Orhan Basî
Bi kurtasî Erdnîgarî an erdzanîn bi gotineke din cografya Welatê Xaltan ne ya dema berê ya van salin dawî ji 1524an heta 1900 binasin.
Welatê Xaltan ê vê dawîyê ku wek Êzdî dihatin nasandin ji çar herêma pêk dihat,ku îro jêre dibêjîn Beşêrî dema berê Qubîn bû,wetaye Qubînê ji Quba tê. Heya van salin dawîyê Zîyareta bi nav û deng a Şêxevinda ji sisê quba pêk dihat, Zîyareta Hecre, û ya herî dîrokî Zêwa Mîra jî em ji bîr nekin ku Zêwa Mîra jî dikeve çiyayê xendaqa.
Welatê Xaltîya ji çar herêma pêk dihat:
1 / Niqîba, ji Awîska Êlî an ji Zivinga Zoro heya deşta diyarbekirê bû, navê Niqîba di Jandila Lavijê Pîrê de jî derbas dibe, dema berê Mala Mîrza Beg wek Niqîbî bi nav dikirin.
2/ Apika, wê yalî çemê qubînê ku îro wek Hemdûna tê nasandîn ji Ridwana bavê Tem heya ava Botanê bû.
3/Bereka, ku îro piranîya êzdîyan mala celkê wek Berekî dinasin navê herêma bereka li wan kirin, vîyalî çemê qubînê pişta Qêre û ber bi qêreve heya Baximzê û 33 gundê îro bû.
4/ Xendeqa, ji Şimza îro û hemî çiyayê Xendeqa an ji bi navê tirkî ê îro jê re dibêjîn Reman Daği deşta Elmedîna Batmanê heya tora rengîn bû.
BERNAMEGEH / bernamegeh@gmail.com