Arjen Arî di sala 1956’an de, li herêma Omeriya, li gundê Çalê hatiye cîhanê. Di sala 1979’an de Enstîtûya Perwerdehiyê ya Diyarbekirê Beşa Zimanê Tirkî diqedîne. Di sala 1976’an de li Nisêbînê ji ber belavkirina belavokekê tê girtin. Bi qasî hefteyekê di hepsê de dimîne. Arjen Arî ji ber nexweşiya pençeşêrê di 30’ê kewçêra 2012’an de li Amedê çû ber dilovaniya Xwedê.
Ramûsan Min Veşartin Li Gelîyekî
ar girtiye qurm
û li dorê dileyize
çi kiribû
çi bû gunehê dara berû?
bi min re wê jî şer nexwestibû
bi min re zarokan, bi min re kulîlkê
û wê qîza xama…
ku, li dû min stûxwar ma
û bendî…
rondik herikîbin şer herikand
û xwîn pijiqand pelê kulîlkê
ma bayê kur rûxand hêlîna tivîlkê,
hij ma li milkê, ramûsan li milkê?
xwezî, lewitîn di kirêtiyê de
û şer dizî j ime xewnên mîrekî
li herêmekê em ji gundekî
dijmin jî bûna malê me pev dima
neyariya me nedigiha qewmekî
kengî bûya lev dihatin
em eydekê, erefatekê…
bi ya helbestê min kir
û min guh da bilûra şivên:
hij min aland li destmalek bi vên
û ramûsan min rakirin geliyekî…
ramûsan min veşartin li geliyekî
ew gelî yan ê elî, yan jî li cûdî
bi têhn dimînin li wirbi hij dimînin ramûsanên min
şer betal bibin, çek rawestin
ji çiyan şerker dadikevin
ezê di nav wan de bim
ileh ileh, tu bê pergî min
da te himbêz bikim ji dêvla çiyê…
şer de ye mîna min niha helbest jî
kengî parzinîn biwêj ji xwînê
ji êşê rêz, ji şînê çarîn
helbesta min hingî bixwîn
wê evîn jê binizile…
Megrî
çenga por bibin bibin
bibin ser gorên dil kuştibin
bibin bin konên şîn girtibin
negrî çav deryayê negrî
mijankê te ji kil dibin
megrî por roavayê negrî
megrî û neke limin limin
hijê bike rê û bimeşe
xwe li çiya bigre û bimeşe
emrê te hê çend û şeş e
megrî neke limin limin
megrî bikene li dû min
beşişînê bike rû min
şehîdê dilê te ez bim
nekenîne bime dujmin.
Pirs Hene Zanim
kulîlkekê dirêjî min bik
te kulîlk nebe, ramûsanekê
ramûsanekê
ji hinarkan
an
ji lêvên qeresî!
girtî me
li dûr
û hepsê
serdana min î û tu tê
û ramûsanekê nikarim bistênim
heyfa salan hiltênim
deyndara min be
û wer bihêle
hinarkên gewezî!
îlleh, distênim
qîma xwe tênim, carek din…
serdanek din,
-hê bi rê neketî, hê li malê-
bipêçe ramûsana
ji min re, li desmalê
pirs hene, zanim
û zanim Xurs vala ye
te saxtî dikin bi rê de
bindestî di gewrîya te de ta ye
û li min jî bela ye
umrek e, me dayê
evînek e
ma hewcîyî şahida ye?
Tu Bihata
Himbêzek ramûsan man li keviya çêm
Te gotibû îşev ez têm,
îşev, beriya hîv dagere kevan…
Ma gund raneza, ma sa ranezan
Xayînê, tê bihata…
Dilê min sed carî di sînor werbû!
Tu bihata, kaniyek din li Xanikan zêde d`bû
Tu bihata, Nêrgizlokê j`êvar de rêber bû
Tu bihata, xewlecî bû binê pirê;
Kîjan xofê nehişt ku tu bidî rê
Xayînê, tu bihata
Ev dil li dû te Binxet nedibû!
Stran Ji Bo Kulîlkê
Min kulîlkek dît, li ba dibû
Li ber tehtekê vebibû
Geh zer dibû geh sor dibû
Min got ‘te jê bikim kulîlkê?
Têr têr te bêhn bikim kulîlkê?
Got ‘jê neke, min jê meke
Ji nû ve min bi xwîn meke!
Kulîlkê jarê gidînê
Ka, te bibim Nisêbînê?
Got ‘jê neke, min jê meke
Bejna min şox û şengek e
Her terkeke min vejînek e
Jê kirin nû dike birînê…
Kulîlkê jarê kulîlkê
Melûlkê, narê kulîlkê
Ka, te bibim vê Zaxokê
Bihimênim te j’ ba û rokê?
Got ‘meçîne, min meçîne
Kulîlk kemla biharê ne
Min bihêle li Bagokê!
Bagok; tu warê kulîlkan
Bagok; tu zarê kulîlkan
Menihêre l’ min û xilolîkan
Giryana’ m şahî ye, Bagok!
Kulîlk; pirr-reng û bawerî
Min kulîlk dîtin çi gulperî
Ji kulîlkan bêhnek fûrî
Ez dibêjim azadî ye
Tu bibêje mişt mişt rizgarî.
Şêrgele
şîrê şêr di eyarê şêr de-
şêrgele hebûn şêrgele
-çi mê çi nêr-
li berpalên agrî kite-kit dînemêr
li zaxrojan kur î kurroj
û
sîng kele!
ristek xerîbî ne d’ stranekê de
hin di qefesan de lexebkirî, baz
çar hîm çar hêvî, semax e pahra wan
kêl spartî çiyayê xewnan
ji rehma vê axê, ji pişta vî gelî
şêrgeleyek bû mîr bedirxan!
şêrgele hene; dûre-war… û bendî
şêrgele hene; pêtên ji êgir jendî
şêrgele hene; por-nêrgiz, xec hinark
bi navê leylê, û şerefkendî!
çiya sêwî ne niha bêyî wan
helgurd sêwî ye
sefîn sêwî, sîpan sêwî…
çeper bêxwedî ne li cûdî
li lolan sirûd bê olan, çek bê xwedan
kî bûn ew hokê hokan?
ew ên çeng eylo, ew ên bejn-hey lo
kî bû lo, kî bûn
ew ên dil pola
û
gurçik risas? !
şêrgele hene; bê kêl û bê gorn
şêrgele hene; şevçirax û heyve-ron
şêrgele hene, ji azadiya bi gon
di bin axa sar de b’ axîn razayî!
di binê aşûteke xezeb-spî de man
an çûn li ber pêlên aveke tezî?
xwezî ez miribûma, û hew bû!
newal bê guh diman… û şer bû!
çiya bê ser diman… û şer bû!
şev serjê bû bi ser rojê de…û şer bû!
şer bû…
şer bû…
şer bû…
mirinê serê xwe çimand li ber mirina wan
şêrgele hebûn: şêr î şervan
û xewna wan xewna her kesî!
şêrgele hene; kefen ezmanê sayî
şêrgele hene; bi qasî stêrkên rijyayî
şêrgele hene şevçirax û heyve-ron
li van çiyan bê kêl û gorn wendayî!
hêvî bûn kite kit, kite kit xwezî
bawerî bûn bawerî dildarê çiyan:
dil dojeh, pêçek agir, landik agirdan
jiyan asikeke por-ewr bû
sîrwan çefî-sor simbêl qeytan
bûka agirî bû destgirtiya azad
medya esmer esmer, şar kesrewan…
kê bibêjim, kê ji bîr bikim:
her nav çiyayekî asê
her nav dastaneke dêrîn
her nav dîrokeke wextbirr…
min navek li kurê xwe kir:
rizo
kalo
berzencî…
min navek li kurê xwe kir:
qadî
simko
barzanî…
min navek li kurê xwe kir:
mazlum
gabar
munzir…
min navek li kurê xwe kir:
yek mir, sedî tol hilanî!
şêrgele hebûn; koçek koçgirî
şêrgele hebûn li hembêza agrî
şêrgele hebûn bi nav ihsan nûrî
şîmal bi şîmal barzan bi xwe bûn!
Ev Çiya Rûspî Ne
Di qada şer de pişta me negihişt erdê.
Te şahid bivê, va Herekol.
Miradkar, bi bext û ol
Va Cûdî
û va ye ev ax!
Kîj wextî bêleheng ma?
Kî gavê bêkêr?
Ev axa bi xêr û bêr
Ji bakur ve serejêr
Gebar,
Sîmal,
Bêxêr…
Her yek şêrko
Ango,
Yek yek Êzdînşêr.
Li piştekê bigerî, va ne:
Ev Nemrûd e
Ev Agirî ye
Ev Sîpan e.
Kîjan e nerûspî
Heyran
Bêrûmet kî ji van e?
Ronakê lêda çûrisî
Kirasê l`bejnê qerisî, qelemsiltan e.
Enîmêr e û Dêrsimî,
Ev çiya Tûjik e, heyran!
Heyran,
Ev çiya destbirakê Sîpan e.
Ku di bin berfê de mane.
Ba hûû dike,
Mûnzir pûç î pûç dike,
Zivistan e!
Bi pilingê pêşî re şîyar dibin.
Têhn vedide l`lûlan ji teqînê.
Stran dikevin pêlên xuşînê,
şer dîne, şervan dîne
çarmêrkî rûniştî di bin berfê de
Ev çiya rûspî ne, heyran!
Me, lome nekir ji wan.
Na na, û ne ji yekî!
Navê lawê xwe kiribe Sîpan, kurdekî,
Me lîland,
Loma, bi Sîpan in stranên me
Ka bistrê, heyran!
Heyrano
ji çiyayê tûjik ku
bi çil qevzî çilçav
ji te re anîme ev çeng av.
ka vexwe heyrano,
tu tî yî, tu tî!
û tu birîndar î jî.
heyy
raaa
nooo…
kîjan şopa nicis li te da!
ji çiyayê tûjik te xwe berda
xopanê vî bajarî dahfik li ber te veda
pezkoviyê cûdî, heyrano
nikarim bidim melhema te jî…
şerr
vaaa
nooo…
zelal, ava qirr qeşa
çeng bi çeng bidim te jî,
tu tî yî, tu tî!
heyrano,
tu têhn î li qurtek azadî!
xwîna te ye diherike nolî êrîş bike axê
tehntir ji te xuya dike axa tu lê evîndar
dirêjî çiyan dibin destên te î rûmetdar,
bajar bêpêjn dimîne, hew diyek dike hewar:
şerr
zaaa
nooo! ..
xwîna me mazatê de
zêrê zer re serbiser e.
her xwîn vedigere axê
axa bêxwîn xwelîser e.
azadî her kê xwestibe
xwîn rakiriye di ber re,
di şer de bûm doh jî loma
îro şer e, sibe şer e…
Kulîlkên Bihara Derengmayî
her bihar vedibin di çiyan de
di aran de, zîndanan de
her vebûn, her vedibin
kulîlkên bihara derengmayî.
ne sosin e
ne nêrgiz e navê wan
navek din e navê kulîlkên nûgihayî:
di sojan de her bihar ji agir zayî
sor,
soring,
Medya…
vedibin li Herakol, vedibin li Gebar
her bihar
vedibin li çiyayên bêmiradmayî
bi xwîn bin, bi xwêdan bin
agir de qiçqiçî ger bi jan bin
Seîd e terhek wan, pelek wan Qadî ye
tu bîhn bikî hilma wan Dêrsimî ye
çar şaxan de berxwedan
vebûne Riza, vebûne Barzan, Mazlûm vebûne
hervebûnê de qir-qelanek jiye
li vî çiyayî… li wî çiyayî
û…
hilmek rizgarî ye maye li şûn wan
kulîlkên bihara derengmayî
li hêviya aran nemîn
kirasê tebaxê wergirtiye adarê, lewra
û çar dem veguhêrîne bihara Arya
her kulîlk canek gorîcan e anha
vedibin kesk-kesk
vedibin zer-zer, sor-sor vedibin
bi her vebûnê re dibizirin
û dişitilin di her dilop xwîn de
bi Medyayî
bîhn bik
hilmek azadî ye tê ji wan
kulîlkên buhara derengmayî.
Ji Kîşweran Payîz e Niha
sal him bi him zeman pîr dikin.
heyv li kevan e geh, geh roj li ava
bi kêlî û saet, bi roj û şev, bi av û hewa
dem kal, ez pîrekal, zeman lal…
delalê, ji kîşweran payîz e niha!
payîz e, dem dê xwe veguhere guherek din
kêlî ê nepirsin ji te bo bibin saet
û roj dê raneweste li te bo nebe şev;
roj derew, şev derew, zeman nakeve xew…
demsal e… ji kîşweran payîz e niha
siltanê herwext e, kî ye ne hêsîrê zeman
qurteke av in kêlî, jiyîn hilmek e bêguman
aveke li herik e her çem, ber bi derya mirinê ve
ne serî ne binî bi hemînî diherikî li vê
çemek dimiçiqe herhal… ji kîşweran payîz e niha!
li xwe vegerî, pelên katjimêrê bidî hev
deh cild roj, deh cild şev dê bêne ser hev!
li şûna temenekê tu ê çi bikî ji tomarek pel?
rûnî bisojîni wan yeko yeko
tû ê temenê min û xwe bisotînî,
t ê rojekê jî venegerînî ji zeman!
Dem Payîz e
ba qulipî hîv tê werbû
havîn hişk bû stran kerr bû
madê payîzê re zer bû
şeqitî dem li dor û darê
hinar sor in bîhok zer e
li dû quling qaz koçber e
bi gûzê re j`gûn diwere
gewez bûn pel li çinarê
temaşê de lê guhdar im
nala xuşînê ez xwarim
dibêje hejke xembar im
dem payîz e`l sipîndarê
dem payîz e xem payîz e
dilînek bi dil dilîze
nola hemû daran zîz e
hinar û danê êvarê
temen li dû, payîzek tê
buhar biçê havînek tê
ha vê wextê ha vê wextê
kîşwer şaş bûn li min û yarê.
Efendîno
Efendîno
rahijin teşkên xwe
rahijin kincên xwe, postalên xwe û şivqeyên xwe
çiyê we hebe li ser vê axê û we çi anîbe bi xwe re:
tenq, top, tiveng, teyare…
û we çi ava kiribe: dibistan, qereqol, dadgeh
û hepsên bêdergeh, zîndan û asaqgehên têrguneh
û jinên xwe jî esseh efendîno, zaruyên xwe jî :
hebe pîç û bêjiyên ji xwe jî
û kuçikên xwe jî bibin, pisîk û çivîkên xwe jî
û ala xwe jî ji bîr mekin efendîno, ala xwe jî
tiştekî, tiştekî nehêlin ji kerema xwe…
hûn ê biçin
hûn ê pişta stûyê xwe bixurînin û biçin
hûn ê biniçniçin û hûn ê biçin!
biçin: berî kuç û kevir di we werbin
biçin: berî ku dayikên kitansipî tû bikin ser çavên we
û hêj ku agir vêneketiye j” agir:
hima niha, vê kêlîkê, ji vir
rahijin teşkên xwe
û biqeşitin ji vir, efendîno!
hûnê biçin efendîno, hûnê biçin
berî ku hûn bisekitin se se
hima rahijin teşkên xwe
û
biqeşitin!
Koçerê
Çengek din min vexwara…
dildarê kaniyê wê me,
der dibin ji tehta,
spî,
zelal,
qir – qeşa,
qir – qeşa ye ava kaniyên welatê min…
Ku asik diçêrin, kerî…
ref ref kew têne ser wan
û şivan li bilûrê dixe
bêrîvanî têhn, kerengvanî westiyayî
xwe berdidin dora wan…
te, pûng diye.
nedîbe, te bihîstiye…
ya, navê kevzê
keçikekê çizmak daye hev
yeka din ji tolikê tê
xortekî pişt daye tehtê
evîndar,
qîr dike, “koçerêêê!”
koçerê,
bi te re koçer bûma!
bi te re têr bûma, birçî bûma
girtî bûma, kuştî bûma…
li van axan, koçerê lêêê
bela ne penaber bûma!..
Berî Her Zarokî
min li ku hişt ku lê vegerim
hêre bikim dê bi ser ve bim
li wî gundî li wê navçeyê li vî bajarî?
zarokek bûm ez jî
wekî her zarokî, fêkiyê rojekê
wekî her kesî ji dara dêya xwe
ketim erdê ez jî
çawakî her fêkî bikeve ji darê
her stêr çawakî birije erdê…
ez jî ketim rojekê:
berî ku bikeve erdê oxirê qoserî!
Bihar Miqamek Zozan e
biharê girt bi ser me de
li hawir dor kesk û sor,
rabûne dîlanê kulîlk.
d’ dawetê te çepik, tilîlî
li çar hêla, rengên vejînê
ji pêlên behra dinê
dilopek ked
dilopek cehd,
wext,
karkerek hesinker e,
gundî dasên xwe didinê
roj dimînê li dewsa min.
di biharan de tevgera min
ji sed salan li rojhelat
bi xwîn e, bi xwêdan e
li çar hêla jiyana min.
û adar e niha
di çiyan de dengê Kawa;
bihar miqamek zozan e.
bihile berfa Zîlan!
qeşa Amed tu?
tu Hemedan!
Dêrsim!
lê Dêrsim!
li Tûjik bihar, li zîndana agir dadane!
Bêdîn im, Îman Berdayî
hisret û meyl û tenayî
ne şiyar im, ne razayî
li ber çavan tu xuyayî
xewa heyî evînê bir
hisret ji meylê bû pir
xwe berda dil b`dujminayî.
xwe berda… kûr xwe berda,
ji lêvan xwe berjêr berda;
kasa meyger de tenayî…
meyger ev kas ya çenda ye?
bi navê bedo te mey meye
tahm-hisret reng-sûriyayî?
meyger meyek din werîne.
hizr û meylê jê derîne,
da bide min tahmek xudayî
wê şevê, derengî şevê
berdam meyger, berdam xewê
kase bûn lêvê bedewê.
bedew hizr e bedew meyl e
qeyse wê me j`min re leyl e
evîndar û dil memdayî
şewt ne bes, kizîn ne bes e?
ev şev û mey û ev kas e…
bêdîn im, îman berdayî!…
https://www.bernamegeh.org/2019/07/29/jiyana-arjen-ari/