Keyhan Mihemedînijad
101 sal berî niha, piştî şerê yekem ê cîhanî peymanek hate girêdan. Ev peymane bo gelê Kurd gelek cihê dilxweşiyê bû.
Ev peymane li navbera dewleta Osmanî û çendîn welatên zilhêz ên cîhanê li 10`ê Tebaxa 1920`ê di bajarê Sêvira Feransayê de hate wajokirin û bi peymana “Sêvir”ê hate nasîn.
Li wir nûnerê Kurdan “Şerîf Paşa” jî beşdar bû. Pêka wê peymanê Birîtaniyayê dixwast beşa Bakurê Kurdistanê ji Tirkiyê cuda bike û wilayeta Mûsilê jî bixe ser wê beşê û dewleteke Kurdî ya serbixwe bo Kurdan ava bike.
Madeya 62 a wê peymanê wiha îşare bi otonomiya Kurdan kiribû: “Komîsiyonek ji nûnerên Feransa, Îtaliya û Birîtaniyayê pêk bê û di heyama 6 mehan de amadekariyekê bo avakirina herêmeke Kurdî di navbera Ermensitan, Tirkiye, Rojhilata Firat û aliyê serê yê Sûriyê de bê kirin”.
Di madeya 64`ê de jî hatibû: “Ger Kurd daxwazkar in bo dewleta xwe û dixwazin ji Tirkiyê cuda bin, piştî salek bi ser wajokirina peymanê re derbas bû dikarin nûnerên xwe bo Saziya Netewên Yekgirî bişînin. Ger Şêwreya Asayişê his bi vê yekê kir ku Kurd şiyana dewleta serbixwe heye û vê yekê jî dixwazin, rê bi wan re tê dan û ew dewleta Tirkiyê neçar dikin ku di herêma diyarîkirî ya Kurdistanê de vebikêşe.”
Lê piştî sê salan kêmtir, xewn û xeyalên Kurdan nehatine gorê û tev hêviyên Kurdan her di nav belgên peymana “Sêvir”ê de man.
Rêkevta 24`ê Temûza 1923`ê bo gelê Kurd rêkevtek pir nehs bû.
Piştî vê ku împeratoriya Osmaniyan hate herifîn û Komara Tirkiyê bi serokayetiya Mistefa Kemal Atatirk hate avakirin. Mistefa Kemal tev qewil û sozên ku dabûne Kurdan binpê kirin û di yekem pêngava xwe ya qirêj de dest avêt bi hilûşandina peymannameya “Sêvir”ê.
Di rêkevta 24`ê Temûza 1923`ê de di navbera dewletên Îngilîz, Feransa, Îtaliya û Rûsiyayê de konferansek li bajarê Lozana Swîsê hate lidarxistin. Mebesta wan a wê konferansê darêtina ser ji nû a qewareya siyasî û cugrafiya Rojhilata Navîn bû. Di wê konferansê û heman rojê de biryareke nemirovane, dûr ji hemû yasa û pirensîpeke mirovî û navdewletî li dijî netewa Kurd hate dan. Bi bê agehdarkirina netewa Kurd û xelkê Kurdistanê, axa wê li ser çar welatên Îran, Tirkiye, Sûriye û Îraqê de hate parvekirin, û parçeya pêncem a Kurdistanê jî ku bi Kurdistana Sor dihate nasîn kevte ser Yekîtiya Soviyatê.
Piştî vê peymanê, Kurd û serkirdeyên Kurdan bêdeng neman û li dijî koloniyalîzman rabûne ser xwe û serhildan kirin. Lê tev ew serhildanane hatine temirandin. Ji serhildana Şêx Mehmûdê Berzencî ya sala 1919`an heta 1932`an ve bigire heta serhildana Şêx Seîd Pîran a sala 1925`an, serhildana Simkoyê Şikaka ya sala 1905`ê ku li sala 1930`ê hate temirandin, serhildana Agirî a sala 1927`ê heta 1931`ê, serhildana Seyîd Riza Dersîmî ya sala 1937`an û avabûna Komara Kurdistanê ya sala 1946`an û…hwd li dijî dewletên dagîrker û dewletên mezin ên koloniyalîstî şer kirin û di wan şeran de hezaran Kurd hatine qirkirin û ji warê bav û bapîrên xwe hatine dûrxistin.
Piştî wan hemû qirkirin û zilm û zordarî, gelê Kurd serê xwe bo dagîrkerên Kurdistanê neçemandin û her li dijî wan di xebatê de ne. Lê ya girîng eva ye axo piştî wan hemû ked û zehmet, kuştar, dûrxistin û qetilamkirin, gelê Kurd digihe bi hêviyên xwe?!
Ger em bên wan hemû serhildanane danîne ber hev, em dibînin ku dewletên dagîrker çi caran bi tenê nekarîne serhildanên Kurdan ji nav bibin, belkî wan bi alîkariya welatên koloniyalîstî yên Rojavayî û Rojhilatî û nemaze Rûsiyayê karîne serhildanên Kurdan ji nav bibin û ev yeka jî derdikeve ku bandora peymannameya Lozanê li ser wan hebûye û nexwastine îtirafê bi mafê gelê Kurd bikin.
Di vir de divê em bizanin axo di peymannameya Lozanê de îşare bi vê yekê hatiye kirin ku dê piştî 100 salan ev peymane ji nav here? Pêka gotarên ku li ser wê meselê hatine nivîsandin dane zanîn, “di peymana Lozanê de îşare bi vê yekê nehatiye kirin ku piştî 100 sal ew peymannameye dawî pê tê û qewareya welatan cardin bê diyarîkirin. Peymannameya Lozanê ji 143 madeyan pêk hatiye û bi ser 17 belgeyan de hatiye parvekirin ku pêkhatine ji rêkkevtinname, peyman, daxuyanî û “dependent”.
Tê zanîn ku di peymana Lozanê de çi basek li ser vê nehatiye kirin ku ew peymane piştî 100 an 200 salan bê hilûşandin.
Di niha de divê gelê Kurd û nemaze serkirdên Kurdan di hizra vê yekê de bin ku her ji niha ve ji bo piştî bi dawîhatina peymana Lozanê çi bikin.
Tirkiye û nemaze Erdoxanê tundajo di hizra tev desthilata Osmaniyan de ye û ev bîr dike ku piştî bi dawîhatina peymana Lozanê tev deverên Kurdan û deverên derdorê xwe dagîr bike.
Mideheke Erdoxan qîre qîr û gure gurê dike û bi berdewamî û di gotarên xwe de basa pawanxwaziya Tirkiya Îslamî-nasiyonalîstî dike û ew bi berdewamî basa sala 2023`an dike û ew dibêje bo gelê Tirkiyê sala 2023`an saleke girîng e. Ew basa peymana Lozanê dike û li ser vê bawerê ye ku cardin tev desthilata Osmaniyan bi dest ve bîne.
Tirkiyayê bi dagîrkirina Efrînê heta Sîdekana Başûrê Kurdistanê dixwaze herêmek aram biafirîne û pêşbikeve, û Erdoxan her ji niha ve bîr ji piştî Lozanê dike.
Êdî divê gelê Kurd hişyar be û di hizra vê yekê de be ku piştî vê peymanê çi bikin û nehêlin xewn, pilan û pîlanên Erdoxan bibine rast.
Divê her ji niha ve yekrêziyek di navbera serkirdeyên siyasî ên çar parçeyên Kurdistanê de bê pêkanîn. Û li diyasporayê jî bi heman awayî yekdeng û yekrêz bin û li ser vê yekê xebatê bikin ku piştî Lozanê xewnên Kurdan bînine gorê.
Di niha de ya ku dujmin û welatên din teslîm dike, yekdengî, hêz, şiyan û yekrêzî ye.
Divê serkirdeyên Kurd tev rêkarên navdewletî bigirine pêşiya xwe û ji rêya navdewletî ve wê meselê çareser bikin.
Di niha de welatên Rojavayî û Rojhilatî bawerî bi danûstandineke saxlem û tendirust hene û ger netewa Kurd di her çar aliyên Kurdistanê de û li wir û li diyasporayê navendekê ji serkirde û pisporan pêk bînin, û ew dikarin ji rêya danûstandineke tendirust ve welatên Rojava û Rojhilatî neçar bi îtirafa mafê gelê Kurd wek dewletek serbixwe bikin.
Ger ji niha ve, ev yeka ser negire û gelê Kurd û nemaze serkirdeyên siyasî yên Kurdistanê li pey vê meselê nekevin, eva bi qazancê Tirkiyê dawî pê tê û Tirkiye jî dê roj bi rojê li ser bîra paremayî ya împeratoriya Osmanî axa Kurdistanê dagîr bike û welatên Rojavayî û Rojhilatî jî hevdem digel Kurdan dê mêzekerê vê karesatê bin.
Divê nivîser, rojnamevan, çalakvanên siyasî û medenî û evên ku şiyana nivîsînê û gotinê hene, dengê xwe bilind û pênûsa xwe danêne ser lênûsê û biqîrînin û binivîsin, êdî bes e xwexwarin û dijayetîkirina yektir û bes e. Bi cihê xwexwarin û dijayetîkirin, di hizr û bîra piştî Lozanê, yekgirtin û serxwebûna Kurdistanê bin.
BERNAMEGEH