Bi zayînê re mirov pizanê xwe diqetîne, ji dayikê vediqete, bi xwe dihese, bi xwe ve tê û dibe ‘xwe’; êdî kêlî bi kêlî bi ber ‘ew’ê ve dimeşe. Bi ketina dawa dayikê re mirov nabe ‘ew’, lewra pitika di dawa dê de, hê jî di havênê xwe de bi dayikê re hevgirêdanekê dihebîne; lê bi pêngava xweliqînê re, bi bergiya kesayeteke ku kirasê ‘ew’ê lêbibe ve diçe, bi rêwîtiyeke gewr diteqile, bi lêgerîneke ji ‘xwe’ wê de diçe, bi ber cîhaneke tewr ve dibeze… Ezbenî di serî de her kes ‘xwe’ ye; bi xwe ye, ji xwe ye û ligel xwe ye; her tişt asayî ye, ji rêzê ye, dîmenek ji herka jiyanê ye, yan jî gêr û gereke bêteşe û bêteşî ye. Lê hemû mirov ne di nav vê kevanekê de ne; lewra hinek mirov jî hene ku di serê bihişvehatina jiyana wan de pirs û bersiv li stûyên hev siwar dibin, her gav û her pêngavên wan bi hizirîn û sêwirîn in; hîs û hestên wan pev dikelijin, ji roja bîrbirinê ve xeteke cuda, kûr û fireh vedikin; ango ji rêzê û ji dirûva asayîbûnê diqetin, kesayeta xwe bi pirsnîşanan dideribînin. Mirovên bi vî rengî cuda ne, taybet in, di nav qewmekî de ji tiliyên destan zêdetir nîn in. Kesayetên bi vî rengî di demeke ‘xwe’ ya pir kurt de dibin ‘ew’ ku ew tenê ne ‘ew’ in; di hundirê ‘ew’ê de ‘xwe’yê jî û ‘me’yê jî vedihewînin. Ezbenî hinek kesayet hene ku dijwar in, xwediyê tevn û toreke ristyayî û sitewyayî ne, kesayeta xwe bi nikul û diranên pirsnîşanan diniqirînin û çawaniya xwe bi werîsên hevsengiyan dijidînin; di pêvajoya jiyana xwe de car heye ku gundekî, bajarekî, welatekî li dû xwe dikişînin.
Carinan rê û dirbên girîng û jiyanî li ber çavên kes û koman şolî dibin, xet wenda dibin, ronî bêkeys dimînin; rê û rêçek, peyarêk û xaçerêk tevlihev dibin, hemû nîşanên taybet di bin nigan de wenda dibin; hemû bergiyên takekesî, civakî, olî, çînî, qewmî, bawerî, gelî û neteweyî dixetimin. Fikar û xeterên li ser ziman, çand, huner û qedera neteweyî êdî bi ber deriyê têkçûneke giştî, bi ber tevgerîneke bêserî û bêdawî ve dikişînin. Kes, kom û civakên ku bi rengekî xweser dibiriqin moral, bawerî, xwebawerî û pêşbîniyê ji dest direvînin; noqbûneke gelemperî dijîn ku hemû baskên civakê ji ber hev de dikevin û her yek li cihekî ditevizin… Di serdemên wiha xeternak de kesayetên ku vê aloziyê çareser dikin, an jî riya çareseriyê nişan didin; kesayetên ku moral, bawerî, xwebawerî û pêşbîniya kes, kom û civakan ji nû ve ava dikin ‘ew’ in; kesayetên ku civak çav li riya wan digerin, ‘ew’ kes in. Kesayetên ku ji xwe wê de diçin; kesayetên ku arqilîn, asirîn û dagerînên xwe derbas dikin; kesayetên ku tewrî dûr diçin, carinan xwe wekî civakekê û carinan jî xwe wekî erdnîgariyekê hîs dikin; kesayetên ku carinan ‘xwe’ dixin şûna pitikên ku bîrbirina ‘xwe’yê hêj neferikandine; kesayetên ku carinan jî xwe dixin şûna dapîr û kalpîrên ku lodên cerb û şahidiyan di dil de nijinandine, ‘ew’ in. Ew ên ku xwedî heybet û azamet in; xwedî cewhereke afirîner in, xwedî huner in, li ser riya çareseriyê di her qadên jiyanê de rê û rêçekên nû hildiberînin; ew ên ku dev ji rastiyê bernadin, ew ên ku şûnikê heqîqetê li serê bêhişan dixin; ew ên ku bi qêrînekê bablîsoka hestan radikin; ew ên ku ‘ew’ in. Ew ên ku nirxên pêşengiyê di hiş de dimeyînin; ew ên ku bi agirê azadiyê şitilan diçînin; ew ên ku sembola hişyarî, haydarî û hestyariyê ne; ew ên ku ji ‘na’yan ‘erê’yan didoşin; ew ên ku ‘nabe’yê li ‘dibe’yê vediguherînin; ew ên ku civaka serobinbûyî li ser nigan diedilînin; ew ên ku em hêvî û bendewariyan jê dikin, ew ên ku em qinyatê pê tînin…
Gel û civakên ku hê jî bindest in, mihûz in, mazlûm in û stûxwar in, divê zanibin ku xwe ji ‘ew’ kesayetên taybet bêrî kirine, li wan xwedî derneketine, bi wan re dilsoz tevnegeriyane, bext xerakirine, çand û ziman û kevneşopiyên xwe pêşkêşî dagirkerên xwe kirine. Gidîno, gel û civakên ku hê jî bindest in, ji nişka ve, bêyî hemdê xwe û di hundirê rojekê de bi ber vê tofanê neketine; hefte bi hefte, meh bi meh, sal bi sal û dewran bi dewran şaşitî kirine; di şaşitiyan de israr kirine, di dawa dagirkerên xwe de rûniştine, jehrîmarên mirin û bişaftin û qirbûnê hemêz kirine; kes, kom û civakên li dijî ‘ew’ kesayetên taybet ku ji nirxên qewmekî dilop bi dilop dawerivîne şaşitî kirine, kevir li çonga xwe xistine, şûnik li serê xwe xistine, agir bi warê xwe xistine. Gel û civakên ku hê jî bindest in, xemsar in, hesûd in, zikreş in, dilsar in, bêserî û bêserkan in; ji wan re ez, tu û em nelazim in; ji wan re ‘ew’ lazim in, ew! Hişyarî, haydarî, hestyarî û berxwedêrî, ji nan bêtir pêdiviyên gel û civakên bindest in. Armancên pîroz ên wekî azadî, wekhevî û serxwebûnê, ma bi şîareke tenê, bi ezbereke ji dera hanê, yan jî bi çend siloganên ji rabirdûya cîhanê tên bidestxistin? Bi gef û fortan dagirker def nabin; gef û fort têra têkbirina dagirkeran nakin; gelî xwişk û birayên ezîz, dagirker li gef û fortên mazlûman guhdarî nakin… Balkêş e, mijara zanistê ye, mînakeke bêfer e; lewra hemû neyîniyên ku divê bi tu awayî neyên kirin, kurdan kirine û hîn jî bi dirûveke ku mirovan matmayî dihêle, heman şaşitiyan diceribînin û bi israr didomînin.
‘Ew’ kesayetên vîzyoner û afirîner li kurdan diheyirin; lê kurd ji xwe razî ne û mixabin ku ji xwe, ji serok û rêberên gelê xwe şerm û fedî nakin. Tu ji sibehan û hetanî êvaran qirik û gewriyan li xwe biqetînî û bibêjî, “dema ku hûn li hespê xelkê siwar dibin, ‘mala bavê’ ji bîr bikin; lewra hûn nema dikarin ew hemêza germ bibînin.” Ji ber ku kurdan ‘ew’ kesayetên afirîner ên ji qewmê xwe, yan dane kuştin û yan jî dane dîlgirtin; ji ber ku kurdan ‘ew’ kesayetên ji serî û heta binî xwedî taybetmendî ne, nehewandine, neparastine û nehiştine, meydan bi pûş û palaxa binê safik û seradan hiştine. Çend gurî û keçelên wekî me bang dikin: Xwişk û birayên ezîz, tavilê ji wî hespî dakevin, hûn diçin ser qederê, vegerin, dîroka xwe riswa mekin; ma çawa destê we diçe ser, ma çawa hundirê we hiltîne ku hûn qedera vî gelî, zimanê vî gelî û welatê vî gelî radestî çîna navîn dikin?.. Mijara nivîseke din e, lê bila peyva me di devê me de nemîne; mirovên ji çîna navîn, bi şev û roj li ber bivila walî û qeymeqaman in, dost û mihubên rayedarên kûr in; zimanê me di bin zimanê serdest de dieciqînin; civaka kurd roj bi roj dibişivin, bi pergala qirker ve dikelijînin. Dakevin ji hespê sosretê; dîroka qedîm a kurdan li pêş çavan bigirin û bivînin: ‘Ew’ kesayetên taybet lazim in, nabe ku ew nebin; nabe ku ew di zindanan de birizin, em û hûn jî temaşevan bin, nabe ku ‘ew’ di bin axê de bin, em û hûn jî li goristanan nobedar bin!.. 23.04.2021
Mervan Serhildan