Evdalê Zeynikê

İKRAM OGUZ

Şahê Dengbêjan…

Siwarê Kuvî û Bavê Temo…

Evdalê Zeynikê, di hinek kilam û stranên xwe da, xwe wek dengbêjê Surmelî Memed Paşa bi nav bike jî, lê di hemû kilam û stranên xwe da xwe wek Sîwarê Kuvî û Bavê Temo bi nav dike û bi wan mohra xwe li binê kilamên xwe dixe.

Di derbarê dengbêjî û hunera Evdal da gelek kesan nêrînên xwe gotine û pesnê dengbêjîya wî dane. Lêbele ji wan du kes hene, ku beyî gotinên wan ev nivîs kêm dimîne.

Ji wan yek nivîskarê bi nav û deng û bi eslê xwe jî Kurd Yaşar Kemal e, ku ew xwe deyndarê Evdal dibîne, wî bi hevokek kin tarîf dike û dibêje; „Evdalê Zeynikê Homerosê Kurd e û bavê fikrîyeta min e…“

Yê din jî nivîskar û lêkolînerê Kurd Ahmet Aras e, ku ew bi salan li pey şopa Evdal gund bi gund gerîya ye û di derbarê wî da pirtûkeke giranbuha nivîsîye. Ahmet Aras di wê pirtûka xwe da Evdalê Zeynikê qasî dengbêjîya wî, wî wek şairê Kurd ê efsanevi bi nav dike û dibêje; „Lîrîzma Kurdî bi qaîde û meqamên Evdal va gihiştîye asta xwe ya herî bilind…“

Evdal kî ye?

Evdal di destpêka salên 1800î da hatîye dinyayê û piştî jîyana xwe ya ji sed salî zêdetir, di sala 1913an da koça xwe ya dawîyê kirîye.

Gor gotina nebîyekî wî, ew 110 sal, gor gotina nebîyekî wî yê din jî ew 115 sal jîyaye.

Evdal ji Êla Meman e.

Êla Meman, êleke koçer e. Di demsalên havînê da jîyana wan li zozanên Serhedê, di demsalên zivistanê da jî li berrîyên welatên jêr derbas dibe. Di wan salan êl ji çar qebîleyan pêk tê û ew jî, Pazûkî, Qesikî, Banokî û Pinanşî ne.

Dem tê ji Qebîla Pazûkan 20 mal li hêla İntabê, ku îro jê ra Dutax dibêjin, li Gundê Cemalvêrdîyê bi cîh dibin. Ji wan malan yek jî mala Hesenê kalikê Evdal e.

Hesen ji qebîla xwe keçikeka bi nave Zeynê ji lawê xwe ra dixwaze. Mistefa û Zeynê dizewicin, salek şûnda jî ji wan ra lawek dibe û nave wî Evdal lê dikin.

Evdal hê sê salên xwe xilas nekirîye, bavê wî dinya xwe diguherîne û Evdal ji alî bav da sêwî dimîne. Dîya wî, Zeynê, Evdal mezin dike, ku loma ew di jîyana xwe da jî, îro jî bi nave dîya xwe, wek Evdalê Zeynikê tê bi nav kirin û naskirin.

Dengbêjîya Evdal

Tê gotinê ku Evdal heta 30 salîya xwe, tu car kilam û stranek negotîye. Ew li gund û weke hemû gundîyan bi kar û barê rençberîyê ra mijûl e. Evdal mirovekî bejnkin û rû bi xurî, di xuy û xisletê xwe da jî miorvekî cuda bûye. Ew rewşa wî ya cuda bala gundîyan jî dikişîne. Pirrîcaran ji gund derdikeve, tere li sere çol û çîyan digere, li ber devê çeman rûdinê, li xuşexuşa avê, di nav mêrg û zevîyan da jî li vingîna mêş û mozan guhdarî dike. Ji gund û ji gundîyan dûr dikeve û weke evîndarê xwezayê, di nav mêrg û zevîyan da, li ser çol û çîyan digere dijî.

Di wan demên xwe yên taybet da şevek radizê û xewneke ecêb dibîne. Roja mayîn xewna xwe bi rûspîyên gund va parve dike, her yek xewna wî bi awayek şirove dike.

Piştî dîtîna wê xewnê demek şûnda Evdal bi nexwaşîyek giran dikeve û bi mehan di nav nivînan da dimîne. Nexwaşîya wî her diçe giran dibe. Rojekî Eyşe ya jina wî ji der da dikeve hundur û dinihêre ji nav nivînan dengekî xerîb tê. Ew vedigere û gazî der û cînaran dike. Yên ku tên malê û rewşa Evdal dibînin, ji wan hinek dibêjin, “bi tayê ketîye”, hinek jî dibêjn, “dîn û har bûy û serê xwe xwarî ye…”

Hemû gundî li mala wî kom dibin, Evdal jî di nav nivînan da dinale û bi meqamên cuda distirê. Dem derbas dibe, Evdal hewl dide û radibe ser xwe, bang li jina xwe dike û dibêje; „Eyşo ji min ra tasek şerbetê çê bike û bîne, êdî ez baş û silamet im…”

Eyşo şerbetê çêdike û tîne dide ber Evdal, Evdal şerbeta xwe vedixwe, destê xwe diavêje peleguha xwe û distirê. Ji wê rojê heta dawîya emrê wî du tişt ji jîyana wî kêm name. Ew jî ger û kilam û stran… Gund, gund, bajar, bajar digere û distirê…

Di demeke kin da deng û dengbêjîya Evdal li herêmê belav dibe. Axa û beg qasidên xwe dişînin cem Evdal û wî dawet dikin. Evdal jî bi dorê dibe mêvanê axa û began û şev û roj di odeyên wan da rûdinê û ji wan ra distirê. Hinek axa ji Evdal daxwaz dikin ku, ew bi malbatî bar bike û were di gundên wan da bijî, lêbelê Evdal daxwaza tu yekî qebûl nake, lêbelê weke dengbêjekî bi serê xwe, digere û distirê. Here kuderê û li ku bibe mêvan, bêguman li ser rêwîtî û mêvantîya xwe ya wê derê kilamek derdixe.

Di rêwîteyeke xwe ya ber bi Erzirumê da li Gundê Çûlîyê dibe mêvan, li ser mêvantîya xwe ya li Çulîyê kilamek derdixe û di wê kilamê da wiha dibêje:

„Heyla lawo, em ê ji Ezurmê hatin bi kawranî
Emê peyabûne li şewitya Çulyê bi mêvanî
Qîz û bûkên Çulyê li ser kanîyê kiras-şo danî
Ew qonaxa ku em lê peyabûn bi mêvanî
Ji bo navrojê, ji me ra xaşîl danî…“

Evdal dema ku dibe çil salî, êdî dengbêjek bi nav û deng û naskirî ye. Di wan sala da dengbêjeke Surmelî Memed Paşa hebûye û navê wê jî Gulê bû ye. Gulê qîza keşîşê Filla û di warê dengbêjîyê da jî xwedî huner û zîrek bû ye. Gulê ewqas ji dengbêjîya xwe bawer bûye, ku ehd kirîye û wiha gotîye; „Kê ku di warê dengbêjîyê da ji min zêde be û di lecê da ji min bibe, ez dê bi wî ra bizewicim…“

Rojekê Evdal têdigihîje, ku Surmelî Memed Paşa û Gulê li Xamûrê beşdarî dawetek dibin. Evdal jî ji Cemalverdîyê derdikeve, berê xwe dide Xamûrê û tere li kuncikeke diwana ku Surmelî Memed Paşa bi giregirên herêmê ra rûnîştîye, cîhê xwe digre. Di dîwanê da Gulê distirê û çavê xwe li ser civatê digerîne. Dema ku çavê wê bi Evdal dikeve, Gulê di stranê da merhabatîyê li Evdal dike û dibêje:

„Lo mêvano tu bi xêr hatî, ji ku te yî ku da diçî
Ji bo ç xizmetê hatî, tu bi xêr û silamet biçî…“

Gulê hê gotinê xwe neqedenadî ye, Evdal firsenda ku ketîye dest wî naxwaze birevîne, dest davêje guhê xwe û bersiva Gulê dide û dibêje:

Ez şahê dengbêjan Evdalê Zeynikê me
LI Serhedê qesasê serê şair û dengbêjê xelkê me
Ez ku biqêrim, dengê min ji vir here erdê Ecem e
Ez ji rêya dûr hatime, Gulê ez îro mêvanê te me…“

Bi vê destpêkê Evdal û Gulê dikevin pêsîra hev û lêca wan sê roj û sê şevan dikudîne.

Di dawîya sê roj û şevan da Gulê dibêje:

„Evdal tu were destê min bigre, emê herin mala me ye
Ezê ji t era daynim orxan û doşegên qedîfe ye
Ezê ji te ra çêkim birincê Qerecdaxê bi sûzme ye
Ezê ji te ra çêkim cotek gorê Kurmancîyê dîzleme ye
Tu ku vegerîyayî, ji te pirs kirin gotin îkrama Gulê çî ye
Bêje îkrama Gulê ji serê heftê û heft bavê min zêde ye…“

Li beranberî van gotinên Gulê, Evdal jî wiha dibêje:

„Wey can Gulê wey can Gulê, bejnziravê, wek qamişê devê golê
Çavê reş in bi rengê hubrê, pozbîvilnê ji nikulê kewê
Lê dixe sura Qetewînê, bayê Sîpanê, hewa Bilêcanê
Gulê te ez kuştime bi zarê şirîn û bi vê xeberdanê…“

Piştî lecê Gulê ji Evdal ra dibêje; „Evdal haza tu şair û şairekî bê emsal î. Ez xwedîyê pirsa xwe me. Heger tu qebûl bikî, ezê te bigrim, lêbelê ezê dîsa li ser dînê xwe bimînim û ji dînê xwe venegarim…“

Evdal, „ez merivekî zewicî me. Dînê te ji te ra, dînê min jî ji min ra, bila herkes di rê ya xwe da here û li ser dînê xwe bimîne. Tu xwîşka min û bila Xwedê mirazê te bi dilê te bike…“

Piştî lecê Surmelî Memed Paşa dixwaze ku Evdal jî êdî bibe dengbêjê wî. Herçiqas Evdal nexwaze jî, di encamê da daxwaza Surmelî Memed Paşa qebûl dike û ji wê rojê pê va dibe dengbêjê wî û di dîwana wî da distirê…

Evdal dibe dengbêjê Sürmeli Memed Paşa 

Evdal demeke dûr û dirêj, di Dîwana Sürmeli Memed Paşa da dengbêjîyê dike. Di dema koçberkirina Avşarên Kozanê bi Surmeli Memed Paşa ra tevdigere.

Surmeli Memed Paşa, nebîyê Îshaq Paşa yê xwedîyê Seraya Bazîdê ye.

Di sala 1865’an da Dewleta Osmanî ji bo îsyana Kozanoglu yê Edenê alîkarî ji Surmeli Memed Paşa dixwaze.

Surmeli Memed Paşa jî bi 400 suwarîyên xwe va, derdikeve serê rê û berê xwe dide Kozanê. Di nav wan suwarîyan da Evdal jî heye. Piştî têkçûna isyanê, ji 50 hezaran zêde kes ji cîhê xwe koçber dibin û pirranîya wan jî tên kuştin. Li alî ki şer û xwîn, li alîyê din jî nexwaşî û mirin. Wê demê li herêma Edenê nexwaşîya kolerayê derdikeve, ku pirranîya leşkerên Dewleta Osmanî û 300 suwarîyên Surmelî Memed Paşa jî bi wê nexwaşîyê dikevin û dimirin.

Li ser trajedîya ku li Kozanê rû dide, Evdal destanek ji ber xwe derdixe û distirê. Ev destana Evdal a ku bi navê „Wey Xozanê“ tê zanîn, ew jî wek hemû stranên wî di nav gel da belav dibe û tê guhdarî kirin…

Berîya çûyîna Surmelî Memed Paşa ya ber bi Kozanê, Padîşah ji wan ra fermaneke dişîne ku tê da dibêje bila ew di Dersimê ra derbas nebin, ji ber ku Dersimî mirovên kuvî ne û ewê zirarê ji wan bibînin. Surmelî Memed Paşa dîsa jî gor pêşnîyara padîşah tevnagere û rêya xwe di nav Dersimê ra derbas dike. Dema ku di nav Dersimê ra derbas dibin, dîtina zerar û zîyanê bidin alîki, bîlakîs ji kesên Dêrsimê mêvanperwerîyekî baş dibîne.

Di wê rêwîtîyê da Surmelî Memed Paşa li hember erdnîgarîya herêmê ya bedew û bê emsal matmayî dibe. Evdal jî li ser dîmenên ku di erdnîgarîya Dersimê da dibîne û bi wan hişmekar dibe, strana xwe ya bi navê „Dersimê“ derdixe û distirê…

Sedem nexwaşîya Kolerayê Surmelî Memed Paşa jî bi pirranîya suwarîyên xwe va nexweş dikeve û ew jî li Edenê dimire. Kesên ku sax dimînin, ew jî bi tî û birçî, birîndar û ji qidûmdaketî dikevin serê rê û di encama rêwîtîyeke dijwar û xeternak da vedigerin welatê xwe yê serhedê…

Tê ragihandinê ku, ew kesên ku bi Surmelî Memed Paşa ra çûne Kozanê ji wan tene 50 kes şûnda vegerîyane û Evdal jî ji wan kesan yek e…

Siwarê Kuvî, Bavê Temo

Evdal di prranîya kilam û stranên xwe da wek „Siyarê Kuvî û Bavê Temo“ xwe bi nav dike.

Kuvî hespê Evdal, lêbelê Temo lawê nîne û zarokekî sêwî ye. Evdal di dema koçberîyê da, wî di nav pêçekê da li serê rêyekî dibîne. Pêçeka wî ji erdê radike, hembêz dike û bi xwe ra dibe. Navê wî Temo lêdike, wek lawê xwe wî mezin dike û ji zarên xwe yên heq venaqetîne. Jiber ku Temo xwe sêwî nebîne, di kilam û stranên xwe da, xwe wek Siyarê Kuvî û Bavê Temo bi nav dike.

Evdal di dema kaltîya xwe da nexwaş dikeve û ronahîya çavên xwe wenda dike. Temo bi destê wî digre, jê ra dibe çav û ling û digerîne. Bi çavên xwe yê kor di havîn û zivistanê da Qulungeke baskên wê şikyayî xwedî dike.

Li ser korbûna xwe di kilameke xwe da bang li Temo dike û dibêje:

„Evdal digo Temo lawo bavê te kor e, de wî wî Evdal kor e
Ez dengbêjê Surmelî Memed Paşa bûm, kes nabê kerem bike were jor e
Tu rabe bi destê min bigre, min bavêje ser Ocaxa Şêx Bekirê Sor e
Ew xatekî mezin e, bila gilî gazinê min bibe bigihîne Dîwana Rebê jor e
Ax dilêm yar yar, dilêm yar yar, dilêm yar yar, dilêm yar yar…“

Roj tê bi awayekî ronîya çavê Evdal lê vedigere û Evdal weke berê pêşîya xwe dibîne. Tê gotin ku bi dîtina Evdal ra baskê Quling yê şikestî jî baş dibe û ew jî difire.

Evdal li ser rewşa xwe û Qulingê baskşikestî jî kilaek derdixe û di kilamê da qala quling û baskê wî dike û wiha dibêje:

„Lo qulingo malxirabo li serê me ha meke fenanî te nine
Baskê xwe veneke, çeplê xwe di ser min da nehejîne
Serê baskê te bi çamûr in, kokê baskê te şikestî ne
Tu ji derdê dilê xwe ra nebê, ji birîna dilê min ra neqingîne
Her sê mehê havînê cî û meskenê te Serhed e
Tev mêrg û çîmen e, bi gul û çîçek û çavkanî ne…“

Dem tê çavê Evdal vedibê û ew careke din bi ronîya çavê xwe pêşîya xwe dibîne, lêbelê edî kal û kalekî bê mecal e. Li halê xwe dinihêre, li ser kaltîya xwe dilorîne û ji Temo ra wiha dibêje:

„Evdal go Temo lawo, berxê ez bavê te me
Dengbêjê Surmelî Memed Paşa ez bi xwe me
Dilê min bûye kela derdan û kullan, pir bi xem e
Ji mirina Memed Paşa vir da ez şerpeze me…

Wey kalîyê, wey korîyê, Xwedê xirab bike kalanîyê
Welle Temo lawô mirin çêtir e ji feqîrîyê

Berê qîz û bûkan histûyê xwe li ber bavê te jî xar kir
Kalanyê li min kal kir, xortanîyê mala xwe ji min bar kir
Bûkan rûyê xwe ji min guherî, qîzan dilê xwe ji min sar kir
Pîrên heftê heyştê salî tinazê xwe kir, devê xwe li min xar kir…“

Evdal di dema kaltîya xwe da jî bê kilam û stran nasekine. Lêbelê dema ku distirê, bêhna wî dernayê û qirika wî dixitime. Berxwe dikeve, digirî û di ber xwe da dilorîne…

Her diçe Evdal kal, mecalê wî jî kêm dibe. Bi nexwaşîyeke giran dikeve û bi mehan di nav cî û lihêfan da dimîne. Ji rojan rojek bang li law û nebîyê xwe dike û ji wan ra dibêje; „Min tu car guh neda mal û milkê dinyaligê, ji ber vê yekê em feqîr in. Lê min ji we ra navek hiştîye, ew defîna we ye lawo… Berhemên min mîna zêr in, hezar salî jî di binê erdê da bimînin, ew zeng nagrin û narizin…”

Dû ra du kilamên xwe yên bi nave Dersim û Xozanê ji wan ra rêz bi rêz dibêje, bi wan dide jiberkirin û çavê xwe digre…

Lêbelê namire…

Jiber ku ew bi kilam û stranên xwe îro jî dijî…

Bi berhemên xwe yên zêrîn îro jî deng û sewta dengbêjan dixemilîne û rêya wan ronî dike…

25.01.2022

ikramoguz@navkurd.net

Çavkanî:
1 – Evdalê Zeynikê, Ahmet Aras, Weşanên Deng, Stenbol 1996
2 – Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê, Memed Uzun, Weşanên Îthaki

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !