Yûcel Aslan

Gayê Kama û Kalmasta Bêdera / Yûcel Aslan

Dema wextê bêdera dihat amedekariyên cotkaran destpê dikirin. Destiyê dirgana li ser barê wan zexm dikirin, diranên tirmixa yên şikestî hebûna diguherandin, kelende ji arîgê maxê gom û tewla derdixistin, elcekê kelendeyan dişidandin, hors û çakûç didane ber derê malê, devê tirpana dikutan, masat  devê kelendadidan kelendê tûj dikirin, tirmix û dirgan li ser xaniya didan hev, wek çekên herbê, dûrî va xuya dikir wekî şerê cotkaran erdê re heye.

Lê ew şerê wan ne ji bo kuştinê bû, şerê wan ji bo debara salê, ji bo zexîra malê û ji bo jiyanê bû.Di wê helebelê de kevaniyên malê qasikên pala, derdan ûmisînîn mîs an jî yên bafûn amade dikirin wekî palê sibê zû xwarin û rihela xwe ji malê hildin.Wan rojan da di nava gundan da ji bo avê serê hev dixwarin herkesî av dianî ser bêdera xwe, ji bo erdê bêderê nerm bibe, toqê tekerê erebê ga an jî firxûnan, texte didane ser pey ga girêdidan ser wî erdê şil digerandin dakû rûyê erdê hilû bibe ceh û genim tê de ziyan nebe.

Te dema berbanga sibê gund dinhêrî te wetrê şerê weteniyê ye, herkesî tûr tevşoyê xwe hildida berê xwe dida mêrga xwe, ber serê rizq û nesîbê xwe û neferê mala xwe hazir disekinî. Yekcaran jî pale hevra diketine lecê, lasa xwe fireh dikirin, qîrîniya pala heta nava gund dihat çawa kelende dikişandin wisa jî sitran digotin ew xebata di nava şahîyekê de derbas dibû.

Çawa di govenda Kurmancî da sergovendî hene di paletiyê de jî serhonazî hebûn, kesekî nikaribû destê xwe bida destê serhonazî, çend cûre jî kelende (tirpan) hebûn, qirim, qirima dudev, şanîşa, kelenda ûris, cotxezal û yek jî hebû şiklê mar li ser bû. kesên serhonazî qirima dudev va tirpan dikirin çep lêdixistin rast vedigeriyan.

Paleya sibê zû taştêya xwe li ber serê zeviyê dikir, navroja nîvro ji malê dihat, kevaniya malê dema savarê nîska di dizê de ser agirê kuçik diximximand, hilm û gulma savar bêhna rûnê nivîşk dûrîva diavête ser çavê meriva, rûnê wê jî hinekî serdeste lê dikir tevî avdewa bi ava kaniyên nava mêrgan de te dixwest tu mîna xozneberekî noqî binê gola rûnê dîzê bibî.

Piştê navrojê û cixarekê dudya her paleyekî kelenda xwe di gîhê de çik dikir tûme gîha jî didan ser serê kelendê serê xwe di nava gîha da winda dikirin diketin nav xeweke kin û şirîn.De wexta kelende li gîhê diket hezar – hezar cure gul û gîhayên Kurdistana şirîn dihatin ber hona paleya bêhna wî reşegîhayî, gîhayê kode, ormix, ket û sêpelgê hê jî di hişê min da ye.

Min wetrê a niha ava pala xilas bûye min misînê me yî mîs hildaye ez diçime ser Kaniya Kendêl pala ra avê tînim. Dema min av tije dikir devdevê avê jî pûng, pelghewês, pêqask, mijmijok hebûn, min serê xwe dikire nav wê bêhna afsûniye cinetî min têr ava xwe li ser kaniya xwe hildiçinî paşê min derdanên xwe tije dikir dihatim ba serhonazî.

Serhonazî çev ava sar diket digot  “ lêxin bavê min lêxin, derb û halanên pala carekî sibê ye carekî êvare ye”

Axir gîhaçinîn xilas dibû, ceh diseridîn, genim sor dibûn hêdî – hêdîme li bêdera derê malê qûça sap didît, di nav wê xebatê de çend wezîfe jî para zaroka diketin, ava pala, genimê ber tîxa makînê û çêrandina gayê kama. Dema çend erebe ceh an jî genim li bêderê vala dibûn kam dû ga girêdidan li ser wî sapî digerindin hûr dikirin, yekcaran em jî ser wê kamê disekinin toz xubara bêderê dikete gewriya me.

Piştê ga diwestiyan me ji bo çend saeta ga dibirin diçêrandin şilekên nêzîkî gund cîhên avî daku ga hem westa xwe hem jî tîbûna xwe baş bişkênin û vehêsin. Wê navberê de em jî kar û barê bêderê difilitîn diçûn ber gayê kama,me hevalê xwe ber gayê kama ditîtin me jî diranê xwe kalamstê ra tûj dikir, îşev kî bêdera xwe dide ber bayê, kîjan malê gazî makîna tîxê kiriye, kê îşev genimê xwe dipîve, me zaroka nav hev da ev agahiyana wek tayma înterneta îroyin digerandin.

Dema bêder diqediyan xwediyê biderê tîxa ceh an jî genim dipiva, taybetî jî berveêvarê dipîvan daku êvar bikeve ser, hem ji bo nezera çavan hem jî, ji ber der û cînaran, nedixwestin malhebûna xwe nîşan bidin. Mezinê malê bi dilê xwe heqê zaroka didayê, çend zarok bahatana ber bêderê ew bêpar nediçûn, me zaroka jî kalmasta gelek bêdera berhev dikir paşê me ew ceh, genima dibire dikana hemberî wê me ji xwe rê pêdiviyên xwe dikandaran distandin û em diman heta beda bêdera saleke din.

 

Yûcel Aslan  ( Koçer) 10.04.2021

 

Xozneber – avjen an jî ew kesê jiyana însanan di nava avê de xilas dike ( dalgıç  )

Kelende – tirpan

Kam – ew amûra ser bêderê digerandin (düven)

Kalmast- ceh û genimê zaroka ji xwe ra ber bêdera kom dikir

Toq- ew xeleqa hesinî tekera erebê dorpêç dikir.

Lê Binêre

şerefxan

Zimanê kurdî li gora Şerefxan

Di warê lehceyên kurdî de kevintirîn çavkanî, Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî e. Şeref Xan di vê esera …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !