DîrokA Agirî

Dîrok, Çand û Erdnîgariya Agirî

Agirî (bi tirkî: Ağrı) navê parêzgeheke bakurê Kurdistanê ye. Navenda navçeyê Qerekose ango Agirî ye.

Nav

Parêzgeh navê xwe ji Çiyayê Agirî digre. Navê çiya, yê herî kevn bi farisî “Kuhî Nûr” yanî çiyayê Nûr bû. Ararat jî navek wî yê herî kevn e. Bi zimanê Ermenî ” Masîs”, bi zimanê erebî jî jê re “Cebel el Haris (Agirî ya mezin) û Cebel el Havayrîs (Agirî ya biçûk) dihat gotin. Kurd ji vî çiyayî re Grîdax jî dibêjin. Navê bajêr bi kurdî Agirî ye (ji ber ku çiyayê Agirî berê volkanek bû Kurdan jê re Agirî digotin). Nav ji alî tirkan ve wek “Ağrı” hatiye guhertin.

Bajarê Agirî li ser Deşta Elajgirê, li rex çemên Mûrad û Sînegê, li jêra Girê Qijik Tabo ava bûye. Agirî ji çend bajaran yek e ku bi destê gelê kurd ve hatiye avakirin. navê vî bajarî yê herî kevn jî mîna navê Agirî kurdî ye. navê Agiriyê yê herî kevn Şarbilax e. wateya şarbilax ê ev e: Şar (bajar) bilax (cîhê avî, an jî çavkaniya avê) dema şar û bilax têne ba hev, dibe dibe çavkaniya ava bajêr. Hin kal û pîrên herêmê ji vî bajarî re Çolereş jî dibêjin.

Navçe

  • QerekoseQerekilîsQerekîsQereysî (Ağrı): Qerekose an Qerekilîse, Çemê Çeto, Zîro
  • Giyadîn (Diyadin): Giyadîn
  • Bazîd, Kurdava (Bayazıt): Bazîd, Mûsûn
  • Zêtka (Eleşkirt)(tr: Eleşkirt): Zêtka, Dahar (Xalyaz)
  • Xamûr (Hamur): Xamûr an jî Hewaran
  • Patnos (Patnos): Patnos, Dedelî
  • Avkevir (Taşlıçay): Avkevir
  • Dutax (Tutak): Dutax

Dîrok

Kronolojî

Berî Îsa (Zayîn)

  • 1340 – 1200 Dema hûriyan
  • 1200 – 600 Medeniyeta Ûrartûyan
  • 678 – 549 Dema Mediyan
  • 331 Dema Mekodoniyan

Pishtî Îsa (Zayîn)

  • 339 Dema Bîzansiyan
  • 750 Dema Ebasiyan
  • 1102 Dema Selçûkiyan
  • 1514 Dema Osmaniyan

Erdnîgarî

Bajar di nav paralelên 39° – 05´ û 40°- 07´ bakûr û merîdyenên 42°-20´ û 44°- 30´ rojhilat de ye. Bajar li bakûr bi Qersê, li rojava bi Erziromê, li bakûrê rojava bi Bîtlîs û Wan û li rojhilat jî bi hudûdê bajarê Mako ve tê girêdan.

Taybetiyên erda bajêr

Pîvana erdê bajar 11.066 km2 ye. Şiklê erda bajêr % 46 wê ji mêrg û merayan,% 3 ji golan, % 25 deşt û zozanan û %25 wê jî ji çiya û zinaran pêk tê. Li heremê genim, ceh, kixsên şekir û keten tên çandin.

Av û hewa

Li heremê klîmek reshayî hukum dike. Bajarek herî sar ji yên Kurdistanê ye. Salê şeş mehan berf li erdê ye. Dawiya meha nîsanê berf destpêdike dihele. Havînan jî herêm hênik derbas dibe.

Deşt û Zozan

Deşta Zêdkan û Qerekose yên herî mezin in li herêmê (341 m2), deştek din jî Deşta Patnos û Giyadînê ye. Bilind bûna zozanên herêmê digîhîjên heta 2000 m yî. Li wan zozanan kanî yên ku ava wan cemîdî û mêrgên şîn jî hene. Ji zozanên Agiriyê yên herî bi nav û deng jî zozana Sînegê ye. Devîdevî sê sed û çar sed êl lê datînin. Hewa vê zozanê pir xweş e. Li vê zozanê herî zehf pez tên xweyî kirin, lê belê ligel wê dewarjî tên xwedî kirin. Gola sînegê jî gelekî mezin e û gel jê giha diçine.

Çiya

Çiyayê herî bilind ê Kurdistanê li Agirî yê ye. Çiyayê Hama (3243 m), Çiyayê Kosedax (3433 m), Tendûrek (3542 m), Agiriya biçûk (3925 m), Agiriya Mezin (5137 m). Çiyayê zore(3573 m) Çiyayê Agiriya mezin, çiyayê herî bilind yê Kurdistanê ye.

Çem û gol

Çemê herî mezin ê herêmê, çemê Mûradê ye. Wekî din çemê biçûk jî li heremê peyde dibin. Hinek ji wan ev in; Şêriyan, Zêdkan, Gelûtan. Li herêmê du golên biçuk jî hene.Gola Masiyan (Balixgol) û Saz.

Gola Masiyan

Gola Masiyan (bi tirkî: Balık Gölü), gelê herêmê Gola Kuştiyan jî dibêje. Gol, 60 kîlometre li aliyê Bakurê Rojavayê navçeya Bazîdê a ku li Agiriyê ve ye. Bilindahiya wê ya ji deryayê 2.245 metre ye, qada wê 34 kîlometrekare û yek ji cureyên golê ku ji benda lawê çê bûye ye.[1]

Ragihandin

Gola Masiyan yek ji cihên turîstîk û seyranê ye. mirov dikare du rêyan xwe bighîne golê. Riya herî kurt a diçe golê riya Avkevirê a 27 km ye. Ev riya 27 km ye bi rêya Bazîdê a 60 km temam dibe. Li dora Golê saziyên mêvanxaneyan ên ku di sala 1985an de hatiye avakirin û xizmetê didin gel hene. Ava vexwarinê ya navçeya Bazîdê ji vê golê tê.

Babetên heywanan

Li Agirî nifûsek pir bilind bi xwedîkirina heywanan mijûl dibin. Ji bilî heywanên kedî li heremê li çayir û golan ordekên kovî, qaz, kew û li alî çiya jî gur û rûvî peyde dibin.

Serjimar (2015) û navçeyên bajar

  • Navend; 146.007
  • Gihadîn; 44.693, pîvana erdê 1274 km² ye. Li rojhilatê bajar e.
  • Bazîd; 121.112, kesî ye, panahiya erdê wî 2.383 km²ye. Navçe 93 km li rojhilatê Agiriyê ye. Gora Ehmedê Xanî li vir e.
  • Zêtka; 37.744, pîvana erdê 1559 km² ye. 34 km li rojava yê bajar e.
  • Xamûr; 20.364, pîvana erdê 898 km² ye. 15 km li bashûrê bajar e.
  • Panos; 125.324, pîvana erdê 1421 km² ye. 82 km li bashûrê bajar e.
  • Avkevir; 21.611, pîvana erdê 798 km ² ye. Navçe 32 km dûr ji agirî li ser rêya Erzirom – Îranê ye
  • Dutax; 32.580, pîvana erdê 1562 km² ye. 43 km ji Agirî dûr e.

Tevahiya ya serjimara herêmê (tevli gundan) 549.435 e. Pir serjimarekî giran ji bajarên din koçberî kirin hatin. (neziki 500.000 mirov bajaren din dijî)

Aborî

Ciyên turîstîk û germavên herêmê

Ji welatên cuda cuda her sal pir turîst tên herêmê ji bo ku hilkishin ser Çiyayê Agirî. Qesra Îsaq Paşa jî ciyek e ku ji alî turîstan ve tê zêwî kirin. Tirbê Ahmedê Xanî jî li navça Bazîdê ye û ji alî kurdan ve tê zêwî kirin. Germavên Giyadîn û Dambat jî ciyên vehêsanê ne.

Serwetên bin erdê

Li Giyadîn kukurt, li Bazîdê kevirê ponz, li Tûtaxê xwê, li Avkevirê ava maden û li Zêdkanê jî lînyît ji bin erdê derdikeve.

Çand û huner

Dîn û civak

Serjimara bajar tevahiya Misilman in, hejmara Xiristiyanan pir kêm in. Piraniya serjimarê ji kurdan pêk tê, Azerî jî wek ciwaka duyem li herêmê hene.

Xwarinên herêmê

Xwarina herî meşhûr qelî ye. Kufteya Evdîgor, xîngel, mertoxe, xaşîl, savara bigoşt, helîse, karêberg, keşk û girar xwarinên mehelî ne ku li herêmê tên xwarin.

Kincên herêmê

Zilam kefî (pûşî) didin serê xwe. îşlig û êleg (oyma) li xwe dikin, di binî de jî şalwar (qadi) li xwe dikin. Li ser şalwar kefiyek li pişta xwe girê didin. Pêlavek ku li heremê ji re dibêjin, “yemenî” û gorên bi desta çêkirî ku heta çongê dirêjin li nigê xwe dikin. Jinên Agirî fîstanek ku ji re dibêjin “entarî” li xwe dikin. Carna jî çarşefa reş li xwe dikin. Di nigan de gorên ji hirî çêkirî hene.

Êl û Eşîrên Herêma Agirî

Rastî li navenda Agiriyê û navçeyên mîna Bazîd û Dutaxê zêde eşîrtî tune ye. Gelek kes nizanin ku ji kîjan êlê ne jî. Lê navçeyên mîna Panos, Giyadîn, Avkevir û Hewaran (Xamûr) eşîrtî gelekî zêde ye û gelek caran şer di navbera êlan de jî dertên.

  • Redkî (Redkan)
  • Kurdikan (Kurdkan)
  • Cemaldînî
  • Dilxêrî
  • Şemskî
  • Geltûrî
  • Pîrebadî
  • Êlî (Êlya)
  • Bekiran
  • Celalî
  • Xelikî (yek ji 3 milên celaliyan e)
  • Bilxikî (yek ji 3 milên celaliyan e)
  • Sakî (yek ji 3 milên celaliyan e)
  • Heyderî (Heyderan)
  • Brûkan (Birûkan)
  • Giravî
  • Sîpkî (Sîpkan)
  • Xelesinî (milekî sipkî ye)
  • Birîmî (milekî sipkî ye)
  • Etmankî (Edmanekî)
  • Nezoyî
  • Pîlekî
  • Mikaîlî (Mikaîlan)
  • Hemoyî (Hemoya, hemoî)
  • Memanî (Meman)
  • Quricî (Qurica)
  • Azîzan (Azîzan)
  • Pinaşiya (pinaşya)
  • Seyîda (seyîdan)
  • Berazî (berezan)
  • Berjêrî
  • Asî

Navên Gund û Bajarokên Bajarê Agirî

Navên rastî (kurdî) û navên tirkî

  • Ehmedbeg (ahmetbey)
  • Axadevê Jêrê (aşağı ağadeve)
  • Aşqele (Aşkale)
  • Hecîhano (ağılbaşı)
  • Keşîşê Elîbegê (akbulgur)
  • Tûjo (akçay)
  • Dodo (altınçayır)
  • Mele osman (anakaya)
  • Kasor (arakonak)
  • Dormeliya Jêrê (aşağı drmeli)
  • Exta Jêrê (aşağı kent)
  • Kopqiranê Ecema (aşağı küpkıran)
  • Wêretega Jêrê (aşağı saklıca)
  • Darebiya Jêrê (aşağı yoldüzü)
  • Qaziyê Mirtiva, qaziyê zêtka (aslan gazi)
  • Badilya (badıllı)
  • Ava Masiya (baliksu)
  • Kanîsitrî (balkaynak)
  • Qezer (ballıbostan)
  • Keşîş (baloluk)
  • Şeko (başçavuş)
  • Exta Jorê (başkent)
  • KanîSpî (beşbulak)
  • Kanîsor (beşiktepe)
  • Bezirxane (bezirhane)
  • Bilûbaşî (bölükbaşı)
  • Xanereşk (boztoprak)
  • Sofyan (çakıroba)
  • Çamûrlî (çamurlu)
  • Çata elî paşa (çatalipaşa)
  • Qasê (çayırköy)
  • Goma Dawo (çoban beyi)
  • Hêliksan (çukuralan)
  • Yekmal (çukurçayır)
  • ÇemêÇeto (cumaçay)
  • Dede Mexsût (dedemaksut)
  • Girekol (doğutepe)
  • Elomilo (dönerdere)
  • Gezgez (Gezgezik) (dumanlı)
  • Zado (eğribelen)
  • Navîk (eliaçık)
  • Botî (esenköy)
  • Boşîk (yolugüzel)
  • Oncelî (yoncalı)
  • Birûkan (özbaşı)
  • Qerenewê (özveren)
  • Sabûncî (sabuncu)
  • Kevirê Kerr (sağırtaş)
  • Sarê (sarıca)
  • Poxana (sarıdoğan)
  • Açme (sarı harman)
  • Kevirê Gezo (Sarıtaş)
  • Soxana (soğanköy)
  • Qere cehennem (söğütlü)
  • Demizxan (suçatağı)
  • Hemzikan (taştekne)
  • Qisqanca (taypınar)
  • Cimka (tellipınar)
  • Amad (tezeren)
  • Curuh (uçarkaya)
  • Ûzinmalî (uzunveli)
  • Şêrwêran (yakınca)
  • Abûzer (yalnızkonak)
  • Babî (yaylaköy)
  • Yaçî (yazıcı)
  • Mengeser (yazılı)
  • Yixnîtape (yığıntepe)
  • Gijmînik(Gijmiik) (yorgun söğüt)
  • Dormeliyê Jorê(Dormeliya Jorîn) (yukarı dürmeli)
  • Kopqiranê Eyup Paşa(Kobqirana Jorîn) (yukarı küpkıran)
  • Abûzeyitê Jorê (yukarı pamuktaş)
  • Wêretega Jorê (yukarı saklıca)
  • Darebiyê Jorê (yukarı yoldüzü)
  • Mîrenga (yurtpınar)
  • Fêra (ziyaret)
  • Gevirgewrk (eskiharman)
  • Gerger (geçitalan)
  • Sirdo (gümüşyazı)
  • Xerbegul (güneysu)
  • Ezraîl (güvendik)
  • Şebo (güvenli)
  • HecîSefer (hacısefer)
  • Qerê (hanoba)
  • Xidir (hıdır)
  • Qelender (kalender)
  • Qeresû (karasu)
  • Walîerep (kavacık)
  • Qewax (kavakköy)
  • Qeyabeg (kayabey)
  • Qazî (kazlı)
  • Kevirgewrk (kocataş)
  • Gundik (koçbaşı)
  • Bavina (konuktepe)
  • Hecîdodo (kovancık)
  • Cimka (kumlugeçit)
  • Rebena (mollaali)
  • Gomik (mollaosman)
  • Zîro (murat)
  • Mûratxan (murathan)
  • Korko (oğlaklı)
  • Extê (ortakent)
  • Qoto (ortayokuş)
  • Mezra(Mezre) (otlubayır)
  • Êranos (ozanlar).

BERNAMEGEH

Lê Binêre

Destana Kela Dimdimê

 Hekar Sermest   Dimdim keleha Kurda ye Stêrka sibehê l’ser daye Îro li me hawar …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !