Riha parêzgeh, bajarekî bakurê Kurdistanê (digel Tirkiye) ye.
Riha yek ji bajarên herî qedîm û kevnare yên cîhanê ye. Her wiha di dîrokê de Riha wekî hêlîna mirovahiyê û qada şaristaniyê tê zanîn. Heta niha gelek şaristanî hatine li ser vê axê serwer bûne. Li ser axa Rihayê gelek şerên dijwar pêk hatine. Dema ku navê Rihayê tê lêvkirin warê Nemrûd û Îbrahîm pêxember tê bîra mirovan. Dema ku navê Rihayê tê lêvkirin şerê Îbrahîman ê li hemberî Nemrûdan tê bîra mirovan.
Çîroka navê Rihayê wek dîroka bajêr tevlihev û kûr e. Navê kevin yê bajêr Edessa ye, ji serdema helenîstî. Ev nav heta salê 300 berî zayinê dirêj dibe û ji dema Împeratoriya Seleukî maye. Navê Edessa ji aliyê Seleukos I Nikator ve li bajêr hatiye danîn. Di dema keyê Antîoxos IV Epiphanês navê xwe li bajêr kirîbe jî, demeke şun ve navê wî hatiye jibîrkirin. Padîşahê seleukî Antîoxos IV Epiphanês navê xwe li bajêr kir (“Antîoxeia”, bi yewnaniya lê ev nav piştî mirina wî hate ji bîr kirin.
Li ser navê îro, yanî li ser peyva Rihayê gelek îddaa hene. Li gorî nezariyekî peyva Rihayê ji zimanê suryanî ji peyva Orha yan Orihaî tê, bi erebî jî ji peyva Vurihaî (Ava Pir) tê. Herwiha, hin kes navê Rihayê bi peyva yewnanî Osruan, hin kes jî bi peyva latînî Urfayva ve girê didin.
Piştre nav wek Riha, Urfa hatiye guhertin. Nav ji alî tirkan ve wek “Şanliurfa” hatiye guhertin, lê bajar ji aliyê kurdan ve Riha tê zanîn.
Herêm ji alî dîrok ve pir dewlemend e. Kela bajêr li navenda bajêr e. Mizgeft û gola Xelîlu’r-Rehman (Khalil al-Rahman) jî ji alî gel û turîstan ve tên ziyaretkirin. Navça Xaranê bi xaniyên xwe yên taybetî ji bo turistan ciyek gerê ye. Bendava Ataturk jî ji bo gerê û werzişên ser avê ciyek mûsaîd e.
Ji xeynî hêjayiyên xwe yên dîrokî, xwezaya Rihayê him li cîhanê him jî li welatê me cihekî girîng digire û di hundirê xwe de ajalên gelek nadîr xwedî dike.
Bajar di nav parelelên 36° 40 û 38° 02 bakur û merîdyenên 37° 50 û 40° 12 rojhilat de ne. Sînorên bajêr li bakur Semsûr û Diyarbekirê ve, li rojava bi Dîlok ve, li başûr bi Sûrî ve û li rojhilat jî bi Mêrdînê ve tê girêdan.
Pîvana erdêer bajêr 18.584 km² ye. Erdê herêmê % 22,0 ji çiyan, % 16,3 ji deshtan û % 61,7 jî ji platoyan pêk tê. Li herêmê genim, ceh, nîsk, pembo, tirî û bi taybetî jî van salên dawî sebze û mewê jî li herêmê tên çandin.
Li herêmê îklîmek reshayî heye. Havînan germ û zuha, zivistanan jî sar e, lê rojên bi berf li herêmê hindik in. Li herêmê ferqa navbera di germbûna şev û rojê pir e.
Bajerê Riha yê wek Bajarê Pêxamberan tê naskirin. Li gor rîvayetê gava Adem û Hewa ji bihûştê ên qewrandin, tên li Xaranê bi cih dibin. Îbrahîm pêxember, Eyûb pêxember û Îsa pêxember jî li herêmê mane. Li herêmê Misilmantî ji elewî û sunnî yan pêk tê. Kurd, Ereb û Tirk piranî ya serjimarê diafirandin. Gelê Rihayê zêdetir bi çandinî û ajalkariyê ve mijûl e. Têkiliyeke mezin nîşanî bezirganiyê nedaye û jiyana wan bi piranî li gundan domiya ye. Ji ber wê yekê ku çanda feodaltiyê û axatiyê serdest maye. Jiyan ji bajarvaniyê û şaristaniyê wêdetir di çanda gundan de girtî maye. Loma jî ji bilî vîn û biryara kes zêdetir bîryara civak û eşîrtiyê li ser dest maye. Her wiha li hemberî gotina mezinên civakê an jî eşîrê zêdetir bervêdan pêk nehatiye.
Herêm ji alî xwarinan pir dewlemend e. Xwarinin herî pir li herêmê tên xwarin kutilkên dagirtî, Acîn(çîkifte), beqlewe, kunefe (qedayif), kebeb û lehmecun nin. Taybetiyek herêmê jî xwarina îsotên tûj yên sor in
Aqît (reçela îsotê sor)
Reçela îsotê Rihayê an jî bi devoka Rihayiyan Aqît navê berekê ji pêjgeha kurdî ye û bi heqîqî ji îsotên tûj ên Rihayê tê çêkirin.
Parêzgeha Rihayê bi îsotên xwe yên sor û tûj bi nav û deng e, lewra tê gotin ku gelê Rihayî ji tûjbûna xwarinan pir hez dikin. Ewqas ku, gotineke pêşiyinan dibêje ‘Li Rihayê îsot êmzika bebikan e’! Ji ber vê yekê îsot beşeke girîng a xwarin û pêjgeha Rihayê ye. Herwiha, aqît jî, ji bo tûjkirinê weke sos an jî baharata gelek xwarinan tê bikaranîn.
Ji bo aqîta îsotan divê ev malzeme hebin: 1 kg ji îsotên tûj ên sor, 1 kefçiya çayê ji darçîn, nîv bardaxek ji rûna zeytûnê û nîv kefçiya çayê ji îsota reş.
Berî her tiştî îsotên sor divê bên şuştin, birrîn û ji dendikan pakkirin. Piştre îsot ji makîneya goştan tê derbaskirin û di amanekê de tê komkirin. Ji bo ku ava xwe kêmtir be xwê dixin nav, tev didin û li ber rojê rêdixin. Paşê îsota reş, darçîn û rûna zeytûne li ser ve tal dikin û baş tev didin. Êdî reçela îsota sor – an bi navê xwe yê otantîk ‘aqît’ – ji bo pêjgehê amade ye û kare wek ‘etûr an jî sos bê xwarin.
Kincên herêmê
Di serê jinan de şarpeyek (yamşak) hene. Keçên ciwan kofiyek bi şarpeyek sipî (neçek) li serê xwe dikin. Li ser fîstanên dirêj, çakêtek dirêj tê li xwe kirin. Îshlik bê yaxe nê. Şalwarên ku jêra wan teng di bin fîstan de tê li xwe kirin. Di nigan de gorên hirî û pêlavên lastîk yê reş hene.
Zilamên herêmê entariyên ber wan girtî li xwe dikin. Çakêt, şalwar û îshlik jî li hinek deveran li xwe dikin. Di serê zilaman de “egalên sipî” hene. Di nigan de “qondere” yan jî ” lastîkên reş” tê li xwe kirin.
Kronolojiya bajêr
Berî Îsa (zayîn) b.z.
- 2000 – 1300 dema mîtanî û hûriyan
- 100 – 612 dema asûriyan
- 612 – 550 dema medan
- 550 – 332 dema persan
- 332 – 313 dema makedoniyan
- 132 hukumdariya Osroene
Piştî Îsa (zayîn) p.z.
- 117 – 395 dema împeratoriya Roma
- 395 dema bîzansiyan
- 639 dema ereban
- 1071 dema selçukiyan
- 1514 dema Împeratoriya Osmanî
Eyûbiyan jî gelek sala hukimdarî li Rihayê kir.
Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com