Dîroka me Kurdan bi kesên afrêner û cûdawaz di hemî zeviyên jiyan û bexçeyên wê de dewlemend e. Huner û dengbêjî ji wê dewlemendiyê ne.
Huner çiqilekî herî girîng û balkêş e. Em navê gelek hunermend û dengbêjên dilsoz û jêhatî dibînin, lê mixabin gelek ji wan nemaze yên jin hin windayî û hin jî veşartî mane. Hêvîdar im ku karibim çirûskên ronahiyê li ser wan vêxînim.
Gula Ermenî yan Gula Keşe li sedsala nozdehan yek ji wan dengbêj û hunermendên bi cûdawaziya xwe û bi deng û nazikiya hestan navdar e. Navê wê bi navê dengbêjê navdar “Evdalê Zeynikê” ve hate girêdan.
Çîroka Gula Ermenî û Evdalê Zeynikê:
Du çîrok li ser evîniya wan hene. Tê gotin Evdalê Zeynikê li gundê Gula Ermenî ahenga zemawenda malbatekê li dar dixist û ji nişka ve çav li Gulê dikevin. Dilê wî bi çavan re semadar dibe û berê xwe dide xwediyê ahingê û wiha diaxive: “Ez hatim li ba we saxlim, nûşîncan û hişmend. Dema çavên min li vê keçikê ketin ez berve cîhaneke din şopandim. Bi Xweda ez ji vir naçim eger tu wê ji min re nexwazî”.
Malbat daxwza Ebdêl napejirîne. Lê Evdal bêzar namîne û zanîbû yê bi dengê xwe yê ku çiya dihejîne dê derbasî dil û hişê Gulê bibe. Ew û Gulê di şevbihêrkeke binav û deng de li hev dicivin û distirînin. Gul ji dil û çan jê hez dike û şahiya şûkirina wan li hemî hêlên Kurdan deng dide.
Çîroka duyem: Tê gotin ku Gul jî hezkirina xwe ji Evdêl re eşkere dike û jê dixwaze ku bibe hevjîna wî. Lê Evdal razî nabe, ji ber ku ew hevjîndar bû, yan din Gul ne ji ola wî bû. Ji aliyekî din vet ê gotin ku malbata Gulê erê nekir. Ji ber ku Ebdal bi jin bû û ne ji ola wan bû.
Çîrok çi dibe bila bibe, lê ya girîng ew e ku navê wan di dîroka çanda Kurdî de hatiye xemilandin û çîroka evîniya wan wek du evîndarên yekcan û yekdil hatiye nîşandan.
Dibêjin ku Gulê jineke rind, zanyar û vîndar bû. Lewma di civakê de cihê rêz û rûmetê bû.
Gul hestnazik û peyvxweş bû. Dengê wê mîna solafên Kurdistanê zelal û bi pêl bû. Dikarî bi demjimêran dengbêjî bidomanda. Evdalêl tu dengbêj li hember xwe nedidîtin ku wek wî bistirên, lê Gulê ev yek kir. Sê roj û sê şevan û hin jî dibêjin heft roj û heft şevan li pey hev li beramberî Evdêl stira.
Jidayîbûna Gul: Mixabin li ser jidayîkbûn û kobûna dawî ya Gulê zanyariyên durust neketin ber destên min. Lê rêzdar Mihemedê Ozon dibêje: “Dema Gulê û Evdêl hev nas kirin, Gul pazdehsalî bû û Evdal sihsalî bû.”
Eger Evdal di navbera salên “1913 – 1800” î de jiyaye, helbet Gul jî di sedsala “19“an de jiyaye û çûye ser dilovaniya xwe. Tu zanarên diyar dikin ku Gul temenekî dirêj jiyaye neketin ber destên min.
Gula Ermenî ji gundê “Xamûrê” bû. Tevlî ku Gul ne Kurd bû, lê dimîne findek ji findên hunera Kurdî. Belê evînî dikare hemî tiştan vajî hev bike û ji nemanê çiraxên hebûnê vede û ronî bike.
Silav û aramî li giyanê dengbêja evîndar Gula Ermenî re.
1. – Ev çîrok di Romana nivîser û romannivîs Mihemedê Ozon de hatiye gotin.
*-Gula Ermenî, tîrêja yekemîn e ji pirtûka min yan bi navê “Tîrêjên vejînê” ye. Pirtûk li ser 18 Stranbêj û dengbêjên jin hatiye amadekirin û çapikirin di çapxaneya SerSera de bi rêveberiya Dr. Beşar Mistefa. Berlîn, Elmanya.
Narîn Omer