FEZA ÇI YE?

FEZA ÇI YE? / Kurdish Space

Ji aliyê zanista astronomiyê ve feza, ji ser rûyê erdê 100 mîlango nêzîkî piştî dûrahiyeke 100 kîlometriyan destpêdike û êrdimeke (cih) sêberî ye. Ev dûrahî li gor bilindahiya parastina rêgehan hatiye hesab kirin ku peykên ji aliyê însana ve hatiye çêkirin û keştiyên fezayê bikaribin bêyî ketina atmosferê rêgehên xwe biparêzin. Hin zanyar fezayê wek bêbiniya ku bi her aliyê ve fireh dibe qebûl dikin, hinek jî sînorê wê kifşe dikin.

Di Derbarê Fezayê de Agahiyên Ecêbtir: * Ji ber ku em bikaribin cismeke asmanî wek gerstêrkek qebû bikin divê sê şertan bîne cih. Ev: 1. Divê ji ber girseya xwe xwediyê şeklekî giloverî (kûrewî) be. 2. Divê xwediyê rêgehekê diyar a li dora stêrkekê be. 3. Divê li ser rêgeha wê, ji xeynî wê gerstêrk û cismeke asmanî nebe. Di Rojbendê de Heyşt Gerstêrk Henin. Heya sala 2006an, di rojbendê de hebûna 9 gerstêrkan dihat qebûl kirin.

Lê Yekîtiya Astronomiyê ya Navnetewî Plûtonê ji nav vê senifandinê derxistin. Plûton xwediyê şeklekê gilover (kûrewî) ye û rêgeha xwe ya li dora tavê di 248 salan de temam dike. Lê ji ber ku di rêgeha Plûtonê de ji xeynî wê cismên asmanî yên din jî henin wesfa xwe ya gerstêrkiyê dest dide. Li Venûsê rojek beramberê 243 rojên dunyayê ye. Gera xwe ya li dor tavê jî di 244 rojan de digere. Her weha zivirîna Venûsê an jî bi kurdî Gelawêj ya li dor xwe, li gorr zivirîna dunyayê gelek hêdî lê li gor zivirîna li dora tavê gelek bilez e.

Girseya tavê di nav pergala tavê de xwediyê girseyeke ji sedî nod û neh e. Wek mînak; heger dertefa we hebûya we dikaaribû yek milyonek dunya di nav tavê de bi cîh bikira. Ji bo kesên ku dixwazin bejna xwe dirêjtir bikin, feza derfetên zêdetir pêkkêşî wan dike. Ji ber ku raskêş tune ye zora li ser marîpişt radibe. ji ber vê navbera marîpişt fireh dibin, di hawira fezayê de bejna mirovan bi qasî 5 cm dirêjtir dibe.

Gerstêrkên di rojbendê de ji bo jiyana mirovan xwediyê şert û mercên gelek neyînî ne. Wek mînak; li Neptûnê ba di saetê de digihîje leza (lezeke) 160 kîlomîtroyan. Di valahiya galaksiyan de germahiya fezayê -273 pêlik e. Li Venûsênava rojê germahî heta 500 pêlikê diçe. Di gel vê hûn dikarin li bin baranê asîdên sulfrîk, xulekên romantîk derbas bikin (!).

Di rojbendê de gerstêrka ku herî germ, ne ya herî nêzîkê tavê ye. Gerstêrka ku herî nêzîkî tavê Merkûr e û rûyê wê ya aliyê tavê nava rojê heta 425 pêlikan germ dibe. Lê belê êvaran germahî heta -180 pêlikan dikeve. Lê Venûs her çi qas li gor Merkûrê ji tavê dûrtir be jî. Ji ber taybetiya keşûbaya xwe germahiya wê ya nava rojê heta 500 pêlikan derdikeve. Peyva “astronotê” ji astrona Yunanî tê. peyva astronê jî tê maneya deryavan.

Peyva Nebûla jî bi latînî ye û di maneya ewrê de tê bi kar anîn. Nebûla ew tiştin ku bi alîkariya vejena ronahiyê tên xuyanê û ji ewrên gaz û xubarê pêk tên. Bi saya nebûlayan stêrk û sîstemên pergal nû ava dibin. Germahiya komeke (ewreke) nebûlayê digihîje heta 15 hezar pêikan. di fezayê de dema du mertal li hev bikevin bi awayê kewakirî bi hev ve dizeliqin. Ji bo vê bûyerê kewakirina sar tê gotin û li dunyayê jî ji bo hin teknîkên hilberînê tê bi kar anîn. Kewakirina sar, ji ber taybetmendiya atmosferê li dunyayê pêk nayê. ji bilî vê, dema keştiyên asmanî ji atmosferê derdikevin nihamek ji oksîtê li ser wan pêk tê û her weha kewakirina sar nayê dîtin.

Camida ku bi destê însanan ve hatiye çêkirin û herî dûrê dunyayê, di sala 1977an de ber bi fezayê ve bi navê Boyager 1 û Boyager 2 hatiye pekandin. Keşyiya fezayê ku bi navê Boyager 1, di sala 2005an de ji sazûmaniya tavê derketiye û ji tavê bi qasî 19 mîlyar kîlomître dûr ketiye. Keştiya fezayê, boyager 1, xwediyê plaqekê ye û di vê plaqê de agahiyên ku dunyayê dide nasîn hene. Ev plaq di nav xwe de gelek wêne û dengan dihewîne. Bi 55 zimanîslav û hêvîdariyên (xwestekên) baş lê bar kirî ye. Her sal heyv ji dunyayê 4 cm dûr dikeve.
Her çi qas ev dûrî wek tişteke biçûk xuya bike jî di nav salan de (piştî dûrahiyekê) tê texmîn kirin ku di encama vê dûrahiyê de li ser avhewaya dunyayê gelek bandorek xerab dê pêk were. Lê li gor zanyaran, heyv tu caran bi tevahî ji dunyayê dûr nakeve.

Dîsa li gor zanyaran heger heyv tune bûya di behran de keşûvekêş pêk nedihat, dirêjahiya rojan yê cuda bûya heta li dunyayê însan jî qet yê nebûna. Bi mirina stêrkan ve çalereş derdikevin holê û ji ber rewşa xwe yên nexuya, însanan di meraqê de dihêlin. Ji ber ku çalereş xwediyê rınahiyekê nîn in yek e yek bi çavan nayên dîtin.
Çalereşan bi teleskopên xwedî amûrên taybet ve em dikarin kifşe bikin. Wekî din jî em hebûna çalereşan li gor rewşa madeyên der û dora wan jî dikarin tespît bikin.

Çalereş dibe ku biçûk an jî mezin bin. Li gor zanyaran çalereşa herî biçûk qasî atomekê ye. Her çi qas ev çalereşa qasî atomgirseya wê ango madeyên ku hundur de, beramberê girseya çiyayekî mezin e. Ji çalereşa herî mezin ku tê zanîn re “girseya super” tê gotin. Girseya vê çalereşê beramberê girseya 1 milyonek tavê ye. Di fezayê de rewşa berakêşiyê ji bo tenduristiya mirovan gelek xerab e.
Di hawira bêrakeş de hejmara şaneyên xwînî yên sor kêm dibin û ev jî dibe sedema bêxwîniyê. Ji ber ku yê jêbexşiya kesan bikeve rewşeke xerab, birîndarbûn jî yê derengtir baş bibin. Her weha hêza bingehîn ku hem li dunyayê hem jî li gerdûnê pergalê pêk tîne rakêş e.

Ji bo ku tav germahiya xwe bikaribe biparêze pêwistiya wê bi gaza hîdrojenê heye. Lê hîdrojena ku di tavê de heyî bêdawî nÎn e. Di dawiya dawî de gaza hîdrojenê yê di tavê kêmtir bibe û yê hevkêşeya germahiyê xerab bibe. Di rewşeke weha de yê germahiya tavê bêhtir zêde bibe û di encamê de yê bigihêje asteke wisa ku atmosfera dunyayê li ber bişewite. Bi îhtimaleke mezin vê bûyerê hê çend hezar nifşê me jî nabînin. Agahiyên ku em di derbarê gerdûnê de zanin gelek kêm in.

Ji xeynî texmîna sînor, regendî, destpêk û encama gerdûnê em nikarin pêş ve herin. Li gor zanyaran agahiyên ku em heta niha gihîştinê xwedî pareke ji sedî pênc e. Ango li hemberî me pareke ji hêz û tarîtiyê, sedî nod û pênc pêk tê heye ku me ew hê keşf nekiriye. Ango em li ser gerstêrkeke wisa de dijîn ku li gerdûnê bi qasê serê derziyê jî nîn e. Ji xeynî vê di vê gerdûnê de û li ser rûyê erdê mirovên ku wek zereyek toz jî xwedî cih nîn in, xwe wek tişta herî girîng dihesibînin. Her çi qas mirov xwe ev çend piş jî bike, li hemberî gerdûnê xwediyê tu maneyê nîn e. ji niha pêve hemû mirovahî di heman demî de bi qîrîn û zarîn tune bibin (helak bibin) tu bandor li ser gerstêrka herî nêzîk jî nake.

Lê Binêre

Hejmara (22) a Kovara Şermola Derket

Hejmara (22) a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !