel, dûman, dûxan, moran.
2. Pey, dûv.
3. Dûvik, doçik.
4. Hejmara “2”
Mînak: Vaye zivistan hate ber derî, me hê ar û dûyê xwe temam nekir!
Agir û arav
Agir: 1.Ar
2.Şewat, ta
3.Tişte ku tê vêxistin.
4. Dema ku tiştek dişewite peyda bûna germahî û ronahî.
Arav: 1.Xulav.
2.Bermayî, berşo.
3.Parêzî, alîkarî, yarmetî (mîn: Bi arava te ev pirsgirêk çêbû/çaraser bû.)
4.Ji ber volkanê, ax û kevirên çîyê helîyan û herikîn.
Mînak:Dîbêjin di sala 1840 an de ji devê çîyayê Agirî agir û arav der bûye.
Aş û ding
Aş:1. Amûrê ku tê de genim te hêrandin. Amûrê ku genim dihêrîne û dike ard.
Ding:1.Amûrê kû zaxîre, dexlûdan tê de tê kutandin da ku kafikê dexlûdan spî bibe û bibe dan.
Mînak: Em xwedanê aş û ding in ku ew qas tişt ji me dixwaze?
Aşkere û xuya
Aşkere:1. Aşkire.
2. Xuya, berçav, dîyar, zelal, averû. Bi hêsanî bê famkirin.
Xuya:1. Dîyar, berçav, averû, aşkere, zelal, vekirî.
Mînak: Fêl û fendê dujmin aşkere û xuya bu.
Av û agir
Av:1. Vexwerinekî bêreng (zelal) û bêtam (H2O).
Agir:1. Ar, şewat, nar, ta.
Mînak: Ew, av û agirê hev in.
Av û avrî
Av:1. Vexwerinekî bêreng (zelal) û bêtam (H2O).
Avrî:1.Tiştên bermayî. Yên ku tên avêtin (bermahîya av û xwerinê).
Mînak: Bi av û avrîyê mala wan çend kes têr dibûn lê ez nizanim?
Av û aqar
Av:1. Vexwerinekî bêreng (zelal) û bêtam (H2O).
Aqar:1. Milk, erazî, ax, zevî, gom.
2. Baxçe.
3. Rûpîv, rûpîvan (mîn: Aqara Kurdistanê 520.000 km2 ye.)
Mînak: Av û aqara xwe di nav xwe de li hev parve kirin.
Av û don
Av:1. Vexwerinekî bêreng (zelal) û bêtam (H2O).
Don:1. Rûn, dun, nîvişk, zeyt ( rûnê zeytûnê).
Mînak: Di av û donê xwe de diqewirin/diqijqijin.
Av û zêlak
Av:1. Vexwerinekî bêreng (zelal) û bêtam (H2O).
Zêlak:1.Şil, şipşil, şipîşil, şilûpil.
Mînak: Cil û berg di av û zêlakê de ma.
Ax û efxan
Ax:1. Xwalî, toz û herî û xîz, xwelî.
2. Erd, milk, zevî.
3. War, Welat.
4. Eş, jan, xem, axîn, nalîn, derd kişand.
Efxan:1.Fîxan, qîrin, qîrîn, hewar.
Mînak: Ax û efxan gîhîşte êzmîn.
Axîn û oxîn
Axîn:1.Nalîn, oxîn, ofîn. Dengê xemgînî yê.
Oxîn:1.Axîn, nalîn, ofîn.
Mînak:Gava ku bûyerê bîhistin axîn û oxîn hilkişandin.
Ax û tiraf
Ax:1. Xwalî, toz û herî û xîz, xwelî.
2. Erd, milk, zevî.
3. War, Welat.
4. Eş, jan, xem, axîn, nalîn, derd kişand.
Tiraf:1.Xulav,poşing, xwelî.
2.Kozir,temark, pereng, sotik, pîzot, piling.
Mînak: Piştî mirina bavê, ocaxa wan Ax û tiraf bû.
Ay û way
Ay:1.Ax, ey, oy, wox, wax, of, ox.
Way:1. Wey, hey, oy, ax, ox, of.
Mînak:Vala yî vala Ay û way dinya.
Ap û birazî
Ap:1.Birayê bavê kesekê/kesekî.
Birazî:1.Zarokên birayê Kesekê/ kesekî
Mînak: Ap û birazî çi qas dişibin hev.
Agir û berî
Agir: 1.Ar
2.Şewat, ta
3.Tişte ku tê vêxistin.
4. Dema ku tiştek dişewite peyda bûna germahî û ronahî.
Berî:1.Hê ku nebûye, hîna ku tiştik nebûye. Pêşî.
2.Pêşî, berahîk, berahî, bersîng.
3. ji “ber”
4. Deverên ziha.
5. Dara çilo, dara çilû.
6. Çîya, best, deşt, zozan, zêlat. Heywanên kûvî ( bi taybetî yên deşt û çolistanan)
7. Derkirin,derxistin, berderî kirin, berî (yekî) dan, qewirandin, qewitandin, dawî lê anîn, ji navê rakirin, tunekirin.
Mînak:Li hember neheqîyê xwe kir agir û berî canê xwe da.
Axa û beg
Axa:1. Serokaşîr, serokeşîr,sereşîr. Serokê eşirekê .
2. Birêz, rêzdar, hêja, seyda.
Beg:1. Axa, mîr, zadegan, malmezin, xanedan, sergewer, arîstokrat, key,keya.
Mînak: Ew axa û begê dilê me ye.
Agir û cifî
Agir: 1.Ar
2.Şewat, ta
3.Tişte ku tê vêxistin.
4. Dema ku tiştek dişewite peyda bûna germahî û ronahî.
Cifî:1.Lerizîn, ricifîn, cirifîn.
Mînak: Agir û cifî pê ket.
Av û delav
Av:1. Vexwerinekî bêreng (zelal) û bêtam (H2O).
Delav:1.Amûra ku heywan tê de êm dixwin.
2.Cirn, curn.
3.Bihur,bor (taybetî yê çem û robaran, cîhê ku çem nizm diherike)
4. Rewş, hal. Şert, merc.
Mînak: Pir şilî barîya, her der bû av û delav.
Av û aş
Av:1. Vexwerinekî bêreng (zelal) û bêtam (H2O).
Aş:1. Amûrê ku tê de genim te hêrandin. Amûrê ku genim dihêrîne û dike ard.
Mînak: Qe tiştek neguharîye eynî hewa eynî lîstik, av û aş.
Av û ax
Av:1. Vexwerinekî bêreng (zelal) û bêtam (H2O).
Ax:1. Xwalî, toz û herî û xîz, xwelî.
2. Erd, milk, zevî.
3. War, Welat.
4. Eş, jan, xem, axîn, nalîn, derd kişand.
Mînak: Av û axa welatê min bihûşt e, di nav zînetan de zêr e.
Av û avçûn
Av:1. Vexwerinekî bêreng (zelal) û bêtam (H2O).
Avçûn:1.Bê veger çûyîn.
2. Çem û çem çûn.
Mînak: Ji kîsê bave xwe av û avçûn.
Av û avayî
Av:1. Vexwerinekî bêreng (zelal) û bêtam (H2O).
Avayî:1. Avahî .
2. Xanî, qesir, bîna.
Mînak: Merivê nebaş, av û avayî firot û da qumarê.
Av û çem
Av:1. Vexwerinekî bêreng (zelal) û bêtam (H2O).
Çem:1.Ava ku ji çîyan peyda dibe û diherike ta digîhîje deryayê. Ji robaran pir mezin û av zêde.
Mînak: Av û çem binyata dewlemendîya welatê me ye.