zaravayê kurmancîyê de cotepeyv

  Di zimanê Kurdî, zaravayê kurmancîyê de cotepeyv – Ç  /  Hasbey KÖKSAL                                                               

Rêzenivîs: 4                                                                                                 

Hasbey KÖKSAL 

 

                       Di zimanê Kurdî, zaravayê kurmancîyê de COTEPEYV                                                                                                    

                                    Ç

Çal û çûl

              Çal:1.Kûrgeh, herdê ku hatîye kolandin û kûrkirin.

2.Bîr.

3.Çiwal, tûr, tûrik, gûnî, telîs.

4.Belek, nîşanî, birdobelek, belekî.

Çûl:1.Binikê palanê ker û semerê hêstir.

2.Palas, çul, xalîçe, kilîm.

Mane: Pot û pertal, cil û caw.

Hemî paç, caw, kinc û cil.

Mînak: Ker û qantirên xwe çal û çûl kirin û bi rê ketin.

 

Çal û çirp

Çal:1.Kûrgeh, herdê ku hatîye kolandin û kûrkirin.

2.Bîr.

3.Çiwal, tûr, tûrik, gûnî, telîs.

4.Belek, nîşanî, birdobelek, belekî.

Çirp:1.Çalak, sivik, şipil,, çeleng.

2.Çirpî, çilpî, darik.

3.Lez.

4.Dilop, çipik.

Mane: Xebat, îş û kar.

Kar û bar, kisp û kar.

Mînak: Rovî got: ” Dapîrê dapîrê doçika min bide min, ez ê herim çal û çirpa xwe.”[1]

 

Çal û çû

            Çal:1.Kûrgeh, herdê ku hatîye kolandin û kûrkirin.

2.Bîr.

3.Çiwal, tûr, tûrik, gûnî, telîs.

4.Belek, nîşanî, birdobelek, belekî.

Çû:1.Lê şibîn.

2.Çûyîn, ji “çûn” çû.

3.Winda bûn, neman.

Mane: Çeqeçûk.

Kortçal, bi kort.

Mînak:Rêya Çal û çû.

Çal û kort

               Çal:1.Kûrgeh, herdê ku hatîye kolandin û kûrkirin.

2.Bîr.

3.Çiwal, tûr, tûrik, gûnî, telîs.

4.Belek, nîşanî, birdobelek, belekî.

Kort:1.Çal, kûrgeh, kûrayî.

Mane: Kolik, bi kolik.

Kert û kort.

Mînak: Çal û korta rê, rot û balansa erebeyê me xirabe kir.

 

Çal û Xwar

                Çal:1.Kûrgeh, herdê ku hatîye kolandin û kûrkirin.

2.Bîr.

3.Çiwal, tûr, tûrik, gûnî, telîs.

4.Belek, nîşanî, birdobelek, belekî.

Xwar:1.Jêr, binî, ne serî, ne jor, ne silal.

2.Tewandî, çemiyayî.

3.Çepeçûr.

4.Çewt.

Mane: Bi neqeb û nepenî

Mînak: Di ereziyên çal û xwar da ajotin, çandin û çinandin gelek zor û zehmet e.

 

Çal û mit

              Çal:1.Kûrgeh, herdê ku hatîye kolandin û kûrkirin.

2.Bîr.

3.Çiwal, tûr, tûrik, gûnî, telîs.

4.Belek, nîşanî, birdobelek, belekî.

Mit:1.Bêdeng, bêpejn, ker. Kesa/kesê ku qezî nake, tişta/tiştê ku qet deng jê nayê.

2.Kaş û kendal.

3.Tilik, girikê bîçûk/piçûk.

Mane: Nal û nependî.

Kaş û kendal.

Mînak: Bi pîyan, çal û mit derbaz bûne û hatine gund.

 

Çak û xerab

Çak:1.Çê, baş, sax, rind, qenc.

Xerab:1.Bed, ne çê, ne rind. Xirab.

2.Kavil, wêran, ruxandî, herifî.

Mane: Baş û nebaş.

Çê û xirab.

Mînak: Çak û xerab di hêlîna xwede dijî.

Çandin û çinîn

                        Çandin:1. Zevî tov kirin. Şitldanîn.

Çinîn:1. Bi das, tirpan û bi makîneyê debr an jî gîya birîn, kom kirin, berhev kirin.

Mane: Zîraet.

Erdçinî, kiştûkal, cotarî.

Mînak:Di zaroktîya min da, gundiyan piştî dema çandin û çinînê  dawatên xwe lidardixistin. 

 

Çav û birû

                Çav:1. Organên pêdîtinê. Organên ku meriv û heywan pê dinê dibîne, pê dinya tê dîtin.

Birû:1. Mûyên lî raserî çavan li jêrê enîyê.

Mane: Di rûyê de liv û şiklê çav û birû.

Nîşandeka taybetîya rû.

Mînak: Çav û birû li serî dilîze.[2]  

 

Çav û nezer

                   Çav:1. Organên pêdîtinê. Organên ku meriv û heywan pê dinê dibîne, pê dinya tê dîtin.

Nezer:1. Nihêrîn, qayt kirin, .

  1. Çavinî kirin, çav lê ketin.
  2. Nêrîn, dîtin, helwest, bawerî.

Mane: Çavinî.

Bi awiran yekî zerar dîtin.

Bi awiran zerar dayîna yekî.

Mînak: Çav û nezerî kirin.

 

Çax û beng

                 Çax:1. Dem, heyam, zeman.

Beng:1.Deng û beng.

2.Çax, heyam, zeman.

3.Gihîştî, kamil, form.

4.Kindir. Gîyayek jehrewî/ axûyî (Hyoscyamus niger).

Mane: Di serwaxtê xwe da bûn.

Gora salê xwe di kamiliyê de bûn.

Kesên ku  tam di dema  xwe ya formê da ye.

Mînak: Ew jî wek wan di çax û benga xortanîyê da ne.

 

 

 

 

Çek û rext

Çek:1.Tifang, top, moşek, şûr…hwd.

2.Kinç,lîbas.

Rext:1.Kemera fîşekan.

Mane: Hemû alavên şer. Sîleh,  fîşekgeh fîşek.

Hemû alaven ku şer pê tê kirin.

Mînak: Aloyê kurd[3] çek û rextê xwe girt û berê xwe da çîyan.

 

 

Çek û sîleh

Çek:1.Tifang, top, moşek, şûr…hwd.

2.Kinç,lîbas.

Sîleh:1. Çek.

  1. Tifeng, top, moşek, şûr…hwd.

Mane:Hemû alavên şer.

Hemû  amurên ku şer pê tê kirin.

Mînak:Ji bo parastina xwe çek û sîleh hilgirtin.

 

Çel û cor

Çel:1.Kevirê gir, zinarê gir .

2.Hejmara 40

3.Hejmar, jimar (ji bo hejmara kovar, rojname û wakî wan) . Sûret, nusxe.

Cor:1.Şêwe, reng, şikl, tewre.

Mane: Gelek zêde di reng, şikl, tewreyê de bûn.

Veguharok, Pir rûyî bûn.

Mînak: Kî bi qasî wana bi çel û corê fendan dizane.

 

Çel û çol

              Çel:1.Kevirê gir, zinarê gir .

2.Hejmara 40

3.Hejmar, jimar (ji bo hejmara kovar, rojname û wakî wan) . Sûret, nusxe.

Çol:1.Aran, beyeban, sahara.

2.Devera ku mirov lê najî.

3.Çîya, bejahî

Mane: Deverên ku çandin û çinin nayêkirin.

Mînak: Bûye Mecnûnê çel û çolan.

 

 

 

 

Çem û çem

                  Çem:1. Ava ku ro û robaran mezintir diherike. Herîkîna ava mezin a siriştî, xwezayî.

Çem:bnr”çem”.

Mane: Bê veger.

Bê veger çûyîn.

Belaya xwe dîtin.

Mînak:Zordarî jê re kar nema, ocax lê kor bû çem û çem çû.

 

Çem û robar

Çem:1.Ava ku ji çîyan peyda dibe û diherike digîhîje deryayê. Ji robaran pir mezin û ava zêde.

  1. Patik, şatik, çemar. (mîn: Çemara stûyê xwe bi desmalê paqij kir.)
  2. Çogan. Gopalê dahol.

Robar:1.Çemên piçûk, nal, newal, cobar.

Mane: Avên xwezayî yên herikbar.

Mîna: Bi berf û baranê çem û robar hilhat .

 

 

Çendik û çend

                    Çendik:1.Çendek, çend.

                    Çend:1. Çiqas, çi qîyas, çi hejmar. Çendî.

  1. Hin, hinek. ( mîn: Hin/çend pirtûk anîn.)

Mane: Bi salan.

Çend sale.

Gelek zeman e.

Mînak: Çendik û çend salin çûye derveyî welêt.

 

Çeng û çexan

                      Çeng:1.Bask, mil, dest, lep, kulm, mist.

2.Amûrekî muzîkê ya têldar. Lîr, arp.

  1. Çawa, çer, çilo, çito.
  2. Kef, mist, lep.

Çexan:1.Enstrumanekî muzikê ya pir têldar. Tembûrên pir têldar.

Mane: Henga sazan.

Çeng û çengane.

Mînak: Dengê çeng û çexan weke dengê şalûl û bilbil dilê me şa kir.

 

 

 

 

 

Çep û çûr

              Çep:1.Dijberî rexê rastê.

2.Dij, hember.(mecazî)

Çûr: 1.Spî, sîs, albîno

2.Zerikî, zerve, kej, gewr.

  1. Talan. Tertele.
  2. Zivirok.

Mane: Rêyên nerast.

Reyên bizivirok.

Kar û kirinên badokî.

Mînak: Arak vexwarîye çî kirîye, çep û çûr diaxive.

 

Çep û rast

Çep:1.Dijberî rexê rastê.

2.Dij, hember.(mecazî)

Rast:1.Dijberî rexê çepê.

2.Ne derew.

3.Ne xwar.

4.Yekser, rasterast.

5.Bêxelet, bêkêmasî, bêşaşî.

  1. Cîhê dûz. Cîhê rast û dûz.

Mane: Dijrabertî, hevberî.

Mînak: Beden gep û zep e, aqil çep û rast e.[4]

 

Çepel û bêteşe

                         Çepel:1.Çikûd, nemerd. Kesa/kesê ku qet naxweze malê xwe xerç bike yan jî bide xelkê. Nexwar, nekes

  1. Nerind, xirab, necamêr.
  2. Qefçil, pîs, xûynepak.

Bêteşe:1. Bêşikil, bêdirûv, bêqalib.

  1. Eletewş, bêfeyda, bêqezenc bêkêr.

Mane: Kesên, bûyerên, kar û tiştên bêxêr.

Kesên ku li kesekî xirabîyekî dike.

Kirêt û pir qirêj.

Mînak: Mirovê çepel û bêteşe, xêr ji xwe  nedîye.

 

 

 

 

 

Çerm û hestî

                     Çerm:1.Kevil, pîst. Postê laşê mirov. Kavilê ajal.

Hestî:1.Parçeyên req û spî yên laşê. Pêkanîna kakût.

Mane: Bi çerm û hestî mayîn.

Pir lawaz û jar bûn.

Mînak: Ji ber nexwaşîya pençeşêrê, tenê çerm û hestîyên wî mabûn.

 

Çewt û xwar

                     Çewt:1.Xwar.

2.Nerast, nedirist. Ji rastîyê bêpar.

3.Dijî rastîyê. Şaş.

Xwar:1.Nerast, çewt, çepeçûr.

2.Çewt, xelet.

Mane:  Ne baş.

Nerast û derew.

Çepeçûr.

Mînak:Di rojnameyê de agahîyê çewt û xwar nivîsandî ye.

 

Çerx û govend

                       Çerx:1.Xirxal, tayre, tole, tekel.

2.Dewr, zivir (li dor tiştekî yan jî li dor xwe ger.)

3.Dewran, zeman, serdem.

4.Sedsal.

  1. Felek.

Govend: 1.Dîlan, reqs, dans. Reqsa ku meriv bi destê hev digirin û li gel hev bi ahengekî  li ber muzîkê dilivin.

Mane: Zivira reqsê.

Zivira reqs û govendê.

Mînak: Ez xumxuma avên çema

Ez çerx û govend û sema

Tîn im di nav kat û lema

Jîn im, hebûn im, tevger im…[5]

 

Çerx û nîv

                Çerx:1.Dewr, zivir.

  1. Dewran, serdem, zeman.
  2. Sedsal.

Nîv:1. Parek ji du paran, beşek ji du beşan. Ji du kerîyan her yek kerî. Nîvî. 1/2, 50/100…

Mane: Li dora xwe carek û nîv zivirîn.

Mînak: Got “kalo çi ma?”

Got “çerx û nîv ma.”[6]          

 

Çerx û maçerx

                        Çerx:1.Xirxal, tayre, tole, tekel.

2.Dewr, zivir (li dor tiştekî yan jî li dor xwe ger.)

3.Dewran, zeman, serdem.

4.Sedsal.

  1. Felek.

Maçerx:1. Ters gerandin, dij zivirîn.

Mane: Pergal lê xirabûn  an jî xirabkirin.

Di ahengekî da pergala  zivirîn û dîjzivîrîn.

Mînak: Çerx û maçerx lê  gerandin.

 

Çerx û felek

Çerx:1.Dewr, zivir.

2.Serdem,dewran, zeman, dem, çax.

3.Tayre, tole.

4.Sedsal.

Felek:1.Gerdûn, alem, kaînat.

2.Siûd, bext, qeder, talîh.

  1.   Çerx, dewr.

Mane: Qeder, talîh, bext, siûd.

Çarenivîs, rojger, enînivîs.

Mînak: Çerx û felek , dê roj were ji me re jî bikene!

 

Çêl û çûk

Çêl:1. Qal, gotin. Mijar, babet.

  1. Çêle, çêlî, çêlik, têje, têjik, çêjik. Ajalên temen piçûk. Varik, çûçêlk.
  2. Mange,mang, çêlek.
  3. Zinar, baxir.
  4. Nifş, nijad, nesl.

Çûk:1.Çivîk, çûçik, çîvanêk, firinde, balinde. Ajalên firinde.

  1. Ne mezin. Piçûk, biçûk, qiçik.
  2. Safîrî. Rengê zer ê ku nêzîkê spî ye.
  3. Cûc, cûcik, lûlik, bilo (di zimanê zarokan de)

Mane: Zar û zêç, zaw û zê. ( ji bo zarokan)

Hemû ajalên temen biçûk. (ji bo firindeyan)

Biçûk dîtin, kêm dîtin.

Mînak:Di hêlînên sivîngên xanîyan  de vîçe vîça çêl û çûkan e.

 

Çêr û dijûn

                  Çêr:1.Çêrîn, çêran, Çêrandin, lêkitîn (ji bo heywanan).

2.Dijûn, xeber, dijmin. Gotinên pir xirab.

Dijûn:1.Çêr, şor, dijmin, xeber, sixêf. Gotinên pir xirab.

Mane: Gotinê giran gotin.

Bi dijminatî gotin û nifirên giran gotin.

Mînak: Bi çêr û dijûn  êriş birin ser.

 

Çêr û bêçarî= Çêr û dijûn.

 

Çil û çîya        

Çil:1.Hejmara 40

2.Çîya, gir, gaz, tim, tûm, tûmik, kaş, til, zag.

3.Çilek, xwastek.

4.Duxeskan, çilîn.

5.Aj, zîl, fîdan (mîn:Çilê darê).

6.Şevşevok, baçermok (Vespertilio).

Çîya:1.Dera ji derdorên xwe pir bilindtir.

Mane: Koyîstan.

Kaş û kûş, şax û çîya, pal û berpal, serejêr û serejor, çîya û banî.

Mînak: Herêma Xerzanê bi giştî çil û çîya ye.

 

Çingîn û zingîn

                        Çingîn:1.Tinî (muzîk)

2.Çingeçing, tingîn.

3.Reqîn ji serê (yekî) çûn. Ya wê demê yan jî  dû ra hesîya bûn.

Zingîn:1.Zingezing. Dengê zengil.

Mane: Tingering, zinginî.

Dengê  dû tiştên ku li hev dikeve. (piranî dengê tiştên metal)

Mînak:Bi çingîn û zingîna muzika salona dawetê serî li me gêj bû.

 

Çingîn û şingîn

                        Çingîn:1.Tinî (muzîk)

2.Çingeçing, tingîn.

3.Reqîn ji serê (yekî) çûn. Ya wê demê yan jî  dû ra hesîya bûn.

Şingîn:1.Şingeşing, şeqîn, çeqîn. Dengê  firek, pîyale û tiştên wiha li hev dikeve .

Mane: Şingeşing.

Dengê  dû tiştên ku li hev dikeve. (Piranî dengê tiştên cam.)

Mînak: Te digot qey fîl ketîye aşpêjgeh/mutbaxê, çingîn û şingîn  li der ve dihati bîstin.

 

 

Çip û peya

                 Çip:1. Lez, zû, çipîk. Bihêz,  kesên çalak.

  1. Lez û lez, zû û zû, lez û bez. Pir baş, gelek rind.
  2. Ji bo lez û bez bûna cerg/çerx û beza govendê tê dotin.
  3. Dengê dilopa avê. Libê avê.
  4. Tîk.
  5. Serê kîr.

Peya: 1. Bi pîyan, bi nigan (meşîn), bi lingan rê ketin, çûyîn an jî hatin.

  1. Mêr, zilam, mêrik.

Mane: Lez, zû, çirp.

Bi pîyan lez û bez, bi pîyan zû zû.

Mînak: Çip û peya bi rê ket.

 

 

Çiqil û gulî

                 Çiqil:1. Ta, gulî, çiqûl. Parçeyên dar û riwekan.

Gulî:1. Çeq, ta, çiqil, çiqul.Parçeyên dar û riwekan.

Mane: Gulî û şax.

Reh û rîçal berdan.

Bi alîye binemale ve zêde bûn xwedî ûcax bûn.

Mînak:Li wê deverê bi cîh  bûn û çiqil û gulî berdan.

 

Çirt û zirt

               Çirt:1.Dengê ku ji dirandina kaxiz tê.

  1. Lotik, pên, pêhîn, zîtik.

Zirt:1. Li ser mijarekê gotinên derew.

  1. Bi armanca xapandinê yan jî tirsandinê fort avitin.

Mane: Çirt virt.

Mînak: Kî guh dide çirt û zirtê wana.

 

 

Çiv û çûr

Çiv:1.Fetlonek, fetlek.

2.Veger, zivir, çerx.

3.Xwarpêçk.

4.Ji kar revîn. Xwe li vir da  wir da kirin. Çivçivandin.

5.Ço, çov.

6.Geşdarî, candarî.

  1. Li hember danê de pir jar mayîn.
  2. Tewan, tew, tewîn.

Çûr:1.Spî, sîs, albîno

2.Zerikî, zerve, kej, gewr.

  1. Talan. Tertele.
  2. Zivirok.

Mane: Xwe civcivandin.

Li maneyan gerandin.

Mînak: Dema ku armanc  eşkere bu, xwe da çiv û çûr.

 

Çîk û çirî

Çîk:1.Jan, êş.

2.Qîr, qîrîn, fîxan, qajîn, qîjîn.

3.Çirûsk, çîkil, çirîsk, pêtik.

4.Şîrê  nemeyandî.

5.Bela, qeda.

6.Xunav, dilop, lib (libên baranê, xunavên baranê, dilopên baranê).

Çirî:1.Şîn, reşgirêdanî, matem.

2.Tîrî, tîrbûnî,siftî.

3.Navê du mehên payîzê( çîrîya yekê- kewçêr/çotmeh, çirîya duduyan-sermawez/mijdar.) Çiriya pêşin- çiriya paşin.

4.Qîşbûn, dirîn, qelişîn.

Mane: Hewar, qîr, bela, şîn û reşgirêdan.

Mînak: Çîk û çirî kete malê.

 

Çîn û maçîn

Çîn:1.Welatekî li rojhelata dûr.

  1. Pişartin.

3.Nîgar, nexş.

  1. Gizvanoka por.
  2. Pol, taxim, sinif. (mîn: Çîna karmend, çîna karker, çîna kardêr…hwd.)

Maçîn:1.Hîndî çînî, Çînî hîndî.

Mane: Di çand (Çîrok, efsane, stran…hwd.) de deverekî pir dûr.

Mînak: Taa çû ye Çîn û maçînê.

 

Çîr û berçîr

                  Çîr: 1. Firindeyek. Firindeya qitbarûd, kero, barbarîk, sûsik (Coturnix coturnix).

  1. Cirt. Dengê qîşkirina tiştekî. Dengê qîş bûnê.
  2. Qim, qulav, qurt (mîn: Çîrek av, çîrek dew.)
  3. Serwer, xwaser, hukumran.
  4. Çeleng, cansivik.
  5. Hêrûga ku li ber tavê hatîye hişk kirin.
  6. Elastîkî

Berçir:1. Qîş kirin û kerî kirin.

Mane: Çirandin, qîşkirin, veçirandin.

Mînak: Kaxiz ji dest girt çîr û berçîr kir.

 

Çîya û banî

                  Çîya:1.Dera ji derdorên xwe pir bilindtir.

Banî:1.Bilind, berz, jorîn, bala.

2.Evrazî, berjorî.

3.Çîya, gir.

  1. Li bilindayî de cîhê dûz û rasta pîçûk.

Mane: Cîyê asê.

Deverên vala, cîhên sape, cihên  nepanî

Mînak: Çîya û banîyên Colemêrgê asêne asê, rê nadin neyaran.

 

Çol û best

Çol:1.Aran, beyeban, sahara.

2.Devera ku mirov lê najî.

3.Çîya, bejahî.

Best:1.Deşt, berî.

2.Berav, cîhê rast.

3.Hayraz, îlham.

4.Bend, hefsar.

5.Gelî, newal, nal.

Mane: Devera ku siriştî maye.

Mînak: Çol û bestên Mûşê tevahî bi sûlav in.

 

Çol û çîya

Çol:1.Aran, beyeban, sahara.

2.Devera ku mirov lê najî.

3.Çîya, bejahî.

Çîya:1.Dera ji derdorên xwe pir bilindtir.

Mane: Cîyên dûr, sapa.

Deverê reşahî.

Mînak:Berfê çol û çîya girt.

 

Çol û bêlan

               Çol:1.Aran, beyeban, sahara.

2.Devera ku mirov lê najî.

3.Çîya, bejahî

Bêlan:1.Cîhê hişk û germ, berî, biyaban.

  1. Erazîyê vale.

Mane: Çolistan, beyaristan, beyargeh.

Cîhên ku nehatîye çandin lê riwek ji ber xwe ve lê şên bûn e.

Mînak: Li ser rûberka riwekan (florayan) li çol û bêlan lêkolîn dike.

 

Çol û paser

Çol:1.Aran, beyeban, sahara.

2.Devera ku mirov lê najî.

3.Çîya, bejahî

Paser:1. Çolistan.

Mane: Devara vala. Cîhê ku mal û mirov tê de tune û najî.

Mînak: Dil dibêje ji bajaran derkev xwe bavêje çol û paseran.

 

Çol û çoltar

Çol:1.Aran, beyeban, sahara.

2.Devera ku mirov lê najî.

3.Çîya, bejahî

Çoltar:1. Paser, çol, çolwar

  1. Gundewar.

Mane: Herêma çolterî.

Herêma gûndewarî.

Mînak: Li çol û çoltaran nêçîrvanîyê dike.

 

Çol û civ

Çol:1.Aran, beyeban, sahara.

2.Devera ku mirov lê najî.

3.Çîya, bejahî

Civ:1. Xwarovîçk, çivîn, çivîçûr, xilewar.

  1.   xwerpêçk, xwarik, xwaromaro.

Mane: Çîleçep.

Rêya zîkzak.

Mînak: Kete rê ya çol û civ û çû.

 

Çol û dol

Çol:1.Aran, beyeban, sahara.

2.Devera ku mirov lê najî.

3.Çîya, bejahî

Dol:1.Newal, nihal, gelî.

Mane: Devera navbera du çîyan  an jî dû giran.

Mînak: Beraz, ajalê  çol û dolan e.

 

 

Çol û wet

Çol:1.Aran, beyeban, sahara.

2.Devera ku mirov lê najî.

3.Çîya, bejahî

Wet:1.Çol, xîzistan.

Mane: Beyaban, sehra.

Mînak: Di erdnigarîya dinê de çol û weta herî mezin, Sahra ya bakûrê Efrîkayê ye.

 

Çov û çopelîk

Çov:1.Ço, şiv, çîv.

Çopelîk:1. Di lîstika çov û çopelik de çovê piçûk. Çovê ku lê didin û dûr ve davêjin.

Mane: Derqîtik, çovqîtik, çolît, çoreq, reqeço.

Leystîkekî zarokan.

Mînak: Zarok bi kêf û coş li rastêyê çov û çopelîk dileyîzin.

 

Çov û lûl = Çov û çopelîk 

 

Çûn û hatin

Çûn:1.Herin, royîştin, bi rê ketin.

2.Neman, berze bûn.

Hatin:1.Nêzik bûn, nêziktir bûn.

Mane: Nerawestan.

Trafîk.

Mînak:Xwazgînî çûn û hatin.

 

Çûr û kej:

               Çûr:1.Spî, sîs, albîno

2.Zerikî, zerve, kej, gewr.

  1. Talan. Tertele.
  2. Zivirok.

Kej:1.Qehweyî, porê ku reng nêzikî sor û zer e.

2.Ji bo fîdan çandinê tûmê ku bi xak û zol hatîye çêkirin.

Mane:  Rengê zer ê sorikî, kejesor.

Renga zer yê nêzîkî sor.

Mînak: Porê çûr û kej li ser piştê honandî ye.

 

Çûst û çeleng

      Çûst:1. Cust.

  1. Çalak, lêkdayî, çeleng, çist.
  2. Zîrek, xurt, aktîv.

Çeleng:1.Zîrek, çalak, aktîv, egîd.

2.Spehî, bedew, ciwan.

Mane: Cansivik, çalak û zîrek.

Egîd, xurt, çist.

Mînak: Zarokên çûst û çeleng xwe li her derê nîşan didin.

 

Çûş û vala

                 Çûş:1.Babihewa, karavana.

Vala:1.Bêkêr, bêşul, bêxebat.

  1. Ne tijî.
  2. Vale.

Mane: Berhewa.

Pûç.

Bêfeyda.

Mînak: Tifang li ser mîl e, guleyê wî jî tim li çûş û valahîyê ye.

 

 

 

 

 

 

 

[1] Ji çîroka “Rovî û dapîr”.

[2] Biwêj

[3] Aloyê Kurd ji Koçgîrîyê ye û eşqîyakî nav bideng e.

[4] Gotina pêşîyan.

[5] Ji helbesta Cegerxwîn

[6] Biwêj.

Lê Binêre

Xelîl Xeyalî

Alfabeya Xelîl Xeyalî

Mamoste Qedrî Xelîl Xeyalî (1876-1926 ji Modka ye, ji qebîleya “Mûdan” e. Li cem Seîdê …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !