Gotin û Bêjîn Di Reh û Rîşeya Xwe De

Gotin û Bêjîn Di Reh û Rîşeya Xwe De

QENDÎL ŞEYXBİZÎNÎ / Gotin û Bêjîn Di Reh û Rîşeya Xwe De

Di zimanê îroyin a Kurdî de her du lêkerên “Gotin & Bêjîn” tên bikaranîn di demên cuda de, ango lêkera “Gotin”ê bo dema borî ye weke:

min got, me gotiye, em gotibû
û lêkera “Bêjîn”ê jî bo dema neborî ye weke:
ez dibêjim, em dibêjin, ew dibêje

Lê di rastî de her du lêkeran ango hem lêkera “Gotin”ê û hem jî lêkera “Bêjîn”ê yek lêker in di zimanê kevn ê Kurdî de. Eger em berê xwe bidin zimanê Pehlewanî û zimanê pirtşka Avêstayê, dibînin her du jî yek lêker in. Di Pehlewanî de “Vaxten” e, di Avêstayê de Vaçîîten” e.

bêguman tişta yekemîn ku bala we dikşîne ewe ka gelo “Vaxten”a Pehlewanî û “Vacîîten”a Avêstayê çawa bûye “Gotin & û Bêjîn”?! bi dilniyayî ev pirs pirr durust û di cih de ye, ger kesek şarezaya zimanê kevn ê Kurdî nebe, ev pirs di ramana wî/wê de tê û diçe, lê bo kesên ku şarezaya zimanê kevn û bi taybetî Pehlewanî û Avêstayê be, dizane çawa hatiye ta gihiştiye îro.

Di Pehlewanî de her peyvek destpêka wê bi “vî, va, vê” hatibe, bûye “gu” bo mînak binêre:

*vînas bûye gunas, gunha
*vîzar bûye guzar
*vîzer bûye guzer Û
*vaxten bûye guxten, goxten, goften, gotin

her weha peyvên ku dawîna wê bi “ax”ê hatibe piranî caran di Kurdî de bûye “J”ê û di farsî de
bûye “Z”ê, helbet hin caran jî tenê dengê “x”ê nemaye û dengê “t”ê weke xwe maye bê destdan, bo mînak binêre:

XT bo J – Z
*amoxt bûye amoj
*amêxt bûye amêz, hemêz
*pesaxt bûye pesaj
*axt bûye aj
*hêxt bûye hêz
spuxt bûye spuj
her weha
XT bo T
firoxt bûye firot
atexş bûye ateş
soxt bûye sot
doxt bûye dot û
vaxten jî bûye vaten

Bo “Vaçîîten”a Avêstayê jî bi heman awayî û lojîk pirranî peyvên ku dawîna wê bi “Ç”ê hatiye bûye “J & Z” bo mînak binêre:

roç bûye roj, roz
vêç bûye vêj, vêz
vaçar bûye vazar, bazar
soç bûye soj

çêr bûye jêr, zêr, zîr û
vaçîîten jî ku reha wê “vaç” e bûye “vaj, vêj, bêj”
Û “vaçvîş û vaçayiş” jî weke lêker-nav e.

Di vir de cudahî û gavên guhertinên her du lêkeran jî ji me re zelal bûn, lê tişta balkêş ewe ku lêkera “vaxten”a Phelewanî weke lêkera “Gotin”ê xwe şêwe kir û lêkera “vaçîîten”a Avêstayê jî weke lêkera “Bêjîn”ê xwe şêwe kir. Di rastî de bo demên borî û neborî her du jî her yek lêker bûye di kevn de, her weke me amaje pê da di Pehlewanî “Vaxten” û di Avêstayê de “Vaçîîten” bûye, eger me zimanê farsî ya îro jî biinêrin li ser heman lojîka kevn bo demên borî û neborî her “guften” likar e.

Lê tiştekî balkêş jî em di zaraveyên Kurmanckî û Hewramî de dibînin ewe ku ta niha jî di her du zaraveyan de ew qalb û şêweyên kevn a Pehlewanî maye tenê.
dengê “x”ê nemaye weke
Pehlewanî weku me got: “Vaxten” e
Kurmanckî “Vaten” e
Hewramî “Waten” e
Her du lêkerên “vaxten & vaçîîten” a Pehlewanî û Aavêsta weke “gotin & bêjîn”ê

cihê xwe girtiye di zimanê Kurdîya nû de bi awayeke têr û têj digel demên borî û neborî de xwe guncandiye.
Lê her weke agahî û roşnahî bo zimannas û berçavroniya kesên ku bi karê zimên perjan in, mijareke pêwîst û taybet e, gere di warê rîşenasî û etîmolojîyê de mirov rîşeya her du lêkeran bizane.

Lê Binêre

Xelîl Xeyalî

Alfabeya Xelîl Xeyalî

Mamoste Qedrî Xelîl Xeyalî (1876-1926 ji Modka ye, ji qebîleya “Mûdan” e. Li cem Seîdê …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !