Ehmed Huseynî – Navekî Kuştî Ji Navên Te Yên Kesk Bûm

Hicran Aslan

Çapa yekemîn 2011 Li Amedê ji weşenên Ronahiyê derketiye. Pirtukekî zuda çap bûye lê ji bo min helbestên herdem nujen û tahmxweş e û wek helbestên baş, bêwext e. Pirtuk ji yek helbestî ava biyê. Li Elmanya hatiye nivisandin. Helbest ji 10ê Gulanê dest pe dike. Beriya helbestên rojên xwe bi êşgotineke dest pê kiriye. Heya 1’ê Heziranê famkirina Dayiyeki tê çi wateyî û mirov sedî çend ji dayik çedibe?… Dayik bi xwe ji xwe helbesta emrê mirov e. Beriya hişê me, beriya dilê me, ew me dibîne û bi hebûna xwe rengen hebuna me bi nav û bi ziman dike. Dayik mirov verdigerinin. Helbestvan ji dayika xwe vergerandiye ziman. Ne tenê ziman helbest bi xwe tişten nav vergerandinê ji ronahî kiriye. Qasi ku helbesvan nivisandiye nîne ev pirtuk… dawiya mirov u beriya mirov ji roni dike. Helbest û mirina dayika wî li hevdu dilefin û ten hizura êşa wî. Ne nêzi agir bûyine; ne li ser agir eşq-êşgotine.

de ji zemînê re bibêje, tu mîna darbestê, riswa yî ey zemîn!

de ji jiyanê re bibêje, tu mîna kêlan kirêt î ey jiyan!

de ji min re jî bibêje. na nebêje Şêxê mino! (êşgotin, rupel:13)

Pirtuk bi navê xwe helbesteke mezin e. Mirina dayikê çiye? Mirov mala xwe ya herî ewil dike bin erdê, ku mirov ji dengê dilê wê hêlînê ava buye. Guhên xwe ye ewilî, dengên xwe ye ewilî dikî bin erd ê. Di hembêza çirokên kurdî didî xewekî.

keskê ku ji me bawer nedikir..

keskê ku ji xwe bawer nedikir..

keskê ku di şevistana sînoran de,

bi xwe re, bi me re û bi pejna sirûda te re şer dikir, (10’ê Gulanê, Rupel: 16)

Helbestvan wek bûqalemûnekî hebuna mirinê û keskê nexş kiriye. Carna ji bo veşartina xwe, car na jî, ji bo qîrîna ez li vir im. Alfabeya êşê û alfabeya keskê dor ji hevdu digirin.  Xatirxwestina keskebarana cubeyê diya xwe li ziman dike û dinivise. Hevokên xwe dirêj dike wek -ez çi bejim kêm e, wek her tişt dişibe û dizivire hevdû.

diya min Şêxê mino!

di himbêza min de mir,

du rondikên germ ji çavên wê bi ser

dilê min de herikîn

min bangî wê kir: dayêêêêêêê!!!

Di purtukê de ci yek tê ku mirov nizanê mirî ki ye. Helbestvan dikeve şuna dayika xwe. Û jiyan û mirin li nav hevdu diçin û tên. Çeku dibare sêbare çarbare dibin. Zaroktî, dîrok şexsiyetên edebî û tarixî di nav hevde wek rengên bi rih dimeşin diqelibin hevdu. Car tê bi Qazî Mihemedê li mahabadê li sûka çarçirayê ye. Car tê ji Melayê Cizirî bendekî… Tu nizanî helbesvan sîya xwe û wek bi siyekî xeber dide, halusulasyon, xeyal, xew û êşa mirinê wek dengbejekî ku strana xwe ji berê jiber kiriye dixwîne.

Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Zanyarî baweriya tek hebûnê ye

Rêber Hebûn Rastiya zanyarî tune dibe dema em xwe radestî tundirwiyê dikin, ew kelem metirsîdar …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !