(1650-1706)
Ehmedê Xanî, di nav helbestvanên kurd de bi Mem û Zîn a xwe yê herî navdar e. Çîroka Mem û Zînê di nav hemû gel de belav bûye.
Li bajarê Bazîdê, di sala 1650an de hatîye dinyayê. Ehmedê Xanî, Kurê Îlyas e. Îlyas kurê Rostem Begê ye. Rostem Beg, ji eşîra “Xanî” ye. Bavê wî yê rehmetî, ji herêma Hekkarî yê bi koçberî hatîye Bazîdê, li wir bi cih bûye. Xanî, di sala 1706an li wir wefat kirîye. Merze1ê wî yê pîroz li rojhilata qeleya Îshaq Paşa, li Bazîda xirabe, zîyaretgaha xelkê ye.1
“Devkî wiha rîwayet dikin, dibêjin, ku Xanî, ji medresa Mûradîyye ya Bazîdê, dest bi xwendinê kirîye, ji boyî temamkirina xwendina xwe, çûye Ex1at û Bidlîs û Ûrfa (Rûha) û Cizîra Botan, çûye Sûrîya û Misrê û Stenbolê jî, piştî temamkirina tehsîla xwe ziviriye Bazîdê, li wê derê ders daye û dest bi nivîskarîyê kirîye.”2
Xanî bi “Mem û Zîn” a xwe ya ku destana neteweyên kurd e, di dilê neteweyên kurd de cihekî bilind girtîye. Bi vî awayî di nav gelê xwe de ew bûye “Xanîyê Nemir”.
Cizîra Botan ji ber ku di nav paytextên mîrên kurdan de bajarê herî girîng bû, bala gelek helbestvanên deverên din jî kişandiye ser xwe û mêvandariya gelek kesên kurdî kiriye. Di nav wan kesan de yê herî navdar bêguman Ehmedê Xanî ye.
Xanî herçend helbestvanê mîrektiya Bazîdê be jî, berhema xwe ya navdar Mem û Zîn li ser çîrok û efsaneyên devera Botan nivîsiye û navenda bûyera berhema wî ya navdar jî Cizîra Botan e. Ji bo xwendina zanistiyê çûye Xelat û Bedlîs, Cizîr, Riha, Şam, Heleb û Bexdadê. Li Misir, Îran û Stenbolê jî geriyaye. Nemaze li medreseyên Mezopotamya, Suriye û Îranê hînî felsefa Yewnan a kevnare, tesewûf, asîmanzanî, helbest û teknîka hunerî bûye. Piştî xwendina ‘ilimê, dîsa vegeriyaye Bazîdê û ji bo xwendina zarokê kurdan medrese ava kiriye. Di van medreseyan de ders daye wan.3
Jiyana wî li medreseyan di nava perwerdehiyê de derbas bûye. Ehmedê Xanî ji bilî zimanê kurdî, bi erebî, tirkî û farisî jî dizanibû. Ilmê fen û olî xwendiye û gelekî bi pêş ve çûye. Zarokên kurdan di medreseya Xanî de, ilmê olî û wekî wêje, felsefe, asîmanzanî îlmê zanistîyê jî, ji Xanî tehsîl kirine.
“Ehmedê Xanî zanyarekî welatparêz û gelparêz bûye. Ji bo ku gelê Kurd bi pêş keve, serbilind be û serxwebûna xwe bi dest bixe, xebat û têkoşîneke mezin kiriye. Gengeşî û pirsgirêkên civaka kurdên wî heyamî, ji hêla wî ve hatine dahûrîn. Li ser bindestî, bê tifaqî û neyartiya di navbera Kurdan de, fikr û ramanên xwe di berhemên xwe de anîne zimên.”4
Berhema wî ya herî navdar “Mem û Zîn” e. Berhemên din, Eqîda Îmanê û Nûbihara Biçûkan e. Mem û Zîn, wekî çîroka Leyla Mecnûn ku di nav tirk û ereban de navdar, ew jî şahesera kurdan e.
“Ji bilî xemxwariya Xanî ya ji bo kurdî û kurdan, hema bêje di dawiya her beşên Mem û Zînê de, sentezên tesewûfî, felsefî û eqîdeyî ji me re pêşkêş dike û bi zimanekî hîkmetane pend û şîretan li me dike. Eger em bi kûrebînî li vê kitêba şaheser a wî binêrin, em ê bibînin ku hemû mînak û mîsalên ku wî anîne, pend û şîret û hîkmet in.”5
Çavkanî:
1Durre, Abdurrahman,Şerha Dîwana Ehmedê Xanî Felsefe û Jiyana Wî, Weşanên Avesta, Stenbol, 2002, r.10.
2Durre, h.b., r.11.
3Ergün, Zülküf, Di Peydabüna Edebiyata Kurdî ya Li Cizîra Botan De Karîgeriya Bajarvaniyê, t.ç., Mêrdîn 2012, r. 6.
4Demir, h.b., r.2.
5Şemrexî, Huseyn (Amd.),Mem û Zîn, Ehmedê Xanî, Weş. Nûbihar, Stenbol 2010, r.9.
Hüseyin Koyuncu.