BAHADÎN ROBAR
Bêgûman ziman ne bi nivîsê çêdibin. Heke zimanê devkî tunebûya zimanê nivîskî û pêve girêdayî nivîs bi xwe ne pêkan bû. Yanî di destpêkê de peyv û hevok, biwêj û çîrok ne bi nivîsandinê têne sazkirin û verêstin. Lê belê amûr û rêbaza herî zêde zimanî tekûz û mayînde dike bêşik nivîs e. Li gel ku kurd hevdemên sumeran in û bi sumeran re nivîsa mîxî bikaranîne jî di hêla arşîvkirin û veguhestinê de pêngavek xurt û kêrhatî neavêtine. (Heke gavek wisa avêtibin jî serdest û serweran ew bincil kirine. Jixwe ez bawer dikim ku kurdan bermayî û berhemên nivîskî ji me re hiştine.) Kurdan serpêhatiyên xwe bi stranên cur bi cur anîne zimên. Ev serpêhatî bi awayekî devkî nifş bi nifş bisedan salan, heta bihezaran salan hatiye veguhestin û strîn.
Gelek cureyên stranên kurdî hene û kurdan bi van stranan evînên xwe, lorînên xwe, zêmarên xwe, şer û cengên xwe, bêrîkirin û hezkirinên xwe, şîn û şahî xwe, ayîn û dawetên xwe û dîrok û çîrokên xwe, çand û zimanê xwe, ol û baweriyên welat û axa xwe bi stranan anîne zimên. Gelek stranên ku berî sedan salan hatine nivîsandin heta îro jî tenê strîn, bes di domana demê de çîrok û naveroka van stranan ji ber ku nehatine nivîsandin û tenê bi rêbaza jiberkirinê hatine strandin bi awayek nerasterast ew stran ji reseniya xwe derdikevin. Carinan bi tîpekê, carinan bi peyvekê, carinan jî bi hevokekê wate, mebest, armanc û rastiya stranan diguhere.
Her çi qas di hêla parastina zimanê dayîkê de dengbêjî xwediyê rist û rola herî sereke be û yekane dibistana zimanê kurdî be jî têra parastin û pêşxistina hemû aliyên zimên ên civakî, siyasî, aborî, tendirûstî, zanistî û teknîkî nekiriye. Jixwe encex heta astekê dengbêjî bikare zimên biparêze. Dema dengbêjek an jî çîrokbêjek dimire ew zanîn û komasiya çand û zimên jî pê re dimire û winda dibe û diçe. Kesên peyrewên wan heman karî dikin jî li gorî behre, karîn, zanîn û fêmkirina xwe ew stran û çîrok dewr girtine û ji bo nifşên nû vegustine. Bi vî awayî nifş bi nifş ew stran û çîrok heta roja me hatine. Di roja îroyîn de ew ji bo me çavkaniyên herî girîng û jêneger in. Ji ber ku pirtûkxaneyek kurdan a weke “Pirtûkxaneya Kraltiyê ya Îskenderiyeya Misrê (B.Z 300)” û “Pirtûkxaneya Neteweyî ya Frensa (P.Z 1368) tune bû kurdan gelek çîrok û dîrok, karesat û guherînên gerdûnî, wêje û çanda xwe ji wêjeya devkî girtine. Wêjeya devkî bûye nivîs, bûye hiş û bîr, bûye pirtûkxane û bûye dibistana kurdan. Lewre heta demek nêzîk hegemon û serdestên erdnîgaya kurdan nehiştine zimanê kurdî di nava gelê kurd de bibe zimanê perwerdehiyê. Zimanê perwerdehiyê di heman demê de zimanê nivîsandinê ye. Zimanê nivîskî jî mekanîzmaya pêşvebirina gencîneya peyvan û hilberîn û gihandina nivîskar û wêjekaran e. Ziman çi qas pêş bikeve raman û jyan jî ew qas bipêş dikeve.
Gencîneya peyvên zimanekî ku ne nivîskî çi qas zêde be jî di vê serdema ku çand û zimanê serdestan bi gelek rê û rêbaz û amûrên cur bi cur û rasterast bandorê dike de ne gengaz e ku zimanê dayîkê (zimanê devkî) xwe li hember van amûr û rêbazên (dibistan, Zanîngeh, îbadetxane, televîzyon, rojname, kovar, çapemeniya civakî, telefon, şano, sînema civîn û civatên) bi zimanê serdestan tê kirin bikare xwe biparêze û pêşve bibe. Lewre zimanek û neteweyek ku di vê serdema amûrên bişaftin û tunekirinê zêde bûne de dil li ser hebe xwe pêşve bibe divê teqez nivîs û berhemên xwe bi zimanê xwe yê zikmakî binivîsin. Heke ne wisa be, ne gengaz e ku zimanek weke zimanê kurdî ku çar netewe-dewlet dixwazin wî tune bikin bikare rewşa xwe ya heyî biparêze û xwe pêşvetir bibe. Tenê zimanê devkî têrê nake ku ew ziman bikare bijî. Ji ber ku “… ziman û nivîs du pergalên jev cuda ên nîşandanê ne û sedema hebûna nivîsê jî ji ber hebûna zimên e.” Yanî heke ziman tune bûna pêwistiya mirovan jî bi nivîsê tune bû. Zimanê nivîskî ango axaftina nivîskî gelek dewlemendî û taybetiyan dihundirîne. Heke mirov hin taybetî û girîngiya wê bîne zimên wiha ye. Di serî mirov dikare bêje zimanê nivîskî mayînde ye. Zimanê nivîskî bipergal û tekûz e. Zimanê nivîskî hînker û perwerdekar e. Zimanê nivîskî taybetî û reseniya zimên diparêze û qada lêkolîn û xebatên li ser jiyana civakî, neteweyî berfireh dike. Zimanê nivîskî winda nabe û ji bo nifşên nû mîras dimîne û pêşiya nifşên pêşerojê ronî dike. Zimanê nivîskî ji bo pêşvebirin û lêkolînên li ser heman zimanî sûdwer e û materyalên cur bi cur pêşkêşî mirov dike.
Her roj û sala derbas dibe zimanê nivîskî mezintir, geştir û xweştir dibe. Zimanê nivîskî weke awêneyekî her tim li ber çavên mirov e û derfeta sererastkirin û bersivdayîna pêdivîyên demê dide mirov. Zimanê devkî ango zimanê nayê nivîsandin berevajiyê zimanê nivîskî ye. Mirov dikare neyîniya zimanê devkî jî bi çend xalan wiha bîne zimên. Zimanê devkî bêpergal û tevlîhev e. Zimanê devkî tê jibîrkirin. Di veguhestinê de dibe ku beşek, hevokek, peyvek an jî wateya esasî ya peyvekê kêm bê veguhestin û di wê hêlê de qels bimîne. Zimanê devkî tê jiberkirin lewre hin kesên çîrokbêj û dîrokbêj dema dimirin ew zanîn û zanyariyên wî zimanî jî pê re dimirin. Zimanê devkî nikare were tomarkirin û arşîvkirin, lewre her herêmeke wî welatî zarava û devokên cuda diaxivin û jihvefêmkirin qels û kêm dibe. Zimanê devkî li hember aşê bişaftin û tunekirinê nikare li ber xwe bide û zû têk diçe.
Zimanê devkî bi salên dirêj di veguhestina nifşên nû de nikare resenî û taybetiyên xwe yên rastnivîsî û rêzimanî biparêze. Gelek caran û li gelek deveran hin komasî û keda civakê ya bi wî zimanî devkî hatiye kirin winda dibe. Lewre li ser her kesê deman û merc e ku bi zimanê xwe yê zikmakî/dayîkê biaxive û bi heman zimanî binivîse jî. Pêwîst e herkes hînbûn, xwendin û nivîsandina bi zimanê dayîkê weke erkeke neteweyî û fermaneke îlahî bihesibîne û li gorî wê jî tevbigere. Heke em wisa nêzîk zimanê xwe yê dayîkê nebin, di hundirê 15-20 salan de wê zimanê me ji holê rabe, an jî wê ji holê bê rakirin. Lewre aş û beraşê bişaftinê bêwestan û bêrawestan li ser zimanê me dizivire û dibişêve. Divê neteweyên weke kurdan du mînakên di Rojhilata Navîn de hatine jiyîn jibîr nekin. Mînaka yekem derbarê zimanê îbranî de ye.
Wekî tê zanîn zimanê îbranî ji holê rabûbû, lê belê bi ked pêşengiya Yehuda û xwedîlêderketina gelê îbranî careke din ew ziman zindî bû û bû bingeha yekitiya neteweyî ya îsraîliyan. Di hêla din de gelê asûrî û keldanî heta berî du hezar salan jî gelên herî bibandor yên Mezopotamyayê bûn, lê ji ber ku dev ji axaftin û nivîsandina zimanê xwe yê zikmakî berdan û man hêviya serdestên xwe ve hema bêje îro ji vê cîhanê qediyane. Ma rast e ku ev gel bi mirinê qeliya û qediya? Na, ne gengaz e ev yek bi mirina fizîkî pêk hatibe. Nexwe çawa çêbûye? Ev gelên qala mijarê ne, ji ber neaxaftin û nenivîsanda zimanê xwe bi demê re şibiyane serdestên xwe û bûne biyaniyên gel û zimanê xwe. Ango mirina spî pêk hatiye. Mirina çandî û zimanî pêk hatiye. Divê mirov ji xwe re îbret û ezmûnan ji van herdu mînakan bigire. Mirov dikare mînakek hê balkêştir bide ku girîngiya zimanê nivîskî zelaltir raxe ber çavan.
Dem deman arkeolog an jî hîn lêkolînerên din ku li ser teht û zinaran nivîsên bizmarî û hiyeroglîf pêşkêşî raya giştî dikin û qala bihezaran sal dîroka wan a dirêj dikin. Hin nivîsên berî 5 hezar salan li ser teht û kevalberan hatine nivîsandin di roja me ya îroyîn de derdikevin holê. Ev jî nîşan dide ku ew ziman çawa ye û çawa hatiye parastin. Zimanê ku hat nivîsandin û ew nivîs jî hate zêdekirin, weke ku mirov li ser keviran nivisandibe ew qas tê parastin û ji bo nivşên nû tê veguhestin. Zimanê nivîskî weke li ser teht û zinaran hatibe nivîsandin mayînde û qewîn dibe. Bes zimanê ku neyê nivîsandin û tenê bi axaftinê re sînordar bimîne weke nivîsa li ser berfê hatî nivîsandin e. Çawa ku ew berfa çavê tavê dibîne û dest bi helandinê dike ew zimanê nehatî nivîsandin û tenê bi devkî tê bikaranîn jî bi demê re dihele û ew ziman ji holê radibe.
BERNAMEGEH